KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 76
  • Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Civat ça derbaz dibin?
  • Çira wê baş be tu bêyî civata?
  • Civatên Şedên Yehowa Çida Dikarin Karê Tera Bînin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Ciyê Qulixkirina Me
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Em Çira Gerekê seva Xizmetkirinê Tevayî Top bin?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Meriva Hêlan ke Bêne Civatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Cahila
ijwyp serê 76
Gedekî dinihêre ku ça meriv dikevine Oda Civatê

PIRSÊN CAHILA

Çira Ez Gerekê Herim Civîna li Odên Civatada?

Heftê du cara Şedên Yehowa civatên xwe Odên Civatada derbaz dikin. Lê ça ew civat derbaz dibin? Tu çi kar dikarî bistînî hergê bêyî ser wan civata?

  • Civat ça derbaz dibin?

  • Çira wê baş be tu bêyî civata?

  • Cahilên din çi dibêjin

Civat ça derbaz dibin?

Odên Civatada em têne hînkirinê ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê. Civatada tu dikarî pêbihesî:

  • rastiya derheqa Xwedê

  • çira dinêda haqas kul-derd hene

  • çawa xeyset-hunurên xwe diha baş kî

  • ça hevalên baş xwera bivînî

Çira wê baş be tu bêyî civata?

Wêderê tuyê gelek tiştên kêrhatî pêbihesî. Prînsîpên Kitêba Pîroz ku ser civatên Şedên Yehowa têne şêwirkirinê, wê alî te bikin ‘serwaxtîyê bistînî’ (Met’elok 4:5). Ew yek tê hesabê ku Kitêba Pîroz dikare alî te bike emirê xweda safîkirinên baş bikî. Xêncî vê yekê, tuyê caba wan pirsên ferz bistînî:

  • Gelo nêta jîyînê çi ye?

  • Gelo bona kul-derdên me Xwedê neheq e?

  • Paşî mirinê çi diqewime?

Jêrê navên hine gotara hene, kîjan ku hûn dikarin şemî-leda civatên meda bibihên:

  • Çira Rêberiya Kitêba Pîroz Ferz e?

  • Wedê Qeziya Em Alîkarî ji Kîderê Dikarin Bistînin?

  • Îro Padşatiya Xwedê bona Me Çi Dike?

“Rojekê hevaldersxanekî min hate ser civatê. Ew kêleka malbeta me rûnişt û me jêra edebyet dan. Hine wext şûnda ewî minra got, ku gelek wî xweş hat gava wedê pareke bernameyê meriv caba xwe didan. Ewî usa jî got ku dêra wîda ewana lêkolînên usa nakin” (Brênda).

Te zanibû? Hatina ser civata bêpere ye, û ne jî pere têne topkirinê.

Ser civata tuyê hêlanê bistînî. Kitêba Pîroz dibêje ku Mesîhî gerekê tevayî top bin bona vê yekê jî, ku hêlanê bidine hev û hev bişidînin (Îbranî 10:24, 25). Em dinyake usada dijîn, kîderê meriv tenê dikevine heyra xwe. Lema jî gava em nava wan merivada nin, yên ku qirara Xwedê datînin ser ciyê pêşin û kara meriva digerin, em geş dibin.

“Cara paşî rojeke giran, ez dilteng dibim û qidûm dikevim. Lê gava ez tême Oda Civatê, ez geş dibim û beşera min jî xweş dibe. Çaxê ez vedigerim mal, ez bi qewatê tije dibim û bona roja din jî îda hazir im” (Êlîsa).

Te zanibû? Ser temamiya dinyayê 120 000 zêdetir civatên Şedên Yehowa hene, ku zêdetirî 60 000 Odên Civatada top dibin. Hejmara merivên ku têne civata hertim zêde dibe, û her sal weke 1 500 Odên Civata têne avakirinê.a

Cahilên din çi dibêjin

Cêsîka

“Gava ez mektebêda hîn dibûm, hevaldersxana min çend cara tevî min dihate civatê. Ew ecêbmayî ma ku wêderê ça biçûk usa jî mezin Kitêba Pîroz hîn dibin. Lê wan paşwextiyada, mezinê xebata min hate ser civatê. Ew metal ma ku em timê Kitêba Pîroz didine xebatê. Civata me gelek wî xweş hat. Paşî vê yekê min diha civatên me qîmet kir” (Cêsîka).

Tîmotî

“Ser civata ez problêmên xwe bîr dikim. Li wir em şîretên kêrhatî distînin, yên ku alî me dikin bibin kesên diha baş. Paşî her civîneke di Oda Civatêda ez gelek qewî dibim” (Tîmotî).

Cêykob

“Carekê min mêrikek teglîfî Oda Civatê kir. Paşî civînê ewî got: “Ez bi vê nêtê hatim ser civata we, wekî îzbat kim ku baweriya we nerast e. Lê bi rastî derket ku baweriya min nerast e!” Usa jî ew gelek ecêbmayî ma ku Şedên Yehowa çiqas heyf û hevalhiz in. Ewî got : “Ez cara pêşin hatime vira, lê we usa ez qebûl kirim, tê bêjî ez dostê weye zûdava me!” (Cêykob)

Mêdîson

“Hebû wede gava ez diçûme Oda Civatê, ez difikirîm: ‘Ça civat xilaz be, ezê derbêra herime mal’. Lê wedê civatê ev fikir ji hişê min derdiketin. Paşî civatê min tevî xûşk-bira xeber dida û xwera digot çira ez usa fikirîm. Heger civat nîbûna, minê tu car hevalên usa baş xwera qazanc nekira” (Mêdîson).

a Seva ku pêbihesî civat kîderê têne derbaz kirinê, bikeve ser rûpêla “Civatên Şedên Yehowa” û paşê bitikîne “Bivînin Oda Civatê ku Nêzîkî We ye”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin