JI ARXÎVÊN ME
“Dilê Me usa bi Xîret û Hizkirinê Tije Nîbûye, Ça Niha”
Sala 1922, meha Îlonê, roja Îniyê şebeqê 8 000 meriv top bibûn. Hewa îda germ dibû. Berpirsiyarê bernamê elam kir, wekî wedê vê bernama ferz kê dixwaze dikare ji odê derê, lê paşda îda nikare vegere.
Wedê destpêka “Xizmetiya Rûmet” kilam hatine stiranê. Paşê Cozêf Rûtêrford derkete ser sênê. Rast e gelek germ bû, lê heçî zef rûniştibûn û gelek hîviya gotarê bûn, tenê hinek diçûn-dihatin. Xebervan wana hêlan kir, wekî rûnên û bibihên. Çaxê gotar destpêbû, perda mezin ya sênê jorê topkirî bû.
Navê gotara Rûtêrford usa bû “Padşatiya Ezmana Nêzîk e”. Ewî sihet û nîvekî bi dengê xweyî bilind ku odêda bela dibû, şirovedikir ku çawa pêxemberên berê bi mêrxasî derheqa hatina Padşatiyê elam dikirin. Xilaziyêda, ewî pirseke usa da: “Hûn bawer dikin wekî Padşê rûmetkirî îda serwêrtiya xwe destpêkiriye?” Guhdarvana bi dengê bilind caba xwe dan: “Belê!”
Paşê Rûtêrford bi dengê bilind got: “Wekî usa ne, vegerin deştê, gelî zarên Xwedêyê herî mezin! Ahan, Padşa padşatiyê dike! Hûn elamdarên wî ne. Lema jî elam kin, elam kin, elam kin derheqa Padşa û Padşatiya wî!”
Wê gavê, perda mezin berdan û nivîsara ser hate kifşê: “Elam kin derheqa Padşa û Padşatiya wî!”
Rêy Bop, tîne bîra xwe: “Guhdarvan zendegirtî man”. Lê Anna Gardnêr got ku “ji gime-gima desthevxistinê stûne dihejiyan”. Frêd Twaroş usa got: “Hemû guhdarvan tevayî rabûne ser piya”. Lê Êvangêlos Skoûfas gilî kir: “Tê bêjî qewatekê em ji cî rakirin, em rabûne piya û çevên me tije hêsir bûn”.
Gelekên ku ser vê civata mezin bûn, mizgîniya Padşatiyê îda bela dikirin. Lê paşî vê yekê xîreta wana hê zêde bû. Êtêl Bênêkof gilî kir, wekî dilê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz “usa bi xîret û hizkirinê tije nîbûye, ça niha”. Odêssa Tak ku wî wedeyî 18 salî bû, paşî vê civata mezin nêt danî pêşiya xwe, wekî caba vê pirsê bide “Kê wê here?” Ewê got: “Min nizanibû kîderê û çawa mizgîniyê bela kim û çi bêjim. Lê min sed selefî zanibû wekî ez dixwazim bibime mîna Îşaya, kîjanî got: ‘A vay ez, min bişîne’” (Îşa. 6:8). Ralf Lêflêr got: “Ew roj destpêka kampaniya mezin bû ya elamkirina Padşatiyê, û îro ew îda ser temamiya erdê bela bûye”.
Bêşik, ew civata mezin ya sala 1922 ku Sîdar Poîntêda (Ohayo) bû, kete nava terîxiya teşkîletê û gelek mexsûs bû! Corc Gangas got: “Ew civata mezin dil da min, wekî tu car civatên mezin bernedim”. Û ça tê bîra wî, rastî jî ewî tu car berneda. Cûlîa Wîlkaks nivîsî: “Her car çaxê edebyetên meda tê gotinê derheqa civata mezine Sîdar Poîntêda ya sala 1922, ez gelek dilgeş dibim. Ez timê dixwazim bêjim ‘Zef razî me Yehowa, wekî te mecal da min ku ez vêderê bûm’”.
Îro jî gelek ji me mîna wan xûşk-bira tînin bîra xwe civatên mezin, kîjan ku gelek dilê me girtine û em bi xîret û hizkirin tije kirine hindava Xwedêyê me û Îsa Padşa. Gava em difikirin ser wan civatên mezin, em jî hêlan dibin bêjin: “Zef razî me Yehowa, wekî te mecal da min ku ez vêderê bûm”.