KILAMA 89
Guh Bide û Guhdar be
1. Ku îzbat kin, em gura Îsa dikin
Bigerin nava ronaya rastyê.
Ça baş e em dibihên û fem dikin,
Lazim e timê guh bidin Xwedê.
(LÊWEGERANDIN)
Guh bide û guhdar be.
Xwedê wê te kerem ke.
Kê dixwaze timê şa be gere
Guh bide û guhdar be.
2. Rya rast mîna malê ye, ku xwey dike,
Hîmê wê qewî ye wê hilneşe.
Kê timê gura Îsa Mesîh dike,
Mala wî wê ser zinar ava be.
(LÊWEGERANDIN)
Guh bide û guhdar be.
Xwedê wê te kerem ke.
Kê dixwaze timê şa be gere
Guh bide û guhdar be.
3. Mîna darên ber avê timê şîn in
Em çawa zarên Xwedê, tim geş bin.
Hergê temyê Xwedê timê pêk bînin,
Emrê her-heyî pêşkêş bistînin.
(LÊWEGERANDIN)
Guh bide û guhdar be.
Xwedê wê te kerem ke.
Kê dixwaze timê şa be gere
Guh bide û guhdar be.
(Usa ji binihêre Qan. Dcr. 28:2; Zeb. 1:3; Metlk. 10:22; Met. 7:24-27; Lûqa 6:47-49).