PIRSÊN CAHILA
Paşî Nixumandinê Çi Gerekê Bikim?—Para 1: Berdewam ke Ruhanîda Pêşda Here
Bê şik tu qewatê didî xebatê seva ku tiştên xweyî qîmet, mesele mal yan erebe, rind xwey kî. Mîna wê yekê tu gerekê dostiya xwe tevî Xwedê xwey kî. Tu ça dikarî dostiya xwe tevî Xwedê, paşî nixumandinê jî xwey kî?
Vê gotarêda
Berdewam ke Xebera Xwedê hîn be
Rêza sereke: “Her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin” (Kolosî 1:10).
Ev çi tê hesabê: Paşî nixumandinê tu gerekê berdewam kî Kitêba Pîroz bixûnî û bifikirî ser wê yekê, çi ku te xwendiye (Zebûr 25:4; 119:97).
Çi hîviya me ye: Carna dibe ku hewasa te hînbûnêra tune be. Û diqewime tera usa bê kifşê, wekî hînbûn bal te rind nayê standinê.
Tu çi dikarî bikî: Têmên Kitêba Pîroz kîjan ku tera hewas in, kûr lêkolîn ke. Bernama xweye hînbûnê usa çêke, ku tera bargiranî nîbe, lê dewsê şabûnê bîne. Nêta te gerekê ew be, wekî hizkirina xwe hinda Yehowa û Xebera wî, zêde kî. Hînbûna usa wê him kêrhatî him jî hewas be (Zebûr 16:11).
Şîret: Ciyê usa bivîne, kîderê tê bikaribî rihet xwera hîn bî û tu tişt dîna te nekişîne berbi xwe.
Tera alîkariya zêde lazim e?
Bixûne:
“Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?—Para 2: Xwendina Kitêba Pîroz Hewas Bike”
Binihêre:
Bide kişandnê:
Berdewam ke Yehowara dua bike
Rêza sereke: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).
Ev çi tê hesabê: Xeberdana tevî Xwedê du aliyava ne: Tu guh didî wî çaxê Xebera wî dixûnî; û tevî wî xeber didî çaxê jêra dua dikî. Bîr neke wekî çaxê tu dua dikî dikarî ji Xwedê alîkariyê bixwazî û razîbûna xwe jî bidî kifşê bona keremên ku ji wî distînî.
Çi hîviya me ye: Wede şûnda diqewime duayên te bê nêt bin. Hela hê dibeke tu dudilî bî jî, wekî Yehowa bi rastî te dibihê yan jî dixwaze guh bide te (Zebûr 10:1).
Tu çi dikarî bikî: Nava rojêda bifikire, ku derheqa çi dikarî dua bikî. Hergê ji bo derecên xwe tu nikarî dirêj dua bikî, bîra xweda xwey ke û paşê çaxê bê standin dua bike. Ne ku tenê bona xemên xwe, lê usa jî bona hewcên merivên din dua bike (Fîlîpî 2:4).
Şîret: Hergê tu texmîn dikî, ku duayên te bê nêt in, seva vê yekê Yehowara bêje. Ew dixwaze wekî tu hemû derd û xemên dilê xwe, usa jî derheqa xemgîniya xweye bona duakirinê, wîra gilî kî (1 Yûhenna 5:14).
Tera alîkariya zêde lazim e?
Bixûne:
Bide kişandinê:
Berdewam ke derheqa baweriya xwe meriyara gilî ke
Rêza sereke: “Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe . . . çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanên guhdariya te dikin” (1 Tîmotêyo 4:16).
Ev çi tê hesabê: Çaxê tu meriyara derheqa baweriya xwe gilî dikî, usa tu baweriya xwe qewî dikî. Bi vê yekê tuyê him jîyîna xwe xilaz kî, him jî jîyîna wan meriya yên ku guh didine te.
Çi hîviya me ye: Carna dibeke hewasa te tune be ku meriyara derheqa baweriya xwe gilî kî. Hela hê jî tu dibeke bitirsî derheqa vê yekê xeber dî, îlahî mektebêda.
Tu çi dikarî bikî: Ser xwe bixebite ku nehêlî wekî tirs û êmosiyên din ser safîkirinên te hukum bin. Pawlosê şandî nivîsî: “Lê ez vê yekê [belakirina mizgîniyê] ne bi hemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatiye spartinê” (1 Korintî 9:16, 17).
Şîret: Bi îzina dê-bavê xwe, kesekî ji civatê bivîne kîjan ku meseleke baş e, û jêra bêje wekî tu hewcê alîkariya wî yî, ku xizmetiyêda bibî hoste (Metelok 27:17).
Tera alîkariya zêde lazim e?
Berdewam ke here ser civata
Rêza sereke: “Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbranî 10:24, 25).
Ev çi tê hesabê: Em diçine civata, seva ku Yehowa bihebînin. Lê dîsa du meniyên baş hene, ku çima diçine civata. Ya pêşin, tu hêlanê distînî ji xûşk-birên civatê. Ya duda, tu xwexa dikarî hêlanê bidî wan bi vê yekê, ku têyî civata û bernamêda kar dikî (Romayî 1:11, 12).
Çi hîviya me ye: Carna wedê civatê diqewime fikirên te derbazî ser tiştên din bin, û ji bo vê yekê tu dikarî hine fikirên gelek ferz berdî. Yan jî diqewime ji bo dersên mektebê yan tiştên din, tu carna yan jî hergav civata berdî.
Tu çi dikarî bikî: Hemikî gerekê terka hînbûna xweye mektebê nedî, lê usa jî bîr neke, wekî civat gelek ferz in. Bixebite ku her gav bêyî ser civata, rind guh bide bernamê û cabên xwe bide. Paşî civatê payê kesekî bide seva caba wî yan jî bona dersa wî.
Şîret: Pêşda xwe hazir ke. JW Library® app xwera bide kişandinê û bide xebatê taba “Civat”, ku bernama civatêye heftiyê bizanibî.
Tera alîkariya zêde lazim e?
Bixûne: