KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Mijdar rûp. 31
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Mijdar rûp. 31
Avayên Neynowayê.

Bajarê Neynowada avayên mezin hebûn

We Zanibû?

Paşî hêna Ûnis çi hate serê bajarê Neynowayê?

QIRNA 7 B.D.M., Asûr împêriya herî mezin ya dinyayê bû. Li gora Bloga Mûzêya Brîtanyayê, Asûr ji Kîprûsê heta Îranê ser gelek welata hukum dikir. Heta demekê, Misir jî bin hukumê vê împêriya qewîda bû. Paytextê Asûrê, Neynowa, dinyayêda bajarê herî mezin bû. Têda heykelên mezin, baxçên bedew, qesirên dewlemend û kitêbxanên mezin hebûn. Nivîsarên ser dîwarên bajarê Neynowayê nîşan dikin, ku ça padşên din yên Asûrê, Aşûrbanîpal Padşa jî xwe ça “padşê dinyayê” nav dikir. Hingê usa dihate kifşê, qey tu kes nikare Asûr û Neynowayê bin dest bike.

Xerîte ku sînorên Împêriya Asûrê nîşan dike ya qirna hefta B.D.M.. Ser vê xerîtê Misir, girava Kîprûsê û Neynowa ye.

Wî çaxî, împêriya Asûrê împêriya herî mezin bû

Lê gava Asûr gihîşt halê herî bilind, Sêfanya pêxember pêxembertî kir ku Yehowa wê Asûrê wêran bike û Neynowayê bike mîna çolê ziha. Usa jî, Nehûm pêxember pêxembertî kir: “Zîvê talan bikin, zêr talan bikin! ... Vala yî, tena yî, wêrane yî! . . . Hemûyên ku li te dinihêrin, wê ji te birevin û wê bêjin: Neynowa wêran bû!” (Sêfanya 2:13; Nehûm 2:9, 10; 3:7) Dibeke kesên ku ev gotin dibihîstin difikirîn: “Ew yek qe dibe? Gelo Asûr wê çawa bê bindestkirin?” Hingê merivara çetin bû vê yekê bawer kirana.

Neynowa wêran ma!

Dîsa jî, xilaziya qirna 7 ya B.D.M., Asûr ji aliyê Babîlonya û Medava hate bindestkirinê. Axiriyêda, Neynowayê wêran bû û hate bîrkirin. Ça edebyeteke mûzêyeke Niyû Yorkê dibêje: “Serdema Navînda, Neynowa îda hatibû terkkirin û bin axêda mabû, û meriva navê vî bajarî tenê ji Kitêba Pîroz zanibû”. Li gora Onlayn Arxîvê ya Civaka Arxêolojiya Kitêba Pîroz, destpêka salên 1800, “tu kes îda nizanibû hela paytexta Asûrê bi rastî hebû yan na”. Lê sala 1845-da, arxêoloj bi navê Aûstîn Hênrî Layard, wêranên bajarê Neynowayê dîtin. Ew kevir-kuçik eşkere dikirin, wekî berê Neynowa bajarekî çiqas mezin û bedew bû.

Pêkhatina pêxembertiyên derheqa Neynowayê, baweriya me zêde dike, wekî gotinên Kitêba Pîroz derheqa serwêrtiyên merivaye îroyîn jî wê ese bêne sêrî (Daniyêl 2:44; Eyantî 19:15, 19-21).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin