Çira Em Gerekê Pesinê Yehowa Bidin?
“Pesinê Xudan bidin! Çiqas qenc û xweş e . . . pesinê Xwedayê xwe bidin! (ZEB. 147:1, ÎM).
1-3. a) Kengê dibeke Zebûr 147 hatiye nivîsarê? b) Em ji vê Zebûrê çi dikarin hîn bin?
ÇAXÊ kesek şixulekî rind dike yan jî hunurekî baş dide kifşê, em dixwazin payê wî bidin. Hergê em hêlan dibin payê meriva bidin, lê îlahî çiqas gelek meniyên me hene, wekî pesinê Yehowa Xwedê bidin! Besa xeberê, em pesinê wî didin çimkî qewata wî pir zor e û ev yek ji efirînên wî tê kifşê. Hin jî, ew me qayîm hiz dike, û em vê yekêda dudilî nînin, çimkî ewî seva me Kurê xwe kire qurban.
2 Nivîskarê Zebûr 147, ji kela dilê xwe pesinê Yehowa da. Hin jî ewî hêlan da yên din, seva ewana jî tevî wî pesinê Xwedê bidin. (Bixûne Zebûr 147:1, 7, 12.)
3 Em nizanin nivîskarê vê zebûrê kê ye, lê diqewime ewî wî wedeyîda dijît, çaxê Yehowa Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê aza kir û ewana vegeriyane Orşelîmê (Zeb. 147:2). Belê, ew yek rastî jî meniya mezin bû, ku ew zebûrbêj hêlan bû pesinê Yehowa bide. Lê ewî seva vê yekê dîsa hine menî nivîsîn. Gelo ev çi menî ne? Lê çi meniyên we hene ku bi dil û can pesinê Yehowa bidin? (Zeb. 147:1).
YEHOWA DILŞKESTIYA QENC DIKE
4. Kengê Koreş Padşa, cimeta Îsraêlî ji dîltiyê aza kir? Û Îsraêliya wê xwe ça texmîn kirana û çira?
4 Bidine ber çevê xwe ku dîltiya Babîlonêda Îsraêlî çi halîda bûn. Babîlonî ser wan dikeniyan û digotin: “Mera kulamêd Sîyonê bistirên”. Wî çaxî Orşelîm, ciyê şabûna Îsraêliya, wêrankirî bû û wana nikaribû Yehowara xizmet kirana (Zeb. 137:1-3, 6). Serê wana stranara tune bû, çimkî dilê wan şkestî bû. Hingê wanra berdilî û dilgermî lazim bû. Lê xilaziya tengasiya wan hat, çimkî li gora pêxembertiya Xwedê, padşê Farisê Koreş wana aza kir. Û çaxê Koreş Babîlon alt kir, ewî elam kir: “Xudan . . . Orşelîma ku li Cihûdayê ye, ji bo ez xanîyekî jêra ava bikim, emir da min. Ji hemûya netewa wî her kî nav wêda hebe, bira Xwedayê wî Xudan bi wîra be û bira derkeve” (2 Dîr. 36:23). Belê, wî çaxî Îsraêlî wê çiqas dilgerm bûna!
5. Zebûrbêj derheqa qewata Xwedê ku dikare qenc ke, çi got?
5 Yehowa ne ku tenê berdilî daye cimeta xwe bi temamî, lê daye her kesî başqe. Îro jî Yehowa bona me her kesî başqe xem dike. Zebûrbêj got ku Xwedê “dilşkestîya qenc dike û birînêd wan dipêçe” (Zeb. 147:3). Belê, çaxê em nexweş in, dilteng in, yan dêprêsiyêda nin, Yehowa timê kêleka me ye. Ew ber dilê meda tê û birînên dilê me qenc dike (Zeb. 34:18; Îşa. 57:15). Hin jî, ew bîlanî û qewatê dide me, seva em bikaribin ber her çetinayîkê teyax kin (Aqûb 1:5).
6. Çira zebûrbêj Zebûr 147:4-da, dîna xwe dide ser efirînên li ezman, û em ji vê yekê çi karê distînin? (Binihêre şiklê ewlin.)
6 Paşî vê yekê, zebûrbêj dîna xwe dide ser ezmana û dibêje, ku Yehowa “hesabê steyrka kifş dike, bi her navekî wan gazî dike” (Zeb. 147:4). Gelo çira zebûrbêj dîna xwe da ser steyrka? Ewî steyrk didît, lê hejmara wan nizanibû. Îro em zanin wekî zandar hê zêde û zêde steyrka divînin. Hinek ji wan dibêjin, wekî tenê galaktîka meda bi mîlîarda steyrk hene. Bidine hesabê xwe, wekî temamiya gerdûnêda weke trîlîon galaktîk hene! Bona meriva ew usa gelek e, wekî ne jî dikarin hesab kin! Lê Xwedê wan her yekêra nav û cî daye. Ew tê hesabê ku bona Yehowa her steyrkek başqe ye (1 Korn. 15:41). Lê hindava meriva Yehowa ça ne? Hergê Xwedê zane her steyrkek kîderê ye, dêmek ew me her kesa jî başqe nas dike, zane em kîderê ne, em çi texmîn dikin, û vê demê çi mera lazim e.
7, 8. a) Yehowa ça ne hindava cimeta xwe? b) Meselê bînin ku Yehowa ça dilşewat e hindava merivên gunekar.
7 Yehowa derheqa me her tiştî zane, ew dilşewat e û qewata wî heye wedê çetinaya alî me bike. (Bixûne Zebûr 147:5.) Cara çaxê hûn dikevine çetinayê, dibeke hûn difikirin ku ev çetinayî ji qewata we der e û bona we gelek giran e. Lê Xwedê zane qewata me çiqas e û zane em “xalî ne” (Zeb. 103:14). Em gunekar in, lema jî em şaşîke xwe dîsa û dîsa dikin. Paşê, em poşman dibin ku me çira usa got, yan çira em dîsa ketine pey xwestinên nerast, yan jî çira me çevnebarî kir! Yehowa bêkêmasî ye û şaşiyên wî tune ne, lê yeke ew bi temamî me fem dike û dikeve heyra me (Îşa. 40:28).
8 Dibeke we ser xwe texmîn kiriye, ku çawa Yehowa bi destê xweyî zor alî we kir, we tengasiyada dilrihetî stand (Îşa. 41:10, 13). Dîna xwe bidine serhatiya xûşkeke pêşeng, navê kîjanê Kyoko ye. Ewê xûşkê kifşkirina teze stand û derbazî cîkî din bû. Ew yek jêra çetin bû û ew dilteng dibû. Lê gelo Yehowa ça jêra da kifşê ku lê fem dike? Civata xweye tezeda ew nava wan xûşk-birada bû, yên ku ber dilê wêda hatin û ketine heyra wê. Ewê xûşkê ser xwe usa texmîn kir, ku Yehowa jêra usa dibêje: “Ez te hiz dikim, ne ku çimkî tu pêşeng î, lê çimkî tu qîza min î û tu tesmîlî min bûyî. Ez dixwazim wekî tu çawa Şedê min emirê xwera şa bî!” Lê dereca weda Yehowa ça nîşan kiriye, ku femê “wî bê sînor e”?
YEHOWA HEWCÊN ME RAZÎ DIKE
9, 10. Berê ewlin Yehowa çida alî me dike? Meselê bînin.
9 Me gişkara jî lazim e kinc, xwarin û cî-star. Besa xeberê, dibeke cara hûn berxwe dikevin ku xwarin wê têra we neke. Lê Yehowa erd usa çêkir ku haqas berên xwe dide, wekî têra hemûşka dike. Yehowa hela hê cûcûkên qarqarê jî têr dike. (Bixûne Zebûr 147:8, 9.) Hergê Xwedê xurek dide cûcûkên qarqarê, îlahî wê bide me jî çida em hewce ne (Zeb. 37:25).
10 Berê ewlin, Yehowa alîkariya ruhanî dide, û usa jî “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” (Fîlî. 4:6, 7). Dîna xwe bidine serhatiya birê me Matsûo û jina wî, yên ku tengasiyêda destê Yehowa dîtin. Sala 2011-da Japonyayêda tsûnamî rabû, û ewana seva ku xwe xilaz kin rabûne ser baniyê mala xwe. Lê yazix, wana hemû mal-halê xwe unda kir. Wana temamiya şevê surêda derbaz kir ser qetê duda, ya mala xweye hilşiyayî. Şebeqê, wana xwest xwera tiştekî bixûnin seva ruhanîda dilgerm bin. Wana tenê kitêba “Hersalî” ya sala 2006 dîtin. Çaxê Matsûo ew kitêb vekir, derbêra binserîk bi navê “Terîxiyêda Tsûnamîya Lape Mezin” kete ber çevê wî. Li wêderê dihate gilîkirinê derheqa erdhejê ku sala 2004-da Sûmatrayêda qewimî. Nava terîxiyêda ew erdhejeke lape mezin bû. Matsûo û jina wî çaxê ew qewimandin dixwendin, digiriyan. Wana hizkirina Xwedê texmîn kir, çimkî hema çaxê wanra lazim hat, ewî wana dilgerm kir û ruhanîda geş kir. Lê Yehowa ne tenê ruhanîda alî wan kir, lê usa jî hewcên dinda. Xûşk-bira xwarin û kinc anîn. Lê Matsûo û jina wî hingê diha zef qewî bûn, çaxê endemên Komîtêya Fîlîalê teseliya civatê kirin. Matsûo gilî dike: “Me texmîn dikir wekî Yehowa kêleka me her kesî disekine û miqatî me dibe. Ew yek gelek dilê me germ kir!” Belê, Xwedê pêşiyê aliyê ruhanîda alîkariyê dide, û paşê îda hewcên meyî fîzîkîda.
ALÎKARIYA XWEDÊ ME QEWÎ Û GEŞ DIKE
11. Em ça dikarin alîkariya Xwedê bistînin?
11 Yehowa timê hazir e destê xwe dirêjî milûka bike û tengasiyada dest bavêje wan (Zeb. 147:6a). Lê gelo em ça dikarin alîkariya wî bistînin? Heleqetiya me gerekê tevî wî qewî be. Bona vê yekê em gerekê milûk û şkestî bin (Sêfn. 2:3). Merivên milûk îtbariya xwe Yehowa tînin, ku ew wê her neheqiyê rast ke û wê xilaziya tengasiya wan bîne. Merivên usa Yehowa xweş tên û ew wana qebûl dike.
12, 13. a) Seva Xwedê alî me bike, em gerekê xwe ji çi dûr bigirin? b) Kîjan meriv Yehowa xweş tên?
12 Xwedê “nepaka deverûya tîne dike xalî” (Zeb. 147:6b). Belê, em nexwazin ew yek bê serê me. Lema hergê em dixwazin Yehowa alîkariyê bide me, em gerekê nefret kin çi ku ew nefret dike (Zeb. 97:10). Mesele, bênamûsî gerekê ber çevê me reş be. Ew tê hesabê ku em xwe ji her tiştî dûr bigirin, çi ku dikare me bive berbi bênamûsiyê, besa xeberê pornografya (Zeb. 119:37; Met. 5:28). Nehêsa ye miqabilî wan tişta şer bikin, lê ew yek hêja ye, çimkî emê keremên Yehowa bistînin.
13 Lê wî şerîda em gerekê alîkariya Xwedê bigerin, ne ku ser xwe bawer bin. Yehowa begem nake hergê em hewara xwe “qewata hespê” yan jî “reva çokên însên” tînin, dêmek çaxê difikirin yançi meriv dikarin me xilaz kin, ne ku Yehowa (Zeb. 147:10). Em gerekê ji Yehowa hîvî bikin seva ev alî me bike. Yehowa timê hazir e me bibihê. Ew meriv nîne wekî biveste, ew timê guh dide me. Yehowa “xofkêşêd Xwe begem dike, wanêd huba Wîda” ku bawer in (Zeb. 147:11). Xwedê amin e û me hiz dike, lema jî em gerekê dudilî nebin ku ew wê alî me bike, wekî em tevî xwestinên xweye nerast şer bikin.
14. Çi zebûrbêj dilrihet dikir?
14 Yehowa mera dibêje, wekî wedê çetinaya ew wê kêleka me be û alî me bike. Çaxê zebûrbêj difikirî ku çawa Îsraêlî pê qewata Xwedê vegeriyane Orşelîmê, ewî derheqa Yehowa kilamêda got: “Ew zerzêd dergehêd te dişidîne û nava teda dua zarêd te dike. Ew edilayê dide sînorêd te” (Zeb. 147:13, 14). Belê, zebûrbêj gelek dilrihet bû, çimkî zanibû ku Xwedê wê dergehên şeherê wan qewî ke û xizmetkarên xwe xwey ke!
Çaxê em wedê tengasiya gelek berxwe dikevin, Xebera Xwedê ça dikare alî me bike? (Binihêre abzasa 15-17)
15-17. a) Em cêribandinada cara ça xwe texmîn dikin, lê Yehowa ça bi saya Xebera xwe alî me dike? b) Meselê bînin, ku çawa xebera Xwedê “zû bela dibe”.
15 Wedê çetinaya çaxê hûn berxwe dikevin û nizanin çi bikin, Yehowa dikare serwaxtiyê bide we seva evê çetinayê safî kin. Zebûrbêj got ku Xwedê “emirê Xwe dişîne ser dinê û xebera Wî zû bela dibe”. Ew zebûra xweda gilî dike ku Xwedê berfê dişîne, qişê direşîne, û bûzê dike teyrok. Paşî van giliya ew pirsê dide: “Kî dikare li ber serma Wî teyax ke?” Zebûrbêj caba vê pirsê dide ku Yehowa “xebera xwe dişîne wan dihelîne” (Zeb. 147:15-18). Belê, Xwedêyê herî bîlan û herî zor, kîjan ku hukum dike ser teyrok û berfê, dikare alî we bike her tengasiyada teyax kin.
16 Îro Yehowa bi Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz rêberiyê me dike. “Xebera wî zû bela dibe”, dêmek gava mera alîkarî lazim e, ew derbêra dide me. Besa xeberê, bifikirin ku hûn kareke çiqas mezin distînin çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, edebyetên “xulamê amin û serwaxt” lêkolîn dikin, JW Brodkastîngê dinihêrin, dikevine malpera me jw.org, tevî rûspiya xeber didin û tevî xûşk-bira hevaltiyê dikin (Met. 24:45). Dibeke we xwexa emirê xweda dîtiye ku Yehowa çawa zû û wededa rêberî daye we.
17 Xûşka me Sîmona, qewata Xebera Xwedê ser xwe texmîn kiriye. Ew derheqa xwe nebaş difikirî. Ew dudilî dibû ku ew meriveke baş e kîjan ku Xwedê xweş tê. Gava ev fikirên nerast diketine hişê wê, ewê derbêra Yehowara dua dikir, wekî alî wê bike. Xêncî vê yekê, ewê timê Kitêba Pîroz dixwend û lêkolîn dikir. Ew gilî dike: “Hemû derecada min ser xwe qewata Yehowa texmîn dikir û min rêberiya wî didît”. Ewê yekê alî Sîmonayê kir, wekî dilteng nebe û şabûna xwe unda neke.
18. Çira hûn bawer in ku Xwedê we qebûl dike, û çi meniyên we hene ku pesinê Yehowa bidin?
18 Zebûrbêj zanibû ku Îsraêl cimeta Xwedêye bijartî ye. Hingê tenê wana “xebera” Xwedê û “qanûn û qirarêd” wî distandin. (Bixûne Zebûr 147:19, 20.) Lê îro em keremkirî ne, çimkî ser temamiya erdê navê Xwedê tenê ser me ye. Em Yehowa nas dikin û Xebera wî rêberiyê me dike. Hin jî em dikarin heleqetiya nêzîk tevî wî xwey kin. Belê, mîna nivîskarê Zebûr 147, meniyên we jî gelek hene ku pesinê Yehowa bidin û vê yekêda merivên din jî hêlan kin.