Li gor Yûhena
11 Zilamekî bi navê Lazar nexweş ketibû. Ew ji Beytanyayê, gundê Meryem û xwişka wê Martayê bû. 2 Lazarê nexweş birayê vê Meryemê bû, ya ku rûnê bêhnxweş li ser lingên Efendiyê me rijandin û bi porê xwe ziwa kiribûn. 3 Xwişkên wî ji Îsa re xeber şand û got: “Efendiyê me, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.” 4 Lê gava Îsa ev yek bihîst, wî got: “Dawiya vê nexweşiyê ne mirin e, lê ev e ku Xwedê û Kurê Xwedê bên birûmetkirin.”
5 Îsa ji Martayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. 6 Lê gava wî bihîst ku Lazar nexweş e, ew dîsa jî du rojên din li cihê ku ew lê bû, ma. 7 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Werin, em dîsa herin Cihûstanê.” 8 Şagirtan ji wî re got: “Mamoste, berî çendek xelkê Cihûstanê dixwest te bidin ber keviran, û niha tu dixwazî dîsa herî wê derê?” 9 Îsa cewab da: “Ma ronahiya rojê ne 12 saet e? Eger kesek bi roj bigere, ew naterpile, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne. 10 Lê eger kesek bi şev bigere, ew diterpile, çimkî ronahî di wî de tune ye.”
11 Piştî van gotinan, wî got: “Dostê me Lazar bi xew re çûye, lê ez diçim ba wî ku wî hişyar bikim.” 12 Şagirtan jê re got: “Efendiyê me, eger ew bi xew re çûye, ewê qenc bibe.” 13 Îsa behsa mirina wî dikir, lê ew difikirîn ku ew behsa razanê dike. 14 Hingê Îsa bi zelalî ji wan re got: “Lazar miriye, 15 û ez ji bo we kêfxweş im ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. Lê niha werin em herin ba wî.” 16 Hingê Tomas, ê ku jê re “Cêwî” digotin, ji şagirtên din re got: “Werin em jî herin û bi wî re bimirin.”
17 Gava Îsa gihîşt wê derê, ew pê hesiya ku Lazar êdî çar roj di mezel de bû. 18 Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû, weke 3 kîlometre* jê dûr bû. 19 Gelek Cihû hatibûn ba Marta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên. 20 Gava Martayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî, lê Meryem li malê ma. 21 Martayê ji Îsa re got: “Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. 22 Lê ez niha jî dizanim, tu ji Xwedê çi bixwazî, Xwedê wê bide te.” 23 Îsa ji wê re got: “Birayê te wê ji mirinê rabe.” 24 Martayê ji wî re got: “Ez dizanim ku li roja dawîn, di dema rabûna miriyan de ewê ji mirinê rabe.” 25 Îsa ji wê re got: “Rabûna miriyan û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min tîne, eger ew bimire jî, ewê vegere jiyanê. 26 Û her kesê ku dijî û bi min bawer dike, ewê qet nemire. Tu bi vê yekê bawer dikî?” 27 Wê got: “Erê Efendiyê min, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê, yê ku wê bihata dinyayê.” 28 Piştî van gotinan, ew çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizîka jê re got: “Mamoste li vir e û ew gazî te dike.” 29 Gava wê ev yek bihîst, ew zû rabû û çû ba wî.
30 Îsa hê neketibû gund, lê ew li cihê ku Marta hat pêşiya wî mabû. 31 Gava Cihûyên ku li malê bi Meryemê re bûn û di ber dilê wê dihatin, ditîn ku ew zû rabû û derket derve, ew li pey wê çûn, çimkî ew difikirîn ku ewê here ser mezel û li wê derê bigirî. 32 Gava Meryem hat cihê ku Îsa lê bû û ew dît, wê xwe avêt ber lingên wî û got: “Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.” 33 Gava Îsa dît ku ew û Cihûyên ku bi wê re hatibûn digirîn, ew pir dilteng û xemgîn bû. 34 Wî pirsî: “We ew danî ku derê?” Wan cewab da: “Efendiyê me, were û bibîne.” 35 Çavên Îsa bi hêstiran tije bûn. 36 Hingê Cihûyan got: “Binêrin, wî çi qas jê hez dikir!” 37 Lê hin ji wan got: “Ma ev zilamê ku çavên koran vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev kes nemire?”
38 Îsa dîsa ji kûrahiya dil ve naliya û çû ser mezel. Ev mezel şikeftek bû û kevirek li ber deriyê wê bû. 39 Îsa got: “Kevir rakin.” Lê xwişka yê mirî, Marta, ji wî re got: “Efendiyê min, êdî çar roj e ku ew miriye, û bêhn ketiye wî.” 40 Îsa jê re got: “Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî tuyê rûmeta Xwedê bibînî?” 41 Hingê wan kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi ezmên ve hilda û got: “Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. 42 Ez dizanim ku tu min her tim dibihîzî, lê min ev yek ji ber mirovên ku li vir in got, da ku ew bawer bikin ku te ez şandime.” 43 Piştî van gotinan, wî bi dengekî bilind got: “Lazar, derkeve derve!” 44 Zilamê mirî, yê ku dest û lingên wî bi kitan pêçayî bûn, û ser û çavê wî bi destmalekê girtî bû, derket derve. Îsa ji xelkê re got: “Wî vekin, da ku ew here.”
45 Wê demê gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn. 46 Lê hin ji wan çûn ba Fêrisiyan û hemû tiştên ku Îsa kirine ji wan re gotin. 47 Hingê serokên kahînan û Fêrisiyan Mehkemeya Bilind a Cihûyan li hev top kir û got: “Em çi bikin? Ev zilam gelek mucîzeyan çêdike. 48 Eger em tiştekî nekin, hemû kes wê baweriya xwe bi wî bînin. Û Romayî jî wê bên, û ewê hem cihê me*, hem jî miletê me ji me bistînin.” 49 Lê yek ji wan bi navê Kayafas, ê ku wê salê kahînê mezin bû, ji wan re got: “Hûn qet tiştekî jî fehm nakin. 50 Ma nagihîje hişê we ku ji bo we baştir e, eger yek mirov ji bo xatirê xelkê bimire, li şûna ku temamiya xelkê helak bibe?” 51 Wî ev ji ber xwe negot. Lê ji ber ku ew wê salê kahînê mezin bû, Xwedê ew bi kar anî, da ku ew bibêje ku Îsa wê ji bo xelkê bimire, 52 û ne bi tenê ji bo xelkê, lê da ku zarokên Xwedê yên belavbûyî li hev top bike û bike yek. 53 Ji vê rojê û pê ve, ew li rêyekê digeriyan ku wî bikujin.
54 Ji ber vê yekê, Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya, lê ew ji wê derê derket û çû bajarekî bi navê Efraîm a ku li herêma nêzîkî çolê bû, û bi şagirtên xwe re li wê derê ma. 55 Hingê Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû, û gelek mirov ji gundan ji bo ku xwe berî cejnê li gor adetê paqij bikin, hilkişiyan Orşelîmê. 56 Mirov li Îsa digeriyan, û gava ew li îbadetgehê sekinî bûn, wan ji hevdû re digot: “Hûn çi difikirin? Gelo ewê qet neyê cejnê?” 57 Lê serokên kahînan û Fêrisiyan emir dabû ku eger kesek bizane ku Îsa li ku derê ye, gerek ew xeberê bide wan, da ku ew bikarin wî bigirin.