Tevlihevkirina Cûre-Cûre Hebandina
Gelo hemû rêlîgiya Xwedêkî dihebînin?
Qn.Dc. 32:16, 17; 1 Pd. 11:33; 1 Kr. 8:5, 6; 10:20
Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku Yehowa hemû rêlîgiya qebûl dike, firqî tune ewana çi hîn dikin?
Mt. 7:13, 14; Yn. 17:3; Ef. 4:4-6
Meselên Kitêba Pîroz:
Yêş. 24:15—Yêşû got, wekî em gerekê safî kin kêra xizmet kin, Yehowara yan xudanên dinra
1 Pd. 18:19-40—Yehowa bi saya Êlyas pêxember da kifşê, ku xizmetkarên Wî gerekê xudanên dinra xizmet nekin
Yehowa çawa ye hindava xudanên qelp û merivên ku wanra xizmet dikin?
Drk. 12:12; Jm. 25:2-5; Qn.Dc. 12:29-31; Sf. 2:11
Yehowa ça dinihêre ser vê yekê gava meriv hebandina rast tevî van eyd-qeyda dikin, yên ku ber çevê Wî reş in?
Îş. 1:13-15; 1 Kr. 10:20-22; 2 Kr. 6:14, 15, 17
Meselên Kitêba Pîroz:
Drk. 32:1-10—Harûn kete ber bayê Îsraêliya û golikeke zêr çêkir, wekî wedê “cejina Xudan” bidine xebatê. Ev yek gelek hêrsa Xwedê rakir
1 Pd. 12:26-30—Yerovam Padşa nedixwest wekî bineliyên wî herine paristgeha Orşelîmê, lema jî ewî pût çêkirin û got, ku ewana bi saya wan pûta Yehowa bihebînin, û ji bo vê yekê wana destpêkir guna bikin
Yehowa ça Îsraêlî hîn kirin, ku ewana xwe ji wan meriva dûr bigirin, yên ku xudanên dinra xizmet dikirin?
Drk. 23:31-33; Qn.Dc. 7:1-4
Yehowa çi kir çaxê cimeta wî destpêkir serê xwe ber xudanên qelp dayne?
Hkm. 10:6, 7; Zb. 106:35-40; Yêr. 44:2, 3
Meselên Kitêba Pîroz:
1 Pd. 11:1-9—Silêman kete ber bayê jinên xweye pûtparist û destpêkir xudanên qelp bihebîne, û Îsraêliya çev dane wî, ji bo çi jî hêrsa Yehowa rabû
Zb. 78:40, 41, 55-62—Asaf got, ku Îsraêlî miqabilî Yehowa derketin û destpêkirin pûta bihebînin. Ev yek dilê Yehowa êşand, û ji bo vê yekê Ewî cimeta xwe înkar kir
Nihêrandina Îsa çawa bû hindava hînkirinên rêlîgî, yên ku miqabilî Xebera Xwedê bûn?
Meselên Kitêba Pîroz:
Mt. 16:6, 12—Îsa hînkirinên Sadûqiya û Fêrisiya beramberî hevîrtirşkê kir, çimkî ewana zû ji hev zêde dibûn û heleqetiya meriva tevî Yehowa xirab dikirin
Mt. 23:5-7, 23-33—Îsa Sadûqî û Fêrisî sert sûcdar dikir, çimkî ewana durû bûn û qanûnên Yehowa nerast şirovedikirin
Mk. 7:5-9—Îsa Sadûqî û Fêrisî sûcdar kir, çimkî bona wan qeydên ku meriva saz kiribûn diha ferz bûn, ne ku Xebera Xwedê
Gelo Îsa dixwest wekî peyçûyên wî ser cûre-cûre komên rêlîgî para vebin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Yn. 15:4, 5—Bi saya mesela çiqila tiriyê, Îsa şirovekir ku şagirtên wî gerekê him tevî wî, him jî tevî hev yektiyêda bin
Yn. 17:1, 6, 11, 20-23—Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa dua dikir wekî orta peyçûyên wîye rastda yektî hebe
Gelo qirna yekêda civatên Mesîhiya xwe li eynî hînkirina digirtin û bi cûrekî Yehowara xizmet dikirin?
Meselên Kitêba Pîroz:
Kr.Şn. 11:20-23, 25, 26—Orta civatên Entakyayê û Orşelîmêda yektî hebû û wana hevkarî dikir
Rm. 15:25, 26; 2 Kr. 8:1-7—Civatên qirna yekê wedê çetinda aliyê matêrîalîda piştgiriya hev dikirin û ev yek dide kifşê, ku orta wanda yektî hebû
Hergê piştgirên filan rêlîgiya dibêjin, ku ewana Îsa bawer dikin, gelo ev yek bese wekî Xwedê rêlîgiya wan rast hesab ke?
Hergê piştgirên filan rêlîgiyê hînkirinên Îsa û şandiya nerast şirovedikin, gelo rêlîgiya wan dikare rast bê hesabê?
Kr.Şn. 20:29, 30; 1 Tîm. 4:1-3
Meselên Kitêba Pîroz:
Mt. 13:24-30, 36-43—Îsa mesela zîwanên çolê anî, wekî şiroveke, ku civatada wê gelek Mesîhiyên qelp hebin
1 Yn. 2:18, 19—Ji giliyên Yûhennayê şandî, yê ku îda emirda mezin bû, tê kifşê, wekî xilaziya qirna yekê îda gelek Mesîhiyên qelp hebûn
Çi dikaribû biqewimiya, hergê civatêda Mesîhiya hînkirinên qelp û kirên nerast qebûl kirana?
Mesîhî gerekê çi bikin, wekî yektiyê xwey kin?
Çira Mesîhî gerekê tevî rêlîgiyên qelp nebine yek?
2 Kr. 6:14-17; Ent. 18:4
Çira lazim e alî meriva bikin, wekî ewana bizanibin, ku kîjan hînkirinên rêlîgî nerast in?
Yêr. 14:14; 23:13, 14, 16; Mt. 15:12-14; 23:13-26