GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48
Rojên Çetinda Xwedê Tevî Me ye
“Wêrek [qewî] be! . . . Ji ber ku ez bi wera me. Ev e gotina Xudanê Karîndar” (HAGAY 2:4, ÎM).
KILAMA 118 “Baweriya Me Zêde ke”
VÊ GOTARÊDAa
1-2. (a) Çida halê me mîna halê wan Cihûya ye, yên ku vegeriyane Orşelîmê? (b) Cihû rastî kîjan çetinaya dihatin? (Binihêrin çargoşe bi navê “Rojên Hagay, Zekerya û Ezra”).
GELO tu carna ji axiriyê ditirsî? Dibeke te xebata xwe unda kiriye û bona ebûra mala xwe ber xwe dikevî. Diqewime ji bo xirabbûna halê polîtîkî, peyketina, yan jî miqabilîbûna hindava belakirina mizgîniyê, tu bona bêxofiya malbeta xwe ber xwe dikevî. Hergê tu derdekî usa dikişînî, were em dîna xwe bidinê, ku wedê berê Yehowa çawa alî Îsraêliya dikir. Ewana jî rastî çetinayên vî cûreyî dihatin.
2 Bona Cihûyên ku temamiya emirê xwe Babîlonêda dijîtin bawerîke qewî lazim bû, wekî jîyîna rihet bihîştana û biçûna welatekî xerîb. Paşî ku ew gihîştine Orşelîmê, ewana rastî çetinayên giran hatin. Wana nikaribû ebûra mala xwe bikira, wî çaxî halê polîtîkî diha xirab dibû û ewana rastî peyketina dihatin. Ji bo van çetinaya, hinekara zor bû, ku dîna xwe bidine avakirina paristgeha Yehowa. Lema jî sala 520 B.D.M.-da, seva ku xîreta wan zêde ke, Yehowa Hagay û Zekerya pêxember şandine cem wan (Hagay 1:1; Zekerya 1:1). Emê bivînin, ku bi saya hêlana van pêxembera dilê wan gelek qewî bû. Weke 50 sal şûnda, Cihûyên ku vegeriyane welatê xwe dîsa sist bûn. Paşê Ezra, yê ku bergirekî Qanûnêye hoste bû, ji Babîlonê hate Orşelîmê. Seva ku xizmetkarên Xwedê pêşiya her tiştî dîna xwe bidine hebandina rast, Ezra ewana hêlan kirin (Ezra 7:1, 6).
3. Emê dîna xwe bidine kîjan pirsa? (Metelok 22:19)
3 Gotinên Hagay û Zekerya alî xizmetkarên Xwedê dikir, ku wedê peyketina timê xwe bispêrin Yehowa. Îro jî giliyên wan dikarin alî me bikin, ku em wedê çetinaya, xwe bispêrin Yehowa (Bixûne Metelok 22:19). Emê niha bivînin, ku Xwedê bi saya Hagay û Zekerya çi gote cimeta xwe, û serhatiya Ezra lêkolîn bikin. Vê gotarêda emê caba van pirsa bistînin: Cihûyên ku vegeriyabûn welatê xwe, rastî kîjan çetinaya dihatin? Rojên çetinda, çira em gerekê pêşiya her tiştî dîna xwe bidine xwestina Xwedê? Wedê çetin, em çawa dikarin hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin?
ÇETINAYÊN JÎYÎNÊ ÇAWA SER CIMETA XWEDÊ HUKUM DIKIRIN?
4-5. Çi bû menî ku xizmetkarên Xwedê xîreta xwe unda kirin?
4 Çaxê xizmetkarên Xwedê gihîştine Orşelîmê, gelek şixul hîviya wan bû. Wana derbêra qurbangeha Yehowa teze kirin û hîmê paristgeha Xwedê danîn (Ezra 3:1-3, 10). Lê wana xîreta xwe zû unda kir. Gelo çira? Çimkî xêncî şixulê avakirina paristgehê, ewana mecbûr bûn, ku xwera mala ava bikin, erd cot bikin û ebûra mala xwe bikin (Ezra 2:68, 70). Usa jî, dijmin hev şêwirîn, wekî şixulê avakirina paristgehê bidine sekinandin (Ezra 4:1-5).
5 Xêncî vê yekê ewana rastî problêmên êkonomîkî û polîtîkî dihatin. Îda welatê wan para Împêriya Farisa nîbû. Paşî Padşê Farisa Koreş, sala 530 B.D.M., fermandarê wî Kambîs dixwest Misirê zeft ke. Çaxê ew diçû wekî hicûmî ser Misirê bike, diqewime eskerên wî ji Îsraêliya xwarin, av û sitargeh dixwestin, ji bo vê yekê halê Îsraêliya diha xirab bû. Û gava padşê teze Daryûsê I bû serwêr, miqabilîbûn û tevlihevbûnên polîtîkî pêşda hatin. Ji bo vê yekê, bê şik Îsraêlî bona malbetên xwe xem dikirin. Û ji bo çetinayên rastî kîjana ewana dihatin, ewana difikirîn ku niha ne wext e, wekî avakirina paristgeha Yehowa destpêkin (Hagay 1:2).
6. Li gora Zekerya 4:6, 7, cimeta Xwedê rastî çi çetinaya hat û Zekerya çawa wana qewî kir?
6 Bixûne Zekerya 4:6, 7. Xêncî problêmên êkonomîkî û polîtîkî, Cihû rastî peyketina jî dihatin. Sala 522 B.D.M., dijmina avakirina paristgeha Yehowa qedexe kirin. Lê Zekerya cimetêra got, wekî Yehowa wê bi saya ruhê pîroz hemû çetinaya bide hildanê. Sala 520 B.D.M., Daryûs Padşa qedexa şixulê avakirina paristgehê da hildanê û bona avakirina paristgehê pere û alîkarî da wan (Ezra 6:1, 6-10).
7. Cihûyên ku nêta Xwedê emirê xweda didane ser ciyê pêşin, çi kerem standin?
7 Bi saya Hagay û Zekerya, Yehowa soz da xizmetkarên xwe, ku hergê ewana berî pêşin dîna xwe bidine avakirina paristgehê, Ewê alî wan bike (Hagay 1:8, 13, 14; Zekerya 1:3, 16). Ev giliyên pêxembera qewat dida xizmetkarên Xwedê. Wana sala 520-da B.D.M., avakirina paristgehê berdewam kirin, û ev şixul pênc sala kêmtir kişand. Ji bo vê yekê ku wana wedê çetinda xwestina Xwedê jîyîna xweda datanîn ser ciyê pêşin, Yehowa him matêrîalîda him jî ruhanîda alî wan dikir. Lema jî, wana bi şabûnê Yehowara xizmet dikir (Ezra 6:14-16, 22).
PÊŞIYA HER TIŞTÎ DÎNA XWE BIDE XWESTINA YEHOWA
8. Giliyên ji Hagay 2:4 çawa alî me dikin, ku em dîna xwe bidine şixulê Xwedê? (Usa jî binihêre spartin.)
8 Tengasiya mezin nêzîk dibe, lema jî gelek ferz e ku em gura rêberiya derheqa belakirina mizgîniyê bikin (Markos 13:10). Lê hergê em bona problêmên matêrîalî ber xwe dikevin yan jî bona şixulê belakirina mizgînê rastî peyketina tên, dibeke ne hêsa ye, ku em dîna xwe bidine xizmetiyê. Lê çi dikare alî me bike, wekî em pêşiya her tiştî dîna xwe bidine şixulê Yehowa. Qe bîr neke ku “Xudanê Karîndar”b tevî meye. Hergê em şixulê Padşatiyê jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin, Yehowa wê alî me bike. Lema jî em gerekê tu tiştî netirsin (Bixûne Hagay 2:4).
9-10. Jin-mêrekî çawa dîtin, ku giliyên Îsa ji Metta 6:33 rast in?
9 Were em dîna xwe bidine serhatiya Olêg û Îrînayêc. Wana ça pêşeng xizmet dikir. Çaxê ewana bona alîkariyê derbazî civata herêmeke din bûn, halê êkonomîkî welatê wanda xirab bû û ji bo vê yekê wana xebata xwe unda kir. Rast e wana weke salekê xebata hertim xwera nedidîtin, lê wana didît ku Yehowa piştgiriya wan dike. Cara wana ji xûşk-bira alîkarî distand. Gelo vê tengasiyêda, çi alî wan dikir? Birê me Olêg, destpêkêda dilteng dibû, ew dibêje: “Heta ku destê me dihat, em diçûne xizmetiyê. Bi vî cûreyî, me jîyîna xweda dîna xwe dida tiştê herî ferz”. Çaxê ew û jina wî xebata teze digeriyan, ewana dîsa jî xizmetiyêda xîret bûn.
10 Rojekê gava ewana ji xizmetiyê vedigeriyane malê, dostekî wan weke 160 kîlomêtrî hat, ku wanra du torbe xwarin bîne. Olêg dibêje: “Wê rojê me dîsa dît, ku Yehowa û civata me, me dibine xweyî. Em bawer in, ku halê xizmetkarên Yehowa çiqas bê çare be jî, Ew tu cara wana bîr nake” (Metta 6:33).
11. Hergê em berî her tiştî dîna xwe bidin şixulê Xwedê, ewê bona me çi bike?
11 Yehowa dixwaze, wekî em dîna xwe bidine şixulê xizmetiyê ya ku dikare emirê meriva xilaz ke. Çawa abzasa 7-da hate gotinê, Hagay xizmetkarên Yehowa hêlan dikirin ku tezeda paristgeha Xwedê ava kin. Yehowa soz da wekî ewê wana kerem ke (Hagay 2:18, 19). Belê, hergê em berî her tiştî dîna xwe bidine şixulê ku Yehowa daye me, ewê xîreta me kerem ke.
EM ÇA DIKARIN HÊ ZÊDE ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNIN?
12. Çira Ezra û Cihûyên dinra bawerîke qewî lazim bû?
12 Sala 468 B.D.M., Ezra tevî koma duda ya Cihûyên ji Babîlonê çû Orşelîmê. Bona ku rêke usa xofra herin, wanra bawerîke qewî lazim bû. Wana gelek zêr û zîv tevî xwe birin, yên ku bona paristgehê hatibûn qurbankirinê. Qaçaxa dikaribû hêsa wana talan kirana (Ezra 7:12-16; 8:31). Xêncî vê yekê, wana zû fem kir, ku wî çaxî Orşelîm jî bajarekî bêxof nîbû. Çimkî wî bajarîda gelek meriv nedijîtin û lazim bû, wekî dîwar û dergehên bajêr bihatana tezekirinê. Mîna Ezra em çawa dikarin hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin?
13. Baweriya Ezra hindava Yehowa çawa hê qewî bû? (Usa jî binihêre spartin.)
13 Ezra didît ku Yehowa ça alî xizmetkarên xwe dike. Sala 484-da B.D.M., Ahaşveroş Padşa ferman da, wekî temamiya Împêriya Farisada hemû Cihû bêne kuştinê. Wî çaxî Ezra Babîlonêda dijît (Ester 3:7, 13-15). Emirê Ezra û hemû Cihûya, bin xofêda bû! Hemû herêmada, çaxê Cihû ev ferman bihîstin, wana rojî girt, şîneke mezin kirin û duada ji Yehowa alîkarî xwestin (Ester 4:3). Kesên ku dixwestin wana bikujin, xwexa hatine kuştinê. Bidine ber çevê xwe, ku Ezra û Cihûya çi ser xwe texmîn dikirin! (Ester 9:1, 2) Bê şik, evê yekê Ezra bona cêribandinên din jî hazir kir, rastî kîjana ku ew paşê hat û usa jî baweriya wî qewî kir, ku Yehowa dikare xizmetkarên Xwe biparêze.d
14. Gava xûşkekê dît ku Yehowa alî wê dike, ewê çi fem kir?
14 Gava em wedê çetinaya divînin ku ça Yehowa alî me dike, baweriya me hindava wîda diha qewî dibe. Dîna xwe bidine mesela Anastasîya, ya ku Ewropayêda dijî. Seva ku ew tevnebûyînê xwey ke, ew mecbûr bû xebata xwe bihêle, çimkî hevalxebatçiyên wê zorê lê dikirin, wekî piştgiriya polîtîkê bike. Ew dibêje: “Ev cara pêşin bû, ku ez bê pere mabûm”. Paşê ewê got: “Min ev derece da destê Yehowa û dît ku ew çawa alî min dike. Hergê ez dîsa bê xebat bimînim, ezê netirsim. Bavê minî ezmana îro min xwey dike, ewê paşê jî bona min xem bike”.
15. Çi alî Ezra dikir, wekî timê xwe bispêre Yehowa? (Ezra 7:27, 28)
15 Ezra dît ku Yehowa ça xût bona wî xem dike. Gava ew difikirî, ku Xwedê berê ça dihate hewara wî, bê şik ewî hê zêde îtbariya xwe Yehowa dianî. Ezra usa got: “Bi saya destê Xwedayê min Xudan ku li ser min bû, ez hêzdar [qewî] bûm” (Bixûne Ezra 7:27, 28, ÎM). Ezra gotinên vî cûreyî çend cara nivîsî (Ezra 7:6, 9; 8:18, 22, 31).
Kîjan derecada em dikarin bi zelalî destê Xwedê emirê xweda bivînin? (Binihêre abzasa 16)e
16. Kîjan derecada em dikarin bi zelalî destê Xwedê emirê xweda bivînin? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Gava em rastî dereceke çetin tên, Yehowa dikare alî me bike. Mesele, gava em ji serkarê xebatê îzinê dixwazin wekî herine ser civata mezin, yan jî gava em dixwazin wekî ew sihetên xebatê biguhêze, ku em bikaribin herine ser civata, em dikarin bivînin ku Yehowa ça alî me dike. Dibeke em ecêbmayî bimînin, ku ev derece çiqas baş hate safîkirinê. Serhatiyên usa alî me dikin, ku em hê zêde xwe bispêrin Yehowa.
Ezra paristgehêda ji bo gunên cimetê digirî û dua dike. Cimet jî digirî. Paşê Şekanya bi van giliya dilê Ezra qewî dike: “Niha bona Îsraêlê hêvî heye. . . . Em bi tera ne” (Ezra 10:2, 4) (Binihêre abzasa 17)
17. Wedê çetinda Ezra çawa milûktî dida kifşê? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)
17 Ezra bi milûktî ji Yehowa alîkarî dixwest. Her car çaxê wîra çetin bû cabdariyên xwe bîne sêrî, ewî bi milûktî Yehowara dua dikir (Ezra 8:21-23; 9:3-5). Ji ber ku Ezra xwe disparte Yehowa, kesên din jî bi dil û can piştgiriya wî dikirin û çev didane baweriya wî (Ezra 10:1-4). Gava em bona hewcên matêrîalî, yan jî bona sihet-qewata malbeta xwe xem dikin, em gerekê duada ji Yehowa alîkariyê bixwazin û bawer bin, ku ewê alî me bike.
18. Çi dikare alî me bike diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînin?
18 Hergê em bi milûktî ji Yehowa alîkariyê bixwazin û piştgiriya xûşk-bira qebûl kin, emê diha zêde îtbariya xwe Xwedê bînin. Xûşka me Êrîka, ya ku dayîka sê zara ye, rojên giranda jî xwe disparte Yehowa. Wedekî kinda, mêrê wê û zara wêye nebûyî mirin. Hine wext şûnda ewê usa got: “Em pêşda nizanin ku Yehowa wê ça alî me bike. Alîkarî dikare bi cûre-cûre mêtoda bigihîje me. Min dîtiye ku Xwedê caba gelek duayên min, bi saya gotin û kirên hevalên min daye. Gava ez dilê xwe dostên xwera vedikim, ewana dikarin diha hêsa alî min bikin”.
HETA XILAZIYÊ ÎTBARIYA XWE YEHOWA BÎNE
19-20. Em çi dikarin hîn bin ji Îsraêliyên ku nikaribûn vegerin Orşelîmê?
19 Usa jî, em dikarin derseke qîmet ji Îsraêliyên ku nikaribûn vegerin Orşelîmê hîn bin. Ji bo emirê mezin, nexweşîke giran yan jî cabdariyên malbetê, mecalên hineka sînorkirî bûn. Lê wana bi dil û can cûre-cûre tişt bona avakirina paristgehê qurban dikirin (Ezra 1:5, 6). Weke 19 sal şûnda, cimeta ku Babîlonêda mabûn, hê berdewam dikirin pêşkêş dişandine Orşelîmê (Zekerya 6:10).
20 Hergê em nikarin bi temamî xizmetiyêda kar bikin, dîsa jî em dikarin bawer bin, wekî Yehowa qîmet dike her tiştê ku em bona wî dikin. Em vê yekê ji ku zanin? Rojên Zekeryada, Yehowa gote pêxemberê xwe, wekî ji zêr û zîvê ku dilê Babîlonêda şandibûn, tacekê çêke (Zekerya 6:11). Ev tac bona bîranîna wan Cihûya hatibû çêkirin, yên ku Babîlonêda mabûn û bi merdanî pêşkêş şandibûn (Zekerya 6:14). Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê tu car bîr neke, wekî em bi xîret û bi dil û can wan rojên çetinda wîra xizmet dikin (Îbranî 6:10).
21. Çi wê alî me bike bi dilekî rihet hîviya axiriyê bin?
21 Van rojên paşinda, emê rastî çetinaya bên û halê dinyayê wê çiqas here hê xirab be (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Lê nelazim e ku em bi zêdeyî bitirsin. Bîr nekin, ku Yehowa bi saya Hagay pêxember çi gotibû: “Ez bi wera me. . . . Netirsin!” (Hagay 2:4, 5). Hergê çiqas destê me tê, em nêta Xwedê bînin sêrî, Yehowa wê timê tevî me be. Hergê em wan dersa bidine xebatê, çi ku em ji Hagay, Zekerya û Ezra pêxember hîn bûn, axiriyêda çi jî bê serê me, baweriya me hindava Yehowa wê timê qewî bimîne.
KILAMA 122 Qewî Bisekinin!
a Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ça em dikarin baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, gava emir çetin dibe, halê polîtîkî diha xirab dibe û çaxê em rastî peyketina tên.
b Xeberên “Xudanê Karîndar” 14 cara kitêba Hagayda hatiye nivîsarê. Ev xeber dianî bîra Cihûya û tîne bîra me jî, ku qewata Yehowa bêsînor e û ordiyên mezin yên meleka bin hukumê wîda nin (Zebûr 103:20, 21).
c Hine nav hatine guhastinê.
d Ezra, yê ku bergirekî Qanûnêye hoste bû, pêşiya ku here Orşelîmê, baweriya xwe hindava soz û pêxembertiyên Xwedê diha qewî dikir (2 Dîrok 36:22, 23; Ezra 7:6, 9, 10; Yêremya 29:14).
e ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birak ji serkarê xebatê îzinê dixwaze, wekî here ser civata mezin, lê serkar înkar dike. Pêşiya ku dîsa tevî serkarê xwe xeber de, ew Yehowara dua dike û rêberî ji wî dixwaze. Ew teglîfkirina ser civata mezin nîşanî serkarê xwe dike û nîşan dike ku Kitêba Pîroz meriva aliyê başda diguhêze. Hewasa serkar pêşda tê û ew nihêrandina xwe diguhêze.