Ewî Meriv Hiz Dikirin
“Mirovêd wî [Xwedê] kêfxweşiya min bûn” (METELOK 8:31).
1, 2. Îsa hizkirina xwe hindava meriva ça îzbat kir?
KURÊ Xwedêyî pêşin mesela bîlaniya Yahowaye grîng e. Ew bal Bavê xwe “hoste” bû. Bide ber çevê xwe ku Îsa çiqas şa dibû û çiqas wîra hewas bû, çaxê Bavê wî ezman û erd çêdikir. Lê ji efirînêd Bavê xwe, Îsa diha zef meriv hiz dikirin (Metelok 8:22-31). Belê, ewî meriv destpêkêda hiz kir.
2 Îsa hizkirin û aminiya xwe îzbat kir hindava Bavê xwe û meriva, çaxê ewî bi hazirbûnê ezman hîşt û hate ser erdê çawa meriv. Îsa ew yek ji hizkirinê kir, lema ewî hazir bû emirê xwe jî bide, wekî “geleka bikire” (Metta 20:28; Fîlîpî 2:5-8). Çaxê Îsa li ser erdê bû, Xwedê qewat da wî wekî ew keremeta bike. Ewan keremeta didane kifşê, ku Îsa çiqas qayîm meriva hiz dike, û usa jî axiriyêda wê tiştêd çiqas baş bike bona însanetê.
3. Emê çi pêbihesin di vê têmayêda?
3 Hatina Îsa li ser erdê, mecal da wî ku “Mizgîniya Padşatiya Xwedê” dannasîn ke (Lûqa 4:43). Ewî zanibû ku ew Padşatî wê navê Bavê wî rûmet ke, û wê hemû problêmêd însanetê safî ke. Xêncî dannasînkirinê, Îsa gelek keremet dikirin. Ewan keremeta eyan dikir, ku ew bona hemû meriva xem dike. Ew yek me dilgerm dike, çimkî çi ku Îsa dikir, gumanê dide me bona axiriyê. Werên şêwir kin derheqa çar keremetêd Îsa.
“EZ DIXWAZIM. PAQIJ BE!”
4. Çi qewimî çaxê Îsa rastî merivê kotî hat?
4 Wedê dannasînkirina xwe Îsa diçû Celîlê. Wêderê di şeherekîda ew rastî mêrekî kotî hat. Nexweşiya wî gelek giran bû (Marqos 1:39, 40). Ew meriv halekî usa giranda bû, ku Lûqayê hekîm derheqa wî nivîsî “serdapêda kotî” (Lûqa 5:12). Kitêba Pîroz dibêje ku ewî merivî çaxê Îsa dît, “xwe deverûya avît jê lava kir û got: ‘Xudan! Heger bixwazî, tu dikarî min paqij kî” (Lûqa 5:12). Ewî merivî zanibû, ku qewata Îsa heye wekî wî qenc ke. Lê ewî dixwast bizanibe hela Îsa dixwaze wî qenc ke. Lê çira? Çimkî Fêrisî bêqedir bûn hindava merivêd kotî. Lê gelo Îsa ça bû hindava merivêd usa? Ça ewî xwe kifş kir hindava wî merivê serdapêda kotî? Lê teyê çawa xwe kifş kira?
5. Çira Îsa dixwast merivê kotî qenc ke?
5 Ça tê kifşê ewî merivî nedikire qarîn “Ne paqij im, ne paqij im”, çimkî qanûna Mûsa usa dewa dikir (Qanûna Kahîntiyê 13:43-46). Lê Îsa ji bo wê yekê hêrs neket. Dewsê, ew kete heyra wî merivî û dixwast alî wî bike. Em nizanin ku Îsa çi difikirî, lê em zanin ku ewî çi ser xwe texmîn dikir. Ew bona wî merivî usa berxweket, ku keremet kir. Tu kes gerekê nêzîkî wî merivî nebûya, lê Îsa destê xwe da wî. Ewî bi remtî û dilgermî got: “Ez dixwazim. Paqij be!” Û “kotîbûn jê çû” (Lûqa 5:13). Eyan e, ku Yahowa qewat daye Îsa, wekî ew keremetêd mezin bike û kifş ke ku ew çiqas zef meriya hiz dike (Lûqa 5:17).
6. Çi hewas e di keremetêd Îsada, û ew keremet çi kifş dikin?
6 Bi qewata Xwedê Îsa dikaribû gelek keremetêd mezin bike. Ewî ne ku tenê kotî qenc dikir, lê dîsa cûre-cûre nexweşî. Kitêba Pîroz dibêje ku meriv zendegirtî diman, çaxê didîtin ku “lala xeber dan, şilûşet qenc bûn, seqet geriyan û çevê kora vebûn” (Metta 15:31). Roja îroyîn, gelek hekîm seva ku nexweşa qenc kin, organêd merivê mayîn dikine dewsa organêd merivê nexweş. Lê qewata Îsa digihîştê, ku xût organ yan ciyê nexweş qenc ke. Hin jî ewî derbêra meriv qenc dikirin û hela hê yêd ku ji wî dûr bûn jî (Yûhenna 4:46-54). Ew yek mera çi eyan dike? Ew eyan dike ku qewat û xwastina Îsa heye, wekî hemû nexweşiya kuta ke. Û çaxê em pêdihesin ku Îsa hindava meriva çawa bû, ew yek gumanê dide me, wekî dinya tezeda ew wê alî kesîb û hêsîra bike (Zebûr 72:13). Wî çaxî Îsa wê hemû nexweşa qenc ke, çimkî ew bi rastiyê dixwaze ewê yekê bike.
“RABE BERA XWE HILDE Û BIGERE”
7, 8. Îsa çi kir çaxê ji Celîlê diçû Cihûstanê?
7 Çend meh paşî vê yekê, çaxê Îsa merivê kotî qenc kir, ew ji Celîlê diçû Cihûstanê, û destpêkir mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê dannasîn ke. Li wê derê bi hezara meriv hebûn, ku dibihîstin mizgîniya Îsa. Wana hizkirina Îsa hindava xwe texmîn dikir. Çimkî Îsa bi rastiyê dixwast merivêd kesîb û belengaz dilgerm ke û gumanê bide wan (Îşaya 61:1, 2; Lûqa 4:18-21).
8 Meha Nîsanê, Îsa çû Orşelîmê, wekî cejina Derbazbûnê derbaz ke. Meriv şeherda tije bûn, çimkî dihatine ser vê cejinê. Ji paristgehê aliyê bakûrê, hewz hebû bi navê Beythasta. Li wê derê Îsa rastî merivekî hat, ku nikaribû rê biçûya.
9, 10. a) Çira meriv diçûne Beythastayê? b) Beythastayê Îsa çi kir, û ew yek me çi hîn dike? (Binihêrin şikilê ewlin.)
9 Gelek merivêd nexweş diçûne Beythastayê. Gelo çira? Çimkî ewana difikirîn, ku hergê meriv bikeve vî hewzî dema ku av dileqe, dikare bi keremet qenc be. Bide ber çevê xwe ku meriv li wêderê çi halîda bûn. Ewana nexweş û bêguman bûn, û dilteng bûn çimkî gelek dixwestin qenc bin. Lê çira Îsa çû wê derê? Ne ew qedandî bû û hewcê qenckirinê nîbû. Îsa çû li wêderê, çimkî ewî meriv hiz dikirin. Wêderê ew rastî wî merivî hat, kîjan ku ji nexweşiya xwe diçerçirî hê zêde sal, ne ku çiqas sal Îsa li ser erdê jît. (Bixûne Yûhenna 5:5-9.)
Îsa merivêd usa digeriyan, kîjanara alîkarî lazim bû
10 Îsa ji wî merivî pirsî hela ew dixwaze qenc be. Bide ber çevê xwe ku ew meriv çiqas dilteng bû, çaxê ewî Îsara gilî kir, ku ew dixwaze qenc be lê nikare. Çimkî tu kesî alî wî nedikir ku bikeve hewz. Paşê Îsa gote wî merivî ku tiştekî nebûyî bike. Ewî got, wekî ew meriv bera xwe hilde û bigere. Û ew merivê seqet bera xwe hilda û destpêkir bigere! Ew keremeta baş îzbat dike, ku Îsa wê çi bike dinya tezeda. Hin jî ew nîşan dike ku Îsa meriva çiqas zef hiz dike. Îsa merivêd usa digeriyan, kîjanara alîkarî lazim bû. Mesela wî me hêlan dike, wekî em çaxê dannasîn dikin alî wan meriva bikin, yêd ku dilteng dibin ji bo tengasiyêd vê dinyayê.
“KÊ LI KINCÊD MIN KET?”
11. Serhatiya ji Marqos 5:25-34, ça eyan dike dilşewatiya Îsa hindava merivêd nexweş?
11 Bixûne Marqos 5:25-34. Jinikek 12 sala diçerçirî ji nexweşîke şermî. Ew nexweşiya wê gelek hukum bû ser jîyîna wê, û hin jî ser qulixkirina wê. Ew jinik diçû cem gelek hekîma û gelek pere xerc dikir wekî xwe qenc ke, lê hê xirab dibû. Carekê ewê safî kir, ku bi cûrekî mayîn xwe qenc ke. Lê ew cûre miqabilî qanûnê bû. Lê ça? Îzina wê tune bû ku destê xwe bide kesekî. Lê yeke ew nav cimetêra derbaz bû û destê xwe da kincê Îsa (Qanûna Kahîntiyê 15:19, 25). Çaxê Îsa texmîn kir ku qewat ji wî çû, ewî pirsî hela kê destê xwe da wî. Paşê ew jinik “bi tirsê û lerizekê hat xwe avîte ber wî û her tişt rast got”. Îsa zanibû ku Yahowa ew jinik qenc kir, û lema ewî bi dilşewatî jêra got: “Evdê! Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be”.
Îsa bi keremetên xwe îzbat kir, ku ew bi rastiyê jî bona me û problêmên me xem dike (Binihêre abzasên 11, 12)
12. a) Ew ku Îsa ça bû hindava meriva, derheqa wî çi eyan dike? b) Em çi hîn dibin ji mesela Îsa?
12 Gelek me dilgerm dike ew yek, ku Îsa çawa bû hindava meriva, îlahî hindava merivêd nexweş. Ew cude dibe ji Şeytan, kîjan ku dixwaze me bide bawerkirinê, ku em tu tişt nînin û tu kes me hiz nake. Lê keremetêd Îsa îzbat dikin, ku Îsa bi rastiyê jî derheqa me û problêmêd me xem dike. Em gerekê gelek razî bin çimkî Padşayê meyî usa heye, kîjan ku me hiz dike! (Îbranî 4:15) Mera dikare çetin be ku fem kin halê merivêd nexweş, îlahî hergê em nexweş nînin. Lê hela bifikirin derheqa Îsa. Ew dilşewat bû hindava mervêd nexweş, lê yeke xwexa tu car nexweş nîbû. Werên em jî hemû tiştî bikin, seva ku çev bidine mesela Îsa (1 Petrûs 3:8).
“ÎSA GIRIYA”
13. Saxkirina Lazar çi mera eyan dike derheqa Îsa?
13 Çaxê meriva derd dikişand, ser Îsa zef hukum dibû. Mesele, çaxê hevalê Îsa Lazar mir, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya”, çimkî ewî dît ça malbeta Lazar û hevalêd wî berxwedikevin. (Bixûne Yûhenna 11:33-36.) Rast e Îsa zanibû ku ew wê Lazar sax ke, lê yeke ew giriya. Ew neditirsiya ku hestêd wî merivara eyan bin. Îsa haqas zef Lazar û malbeta wî hiz dikir, ku qewata Xwedê da xebatê, seva ku Lazar vegerîne jîyînê! (Yûhenna 11:43, 44)
14, 15. a) Ji çi tê kifşê ku Yahowa dixwaze kul-derdêd meriva kuta ke? b) Çi lazim e bona saxkirinê?
14 Kitêba Pîroz gilî dike ku Îsa xût mîna Bavê xwe Yahowa ye (Îbranî 1:3). Dêmek, keremetêd Îsa îzbat dikin, ku Yahowa jî dixwaze wekî nexweşiya, kul-derda û mirinê bide hildanê. Û zûtirekê, Yahowa û kurê wî wê gelek meriva vegerînin jîyînê. Îsa got ku “wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada” wê bêne saxkirinê (Yûhenna 5:28, 29).
15 Lê bona saxkirinê lazim e ku Xwedê wan hemû meriva bîra xweda xwey ke. Xwedayê Himzor, efirandarê temamiya gerdûnê, dikare bîne bîra xwe hemû dêtal û xeyset-hunu-rêd merivêd meyî ku mirine (Îşaya 40:26). Û Yahowa ne ku tenê dikare, lê usa jî dixwaze wana bîra xweda xwey ke. Saxkirinêd ku têne gilîkirinê Kitêba Pîrozda, meselêd baş in, ku wê çi biqewime dinya tezeda.
JI KEREMETÊD ÎSA EM ÇI HÎN DIBIN
16. Qulixkarêd Yahowa wê çi keremeta nebûyî bivînin?
16 Hergê em Xwedêra amin bimînin, emê bikaribin keremeteke ku tu car neqewimiye bivînin. Ew keremet ew e, ku em dikarin wedê tengasiya mezin xilaz bin! Û paşî Harmegedonê jî, emê hê gelek keremeta bivînin. Hingê hemû meriv wê sihet-qewata kamil bistînin (Îşaya 33:24; 35:5, 6; Eyantî 21:4). Meriv wê aza bin ji berçevka, gopala, kursiyêd seqeta û ji hacetêd bona bihîstinê. Yahowa zane wekî yêd ku ji Harmegedonê xilaz bin, wanra sihet-qewat wê lazim be, çimkî ewana gelek şixul wê bikin. Ewana planêta meye bedew, dêmek Erdê wê bi temamî bikine cinet (Zebûr 115:16).
17, 18. a) Îsa çira keremet dikirin? b) Çira mera lazim e qewatê xerc kin seva bikevine dinya teze?
17 Îro qulixkarêd Xwedê çaxê dixûnin, ku çawa Îsa nexweş qenc dikirin, gelek dilgerm dibin. Ew keremetêd Îsa, gumana me qewî dikin ku emê axiriyêda bi temamî sihet-qewat bin. Ew usa jî mera eyan dikin ku çawa Kurê Xwedêyî pêşin însanetê hiz dike (Yûhenna 10:11; 15:12, 13). Û dilşewatiya Îsaye girîng, mera dide kifşê, ku Yahowa her qulixkarekî xwe çiqas zef hiz dike (Yûhenna 5:19).
18 Dinê îro bi kul-derda, tengasiya û mirinê tije ye (Romayî 8:22). Lema jî mera gelek lazim e dinya teze. Çawa ku Xwedê soz daye, li wê derê hemû meriv wê sihet-qewata kamil bistînin. Giliyêd ji Malaxî 4:2 gumanê didine me, ku ewêd ku wê qenc bin, ji şabûnê wê “banzdin, (DT)”, çimkî wê ji nexwaşiya û ji nekamilbûnê aza bin. Bira razîbûna me û baweriya me hindava Yahowa, me hêlan ke ku hemû tiştî bikin, seva ku bikevine dinya teze. Rastî jî, çiqas em dilgerm dibin, çaxê zanin, ku keremetêd Îsa bona me mesele bûn. Çimkî zûtirekê wedê serwêrtiya wî hemû însanet wê bextewar be!