KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Gulan rûp. 3-7
  • Alî Xerîba Bikin “Bi Şabûnê Xudan Bihebînin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alî Xerîba Bikin “Bi Şabûnê Xudan Bihebînin”
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • JÎYÎNA YÊN REVÎ
  • HIZKIRIN HINDAVA YÊN REVÎ
  • BAWERIYA YÊN REVÎ QEWÎ KIN
  • ALÎ YÊN REVÎ BIKIN
  • HEWCETIYA REVIYA YA LAPE MEZIN
  • BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ REVIYARA
  • BERÊN BAŞ
  • Çetinayên Reviya; Bi Mîlyona Meriv ji Ûkraînê Direvin
    Têmên Din
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Gulan rûp. 3-7
Şedên Yehowa Oda Civatêda hûr-mûrên xwe didine xûşk-birên ku bûne xerîb

Alî Xerîba Bikin “Bi Şabûnê Xudan Bihebînin”

“Xudan xerîba xwey dike” (ZEB. 146:9).

KILAMÊN: 17, 109

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Yên revî rastî çi çetinaya tên?

  • Em ça dikarin alî yên revî bikin çida ewana zef hewce ne?

  • Em çaxê reviyara mizgîniyê bela dikin, çi gerekê bîr nekin?

1, 2. a) Îro xûşk-birên me rastî çi tengasiya tên? b) Derheqa vê yekê kîjan pirs pêşda tên?

BIRAK bi navê Lêje, gilî dike: “Gava Bûrûndîyêda şer destpêbû, malbeta me ser civata mezin bû. Me didît meriv ça direviyan, ça gule dikirin. Dê-bavê min û em 11 zar revîn seva emirê xwe xilaz kin. Me tenê hine tişt tevî xwe hildabû. Hine neferên me 1 600 km. rê çûn û ancax gihîştine kampa reviya Malavyayêda, lê yên din ji hev bela bûn”.

2 Nav temamiya dinyayêda, niha 65 000 000 zêdetir meriv hene yên ku ji malên xwe reviyane ji bo şer yan jî zêrandinê, û nava terîxiyêda vê hejmarê zêdetir tune bûye.a Nava wan reviyada, bi hezara Şedên Yehowa jî hene. Gelek ji wana merivên xweyî nêzîk unda kirine û em dikarin bêjin hemû mal-halê xwe jî unda kirine. Lê xêncî wan tişta, ewana dîsa rastî çetinayên din jî hatine. Gelo em ça dikarin alî wan xûşk-bira bikin, seva ewana wan çetinayada berdewam kin Yehowara xizmet kin û şabûna xwe unda nekin? (Zeb. 100:2) Û em ça dikarin wan reviyara yên ku Yehowa nas nakin, hê baş mizgîniyê bela kin?

JÎYÎNA YÊN REVÎ

3. Îsa û gelek şagirtên wî çawa bûne revî?

3 Yehowa bi milyaketê xwe pêşda gote Ûsiv, wekî Hêrodes Padşa dixwaze Îsa bikuje. Lema jî Îsa û malbeta wî revîne Misirê û ketine xerîbiyê. Ewana li wêderê man heta mirina Hêrodes (Met. 2:13, 14, 19-21). Paşî gelek sala, şagirtên Îsa dihatine zêrandinê û ewana “belayî topraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn” (Kar. Şand. 8:1). Îsa zanibû wekî gelek şagirtên wî wê mecbûr bin malên xwe bihêlin, lema jî ewî got: “Gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birevine bajarekî din” (Met. 10:23). Belê, firqî tune ji bo çi jî meriv mala xwe bihêle bireve, yeke ew zef çetin e.

4, 5. Çi xof heye çaxê yên revî a) malên xwe dihêlin direvin? b) kampada dijîn?

4 Çaxê revî ji welat direvin, bona wan hin rêva dikare xof be, hin jî kampada. Birê Lêje yê biçûk Gêd, gilî dike: “Em bi heftiya rêda bûn û nava bi seda cinyazara derbaz dibûn. Wî çaxî ez 12 salî bûm. Nigên min usa werimîn ku min neferara got wekî min bihêlin herin. Qe hişê bavê minra derbaz jî nedibû ku min nava wî şerîda bihêle. Ewî alî min dikir. Her roj me ancax xwe yole dibir. Me her gav Yehowara dua dikir û hewara xwe wî dianî. Cara me tenê mango dixwar, kîjan ku me rêva top dikir” (Fîlî. 4:12, 13).

5 Ji neferên Lêje heçî zef gelek sala kampada dijîtin, kîjan ku teşkîleta Miletên Yekbûyî saz kirine. Lê wêderê jî xof bû. Lêje niha berpirsiyarê mihalê ye, ew dibêje: “Wêderê gelek meriv bê xebat bûn. Wana gevestî dikir, îçke vedixwarin, xumar dilîstin, dizî û bênamûsî dikirin”. Xûşk-birên meye ku wan kampada dijîtin, seva ku nekevine ber bayê wan meriva, gerekê bi temamî xwe li civatê bigirtana (Îbrn. 6:11, 12; 10:24, 25). Ewan xûşk-bira wedê xwe bi aqilayî xerc dikirin, mesele geleka ça pêşeng xizmet dikirin. Ewê yekê alî wan kir, wekî ruhanîda sist nebin. Wana şabûna xwe unda nedikir, çimkî zanibûn wekî jîyîna wane kampada wedelû ye, çawa ku jîyîna Îsraêliya beriyêda wedelû bû (2 Korn. 4:18).

HIZKIRIN HINDAVA YÊN REVÎ

6, 7. a) Hizkirina hindava Xwedê, Mesîhiya hêlan dike ku hindava xûşk-birada ça bin? b) Meselê bînin.

6 “Hizkirina Xwedê” me hêlan dike, wekî em jî hizkirinê xûşk-birara bidine kifşê, îlahî wanra yên ku çetinayada nin. (Bixûne 1 Yûhenna 3:17, 18.) Mesele, qirna yekêda çaxê nava Mesîhiyên Cihûdayêda xelayî bû, xûşk-birên civatêda kê çiqas dikaribû alî wan kirin (Kar. Şand. 11:28, 29). Pawlos û Petrûsê şandî jî Mesîhî hêlan dikirin ku mêvanhiz bin hindava xûşk-birada (Rom. 12:13; 1 Pet. 4:9). Hergê Mesîhî xûşk-birên mêvanra hizkirina usa gerekê bidine kifşê, lê çiqas ferz e îlahî alî wan xûşk-bira bikin, yên ku bin qeziyêda nin, yan jî bona baweriya xwe têne zêrandinê! (Bixûne Metelok 3:27.)b

7 Wan paşwextiyada bi hezara Şedên Yehowa Ûkraînaya rohlatêda mecbûr bûn mal-halê xwe bihêlin birevin, çimkî wêderê şer diçû. Yazix, hinek ji wan hatine kuştinê. Lê xûşk-birên ku Ûkraînêda ciyê mayîn dijîtin û yên Ûrisêtê, ji wana gelek birine malên xwe. Herdu welatada jî wana tevnebûyîn xwey dikirin. Ewana “ne para dinyayê” bûn û berdewam dikirin bi xîret “mizgîniya xeberê” bela dikirin (Yûhn. 15:19; Kar. Şand. 8:4).

BAWERIYA YÊN REVÎ QEWÎ KIN

8, 9. a) Yên revî welatê tezeda rastî çi çetinaya tên? b) Çira em gerekê hindava wanda sebir bin û alîkariyê bidine wan?

8 Hine meriv mecbûr dibin ku welatê xweda derbazî şeherekî din bin. Lê hene gelek meriv jî ku mecbûr bûn derbazî welatekî din bin, ku wanra nas nîne. Rast e li wêderê dewlet dibeke wanra xwarinê, kinca û cî-sitarê dide, lê yeke wanra nehêsa ye. Mesele, yên revî ku ji welatê germ derbazî welatê sar dibin, dibeke nizanin çi kinca xwe kin. Yan jî hergê ewana gundada diman, dibeke nizanin çawa hûr-mûrên têknîkîye modêrn yên malê bidine xebatê.

9 Hine dewlet alî reviya dikin, seva ewana hêsa hînî guhastina bin. Lê gelek car usa diqewime ku paşî çend meha, revî gerekê îda xwexa bona xwe xem kin. Ew yek hêsa nîne, çimkî hemû tişt dikeve ser stûyê wan. Bidin ber çevê xwe, ewana gerekê zimanê teze hîn bin, hînî qanûn û edetên welat bin, hin jî hîn bin çawa xercê welat dadin, çawa tişta bikirin. Xêncî vê yekê, ewana gerekê zara bivine mektebê, wana şîret kin û hîn kin. Ew hemû tişt çetin e. Lema jî em gerekê sebir bin hindava wan, qedirê wan bigirin û alîkariyê bidine wan (Fîlî. 2:3, 4).

10. Em ça dikarin baweriya wan xûşk-birên revî qewî kin, yên ku hatine welatê me? (Binihêre şiklê ewlin.)

10 Cara ji bo merivên dewletê, xûşk-birên mera çetin e welatê tezeda civatê bivînin. Hine teşkîletên dewletê xûşk-birên me didine tirsandinê ku wê alîkariyê nedine wan. Ewana cara dikarin bêjin, ku hergê revî filan xebatê qebûl nekin seva civatên xwe bernedin, wê berî wan din ji welat derxin. Lê sed heyf hinek tirsiyan û mecbûr bûn xebatên usa qebûl kin. Lema jî çaxê xûşk-birên revî têne welatê me, gelek ferz e em derbêra wana bivînin û alîkariyê bidine wan. Usa ewana wê texmîn kin ku em bona wan xem dikin. Dilşewatiya me û alîkariya me dikare baweriya wan qewî ke (Metlk. 12:25; 17:17).

ALÎ YÊN REVÎ BIKIN

11. a) Berê ewlin kîjan alîkarî reviyara lazim e? b) Revî ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê?

11 Berê ewlin em gerekê alî xûşk-birên revî bikin, wekî xwarina wan hebe, usa jî kinc û tiştên mayîn ku gelek lazim in.c Çaxê em hela hê tiştekî biçûk jî bona wan dikin, besa xeberê hergê galstûkê pêşkêşî birakî kin, ew bona wan tiştekî gelek mezin e û wana dilgerm dike. Hilbet revî wê dewa nekin wekî alî wan bikin, lê ewana wê razî bin ku alîkariyê didine wan. Hergê revî usa bin, xûşk-birên ku alîkariyê didine wan, wê şa bin. Lê ferz e wekî xûşk-birên revî axiriyêda xwexa bona hewcên xwe xem bikin. Ew yek wê alî wan bike, wekî qedirê xwe bizanibin û heleqetiya baş xwey kin tevî xûşk-birên xwe (2 Têsln. 3:7-10). Lê yeke em gerekê dîsa jî alî wan bikin.

Mêr û jin xwarin û kinc didine birakî xerîb û zarên wîra

Çida em dikarin alî xûşk-birên revî bikin? (Binihêre abzasa 11-13)

12, 13. a) Çida em dikarin alîkariyê bidine reviya? b) Meselê bînin.

12 Eseyî nîne gelek perê me hebe seva alîkariyê bidine reviya. Ewana diha zef hewce ne ku kêleka wan bin û hizkirina xwe wanra bidine kifşê. Mesele, hûn dikarin wanra nîşan kin, ku çawa dikarin şeherda herin-bên û pê çi, kîderê xwarina baş û erzan bikirin. Yan jî hûn dikarin alî wan bikin, ku haceta xwera destxin, seva pêşekî hîn bin û perê nanê xwe çêkin. Lê ya lape ferz ew e, ku alî wan bikin seva ewana hînî civata teze bin. Hergê dikarin wana tevî xwe bivin civatê. Usa jî wanra bêjin ku ewana ça dikarin mihala weda mizgîniyê bela kin, û tevî wan xizmet kin.

13 Çar birên cahil yên revî, alîkariya mezin standin aliyê rûspiyên civata tezeda. Ewan rûspiya ewana hîn kirin ku çawa avtê bajon, ça kompoterê bidine xebatê û ça elametiya binivîsin seva xwera xebatê bivînin. Hin jî wana alî wan cahila kirin, ku ça wedê xwe rast xerc kin, wekî bikaribin Yehowara xizmet kin (Galt. 6:10). Hine wede derbaz bû, û ew her çar bûne pêşeng. Bi saya vê alîkariyê û usa jî ku wana xwexa jî dixwestin ruhanîda hê pêşda herin, ewana geş bûn û neketine ber bayê vê dinya Şeytan.

14. a) Revî gerekê çida miqatî xwe bin? b) Meselê bînin.

14 Hemû Mesîhî, dêmek revî jî gerekê miqatî xwe bin seva pey hebûkê nekevin. Ew yek gelek xof e çimkî usa ewana dikarin dostiya xwe tevî Yehowa unda kin.d Lêje, besa kîjanî me jorê kir û xûşk-birên wî, tînin bîra xwe ku ewana ji bavê xwe derseke ferz hîn bûne, hela hê jî gava ewana ji welatê xwe direviyan. Ewî got: “Tiştên ku me tevî xwe dibir lê em hewce nîbûn, bavê min yek û yek diavît. Axiriyêda ewî mera çentê vala nîşan kir û bi beşera xweş mera got: ‘Hûn divînin? Zêde tişt wera nelazim e’”. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:8.)

HEWCETIYA REVIYA YA LAPE MEZIN

15, 16. a) Em ça dikarin ruhanîda alîkariyê bidine reviya? b) Ça em dikarin heyra wanda bin?

15 Revî hê zef hewcê alîkariya ruhanî û berdiliyê ne, ne ku hewcê pera (Met. 4:4). Mesele, rûspî dikarin ser zimanê wan edebyeta destxin û alî wan bikin seva ewana rastî wan bira bên, yên ku ser zimanê wan xeber didin. Gelek revî ji malên xwe, neferên xwe, binelî welat û ji civatê qetiyane. Ewana hînî çi bûne îda tune. Lema jî ewana gerekê hizkirina Yehowa û dilşewatiyê nava xûşk-birada texmîn kin. Hergê ewana ji xûşk-bira berdiliyê nevînin, ewana wê alîkariyê bal nebawera bigerin, mesele, bal wan yên ku dibeke ji welatê wan nin, edetên wan yek e û halekîda nin (1 Korn. 15:33). Em gerekê usa bikin, wekî ewana civatêda xwe texmîn kin ça mala xweda. Bona me qedir e wekî em dikarin xweykirina xerîbada piştgiriya Yehowa bikin (Zeb. 146:9).

16 Îsa û malbeta wî nikaribûn vegeriyana welatê xwe, heta ku xêrnexwazê wan hukum dikir. Îro gelek revî jî nikarin vegerin welatê xwe, çimkî li wêderê hal xirab e û hinek qe ne jî dixwazin vegerin wêderê. Lêje got: “Gelek dê-bav yên ku dîtine ça neferên wan xirab kirine û kuştine, nikarin zarên xwe dîsa bivin wî cîyî kîderê ku ecêba usa qewimiye”. Bona wan ew êşeke giran e, û seva ku alî wan bikin, xûşk-bira gerekê hindava wan reviya “şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin” (1 Pet. 3:8). Hine revî ku hatine zêrandinê xwe ji meriva dûr digirin, û şerm dikin seva kesekîra kula xwe gilî kin, îlahî ber zarên xwe. Seva bikevine heyra wan, pirseke usa bidine xwe: “Hergê ez halê wanda bûma, minê bixwesta ku hindava minda ça bûna?” (Met. 7:12).

BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ REVIYARA

17. Mizgînî ça dilê reviya rihet dike?

17 Îro gelek revî ji welatên usa revîne, kîderê ku şixulê meyî belakirina mizgîniyê qedexekirî ye û tu car wana mizgînî nebihîstiye. Eferim wan Şedên Yehowayî xîretra, ku wan bi hezara reviyara “xebera Padşatiyê” gilî kirine (Met. 13:19, 23). Gelek ji wan yên ku “bargiran” bûn, ser civatên me dilrihetî û berdilî dîtin û wana derbêra têderxistin û gotin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye!” (Met. 11:28-30; 1 Korn. 14:25).

18, 19. Ça em dikarin serwaxt bin gava reviyara mizgîniyê gilî dikin?

18 Em gerekê “serwaxt” bin û bîlan bin gava reviyara mizgîniyê gilî dikin (Met. 10:16; Metlk. 22:3). Bi sebir guh bidine wana, lê tu car derheqa serwêra û polîtîka şêwir nekin. Em gerekê pey rêberiya fîlîalê û serwêrên şeherê xwe herin. Bi vî cûreyî emê ne xwe, ne jî kesekî din bikin bin qeziyê. Pêbihesin derheqa dîn û edetên wan reviya û bi qedir bin hindava wanda. Besa xeberê, hine revî ji wan welata ne, kîderê ku jin cûrekî mayîn kinca xwe dikin. Lema jî çaxê reviyara mizgîniyê gilî dikin, em gerekê kinca usa xwe kin wekî wana eciz nekin.

19 Em gerekê çev bidine merivê Samerî, derheqa kîjanî Îsa meselêda gilî kir, dêmek alîkariyê bidine wan, yên ku kul-derda dikişînin, firqî tune Şedên Yehowa ne yan na (Lûqa 10:33-37). Çaxê em wanra mizgîniyê gilî dikin, ew alîkariya lape mezin e. Rûspîk ku alî gelek reviya kiriye, dibêje: “Gelek ferz e derbêra wanra bêjin ku em Şedên Yehowa ne û ku nêta meye sereke ew e ku ruhanîda alî wan bikin, ne bi pera. Hergê em ewê yekê wana nedine femkirinê, hinek ji wan wê tenê bona kara xwe guh bidine me”.

BERÊN BAŞ

20, 21. a) Çaxê em bi hizkirin reviyara qenciyê dikin, ew yek çi karê tîne? b) Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

20 Çaxê em reviyara hizkirinê didine kifşê, ew yek karê tîne. Xûşkeke me gilî kir, ku neferên wê ça ji bo peyketina, ji Erîtrêyayê revîn. Çar zarên wê heyşt roja beriyêra çûn û gihîştine welatê Sûdan. Ewê gilî kir: “Xûşk-birên wêderê tevî wan usa bûn ça tevî neferên xwe. Wana xwarin, kinc, cî-sitar û perê rê didane wan. Qe vê dinyayêda kesek yê xerîb wê bîne mala xwe seva vê yekê, ku ewana Xwedêkî dihebînin? Na, tenê Şedên Yehowa”. (Bixûne Yûhenna 13:35.)

21 Lê zarên wan reviya û koçbera, hewcê çi ne? Gotara dinda emê şêwir kin ça em dikarin alî zarên wan bikin, wekî ewana bi şabûnê Yehowara xizmet kin.

a Vê gotarêda xebera “revî” tê gotinê ser wan meriva, yên ku ji bo şer, zêrandinê, yan jî ji bo xezebên tebiyetê ji şeher yan jî welatên xwe revîne. Li gora hesabekî, îro nav temamiya dinyayê “ji her 113 meriva 1”, mecbûr bûne malên xwe bihêlin û “derbazî cîkî din bin” (UNHCR, United Nations High Commissioner for Refugees).

b Binihêre gotar bi navê “Bîr Nekin Xerîbara Qenciyê Bikin”, ji “Birca Qerewiliyê”, ya Cotmehê sala 2016, rûp. 8-12.

c Çaxê revî tên, rûspî gerekê pey rêberiyê herin ku kitêbêda ya bi navê “Sazkirîne seva Qirara Xwedê Bînin Sêrî” tê dayînê, serê 8-da, abzasa 30. Rûspî dikarin bi saya malpera me jw.org, fîlîala xwera binivîsin, wekî tevî civatên reviya têklî bin. Wî wedeyî ewana usa jî dikarin ji civata wan bi merîfetî bipirsin ku ew revî civatêda ça bûn ruhanîda.

d Binihêrin gotar bi navê “Tu Kes Nikare Du Axara Xulamtiyê Bike” û “Mêrxas Bin: Yehowa Sitara We ye!”, “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Nîsanê, sala 2014, rûp. 17-26.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin