2. Petrûs
1 Ez Şîmûn Petrûs, xulam û şandiyê Îsa Mesîh, vê nameyê ji kesên ku bi saya rastdariya Xwedayê me û Xelaskarê me Îsa Mesîh wek me bûne xwediyê eynî baweriya biqîmet re dinivîsim:
2 Ez dua dikim ku Xwedê we bi destê zanîna rast a li ser wî û Efendiyê me Îsa bi comerdî bibereket bike û alî we bike ku aştî li ba we hebe. 3 Çimkî qudreta Xwedê bi destê zanîna rast a li ser yê ku ji ber rûmet û qenciya xwe gazî me kiriye her tiştê ku ji bo jiyan û ji bo vê yekê ku em ji Xwedê re dilsoz bin lazim e wek hediye daye me. 4 Xwedê li gor rûmet û qenciya xwe sozên biqîmet û bêemsal wek hediye dane me, da ku em bibin hevparên sifetên wî û wek wî bibin ruh. Wî ev yek kir ji ber ku em ji bêexlaqiya vê dinyayê, ya ku ji xwestekên xerab tê, dûr ketine.
5 Ji ber vê yekê, çi ji destê we tê bikin ku baweriya we hebe û hûn tiştên baş û biexlaq bikin. Çi ji destê we tê bikin ku zanîna we hebe 6 û xwegirtin li ba we hebe. Çi ji destê we tê bikin ku hûn tehemul bikin û ji Xwedê re dilsoz bin. 7 Çi ji destê we tê bikin ku hûn ji hemû birayan û ji her kesî hez bikin. 8 Çimkî eger hûn xwediyê van sifetan bin û ew di nav we de zêde bibin, hûnê li gor zanîna rast a li ser Efendiyê me Îsa Mesîh hereket bikin û bê ber nemînin.
9 Lê kesê ku ev sifet li ba wî tune ne, ew kor e, çimkî ew çavê xwe digire ku ronahiyê nebîne*. Û ew ji bîr dike ku gunehên wî yên berê hatine efûkirin. 10 Loma birano, çi ji destê we tê bikin ku hûn vê îmtiyaza xwe ku hûn hatine gazîkirin û hilbijartin ji dest nedin. Eger hûn van tiştan her tim bikin, hûnê tu caran ji rê dernekevin. 11 Erê, hûnê têr û tije bereketan bistînin û bikevin Hukimdariya herheyî ya Efendî û Xelaskarê me Îsa Mesîh.
12 Ji ber vê yekê, her çi qas hûn van tiştan dizanin û di hîndariyên rast de qewî ne jî, ez her tim dixwazim van tiştan bînim bîra we. 13 Heta ku ez di vê bedenê de* bim, ez vê yekê wek mesûliyeta xwe dibînim ku van tiştan bînim bîra we. 14 Çimkî çawa ku Efendiyê me Îsa Mesîh ji min re eşkere kiriye, ez dizanim ku ezê bi tenê wexteke kin di vê bedenê de* bimînim. 15 Ezê her tim çi ji destê min tê bikim ku hûn piştî mirina min* bikarin van hemû tiştan bînin bîra xwe.
16 Gava me ji we re behsa qudret û hazirbûna Efendiyê me Îsa Mesîh kir, gotinên me ne li ser esasê çîrokên mirovan bûn, lê li ser esasê vê yekê bûn ku me mezinahiya wî bi çavê xwe dît. 17 Wî ji Bavê me Xwedê hurmet û rûmet stand, gava Xwedayê rûmetê ji wî re wisa got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me.” 18 Erê, gava em bi wî re li ser çiyayê pîroz bûn, me ev gotin ji ezmên bihîstin.
19 Loma em hê zêdetir baweriya xwe bi vê yekê tînin ku hemû tiştên ku Xwedê gotine wê bên cih. Baş bala xwe bidin van hemû tiştan. Bila ev gotin di dilê we de bibin wek çirayê ku li cihekî tarî şewq dide. Heta ku sibeh zelal dibe û stêra sibehê derdikeve vê yekê bikin. 20 Hûn dizanin ku tu pêxembertiya Nivîsarên Pîroz ji nêrîna şexsî ya mirovan nayê. 21 Çimkî pêxembertî tu caran ji aliyê mirovan ve nehatine, lê ruhê pîroz rêberiya mirovan dikir, da ku ew gotinên Xwedê bibêjin.