Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsêd ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 29 Kanûna Pêşin sala 2014.
1. Nihêrandina me çi cûreyî ye hindava fermana ku di Qanûna Ducarî 14:1-da nivîsar e, derheqa xweherişandinê wedê şîna miriya? [3 Teşrînê , w04 15/9 rûp. 27 abz. 5]
2. Çira padşêd Îsraêlê gerekê ji kitêba Qanûna Xwedê, dîsa xwera kitêbekê ji ber vê binivîsiyana, û temamiya rojêd emirê xwe bixwandana? (Qan. Dcr. 17:18-20) [3 Teşrînê, w02 15/6 rûp. 12 abz. 4]
3. Çira dihate gotinê wekî nehêlin ku “ga û ker bi hevra cotkarîyê” bikin, û çawa Mesîhî diqedînin ev ferman derheqa wê yekê, ku “tevî nebawera” nekevine “binê nîrekî”? (Qan. Dcr. 22:10, PKM) [10 Teşrînê, w03 15/10 rûp. 32]
4. Çira hatibû gotinê wekî “tu kes ne destar”, “ne jî kevirê wêyî binî kefîl gerekê hilneda? (Qan. Dcr. 24:6, PKM) [17 Teşrînê, w04 15/9 rûp. 26 abz. 3]
5. Bi çi dilî Îsraêlî gerekê guhdariya xwe bidana kifşê, û çi me gerekê qulixkirinêda hêlan ke? (Qan. Dcr. 28:47) [24 Teşrînê, w10 15/9 rûp. 8 abz. 4]
6. Di Qanûna Ducarî 30:19, 20-da, kîjan sê dewakirinêd sereke em seva jîyînê divînin? [24 Teşrînê, w10 15/2 rûp. 28 abz. 17]
7. Gelo ji me tê dewakirinê, wekî bi rastiyê jî em gerekê nîvdengî bixûnin hemû giliyêd ku em ji Destpêbûnê heta Eyantî dixûnin? Şirovekin. (Yêşû 1:8) [8 Kanûna Pêşin, w13 15/4 rûp. 7 abz. 4]
8. Kî ye Rêberê eskerê Yahowa, derheqa kîjanî ku di Yêşû 5:14, 15-da tê gotinê, û ça ev serhatî dikare me hêlan ke? [8 Kanûna Pêşin, w04 1/12 rûp. 9 abz. 2]
9. Çi Akan dew da berbi gune, û mesela wîyî xirab çi me hîn dike? (Yêşû 7:20, 21) [15 Kanûna Pêşin, w10 15/4 rûp. 20-21 abz. 2, 5]
10. Roja îroyîn mesela Kaleb çida me hêlan dike? (Yêşû 14:10-13) [29 Kanûna Pêşin, w04 1/12 rûp. 12 abz. 2]