KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 6/1 rûp. 8-12
  • Mesîh Qewata Xwedê ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mesîh Qewata Xwedê ye
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KEREMETA KU MERDANIYÊ HÎN DIKE
  • “HEMÛYA JÎ XWAR TÊR BÛN”
  • YAHOWA Û ÎSA SER TEBIYETÊ HUKUM DIKIN
  • NIHADA ÇEV BIDINE XWEDÊ Û ÎSA
  • Em Dikarin ji Keremetên Îsa Çi Hîn bin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Gelo Ji Keremetên Îsa Em Çi Pêdihesin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2004
  • Ewî Meriv Hiz Dikirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Îsa Çaxê ser Erdê bû, Çi Dikir?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 6/1 rûp. 8-12
Serwêrtiya Îsaye baş kerema tîne ser erdê

Mesîh Qewata Xwedê ye

“Mesîh e, qewata Xwedê” (1 KORINTÎ 1:24)

TU DIKARÎ ŞIROVEKÎ?

  • Îsa kîjan hunur kifş kir çaxê keremeta xweye pêşin kir?

  • Çira Îsa keremet kir, kîjan ku di Metta 14:14-21-da nivîsar e?

  • Îsa çi da kifşê çaxê firtoneke mezin da sekinandinê?

1. Çira Pawlos got ku Mesîh “qewata Xwedê” ye?

YAHOWA qewata xwe bi Îsa Mesîh nîşan kir. Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî keremet dikirin. Em dikarin ewan keremeta di Kitêba Pîrozda bixûnin, û ew dikarin baweriya me qewî kin (Metta 9:35; Lûqa 9:11). Rastî jî, Yahowa qewateke mezin daye Îsa, û lema Pawlosê şandî dikaribû bigota ku: “Mesîh e, qewata Xwedê” (1 Korintî 1:24).

2. Em çi dikarin ji keremetêd Îsa hîn bin?

2 Em çi hîn dibin ji wan keremeta? Em hîn dibin ku Îsa wê çi bike wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe. Keremetêd wî usa jî alî me dikin, wekî em rind fem kin hunurêd wî û Bavê wî. Di vê têmayêda emê xeberdin derheqa sê keremetêd Îsa, û emê pêbihesin ku çawa ewana dikarin karê bidine me, ça îro usa jî axiriyê.

KEREMETA KU MERDANIYÊ HÎN DIKE

3. a) Çira Îsa keremeta pêşin kir? b) Îsa ça di Qanayêda merdanî nîşan kir?

3 Îsa keremeta xweye pêşin şeherê Qanayêda, wedê dewatê kir. Em nizanin çira, lê ser dewatê şerav kêm bû, û têra hemû mêvana nedikir. Seva wê yekê bûk û zeva wê şermî bûna, çimkî wana gerekê qedirê mêvana bigirtana bi mêvanhiziyê. Diya Îsa Meryem jî mêvan bû ser vê dewatê. Gelo, ewê ji Îsa alîkarî xwast, çimkî ewê bawer dikir, ku qewata wî heye keremeta bike? Meryem dibek difikirî ser hemû pêxembertiya derheqa kurê xwe, û ewê zanibû ku ew wê bê navkirinê çawa “Kurê Yê Herî Jorin” (Lûqa 1:30-32; 2:52). Femdarî ye ku Meryemê jî û Îsa jî, dixwastin alî bûk û zevê bikin. Lema Îsa bi keremetî 380 lîtir av kire “şerava rind”. (Bixûne Yûhenna 2:3, 6-11.) Gelo Îsa borcdar bû ku keremetê bike? Na. Ewî ew keremet kir, çimkî derheqa meriva xem dikir, û çev dida Bavê xwe, kîjan ku merd e.

Îsa got ku em gerekê destvekirî bin

4, 5. a) Keremeta Îsaye pêşin çi me hîn dike? b) Keremeta ku di Qanayêda hate kirinê, derheqa axiriyê çi mera eyan dike?

4 Îsa bi keremet av kire şerava baş, û şeravê ku têra gelek meriva kir. Tu divînî ew keremet me çi hîn dike? Ew me hîn dike, ku Yahowa û Îsa tima nînin; ewana gelek merd in. Ew keremet me dilgerm dike, ku ewana bona hest û xemêd meriya xem dikin. Ew usa jî mera nîşan dike, ku Yahowa wê bi qewata xwe usa bike, ku dinya tezeda xwarin têr-tije hebe. (Bixûne Îşaya 25:6.)

5 Hela bifikire. Zûtirekê Yahowa wê hemû tiştî bide me, çi ku mera lazim e. Mala her kesîye bedew wê hebe û xwarina baş. Çaxê em difikirin ku Yahowa cinetêda wê bi merdanî tiştêd baş bide me, em bi razîbûnê tije dibin.

Rûspiyê civatê guh dide birê cahil ku çawa ew gotara xwe hazir dike

Çaxê tu bi merdanî wedê xwe xerc dikî tu çev didî Îsa (Binihêre abzasa 6)

6. Îsa ça qewat dida xebatê, û em ça dikarin çev bidine wî?

6 Îsa tu car bona xirabiyê qewata xwe nedida xebatê. Bînin bîra xwe, ku çi qewimî çaxê Şeytan Îsa cêriband, wekî ew kevir bike nan. Îsa qayîl nebû wekî qewata xwe bona kara xwe bide xebatê (Metta 4:2-4). Lê ew hazir bû qewata xwe bide xebatê seva ku alî meriva bike. Lê ça em dikarin çev bidine Îsa? Ewî got ku em gerekê destvekirî bin (Lûqa 6:38). Mesele em dikarin meriva teglîfî mala xwe kin ser nanxwarinê. Em usa jî dikarin paşî civatê wede xerc kin, seva ku alî kesekî bikin, mesele çaxê bira gotara xwe hazir ke, guh bidinê. Yan jî em dikarin alîkariyê bidine wan, kê dannasînkirinêda necêribandî ye. Çaxê em alî meriva dikin, em çev didine merdaniya Îsa.

“HEMÛYA JÎ XWAR TÊR BÛN”

7. Dinya Şeytanda wê çi problêm timê hebe?

7 Kesîbbûn problêmeke teze nîne. Mesele berê Yahowa gote îsraêliya, ku di welatda timê merivêd kesîb wê hebin (Qanûna Ducarî 15:11). Îsa jî çaxê li ser erdê bû, got: “Feqîrê [kesîb] her gav tevî we bin” (Metta 26:11). Lê gelo Îsa bi wan giliya dixwast bigota, ku wê timê merivê kesîb hebin? Na, ewî dixwast bigota ku heta em dijîn dinya Şeytanda, kesîbbûn wê hebe. Lê dinya tezeda wê cûrekî mayîn be! Wî çaxî kesîbbûn îda wê tune be. Xwarina hemûşka wê têr-tije be û wê gişk jî bextewar bin!

8, 9. a) Çira Îsa bi hezara meriv têr kirin? b) Tu derheqa vê keremetê çi difikirî?

8 Zebûrbêj Yahowara got: “Tu destêd xwe vedikî, daxwaza her jîyandarî bi cîh tînî” (Zebûr 145:16, ÎM). Îsa jî çaxê ser erdê bû, timê derheqa hewcêd meriva xem dikir, çimkî ewî bi kamilî çev dida Bavê xwe. Îsa ev yek dikir, ne ku seva qewata xwe nîşan ke, lê ew bi rastiyê jî derheqa meriva difikirî. Werên şêwir kin Metta 14:14-21. (Bixûne.) Elalet ji şeher niga pey Îsa çû (Metta 14:13). Êvarê, şagirt berxwediketin çimkî meriv diwestiyan û birçî dibûn. Lema jî wana ji Îsa pirsîn ku elaletê bişîne, seva ku ewana bona xwe xwarinê bikirin. Lê Îsa çi kir?

9 Bi pênc nana û du mesiya, Îsa weke 5 000 mêr têr kir, usa jî jin û zar. Lê gelo çira Îsa ew kerem kir? Çimkî ewî bi rastiyê jî meriv hiz dikirin û bona wan xem dikir. Îsa gelek xwarin da wan, lema jî “hemûya jî xwar têr bûn”. Wana ji wê xwarinê gerekê qewat bistandana, wekî vegeriyana malêd xwe, çimkî riya wan dirêj bû (Lûqa 9:10-17). Bide hesabê xwe, şagirta paşî xwarinê donzdeh sele hûrikêd bermayî top kirin.

10. Gelo kesîbbûn wê hebe axiriyêda?

10 Ji bo serwêrêd tima û xirab, bi seda mîlyona meriv kesîb dijîn. Hela bal hine xûşk û birêd me jî, kêmasiya xwarinê heye. Lê zûtirekê, merivêd ku gura Xwedê dikin, wê bijîn wê dinyayêda kîderê ku ne xirabî û ne jî kesîbbûn hebe. Yahowa Xwedayê himzor e û qewata wî heye. Hin jî ew dixwaze wekî hewcêd her merivî razî ke. Ew soz dide, ku zûtirekê wê xilaziya tengasiya bîne! (Bixûne Zebûr 72:16.)

Keremetêd Îsa gumanê didine me, ku ew qewata xwe wê bona qenciyê bide xebatê

11. Çira tu bawer dikî, wekî zûtirekê Îsa wê qewata xwe bide xebatê ser temamiya erdê, û ji bo wê yekê tu çi dixwazî bikî?

11 Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî tenê sê sal nîva hine ciya keremet dikirin (Metta 15:24). Lê wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe, ew wê ser temamiya dinyayê keremeta bike (Zebûr 72:8). Keremetêd Îsa me didine bawerkirinê, ku ew qewata xwe bona qenciyê dide xebatê. Rast e em nikarin keremeta bikin, lê em dikarin wedê xwe û qewata xwe bidine xebatê, seva ku merivara gilî kin derheqa axiriya pir baş, ku Kitêba Pîroz soz dide. Em çawa Şedêd Yahowa, borcdar in ewê yekê bikin (Romayî 1:14, 15). Hergê em bifikirin derheqa kirêd Îsa ku wê zûtirekê bike, emê bixwazin merivara gilî kin (Zebûr 45:1; 49:3).

YAHOWA Û ÎSA SER TEBIYETÊ HUKUM DIKIN

12. Çira em dikarin bêjin wekî Îsa bi temamî derheqa tebiyetê û erdê zane?

12 Çaxê Xwedê dinê efirand, Îsa çawa “hoste” bû bal Xwedê (Metelok 8:22, 30, 31; Kolosî 1:15-17). Lema jî Îsa bi temamî zane derheqa tebiyetê. Ew zane ku çawa bide xebatê û dikare hukum ke ser tebiyetê.

Îsa bi keremet firtonê dide sekinandinê

Îsa ku ça qewata xwe dida xebatê, çi te xweş tê? (Binihêre abzasa 13, 14)

13, 14. Meselê bînin ku çawa Îsa dikare hukum ke ser tebiyetê.

13 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî eyan kir ku Xwedê qewat daye wî û ku ew dikare ser tebiyetê hukum ke. Werên bifikirin derheqa wê meselê, ku çawa Îsa firtone da sekinandinê. (Bixûne Marqos 4:37-39.) Zandarekî Kitêba Pîroz şirovedike, ku kitêba Marqosda ser zimanê Yûnanî xebera “firtone”, dide kifşê bager yan bayê gelek qayîm. Ew heye firtone ku bi ewirê reş tê, bi bayê qayîm, bi birûskê û barana qayîm. Çaxê ew firtone disekine, hemû tişt hevketî ye.

14 Bide ber çevê xwe evê derecê: Pêlê avê qeyîkê dixin, û av jî dikeve qeyîkê. Dengê firtonê tê û qeyîk virda-vêda diheje, lê Îsa raza ye, çimkî gelek westiyayî bû. Şagirt gelek tirsiyan, lema Îsa hişyar kirin û gotin: “Em unda dibin!” (Metta 8:25) Lê Îsa çi kir? Ew rabû û gote ba û berê: “Bisekine, ker be!” (Marqos 4:39). Paşî wan giliya firtona xof xilaz bû, û “hemû tişt seqirîn”. Ew mesela qewî, eyan dike ku Îsa dikare ser tebiyetê hukum ke.

15. Ça Yahowa îzbat kir ku ew tebiyetê kontrol dike?

15 Yahowa qewat daye Îsa, û lema jî femdarî ye ku Xwedayê Himzor xwexa jî dikare ser tebiyetê hukum û kontrol ke. Mesele, pêşiya sêlavê, Yahowa got: “Heft roja şûnda, ezê 40 rojî û 40 şevî baranê bibarînim” (Destpêbûn 7:4, PKM). Usa jî, di kitêba Derketin 14:21-da em dixûnin: “Xudan temamiya şevê bi bayê rohlatêyî qayîm ber ajot, (PKM)”. Di kitêba Ûnis 1:4-da nivîsar e: “Xudan bayek mezin şand ser berê, di berêda bahozek [firtonek] mezin çêbû û hema mabû ku keştî [gemî] parçe bûbûna”. Dêmek, dinya tezeda jî Yahowa wê timê ser temamiya tebiyetê hukum ke, û ew yek me gelek dilgerm dike.

16. Çira zanebûna wê yekê ku qewata Yahowa û Îsa heye, ku hukum kin ser tebiyetê, me dilgerm dike?

16 Zanebûna wê yekê ku qewata Yahowa û Îsa heye, ku hukum kin ser tebiyetê, me dilgerm dike. Wedê Hezarsaliya Padşatiya Mesîh, ser erdê her kes wê bêxofiyêda bijî. Tu kes wê ziyanê nestîne û neyê kuştinê ji bo tebiyetê, mesele ji bo firtone, tsûnamê, volkanê, yan ji bo erdhejê. Emê îda tu teşqelê tebiyetê netirsin, çimkî wê “konê Xwedê nava merivada” be! (Eyantî 21:3, 4) Gumana me heye ku Îsa wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe jî, wê bi qewata Yahowa ser tebiyetê hukum ke.

NIHADA ÇEV BIDINE XWEDÊ Û ÎSA

17. Nihada, em çida dikarin çev bidine Xwedê û Îsa?

17 Hilbet, qewata me der e wekî teşqelêd tebiyetê bidine sekinandinê. Çimkî tenê Yahowa û Îsa dikarin ewê yekê bikin. Lê em dikarin tiştekî din bikin. Em dikarin bidine xebatê giliyêd ji Metelok 3:27. (Bixûne.) Çaxê xûşk-birêd me tengasiyêda nin, em dikarin xem bikin bona hewcêd wane fîzîkî û êmosîalî, û wana dilgerm kin (Metelok 17:17). Mesele, em dikarin alî wan bikin çaxê teşqelêd tebiyetê diqewimin. Mala jinebîkê hilşiya bû ji bo firtonê, û ew gilî dike: “Ez gelek ji Yahowa razî me, wekî ez teşkîleta wîda nim, ne ku tenê bona alîkariya fîzîkî, lê usa jî ya ruhanî”. Mala xûşkeke azep ji firtonê ziyan stand, û ewê xwe bêguman texmîn dikir. Paşê çaxê bira alî wê kirin mala wê çêkirin, ewê got: “Ew yek tiştekî ecêb e! Ez nikarim bi temamî hestêd xwe bidime kifşê”. Ewê zêde kir: “Zef razî me Yahowa!” Em rastî jî gelek razî ne ji xûşk-birêd me, ku ewana bona hewcêd meriva xem dikin. Lê hê zêde em gelek ji Yahowa û ji Îsa razî ne, wekî ewana bi rastiyê jî bona me xem dikin.

18. Çi te xweş tê vê yekêda, ku Îsa çira keremet dikirin?

18 Îsa wedê qulixkirina xwe, îzbat kir ku ew heye “qewata Xwedê”. Lê ewî tu car qewata xwe nedida xebatê bona ziyanê bide meriva yan jî bona kara xwe. Dewsê, Îsa qewata xwe dida xebatê seva keremeta bike, çimkî ewî meriv bi rastiyê hiz dikir. Derheqa wê yekê emê hê zêde pêbihesin di têma dinda.

GOTINÊD KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • “Mesîh e, qewata Xwedê”: Yahowa qewat daye Îsa wekî ew keremeta bike. Mesele, Îsa av kire şerav, carekêra bi hezara meriv têr kir, û firtone da sekinandinê

  • Hezarsaliya Padşatiya Mesîh: Paşî Harmegedonê şerê Xwedê, Îsa wê ji ezmana hezar sala serwêrtiyê bike. Wî çaxî, Îsa wê qewata xwe bide xebatê wekî keremetêd girîng bike, kîjan ku wê hemû merivara karê bînin

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin