Îbranî
10 Qanûn bi xwe ne ev bereket in ku wê bên, lê ew bi tenê siya van bereketan e. Loma Qanûn nikare bi destê eynî qurbanên ku sal bi sal tên dayîn kesên ku nêzîkî Xwedê dibin bêqisûr bike. 2 Eger van qurbanan ew bêqisûr bikirana, ma wê lazim bûya ku ew bi dewamî bihatana dayîn? Çimkî xizmetkarên Xwedê, yên ku carek hatine paqijkirin, wê xwe êdî wek kesên gunehkar nedîta. 3 Lê belê, ev qurban sal bi sal tînin bîra mirovan ku ew gunehkar in. 4 Çimkî xwîna ga û xwîna nêriyan nikare gunehan ji holê rake.
5 Loma, gava Mesîh hat dinyayê wî ji Xwedê re got: “Te qurban û pêşkêş nexwestin, lê te bedenek ji bo min hazir kir. 6 Tu ne ji qurbanên şewitandinê ne jî ji qurbanên ji bo guneh razî bûyî. 7 Hingê min got: ‘Va ye, ya Xwedê! Ez hatim (wek ku di destnivîsê de li ser min nivîsî ye) ku daxwaza te bînim cih.’” 8 Pêşî wî got: “Te qurban, pêşkêş, qurbanên şewitandinê û qurbanên ji bo guneh nexwestin û tu ji van ne razî bûyî.” (Ev qurban li gor Qanûnê tên pêşkêşkirin.) 9 Paşê wî got: “Va ye! Ez hatim ku daxwaza te bînim cih.” Ew ya pêşî* radike, da ku ya diduyan* deyne. 10 Li gor vê “daxwazê” em bi saya qurbana canê Îsa Mesîh carekê ji bo her û her hatine pîrozkirin.
11 Her kahîn roj bi roj li cihê xwe disekine ku xizmeta pîroz pêk bîne. Ew dîsa û dîsa eynî qurbanan pêşkêş dike, yên ku nikarin guneh bi temamî ji holê rakin. 12 Lê Mesîh yek qurban pêşkêş kir, ya ku me her û her ji guneh xelas dike. Piştî vê yekê, ew li milê rastê yê Xwedê rûnişt. 13 Ji wê demê û pê ve ew li bendê ye ku hemû dijminên wî bên xistin bin lingên wî. 14 Çimkî wî kesên pîroz bi qurbanekê ji bo her û her bêqisûr kirin. 15 Wekî din, ruhê pîroz şahidiyê dike û dibêje: 16 “Yehowa dibêje: ‘Piştî wan rojan, peymana ku ezê bi wan re girêdim ev e. Ezê qanûnên xwe bixim dilê wan û li ser hişê wan binivîsim.’” 17 Paşê ew dibêje: “Ezê guneh û şaşiyên wan êdî neynim bîra xwe.” 18 Loma, gava ku guneh tên efûkirin, êdî ne lazim e ku qurban ji bo gunehan bên dayîn.
19 Îcar birano, bi xwîna Îsa em dikarin bê tirs bikevin hundirê cihê pîroz bi rêya 20 ku wî ji me re vekiriye. Ev rêya nû, ya ku wî ji me re vekiriye, di ber perdeyê re derbas dibe û ber bi jiyanê ve dibe. Ev perde bedena wî ye. 21 Wekî din, li ser mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye. 22 Bila em bi dilekî pak û baweriyeke xurt nêzîkî Xwedê bibin. Dil û wijdanê me paqij bûne û bedena me bi ava paqij hatiye şûştin. 23 Bila em bi dewamî behsa hêviya xwe bikin û qayîm bisekinin*, çimkî Xwedayê ku soz daye, dilsoz e. 24 Bila em baş bala xwe bidin hev*, da ku em hevdû dilxurt bikin ku hezkirinê nîşan bidin û qenciyê bikin. 25 Wek ku hin kesan ji xwe re kiriye adet, bila em dev ji civînên xwe bernedin, lê dilê hevdû xurt bikin. Û her ku roja Xwedê* nêzîk dibe, bila em van tiştan hê jî zêdetir bikin.
26 Piştî ku em gihîştine zanîna rast*, eger em bi qesdî guneh dikin, êdî tu qurban ji bo gunehên me tune ye. 27 Lê belê, tirsa me heye ku hukmê Xwedê û xezeba wî, ya ku wek agir dişewite û wê dijminên wî tune bike, bê serê me jî. 28 Kesê ku Qanûna Mûsa diavêt pişt guhê xwe, ew bi şahidiya du yan sê kesan bi awayekî bêrehm dihat kuştin. 29 Îcar hûn çi difikirin? Ma kesê ku Kurê Xwedê bin pê kiriye û qîmeta xwîna peymanê, ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, kêm dibîne ne hêjayî cezayekî girantir e? Wekî din, ma kesê ku ruhê Xwedayê ku qenciya mezin dide, bêhurmet kiriye ne hêjayî cezayekî girantir e? 30 Çimkî em Xwedayê ku wisa gotiye nas dikin: “Heyfhilanîn îşê min e, ezê berdêla xerabiyê bidim.” Û ew wisa jî dibêje: “Yehowa wê hukmê xelkê xwe bide.” 31 Çi qas tiştekî xerab e ku mirov bikeve destê Xwedayê herheyî!
32 Lê belê, wan rojên berê piştî ku hûn hatin ronahîkirin bînin bîra xwe. Wê demê we li hember tengasiyeke mezin û gelek cefayan tehemul kir. 33 Carinan hûn li ber çavên mirovan* dihatin şermezarkirin û tengasî li we dihat kirin. Û carinan jî hûn mil bi mil bi kesên ku rastî van tiştan dihatin re bûn. 34 Hûn bi kesên ku di hebsê de bûn dilşewat bûn. Û gava mal û milkê we ji we dihat standin, we kêfxweşiya xwe winda nedikir, çimkî we dizanibû ku mîraseke çêtir û bêdawî li benda we ye.
35 Loma bi dewamî bi dilekî xurt xeber bidin, û hûnê bi comerdî bên xelatkirin. 36 Gerek hûn tehemul bikin, da ku hûn daxwaza Xwedê bînin cih û tiştên ku wî soz dane bistînin. 37 Çimkî êdî “hinek wext maye”, û “yê ku tê wê bêguman were û dereng nemîne”. 38 “Xizmetkarê minî rast wê bi saya baweriya xwe bijî”, û “eger ew xwe bixe paş, ezê ji wî ne razî bim”. 39 Em ne ji wan kesan in, ên ku xwe dixin paş û helak dibin. Lê em ji wan kesan in, ên ku baweriya wan heye û bi vî awayî canê xwe* xelas dikin.