Li gor Lûqa
17 Hingê wî ji şagirtên xwe re got: “Sebebên ku mirov dixin guneh wê her tim hebin. Lê wey li wî, yê ku dibe sebeb! 2 Li şûna ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî mezin* li stûyê wî bê girêdan û ew bê avêtin nav behrê. 3 Hay ji xwe hebin. Eger birayê te li dijî te guneh bike, gunehê wî ji wî re eşkere bike, û eger ew tobe bike, wî efû bike. 4 Heta eger ew di rojekê de heft caran li dijî te guneh bike û heft caran vegere ba te û bibêje, ‘Ez tobe dikim’, gerek tu wî efû bikî.”
5 Şandiyan ji Efendiyê me re got: “Baweriya me zêde bike.” 6 Hingê Efendiyê me got: “Eger baweriya we wek toximekî xerdelê jî biçûk bibûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota, ‘Ji kokê ve rabe û xwe di behrê de biçikîne!’, û wêyê guhdariya we bikira.
7 Eger xulamekî we, yê ku cotkariyê yan şivantiyê dike, hebe, û ew ji nav zeviyê vegere malê, ma kî ji we wê jê re bibêje, ‘Bi lez were û li ser sifrê rûne’? 8 Ma ewê jê re nebêje ‘Ji bo min şîvê hazir bike, pêşmalê li pişta xwe girêde û xizmeta min bike heta ku ez dixwim û vedixwim, û paşê tu dikarî bixwî û vexwî’? 9 Ma ewê spasdariya xulam bike ji ber ku wî tiştên ku ji wî re hatin emirkirin, anîn cih? 10 Hûn jî, gava hûn hemû tiştên ku ji we re hatine emirkirin, bînin cih, bibêjin: ‘Em xulamên bêkêr in. Me wezîfeya xwe pêk anî.’”
11 Gava Îsa diçû Orşelîmê, ew di nav Sameriya û Celîleyê re derbas dibû. 12 Gava ew diket gundekî, deh kesên ku bi nexweşiya cuzamê* ketibûn, rastî wî hatin, lê ew dûrî wî sekinîn. 13 Û wan bi dengekî bilind got: “Ya Îsa, Mamoste, rehmê li me bike!” 14 Gava wî ew dîtin, wî ji wan re got: “Herin û xwe nîşanî kahînan bidin.” Wexta ku ew hê di rê de bûn, ew qenc* bûn. 15 Yek ji wan, gava wî dît ku ew qenc bûye, vegeriya û bi dengekî bilind pesnê Xwedê da. 16 Wî xwe avêt ber lingên Îsa û spasiya wî kir. Ew yekî Samerî bû. 17 Hingê Îsa got: “Ma ne her deh kes qenc bûn? Ka neh kesên din li ku derê ne? 18 Ji xeynî vî zilamê ji miletekî din, ma tu kes venegeriya, da ku pesnê Xwedê bide?” 19 Piştre wî jê re got: “Rabe û here. Baweriya te tu qenc kirî.”
20 Gava Fêrisiyan ji Îsa pirsî ka Hukimdariya Xwedê wê kengê bê, wî ji wan re got: “Hukimdariya Xwedê wê ne bi awayekî eşkere bê, 21 û ne jî mirov wê bibêjin, ‘Li vir binêrin!’ yan ‘Li wê derê binêrin!’. Çimkî Hukimdariya Xwedê di nav we de ye.”
22 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Roj wê bên ku hûnê bixwazin yek ji rojên Kurê Mirov bibînin, lê hûnê wê rojê nebînin. 23 Û mirov wê ji we re bibêjin, ‘Li wê derê binêrin!’ yan ‘Li vir binêrin!’. Dernekevin û li pey wan neçin. 24 Çimkî çawa ku birûsk ji aliyekî ezmên ve heta aliyê din ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wisa be. 25 Lê pêşî, gerek ew gelek êşê bikişîne û ji aliyê vî neslî* ve bê redkirin. 26 Di rojên Nûh de çawa bû, di rojên Kurê Mirov de jî wê wisa bin: 27 Mirovan dixwar, vedixwar, dizewicîn û mêr dikirin heta roja ku Nûh ket gemiyê, û tofan rabû û hemû helak kirin. 28 Di rojên Lût de jî wisa bû: Mirovan dixwar, vedixwar, dikirîn, difrotin, diçandin û ava dikirin. 29 Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurd barî û hemû helak kirin. 30 Li roja ku Kurê Mirov wê eşkere bibe jî, wê wisa be.
31 Di wê rojê de, yê ku li ser banî be, lê tiştên wî di malê de bin, bila neyê xwarê, da ku wan hilde. Û wisa jî, yê ku li derve li nav zeviyê be, gerek venegere. 32 Jina Lût bînin bîra xwe. 33 Yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe winda dike, ewê wê xelas bike. 34 Ez ji we re dibêjim, wê şevê du kes wê di nav nivînekê de bin, yek wê bê birin, lê yê din wê bê hiştin. 35 Du jin wê bi hev re genim bihêrin, yek wê bê birin, lê ya din wê bê hiştin.” 36 ——* 37 Şagirtan ji wî pirsî: “Li ku derê, ya Efendiyê me?” Wî ji wan re got: “Laş* li ku derê be, qertel* jî wê li wê derê kom bibin.”