KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Adar rûp. 28-31
  • Hevalê Baş be Hevaltiya Xwe Unda Neke

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hevalê Baş be Hevaltiya Xwe Unda Neke
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAXÊ HEVAL ŞAŞIYÊ DIKE
  • ÇAXÊ HEVAL ÇETINAYÊDA NE
  • HEVALÊ XWE UNDA NEKE
  • Çev Bidine Xizmetkarên Yahowayî Amin
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Kitêba Pîrozda Derheqa Hevaltiyê Çi Tê Gotinê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Tu Dikarî Bibî Dostê Yehowa
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Adar rûp. 28-31
Natan pêxember pêşiya ku elametiya Xwedê bêje Dawid Padşara xwera difikire

Hevalê Baş be Hevaltiya Xwe Unda Neke

Cîanî û Maûrîsyo îda 50 sal e hevalên hev in. Lê carekê usa qewimî, wekî hevaltiya wan kete bin qeziyê. Maûrîsyo gilî dike: “Wedê çetinaya, min hine şaşiyên mezin berda, û ew bû menî ku orta me xirab bû”. Cîanî zêde dike: “Çaxê ez rastiyê pêhesiyam, hingê Maûrîsyo Kitêba Pîroz min hîn dikir. Ew bona min şîretkarê ruhanî bû. Lema jî ez zendegirtî mam ku ewî ça ew şaşî berdan. Çaxê min fem kir wekî ez îda xwera bim, ew jî xwera, tê bêjî dinya ser minda hilşiya. Min xwe gelek tenê texmîn dikir”.

HEVALÊN baş gelek qîmet in, çimkî hevaltiya qewî nişkêva nayê. Lê hergê em texmîn dikin wekî hevalê xwe unda dikin, em çi bikin seva hevaltiya xwe xwey kin? Were ji Kitêba Pîroz çend serhatiyên meriva şêwir kin, û pêbihesin ku ça wana hevaltiya xwe xwey kirine û çi dersê em dikarin ji wana hîn bin.

ÇAXÊ HEVAL ŞAŞIYÊ DIKE

Dawidê şivan û padşa, xweyê heval-hogirên baş bû. Hevalekî wî Yonatan bû (1 Sam. 18:1). Lê dîsa hevalên Dawid hebûn, mesele Natanê pêxember. Kitêba Pîrozda nayê gotinê ça û kengê wana destpêkir hevaltiyê bikin, lê wextekî Dawid destpêkir îtbariya xwe Natan bîne ça hevalê xwe. Mesele, çaxê Dawid dixwest Yehowara paristgehê ava ke, ewî nêta dilê xwe Natanra vekir. Belê, Natan bona Dawid heval bû û ça merivekî ku ruhê Yehowayî pîroz ser bû (2 Sam. 7:2, 3).

Lê carekê tiştê usa qewimî, seva çi jî hevaltiya wan kete bin qeziyê. Dawid Padşa tevî Bet-Şebayê bênamûsî kir, û hin jî paşê mêrê wê Ûriya kuşt (2 Sam. 11:2-21). Rast e Dawid gelek sala Yehowara amin bû û heqî dikir, lê paşê ewî gunê giran kir! Gelo çira tevî padşakî usa qenc tiştê usa qewimî? Gelo ew haş pê tune bû wekî gunekî gelek giran kiriye? Gelo ew difikirî wekî ew wê bikaribe gunê xwe ji Xwedê veşêre?

Xêncî Natan derheqa gunê Dawid merivên din jî zanibûn. Lê gelo Natan çi kir? Gelo ew hîviyê bû wekî kesekî din padşara derheqa gunê wî bêje? Gelo çira Natan kete nav şixulê Dawid, ne ewî dikaribû hevaltiya xweye qewî tevî wî unda kira? Natan zanibû wekî Dawid, merivekî neneheq Ûriya kuşt, û ew dikare wî jî bikuje hergê ew gunê Dawid eşkere bike.

Lê Natan pêxember merivê Xwedê bû. Ewî zanibû ku hergê ew xwe ker ke, heleqetiya wî tevî Dawid îda wê mîna berê nîbe, û hin jî îsafa wî wê temiz nîbe. Natan fem dikir wekî hevalê wî Dawid ji riya Yehowa derket û jêra alîkarî lazim e seva dîsa vegere ser riya rast. Belê, wî wedeyî Dawid hewcê hevalê rast bû û Natan hema ew heval bû. Natan safî kir wekî xeberdana xwe bi meselekê destpêke, kîjan ku wê dilê Dawid bigire. Ewî mesela şivan anî, çimkî Dawid berê xwexa şivan bû. Bi vî avayî, Natan giliyên Xwedê usa derbazî Dawid kir, ku ew poşman bû. Ewî fem kir ku ewî gunên gelek giran kiriye û evê yekê wî hêlan kir gunê xwe bîne rûyê xwe û tobe bike (2 Sam. 12:1-14).

Lê teyê çi bikira hergê hevalê te şaşîke mezin bikira, yan jî gunê giran? Diqewime tu bifikirî ku hergê tu jêra şaşiya wî bêjî, tuyê wî unda kî. Yan jî dibeke tu bifikirî ku hergê derheqa gunê wî rûspiyara bêjî seva ruhanîda alî wî bikin, ev tê hesabê tu jêra mixenetiyê dikî. Gelo teyê çi bikira vê derecêda?

Cîanî derheqa kê jî me jorê got, tîne bîra xwe: “Min fem kir wekî tiştek qewimî, çimkî Maûrîsyo îda ça berê usa tevî min nêzîk nîbû. Minra gelek çetin bû, lê yeke min safî kir wekî bona vê yekê tevî wî xeber dim. Min dilê xweda digot: ‘Îja ez çi jêra bêjim? Ne ew xwexa jî zane çi gerekê bike. Hergê ez jêra xeber dim, ew dikare gelek hêrs keve!’ Lê ew hemû tişt çi ku ewî min hîn dikir, bîra minda bû, û ewê yekê ez hêlan kirim tevî wî xeber dim. Çaxê minra alîkarî lazim bû, ewî jî tevî min xeber dida. Min nedixwest hevaltiya xwe tevî wî bibirim, lê min dixwest alî wî bikim, çimkî min wî hiz dikir”.

Maûrîsyo zêde dike: “Cîanî bi dilê sax nêzîkî min bû, û çi ku minra digot gişk rast bû. Min fem dikir wekî axiriya kirên minî xirabda ne Cîanî neheq e, ne jî Yehowa. Lema min şîretkirina rûspiya qebûl kir û wede derbaz bû ez dîsa ruhanîda qenc bûm”.

ÇAXÊ HEVAL ÇETINAYÊDA NE

Dîsa hevalên Dawid hebûn, yên ku wedê çetinaya bi aminî kêleka wî bûn. Mesele, Kitêba Pîroz Hûşa nav dike “hevalbendê Dawid” (2 Sam. 16:16; 1 Dîr. 27:33). Diqewime ew wezîr bû, yê ku hevalê padşayî nêzîk bû. Û cara Hûşa fermanên usa dianî sêrî, yên ku konfîdênsiyal bûn.

Çaxê kurê Dawid Abşalom textê padşatiyê zeft kir, gelek Îsraêlî aliyê wî girtin. Lê Hûşa tevî Dawid ma. Çaxê Dawid reviya ku xwe xilaz ke, Hûşa hingê jî tevî wî çû. Dilê Dawid gelek dêşiya, çimkî kurê wî tevî merivên ku Dawid îtbariya xwe wan dianî, miqabilî wî derketibûn. Lê Hûşa Dawidra amin ma, ew hela hê jî hazir bû bona wî emirê xwe bike bin qeziyê. Çawa Dawid jêra gotibû, ew çû bal dijmina û nehîşt wekî nêta wan bê sêrî. Hûşa ew yek kir ne ji bo borcdariya xwe çawa wezîr, lê çimkî ew hevalê amin bû (2 Sam. 15:13-17, 32-37; 16:15–17:16).

Dilê me dilgerm dibe çaxê em divînin, ku nava xûşk-birên meda hevaltiya rast heye. Em nafikirin wekî seva şixulên meyî civatêda yan seva borcên me, em gerekê tevî wan hevaltiyê bikin. Lê em bi kirên xwe wanra nîşan dikin wekî em wana hiz dikin û lema tevî wan hevaltiyê dikin.

Were binihêrin qewimandina birê me Fêdêrîko. Fêdêrîko bi alîkariya hevalê xwe Antonîo, çetinayên giranda teyax kiriye. Ew gilî dike: “Çaxê Antonîo derbazî civata me bû, zûtirekê em bûne heval. Em herdu jî berdestiyê civatê bûn, û me hiz dikir tevayî hevkariyê bikin. Hine wede şûnda Antonîo hate kifşkirinê ça rûspî. Ew ne ku tenê hevalê min bû, lê ew usa jî aliyê ruhanîda bona min mesele bû”. Paşê usa qewimî ku Fêdêrîko gaveke nerast kir. Ewî derbêra alîkariyê ji rûspiya xwest, lê îda nikaribû ça pêşeng yan berdestiyê civatê xizmet kira. Lê gelo Antonîo çi kir?

Fêdêrîko tevî rûspiya xeber dide, û Antonîo tevî wî wede derbaz dike, guh dide wî û wî qewî dike

Çaxê Fêdêrîko çetinayêda bû, hevalê wî Antonîo guh da wî û ber dilê wîda hat

Fêdêrîko tîne bîra xwe: “Min didît ku dilê Antonîo ser min dişewitî. Ewî çiqas dikaribû alî min dikir wekî ez berxwe nekevim. Ewî tu car ez nedihîştim û gelek xem dikir wekî ez zû ruhanîda qenc bim. Ewî dil dida min wekî ez ruhanîda qewî bim û sist nebim”. Antonîo şirovedike: “Min gelek wede xerc dikir tev Fêdêrîko, çimkî min dixwest wekî ew dilê xwe minra veke û kula xwe minra gilî ke”. Wede derbaz bû û Fêdêrîko ruhanîda qewî bû û dîsa hate kifşkirinê ça pêşeng û berdestiyê civatê. Antonîo dibêje: “Rast e niha em cûre - cûre civatada xizmet dikin, lê niha em hevra hê nêzîk in”.

Fêdêrîko û Antonîo tevayî wedê xwe derbaz dikin

HEVALÊ XWE UNDA NEKE

Teyê ça xwe texmîn kira hergê hevalê teyî nêzîk pişta xwe bida te çaxê tu gelek hewcê wî bûyayî? Femdarî ye wekî wê gelek dilê te biêşiya. Gelo teyê bibaxşanda wî? Teyê xwe dîsa nêzîkî wî bigirta ça berê?

Bifikirin ku çi qewimî tevî Îsa çaxê ew ser erdê bû. Îsa gelek wext xerc dikir tevî şandiyên xweyî amin, û ewana hevra gelek nêzîk bûn. Lema ewî wana nav dikir ça dostên xwe (Yûhn. 15:15). Lê çaxê Îsa girtin û wî gerekê bikuştana, şandî revîn. Pêşiya wê qewimandinê Petrûs ber şandiya gote Îsa ku tu car wî nahêle, lê hema wê şeva ku Îsa wê bimira, Petrûs got wekî Îsa nas nake (Met. 26:31-33, 56, 69-75).

Îsa zanibû wekî wê cêribandina xweye xilaziyêda tenê bimîne. Meniya wî hebû wekî dilteng be û bixeyîde jî. Lê çend roj paşî saxbûna xwe, ji xeberdana wî tevî şagirta qe nedihate kifşê wekî ew ser wana hêrs bû, xeyîdî bû, yan jî ber xwe diket ku wana çira usa kir. Îsa şaşiyên wan neda rûyê wan û ne jî wana neheq kir ku çira çaxê ew hate girtinê, wana ew tenê hîştin.

Dewsê, Îsa ber dilê Petrûs û şandiyên dinda hat. Bona Îsa şandî dîsa jî hevalê wî bûn û ewî îtbariya xwe wan dianî. Îsa temî da wan wekî şixulekî ferz û mezin bikin ku terîxiyêda qe neqewimîbû. Ewî hizkirina usa mezin wanara da kifşê, ku gelek wext bîra wana nediçû. Ewana ser xwe dixebitîn wekî îda tiştên usa nekin. Bi rastiyê jî, ew şixulê ku Îsa dabû wan, wana gelek baş anî sêrî (Kar. Şand. 1:8; Kols. 1:23).

Xûşkek bi navê Êlvîra gilî dike wekî carekê ewê hevala xwe Gyûlîana da xeyîdandinê. Êlvîra tîne bîra xwe: “Çaxê ewê minra got wekî min bi kirê xwe dilê wê êşandiye, ez gelek dilteng bûm. Îzina wê hebû ser min hêrskeve jî, lê ez zendegirtî mam ku ew diha zef bona min ber xwe diket. Ew nedixwest wekî bona kirên xwe ez axiriya xirab bistînim. Ezê timê ji wê razî bim, çimkî ewê dîna xwe neda ser nerastiya min hindava wê, û ewê nedixwest ku ez bona kirên xwe ziyanê bistînim. Ez ji Yehowa razî bûm wekî ewî hevaleke usa da min, ya ku halxweşiya min ser ya xwera digirt”.

Dêmek me vê gotarêda dît ku hevalê baş wê çi bike çaxê hevaltî bin qeziyêda ne. Ew wê ese tev hevalê xwe bi nermî xeber de û çaxê lazim be wê eşkere jêra bêje derheqa şaşiya wî. Ew mîna Hûşa û Natan, wedê çetinaya bi aminî kêleka wî be û mîna Îsa hazir be bibaxşîne wî. Lê gelo tu hevalekî usa nî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin