KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 45
  • Çi Tê Hesabê Tevnebûyînê Xwey Kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Tê Hesabê Tevnebûyînê Xwey Kin
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Tevnebûyînê Xwey kin
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Çira Şedên Yehowa Tevnebûyîna Polîtîkî Xwey Dikin?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Çima Ferz e Tevnebûyînê Xwey kin? (Mx. 4:2)
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
  • Mesîhiyên Rast Kî ne?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 45
Dersa 45. Xûşka cahil bi qedir sekinî ye, lê hurmetê nade beyreqê, ne jî destê xwe datîne ser dilê xwe.

DERSA 45

Çi Tê Hesabê Tevnebûyînê Xwey Kin

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Îsa got ku peyçûyên wî gerekê “ne para dinyayê” bin (Yûhenna 15:19). Ev tê hesabê, wekî tevî şixulên polîtîkê û şera nebin. Bi rastî hergav hêsa nîne tevnebûyînê xwey kin, çimkî carna ji bo vê yekê meriv dikarin qerfê xwe me bikin. Gelo em ça dikarin tevnebûyînê xwey kin, him jî Yehowa Xwedêra amin bimînin?

1. Nihêrandina Mesîhiyên rast ser serwêrtiya meriva çi cûreyî ye?

Mesîhî qedirê serwêrtiyê digirin. Em usa dikin çawa ku Îsa got: “Yên Qeyser in bidine Qeyser”. Dêmek em qanûnên dewletê tînin sêrî, mesele xercê dewletê didin (Marqos 12:17). Kitêba Pîroz dibêje, wekî meriv serwêrtiyê dikin, çimkî Yehowa îzinê dide (Romayî 13:1). Lema jî em fem dikin, wekî serwêrtiya meriva sînorkirî ye û nagihîje hukumetiya Yehowa. Hêviya me tenê ser Xwedê û ser Padşatiya wîye ezmanî ye, kîjan ku wê problêmên însanetê safî ke.

2. Em ça dikarin bidine kifşê, ku tevnebûyînê xwey dikin?

Mîna Îsa em jî nakevine nav şixulên polîtîkayê. Çaxê meriva keremeteke Îsa dît û xwestin wî xwera bikin padşa, ew razî nebû (Yûhenna 6:15). Gelo çima? Îsa got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Em jî ça şagirtên Îsa, tevnebûyînê xwey dikin. Mesele, em naçin şer (Bixûne Mîxa 4:3.) Rast e em qedirê sîmbolên miletiyê digirin, mesele beyreqê, lê em hurmetê nadinê (1 Yûhenna 5:21). Em ne jî pişta kesekî digirin, yê ku miqabilî partiyeke polîtîkê yan jî endemên wê ye. Wan derecada usa jî derecên dinda em didine kifşê, wekî bi temamî Padşatiya Xwedêra amin in.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese derheqa hine dereca, kîderê ku dikare çetin be tevnebûyînê xwey kî, û bivîne wekî tu ça dikarî safîkirinên usa bikî, ku dilê Yehowa şa kî.

Merivek tevnebûyînê xwey dike. Ew dîna xwe nade endemên polîtîkayê, yên ku cimetêra xeber didin.

3. Mesîhiyên rast tevnebûyînê xwey dikin

Îsa û şagirtên wî bona me mesele ne. Bixûne Romayî 13:1, 5-7 û 1 Petrûs 2:13, 14. Paşê, vêxe VÎDÊO, û van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Mesîhiyên Rast Tevnebûyînê Xwey Dikin”; Para 1 (4:28)

  • Çima em gerekê qedirê serwêrtiya meriva bigirin?

  • Kîjan hine derecada em gura serwêrtiya merivada nin?

Wedê şer hine welat xwe usa didine kifşê, yançi tevnebûyînê xwey dikin, lê xwexa piştgiriya herd aliya jî dikin. Gelo bi rastî çi tê hesabê tevnebûyînê xwey kin? Bixûne Yûhenna 17:16. Paşê, vêxe VÎDÊO û evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Mesîhiyên Rast Tevnebûyînê Xwey Dikin”; Para 2 (3:11)

  • Çi tê hesabê tevnebûyînê xwey kin?

Tuyê çi bikî, hergê hukumetî ji te dewa dike, ku tiştekî usa bikî, çi ku miqabilî qanûna Xwedê ye? Bixûne Karên Şandiya 5:28, 29. Paşê, vêxe VÎDÊO û van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Mesîhiyên Rast Tevnebûyînê Xwey Dikin”; Para 3 (1:18)

  • Hergê qanûna dewletê miqabilî qanûna Xwedê ne, hingê tuyê gura qanûna kê bikî?

  • Kîjan derecada, Mesîhî dikare gura hukumetiya dewletê neke?

4. Fikir û rabûn-rûniştina xweda tevnebûyînê xwey ke

Bixûne 1 Yûhenna 5:21. Paşê, vêxe VÎDÊO û van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Çira Lazim e, wekî Mesîhiyên Rast Mêrxas Bin; Wekî Tevnebûyînê Xwey Kin” (2:49)

  • Ça ji vîdêoyê hate kifşê, çima Ayêngê nexwest bibe endemê partiyeke polîtîkê, û ne jî tevî şixulên wan bû, mesele hurmet neda beyreqê?

  • Ça tu difikirî safîkirina wî rast bû yan na?

Kîjan derecên dinda dikare tevnebûyîna me bê cêribandinê? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

VÎDÊO: “Dersên Qîmet ji ‘Birca Qerewiliyê’; Dinya Bêtifaqda Tevnebûyînê Xwey kin” (5:16)

  • Em ça dikarin tevnebûyînê xwey kin, çaxê lîstikên sportên hemdinyayê dinihêrin, gava ewana hevra dikevine lecê?

  • Em ça dikarin tevnebûyînê xwey kin, çaxê safîkirinên merivên polîtîkayê, ser me hukum dikin?

  • Çawa deng-bes û merivên der-dor dikarin ser tevnebûyîna me hukum kin?

Şikil: 1. Koma meriva şikil girtine destê xwe û miqabil dertên. 2. Merivekî ser sportê beyreq girtiye destê xwe. 3. Şagirt dest daniye ser dilê xwe û gîmnê distirê. 4. Esker qirme girtiye destê xwe. 5. Du merivên polîtîkayê. 6. Kulfetek kaxaza hilbijartinê dike qutiyê.

Kîjan derecada Mesîhî gerekê pê fikir û rabûn-rûniştina xwe tevnebûyînê xwey ke?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Tu çima hurmetê nadî beyraqê û ne jî gîmnê distirêyî?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Mesîhî hemû tiştî dikin, wekî bi fikir, zar-ziman û kirên xwe, piştgiriya polîtîkê nekin.

Wekilandin

  • Em çida ber dewletê borcdar in?

  • Em çima tevnebûyînê xwey dikin?

  • Kîjan derecada tevnebûyîna me dikare bê cêribandinê?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Dibeke mera çi lazim be bikin, seva ku tevnebûyînê xwey kin?

“Yehowa Timê Tê Hewara Me” (3:14)

Malbet ça dikarin pêşda xwe hazir kin, seva ku tevnebûyînê xwey kin, gava bikevine cêribandina?

“Timê Hazir in Tevnebûyînê Xwey kin” (4:25)

Em çira dikarin bêjin, ku parastina welat, hurmeteke lape mezin nîne ku meriv dikare qazanc ke? Lê tiştekî diha ferz heye.

“Xwedê Dikare Her Tiştî Bike” (5:19)

Pêbihese, ku em ça dikarin nebine para “vê dinyayê”, gava safîkirinên xebatêva girêdayî dikin.

“Her Kesê Xurca Xwe Hilgire” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Adarê, 2006)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin