KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 2. Tîmotêyos 3
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

2. Tîmotêyos bi Kurtasî

      • Demên zehmet di rojên dawîn de (1-7)

      • Xwe li emsala Pawlos bigire (8-13)

      • ‘Bi dewamî xwe li tiştên ku tu hîn bûyî, bigire’ (14-17)

        • “Temamiya Nivîsarên Pîroz bi îlhama Xwedê hatine nivîsîn” (16)

2. Tîmotêyos 3:1

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2024, r. 6

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 32

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2018, r. 22

2. Tîmotêyos 3:2

Jêrenot

  • *

    Yan “kesên ku xwe mezin dikin”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2018, r. 22, 23-25, 28-29

2. Tîmotêyos 3:3

Jêrenot

  • *

    Yan “Ewê dilsar bin”.

  • *

    Yan “îftiraker bin”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2018, r. 29, 30-31

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    9/2017, r. 3

2. Tîmotêyos 3:4

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2018, r. 22, 28, 30-31

2. Tîmotêyos 3:5

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2018, r. 31

2. Tîmotêyos 3:7

Jêrenot

  • *

    Yan “zanîna rast a li ser rastiyê”.

2. Tîmotêyos 3:10

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2018, r. 14

2. Tîmotêyos 3:11

Jêrenot

  • *

    Bi Yûnanî peyva “Kûrîos” tê maneya “Efendî” yan “Xudan”. Îhtimal heye ku ev ayet behsa Xwedê dike.

2. Tîmotêyos 3:12

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 59

2. Tîmotêyos 3:13

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 50

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2017, r. 10

2. Tîmotêyos 3:14

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2022, r. 17

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    7/2020, r. 9-10

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2017, r. 19-20

2. Tîmotêyos 3:15

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2022, r. 17

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    7/2020, r. 9-10

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2017, r. 19, 20-22

2. Tîmotêyos 3:16

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    2/2023, r. 11

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 1

2. Tîmotêyos 3:17

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “mirovê Xwedê”.

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
2. Tîmotêyos 3:1-17

2. Tîmotêyos

3 Lê vêya bizane ku di rojên dawîn de demên zehmet wê bên. 2 Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesnker*, pozbilind, ewê kufir bikin, guh nedin dê û bavê xwe, nankor bin û nedilsoz bin. 3 Hezkirina wan wê tune be*, ewê nexwazin bi kesên din re li hev werin, ewê buxtanker bin*, xwegirtina wan wê tune be, ewê zordar bin û ji qenciyê nefret bikin. 4 Ewê bibin kesên xayîn, serhişk, qure û li şûna Xwedê ewê hê zêdetir ji kêfê hez bikin. 5 Ewê xwe wek kesên ku ji Xwedê re dilsoz in nîşan bidin, lê kirinên wan wê îsbat bikin ku ew nedilsoz in. Xwe ji kesên wisa dûr bixe. 6 Hin kes ji wan bi hîlebazî dikevin malên jinên hişsivik û dilê wan qezenc dikin. Barê wan jinan ji ber gunehên wan giran e, û ew li pey cure cure xwestekên xwe diçin. 7 Ew jin her tim hîn dibin, lê dîsa jî ew tu caran nagihîjin rastiyê*.

8 Çawa ku Yanês û Yambrês li dijî Mûsa rabûn, ev kesên hanê jî li dijî rastiyê radibin. Hişê mirovên wisa xera bûye, û Xwedê wan qebûl nake, çimkî ew li gor rastiyê najîn. 9 Lê belê, ewê bi pêş ve neçin, çimkî bêaqiliya wan wê wek bêaqiliya van du zilaman ji hemû mirovan re xuya bibe. 10 Lê te xwe li hînkirina min, rabûn û rûniştina min û armanca min girtiye. Wekî din, te bawerî, sebir, hezkirin û tehemula min ji xwe re kiriye emsal. 11 Tu baş dizanî ku ez li Entakya, Konya û Lîstrayê rastî çi zilm û cefayan hatim. Min li hemberî van tengasiyan sebir kir, û Efendiyê me* ez ji wan hemû tiştan xelas kirim. 12 Belê, hemû şagirtên Mesîh Îsa, yên ku dixwazin ji Xwedê re bi dilsozî xizmet bikin, ewê jî rastî zilmê bên. 13 Lê mirovên xerab û xapînok wê hê jî zêdetir xerabiyê bikin. Ewê kesên din bixapînin û bi xwe jî bên xapandin.

14 Lê belê, tu xwe bi dewamî li tiştên ku tu hîn bûyî û tiştên ku tu îqna bûyî ku ew rast in, bigire. Çimkî tu dizanî ku tu ji kê hîn bûyî, 15 û tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî. Ew dikarin hîkmetê bidin te, da ku tu bi saya baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa xelas bibî. 16 Temamiya Nivîsarên Pîroz bi îlhama Xwedê hatine nivîsîn. Ew ji bo hînkirin, tembîhkirin û serrastkirinê û ji bo terbiyekirina li gor rastdariya Xwedê bifeyde ne, 17 da ku xizmetkarê Xwedê* ji bo her karê qenc bi temamî jêhatî û hazir be.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne