JI ARXÎVÊN ME
Çawa Toximên Padşatiyê Portûgalêda Hate Çandinê
PÊLÊN Atlantîkê gemiyê dixin, kîjan ku diçe Ewropayê. Gemiyêda merivek, navê kîjanî Corc Yang e, difikire derheqa xizmetiya xweye Brazîlyayêda,a ku berên baş anî. Ew rêwîtiya xwe berdewam dike, û îda hiş-aqilê xwe dide ser kifşkirina xweye teze. Ew diçe Îspanyayê û Portûgalê, wan têrîtoriya kîderê hê kesekî xizmet nekiribû. Ewî dixwest usa bike wekî wêderê C. F. Rûtêrford bira gotara bixûne û usa jî wekî 300 000 bûklêt bêne belakirinê.
Corc Yang ser berê gelek rêwîtî dikir seva xizmet ke
Corc Yang bira baharê sala 1925 hate Lîsbonê. Hingê ewî dît ku şeherda cimet tevîhev e, çimkî sala 1910 ji bo rêvolûsiyayê sîstêma monarxî hate kutakirinê û bona vê yekê Dêra Katolîkî qewata xweye mezin unda kir. Rast e cimet îda aza bû, yeke welat tevhev bibû.
Gava ku Yang bira her tişt hazir kir seva Rûtêrford bira gotarê bixûne, dewletê elam kir wekî seva şer hazir bin, çimkî ji hine qewimandina dihate kifşê wekî dixwazin dewletê walgerînin. Sêkrêtarê civakeke Kitêba Pîroz (British and Foreign Bible Society), pêşda gote Yang bira ku wê ese pey wî kevin. Lê Yang bira ji mektebekê (Camões Secondary School) îzin xwest, wekî oda wane gîmnasiyêda civînê derbaz kin, û îzin dane wî.
Ev roja ku Rûtêrford bira gerekê gotar bixwenda, 13 Gulanê bû. Ew rojeke mexsûs bû! Plakat avaya xistibûn û rojnamada elametî hatibû nivîsarê derheqa gotara wî bi navê “Çawa ser Erdê Heta-Hetayê Bijîn”. Lê merivên dêrê jî rojnamekêda gotar nivîsîbûn, wekî xwendevanara pêşda elam kin ku miqabilî “pêxemberên derew” derên. Ber derê oda gîmnasiyê, merivên miqabil jî bi hezara biroşûr bela kirin, kîderê ku dihate gotinê, wekî ew hînkirinên ku Rûtêrford bela dike nerastin.
Lê yeke weke 2 000 meriv hatine odê, û weke haqas jî dîsa hatin lê cî tune bû. Hinek jî hilkişiyane ser pêpelûka ji togê, yên din jî ser hacetên odêda rûniştin.
Lê ne her tişt usa rind derbaz bû. Merivên miqabil dikirine qajînî û kursî dişkênandin. Lê Rûtêrford bira rihet rabû ser texte, seva dengê wî rind bê bihîstinê. Paşê çaxê ewî gotara xwe xilaz kir, îda nêzîkî nîvê şevê bû, 1 200 guhdarvana zêdetir nav û nîşana xwe hîştin, seva edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bistînin. Hema roja din, rojnamêda ya bi navê “O Sêkûlû”, gotar hate nivîsarê derheqa gotara Rûtêrford bira.
Meha Îlonê sala 1925, “Birca Qerewiliyê” ser zimanê Portûgalî hate derxistinê. (Pêşiya vê yekê ser zimanê Portûgalî Brazîlyayêda îda hebû.) Wî wedeyî lêkolînkarê Kitêba Pîroz Vîrjîlo Fêrgûson, xwera nêt danî wekî derbazî Portûgalê be, seva belakirina mizgîniyêda alîkariyê bide. Lê pêşda ewî Brazîlyayêda tevî Yang bira hevkarî dikir fîlîaleke biçûkda ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz. Paşê Vîrjîlo tevî jina xwe Lîzî, çû bal Yang bira. Hatina Fêrgûson rastî jî wededa bû, çimkî Yang bira gerekê zûtirekê biçûya Yektiya Sovyêtê, kîderê ku hatibû kifşkirinê.
Dokûmênta bajarvantiya wedelû, ya Lîzî û Vîrjîlo Fêrgûson, sala 1928
Gava Portûgalêda ji bo tevhevbûna welatda sîstêma dîktatûrê hate sazkirinê, hingê welatda wedekî çetin bû û miqabilîbûn hê qewî bû. Fêrgûson bira bi mêrxasî wêderê ma seva komeke biçûk ya lêkolînkarên Kitêba Pîroz biparêze û bişidîne. Ewî îzin xwest, wekî mala wîda timê civat derbaz bin. Meha Cotmehê sala 1927 îzin hate dayînê.
Wedê sala pêşin ya sîstêma dîktatûrê, weke 450 meriv Portûgalêda xwe dane nivîsarê, wekî “Birca Qerewiliyê” her gav bistînin. Hin jî bi saya belavoka û broşûra, rastî gihîşte Împêriya Portûgalê, dêmek Angola, Azorê, Kap Verdê, Tîmora Rohilatê, Madêyra û Mozambîkê.
Sala 1929-da, merivekî Portûgalî ku baxçevan bû hate Lîsbonê, navê wî usa bû Manûêl da Sîlva Cordao. Çaxê ew Brazîlyayêda bû, gotareke Yang bira bihîst. Ewî derbêra fem kir wekî ew rastî ye, û xwest belakirina mizgîniyêda alîkariyê bide Fêrgûson bira. Bona vê yekê, Manûêl bû belakirê kitêba, îro em dibêjin pêşeng. Edebyet îda bi organîze dihatine neşirkirinê û belakirinê, û ew yek civata Lîsbonê qewî û zêde kir.
Sala 1934-da, Fêrgûson bira tevî jina xwe gerekê vegeriya biçûya Brazîlyayê. Lê Portûgalêda toximên rastiyê îda çandî bûn. Wedê şerê nav Îspanyayêda û Şerê Hemdinyayê II, Portûgalêda birên amin her tişt dikirin seva ruhanîda qewî bimînin. Pêşiya vê yekê, ewana ruhanîda usa qewî bûn mîna alava komirê bûn, lê sala 1947 çaxê mîsyonêr bi navê Con Kûkî hat, yê ku mekteba Gîled xilaz kir, agirê wan dîsa gur bû. Û paşî vê yekê, hejmara mizgînvanên Padşatiyê zêde dibû. Hela hê jî gava dewletê şixulê Şedên Yehowa sala 1962 qedexe kir, yeke hejmara mizgînvana zêde dibû. Meha Kanûna Pêşin sala 1947-da, çaxê Şedên Yehowa bi qanûnî îzin standin bona şixulê xwe, hingê îda welatda 13 000 mizgînvana zêdetir hebûn.
Îro Portûgalêda 50 000 mizgînvana zêdetir, mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela dikin û usa jî çend giravada jî kîderê ser zimanê Portûgalî xeber didin, mesele Azorêda û Madêyrayêda. Nava wan mizgînvanada hene xûşk-birên usa, yên ku ji rikinyata wan meriva nin, kîjan ku sala 1925-da gotara Rûtêrford bihîstibûn.
Em ji Yehowa gelek razî ne û usa jî ji wan xûşk-birên amin, yên ku bi mêrxasî çawa “berdestiyê Mesîh Îsa” rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin (Rom. 15:15, 16). (“Ji Arxîvên Me Portûgalêda”)
a Binihêrin “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Gulanê, sala 2014, ser rûp. 31-32 gotara bi navê “Wêderê hê Zêde Lazim e Şixulê Nandirûnê Bikin”.