Nameya ji Filîpiyan re
1 Ez Pawlos û Tîmotêyos, xulamên Mesîh Îsa, vê nameyê ji hemû pîrozên li Filîpiyê, yên ku şagirtên Mesîh Îsa ne, û ji hemû çavdêr* û alîkarên civatê re dinivîsin:
2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û ji Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!
3 Her tim gava ez we tînim bîra xwe, ez ji Xwedayê xwe re şikir dikim. 4 Û her tim gava ez ji bo we hemûyan hawara xwe digihînim Xwedê, ez vê yekê bi dilxweşî dikim. 5 Çimkî ji roja ku we mizgînî bihîst heta niha hûn destekê didin îşê belavkirina mizgîniyê. 6 Ez bawer im ku Xwedayê ku di nav we de dest bi vî îşê qenc kir wê vî îşî heta roja ku Mesîh Îsa bê bîne cih. 7 Sebebên min ên baş hene ku ez li ser we wisa bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne û bi min re hevparên qenciya mezin a Xwedê ne. Wekî din, we hem di halê minî girtî de hem jî di bidestxistin û parastina heqê qanûnî de ku mizgînî bê belavkirin, destek dida min.
8 Xwedê şahid e ku ez çi qas dixwazim we hemûyan bibînim*. Çawa ku Mesîh Îsa ji we hez dike, ez jî wisa ji we hez dikim. 9 Ez her tim dua dikim ku hezkirina we bi zanîna rast û fehmkirina kûr her ku diçe zêdetir bibe. 10 Ez dua dikim ku hûn bala xwe bidin tiştên hê muhîmtir û heta roja Mesîh bêkêmasî bimînin û nebin sebebê ketina kesên din. 11 Wekî din, ez dua dikim ku hûn bi temamî ji karê qenc*, ê ku Îsa Mesîh di nav me de bi pêş dixe, feydeyê bistînin û bi vê yekê pesn û rûmetê bidin Xwedê.
12 Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin ku tiştên ku hatin serê min bi eslê xwe destek da ku mizgînî hê jî zêdetir bê belavkirin. 13 Çimkî nobedarên Împaratorê Romayê û hemû kesên din jî bihîstiye ku ez ji ber Mesîh hatime girtin. 14 Niha ji ber halê minî girtî, dilê gelek birayên ku ji Efendiyê me re xizmet dikin, xurttir bûye. Û ew hê jî zêdetir bi dilekî xurt û bêtirs li ser xebera Xwedê xeber didin.
15 Rast e, hin kes mizgîniya li ser Mesîh belav dikin ji ber ku ew şerok û çavnebar in. Lê kesên din mizgîniyê bi niyeteke baş belav dikin. 16 Ew ji hezkirinê behsa Mesîh dikin, çimkî ew dizanin ku ez ji bo parastina mizgîniyê hatime tayînkirin. 17 Lê kesên ku min pêşî behsa wan kir, ew mizgîniyê bi niyeteke xerab belav dikin. Di vî halê minî girtî de, ew dixwazin tengasiyên min zêde bikin. 18 Gelo netîce bû çi? Niyet baş be yan xerab be jî, xebera li ser Mesîh bi her awayî tê belavkirin. Ez bi vê yekê kêfxweş im û ezê bi dewamî kêfxweş bim jî. 19 Çimkî ez dizanim ku bi dua û hawarên we û bi alîkariya ruhê Îsa Mesîh, ezê xelas bibim. 20 Ez bawer im û hêviya min heye ku ez di tu tiştî de şerm nekim. Lê ji ber ku ez bê tirs xeber didim, ez wek her gav Mesîh birûmet dikim. Ez sax bim yan ez bimirim jî, ezê wî birûmet bikim.
21 Eger ez bijîm ez ji bo Mesîh dijîm, û eger ez bimirim ew ji bo xêra min e. 22 Eger jiyana min di vê bedenê de dewam bike, xizmeta min dikare zêdetir ber bide. Lê belê, ez eşkere nakim ku minê çi hilbijarta. 23 Ez di nav van her du tiştan de mame. Helbet ez dixwazim ji vê bedenê azad bibim ku bi Mesîh re bim, çimkî ev yek hê çêtir e. 24 Lê belê, ev ji bo xêra we ye ku ez di vê bedenê de sax bimînim. 25 Ez bi vê yekê bawer im û dizanim ku ezê bi we hemûyan re bimînim, da ku hûn di xizmeta Xwedê de bi pêş ve herin û di baweriya xwe de dilxweş bin. 26 Û gava ez dîsa bêm ba we, dilxweşiya we wê zêdetir bibe, çimkî hûn şagirtên Mesîh in.
27 Bila rabûn û rûniştina we hêjayî mizgîniya li ser Mesîh be. Hingê, ez bêm yan neyêm jî, ezê tiştên qenc li ser we bibihîzim û bizanim ku hûn qewî sekinî ne, armanca we yek e û hûn mil bi mil bi hev re îş dikin ku baweriya bi mizgîniyê bi pêş bixin. 28 Tu car ji dijminên xwe netirsin. Ev yek ku hûn natirsin îsbat e ku ewê helak bibin û hûnê xelas bibin. Ev îsbat ji Xwedê tê. 29 Çimkî we ev îmtiyaz standiye ku hûn ne bi tenê baweriya xwe bi Mesîh bînin, lê ji ber wî cefayê jî bikişînin. 30 Hûn eynî tengasiyên ku hatin serê min dikişînin. Û wek ku hûn niha dibihîzin, ez heta niha jî van tengasiyan dikişînim.