KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Mijdar rûp. 26-30
  • Baweriya Hindava Yehowa Dilê Min Rihet Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Baweriya Hindava Yehowa Dilê Min Rihet Dike
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWA NAS DIKIM Û BAWERIYA XWE WÎ TÎNIM
  • DEMA ŞER DIÇÛ MIN XWE DISPARTE YEHOWA
  • MIQABILÎBÛNA NÎJERÊDA
  • “EM HAŞ JI XÛŞK-BIRÊN GÎNEYAYÊDA TUNE NE”
  • EZ Û JINA MIN ÎTBARIYA XWE YEHOWA TÎNIN
  • YEHOWA ME DIPARÊZE
  • Hebûka Ruhanî Alî Min kir Geş bim
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Min Dît ku Yehowa Kesên Amin Kerem Dike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Mijdar rûp. 26-30
Îsraêl Îtajobî.

SERHATÎ

Baweriya Hindava Yehowa Dilê Min Rihet Dike

GILÎ KIR: ÎSRAÊL ÎTAJOBÎ

GAVA ez merivara derheqa jîyîna xwe gilî dikim, ez gelek car wanra dibêjim: “Ez çentekî destê Yehowada me!” Dêmek, çawa ku ez çentê xwe li gora dilê xwe dibim hemû ciya, ez dixwazim wekî Yehowa û teşkîleta wî jî, min vî cûreyî bidine xebatê, û minra bêjin ku ez herim kîderê û kengê. Hine kifşkirinên ku min qebûl kiribûn, him zemet bûn him jî carna xof bûn. Lê min emirê xweda dîtiye, ku baweriya hindava Yehowa dilê min rihet dike.

YEHOWA NAS DIKIM Û BAWERIYA XWE WÎ TÎNIM

Ez sala 1948-da li Nîjeryayê gundekî biçûkda hatime bûyînê. Wê demê apê min Mûstafa û paşê birê minî mezin Wahabî, bûne Şedên Yehowa. Gava ez neh salî bûm, bavê min mir. Ez gelek xemgîn bûm. Wahabî minra got ku rojekê, bavê me wê ji mirinê rabe û emê wî dîsa bivînin. Ev gotinên xweş ser min usa hukum bûn, ku min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Ez sala 1963-da hatime nixumandinê. Paşê sê birên minî din jî hatine nixumandinê.

Sala 1965-da, ez çûme bajarê Lagosê cem birê xwe Wîlson. Wêderê, min gelek car tevî pêşengên hertim yên civata Îgbobiyê wede derbaz dikir. Xîret û şabûna wan ez hêlan kirim, wekî bibime pêşeng. Lema jî meha Çileyê, sala 1968-da, min jî xizmetiya pêşengtî destpêkir.

Li bakura Nîjeryayê pêşengên mexsûs gelek lazim bûn. Lema jî birakî bi navê Albêrt Olûgbêbî, yê ku li Beytelê xizmet dikir, bona me cahila civîneke mexsûs saz kir û besa vê hewcetiyê kir. Gotinên wî heta niha bîra minda nin: “Hûn cahil in û dikarin wede û qewata xwe bona Yehowa bidine xebatê. Bona we gelek şixul heye!” Ez mîna Îşaya pêxember bi dil û can hazir bûm, ku li gora xwestina Yehowa bijîm, lema jî min blanka bona pêşengtiya mexsûs tije kir (Îşaya 6:8).

Meha Gulanê, sala 1968-da, ez çawa pêşengê mexsûs hatime şandinê li bajarê Kanoyê, li bakura Nîjeryayê. Wê demê Şerê Biyafrayê (1967-1970) wê herêmêda bibû sebebê êş û mirinê, û paşê ew şer derbazî li rohilata Nîjeryayê bû. Birakî bi nêta qenc dixwest riya min bigire, seva ku ez neçime wêderê. Lê min wîra got: “Zef razî me ku tu bona min xem dikî. Lê hergê Yehowa dixwaze wekî ez wêderê jêra xizmet kim, bê şik ewê tevî min be”.

Xerîteya Afrîkaya Roavayê nîşan dike, ku Îsraêl Îtajobî kîderê dijît û xizmet dikir: Konakrî (Gîneya); Sîêrra-Lêonê; Niyamêy (Nîjer); Kano, Orîsûnbar û Lagos (Nîjerya).

DEMA ŞER DIÇÛ MIN XWE DISPARTE YEHOWA

Halê bajarê Kanoyê gelek xirab bû. Ji bo şer, ev bajar wêran bibû. Carna xizmetiyêda me cinyazên wan meriva didît, yên ku şerda hatibûn kuştinê. Berê li bajarê Kanoyê çend civat hebûn, lê heçî zef xûşk-bira reviya bûn. Panzdeh mizgînvana kêmtir mabûn, û ewana jî gelek ditirsiyan û dilteng dibûn. Gava ez û 5 pêşengên mexsûs çûne wêderê, ewana gelek şa bûn. Me wana hêlan kir û dilê wan rihet bû. Me alî wan kir, wekî ewana dîsa derkevin xizmetiyê, herin civata û usa jî destpêkin hesabên xizmetiyê û sifareşên bona edebyeta bişînin fîlîalê.

Me pêşengên mexsûs, hînbûna zimanê Haûsa destpêkir. Gava meriva mizgînî ser zimanê xwe dibihîstin, gelek car wana guh didane me. Lê endemên rêlîgiyeke navdar em hez nedikirin, lema jî lazim bû ku em haş ji xwe hebûna û fesal bûna. Carekê, mêrek pê kêrê pey me ket. Em zû reviyan û ew negihîşte me. Şikir Xwedêra! Wedê derecên xof jî Yehowa em xwey dikirin, û mizgînvan zêde dibûn (Zebûr 4:8). Îro, 11 civatên Kanoyêda 500 mizgînvana zêdetir hene.

MIQABILÎBÛNA NÎJERÊDA

Xizmetiya ça pêşengê mexsûs li Niyamêyê (Nîjer)

Ez tenê çend meha li Kanoyê mam, paşê meha Tebaxê, sala 1968-da, teşkîletê ez û du pêşengên mexsûs şandin Niyamêyê, paytexta Komara Nîjerê. Wedekî kinda, me têderxist wekî Nîjer bi rastî jî welatekî gelek germ e. Lazim bû ku em him hînî hewayê bin, him jî zimanê fermî, dêmek Fransî hîn bin. Rast e ev tişt ne hêsa bûn, lê me xwe sparte Yehowa û li paytextê, tevî çend mizgînvanên herêmê destpêkir xizmet kin. Wedekî kinda, me kitêba bona hînbûna Kitêba Pîroz bi navê Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê, bineliyên Niyamêyêra bela kir. Û her kesê ku dikaribû bixwenda, ev kitêb stand. Hine meriva jî em digeriyan û ev kitêb ji me dixwestin!

Paşî demeke kin, me fem kir, ku serwêrên dewletê Şedên Yehowa hez nedikirin. Meha Tîrmehê, sala 1969-da, li wî welatî civata mezine pêşin derbaz bû û weke 20 meriv hatibûn. Em bi dil û can hîviya nixumandina du mizgînvanên teze bûn. Lê roja pêşine civata mezin, polîs hatin û bername dane sekinandinê. Wana pêşengên mexsûs û berpirsiyarê mihalê birin polîsxanê. Paşî pirsdayînê, wana ferman da, wekî em roja din dîsa bêne polîsxanê. Gava me fem kir ku polîs dixwazin bona me problêma çêkin, me organîze kir wekî gotara nixumandinê mala kesekîda bê xwendinê û dizîkava ew mizgînvanên teze çemekîda nixumandin.

Paşî çend heftiya, dewletê ferman da, wekî ez û pênc pêşengên mexsûs ji welat derkevin. Bona vê yekê, wana tenê 48 sihet dane me, û gerekê me ev yek kîsê xwe bikira. Em raste-rast çûne fîlîala li Nîjeryayê. Wêderê me kifşkirinên teze stand.

Me şandine gundekî Nîjeryayê bi navê Orîsûnbarê. Wêderê komeke biçûk ya mizgînvana hebû û xelqê dixwest riya rastiyê nas bikin. Lê paşî şeş meha, fîlîalê xwest wekî ez tenê vegerim Nîjerê. Pêşiyê ez ecêbmayî mam û tirsiyam, lê paşê min bi şabûnê xwest wekî xûşk-birên li Nîjerê dîsa bivînim!

Ez vegeriyame Niyamêyê. Paşî rojekê, bazirganekî Nîjeryayî fem kir ku ez Şedê Yehowa me, û ewî derheqa Kitêba Pîroz gelek tişt ji min pirsî. Min tevî wî hînbûna Kitêb Pîroz destpêkir. Paşî ku ewî kişandina cixarê û îçkevexwarina zêde terk da, ew hate nixumandinê. Paşî vê yekê, min gelek herêmên Nîjerêda xizmet dikir û gelek sal didît, ku meriv çawa rastiyê qebûl dikin. Çaxê ez teze hatim, wêderê tenê 31 Şedên Yehowa hebûn, lê çaxê ez ji wêderê çûm, hejmara wan gihîşte 69.

“EM HAŞ JI XÛŞK-BIRÊN GÎNEYAYÊDA TUNE NE”

Xilaziya sala 1977, ez bona hînbûnê vegeriyame Nîjeryayê. Xilaziya vê hînbûna sê heftiyê, koordînatorê Komîtêya Fîlîalê, birê Malkolm Vîgo, nemeke ji Fîlîala Sîêrra-Lêonê da min. Wana birakî sihet-qewat û nezewicî digeriya, yê ku bi zimanê Înglîzî û Fransî xeber dide, wekî ew ça berpirsiyarê mihalê Gîneyayêda xizmet bike. Birê Vîgo minra got, wekî ez bona vê kişfkirinê hatime hînkirinê. Ewî da kifşê, wekî eva kifşkirineke hêsa nîne. Ewî şîreteke usa da min: “Pêşiyê bifikire û paşê safî ke”. Min derbêra cab da û got: “Yehowa min dişîne wêderê, lema jî ezê herim”.

Ez bi teyarê çûme Sîêrra-Lêonêyê û min birên ji fîlîalê dîtin. Endemekî Komîtêya Fîlîalê minra usa got: “Em haş ji xûşk-birên Gîneyayêda tune ne. Em nizanin ewana çawa xizmet dikin”. Rast e ev fîlîal cabdar bû bona şixulê belakirina mizgîniyê Gîneyêda, têklîbûna tevî mizgînvana nedihate standinê, çimkî wêderê aliyê polîtîkîda hal xirab bû. Fîlîalê çiqas car birak digeriya wekî bişîne Gîneyê, haqas car ev yek nedihate standinê. Lema ji min hate xwestinê wekî ez herim li paytexta Gîneyê, bajarê Konakriyê û îzinê ji dewletê bistînim, wekî wêderê bimînim.

“Yehowa min dişîne wêderê, lema jî ezê herim”

Gava ez gihîştime Konakriyê, ez çûme konsûlxana Nîjeryayê. Û min konsûlra got, ku ez dixwazim mizgîniyê li Gîneyê bela kim. Ewî şîret da min, wekî ez wêderê nemînin, çimkî xof hebû ku ezê bême girtinê yan jî ziyanê bistînim. Ewî got: “Vegere Nîjeryayê û wêderê mizgîniyê bela ke”. Min got: “Ez dixwazim vira bimînim”. Lema ewî nemek Wezîrê Gîneyêra nivîsî û ewî wezîrî alî min kir.

Hine wext şûnda, ez vegeriyame fîlîala Sîêrra-Lêonê û min derheqa safîkirina wî wezîrî wanra got. Gava bira bihîstin ku Yehowa ça rêwîtiya min kerem kiriye, ewana gelek şa bûn. Min ji dewletê îzin stand wekî Gîneyêda bimînim!

Israêl bi şabûn çentê xwe hildaye.

Xizmetiya ça berpirsiyarê mihalê li Sîêrra Lêonê

Ji sala 1978 heta 1989, min ça berpirsiyarê mihalê Gîneyêda û Sîêrra-Lêonêyêda xizmet dikir, û ça alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê Lîberyayêda xizmet dikir. Destpêkêda, ez gelek car nexweş diketim. Ev yek carna li herêmên dûr diqewimî. Lê xûşk-bira çi ji destê wan dihat, dikirin ku min bivine nexweşxanê.

Carekê, ez bi malaryayê giran nexweş ketim û zikê minda kurm hebûn. Paşî ku ez hinekî qenc bûm, min bihîst wekî gava ez gelek nexweş bûn, bira tirê ezê bimirim û difikirîn hela min kîderê çel kin! Ber mirinê jî, fikira ku ez kifşkirina xwe bihêlim, hişê minra jî derbaz nedibû. Û ez hê bawer bûm wekî tenê Yehowa dikare me xwey ke û hela hê ji mirinê jî rake.

EZ Û JINA MIN ÎTBARIYA XWE YEHOWA TÎNIN

Israêl û Dorka roja dewata xwe.

Roja dewata me sala 1988

Sala 1988-da, min Dorka nas kir. Ev xûşka pêşeng gelekî Yehowa hez dike û zef milûk e. Em zewicîn, û me tevayî şixulê berpirsiyartiyêda kar dikir. Dorka kulfeteke gelek dilovan e, û hazir e gelek tişt bona Yehowa qurban ke. Ji civatekê heta civateke din, em gelek car bi çentên xwe 25 kîlomêtra diçûn. Bona civatên hê dûr, me her cûrê transport dida xebatê, wekî ser riyên herî û çel-korra herin.

Dorka gelek mêrxas e. Mesele, carna em gerekê çemên usara derbaz bûna, kîjanada tije tîmseh (krokodîl) hebûn. Rêwîtîke pênc rojîda, em mecbûr bûn ku qeyîkê bidine xebatê, çimkî pirên ji dar yên li ser çêm, şikestî bûn. Çaxê Dorka ji qeyîkê peya dibû, ew kete ava kûr. Me sovekarî nizanibû û çemda tîmseh hebûn. Ça baş e ku hine cahila xwe avîtine avê û ew xilaz kirin. Çendekê, me derheqa vê qewimandinê xewnên xirab didîtin, lê dîsa jî me xizmetiya xwe berdewam dikir.

Yahgîft û Êrîk ber Oda Civatê.

Zarên me Yahgîft û Êrîk pêşkêşên ji Yehowa ne

Destpêka sala 1992-da, gava em pêhesiyan ku Dorka hemle ye, em gelek ecêbmayî man. Gelo hewce bû ku em niha xizmetiya xweye ça pêşengên mexsûs berdewam kin? Me hevra digot: “Yehowa em kerem kirine!” Lema jî me safî kir wekî navê keça xwe daynin Yahgîft (ku bi zimanê Îngilîzî tê hesabê “pêşkêşa ji Yah”). Çar sal şûnda paşî bûyîna Yahgîftê, birê wê Êrîk hate bûyînê. Her du zarên me bi rastî jî pêşkêşên ji Yehowa ne. Yahgîftê hine wede ofîsa welgerandinêda li Konakriyê xizmet dikir, û Êrîk jî berdestiyê civatê ye.

Israêl û Dorka tevî kurê xwe Êrîk û keça xwe Yangîft, ber Oda Civatê.

Seva ku jina min, zarên me mezin kira, lazim bû ku ew xizmetiya xweye ça pêşenga mexsûs bida sekinandinê. Lê yeke ewê ça pêşenga hertim xizmet dikir. Bi alîkariya Yehowa, min xizmetiya xweye ça pêşengê mexsûs berdewam dikir. Çaxê zarên me mezin bûn, Dorkayê dîsa destpêkir ça pêşenga mexsûs xizmet ke. Îro em her du jî ça mîsyonêr li deşta Konakriyê xizmet dikin.

YEHOWA ME DIPARÊZE

Yehowa ez dişandime kîderê, ez diçûme wêderê. Min tevî jina xwe gelek cara didît, ku çawa Yehowa me diparêze û kerem dike. Me xwe nedisparte tiştên matêrîalî, lê baweriya xwe Yehowa dianî, bi saya çi jî em ji gelek xem û derda hatine parastinê. Ez û Dorka ji serhatiyên xwe hîn bûn, ku Yehowa “Xwedayê Xilaziya me” ye, lema dilê me hertim rihet e (1 Dîrok 16:35). Ez vê yekêda bawer im: Xwedê wê her kesê ku xwe dispêre wî, biparêze (1 Samûyêl 25:29).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin