KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lv rûp. 218-rûp. 219 abz. 1
  • Çawa Terk din Mastûrbasiyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Terk din Mastûrbasiyê
  • “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Têmên Mîna Wê
  • Em Ça Dikarin Ber Çevê Xwedê Temizayê Xwey kin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • “Ji Qaviyê Birevin”
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • “Ji Qaviyê Birevin!”
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
“Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
lv rûp. 218-rûp. 219 abz. 1

ELAMETIYA ZÊDE

Çawa Terk din Mastûrbasiyê

Mastûrbasiya tiştekî ziyandar e û aliyê ruhanîda li ser meriya xirab hukum dike. Ji bo wî xeysetekî xirab meriv dibe xwehiz, û him jî nihêrandin û fikirên wî jî xirab dibe.a Kî ku hînî mastûrbasiyê dibe, li ser meriya usa dinihêre ça li ser kesên bi kîjana ku ew dikare xwestinê xweye sêksûalî bîne sêrî. Bona merivê usa heleqetiya sêksûalî îda hizkirinêva girêdayî nîne, sêks bona wî dibe çawa rêflêks, û ewî tirê ku sêks bona wê yekê ye wekî meriv vê momêntê rihet be. Mastûrbasiya xwestinên usa ça “bênamûsîyê, heramîyê, temê xirab” ne ku dikuje, lê pêşda tîne (Kolosî 3:5).

Pawlosê şandî giliyê usa got: “Delalno, de em xwe ji hemû kirêtîya qalib û ruhê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin” (2 Korintî 7:1). Hergê tera çetin e li gora wan giliya bijîyî, dilteng nebe. Yehowa timê hazir e bibaxşîne me û alî me bike (Zebûr 86:5; Lûqa 11:9-13). Hergê dilê te, te sûcdar dike, û tu qewatê didî xebatê wekî ewî xeysetê xirab terk bidî, dêmek tu ser riya rast î. Usa jî bîra xweda xwey ke wekî “Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane” (1 Yûhenna 3:20). Xwedê ne ku tenê gunê me divîne, lê usa jî dilê me. Çimkî ew derheqa me hemû tiştî zane, çaxê em bi dua-dirozga tobe dikin, ew hazir e rema xwe bidê kifşê. Çaxê tiştek tê serê zar ew diçe berbi bavê xwe û alîkariyê dixwaze, usa jî em gerekê bi dil û milûktî Xwedêra dua bikin. Wî çaxî Yehowa wê te kerem ke û îsafa te jî wê temiz be (Zebûr 51:1-12, 17; Îşaya 1:18). Lê tu eseyî gerekê li gora duayên xwe bijîyî. Soz mesele, tu gerekê xwe xwey kî ji hemû cûre pornografiya, û ji hevaltiya xirab dûr bî.b

Hergê tu nikarî wî xeysetî terk bidî, wî çaxî tu dikarî alîkariyê bixwazî ji dê-bavê xweyî ku Mesîhî ne, yan jî ji hevalekî xweyî ruhanîda qewî (Metelok 1:8, 9; 1 Têsalonîkî 5:14; Tîto 2:3-5).c

a Mastûrbasiya, ew heye destperî, dêmek çaxê meriv bi endemên xweye zeyandî xwe bi xwe orgazm dibe.

b Di gelek malbetada komputerê datînin ciyê usa, wekî bê kifşê ku ew ça tê xebitandinê. Xêncî wê yekê, hine merî komputera xweda didin nivîsandinê programên usa, yên ku hemû informasiyên xirab ji malpera (sayta) dadidin. Lê yeke em bi temamî îtbariya xwe tu programa nikarin bînin.

c Bona şîretên kêrhatî derheqa wê yekê ku çawa terk din mastûrbasiyê, tû dikarî binihêrî “Hişyar bin” Teşrîn sala 2006 rûpêlên 18-20.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin