Nameya Aqûb
1 Ez Aqûb, xulamê Xwedê û xulamê Efendiyê me Îsa Mesîh, silavan li 12 eşîrên ku li her derê belav bûne dikim!
2 Birayên min ên delal, gava hûn rastî gelek zehmetiyan tên, vê yekê wek kêfxweşiyeke mezin bibînin. 3 Çimkî hûn dizanin ku gava baweriya we bi vî awayî tê ceribandin, hûn hîn dibin ku tehemul bikin. 4 Û eger hûn bi dewamî tehemul bikin, hûnê xwe baş perwerde bikin, da ku hûn kamil bin, di her warî de gihîştî bin û tu kêmasiyên we tune bin.
5 Eger hîkmeta yekî ji we kêm be, bila bi dewamî ji Xwedê bixwaze, û ji wî re wê bê dayîn. Çimkî Xwedê ji her kesî re bi comerdî dide, û ewê ji kesên ku ji wî dixwazin aciz nebe. 6 Lê bila ev kes bi bawerî bixwaze û qet dudilî nebe. Çimkî kesê ku dudilî ye wek pêla behrê* ye, ya ku ba lê dixe û vir de wê de dibe. 7 Bila kesekî wisa nefikire ku ewê ji Yehowa tiştekî bistîne. 8 Ew mirovekî dudilî ye, û rêyên wî her tim tên guhertin.
9 Bila birayê belengaz kêfxweş be, çimkî Xwedê wî bilind dike. 10 Û bila birayê dewlemend kêfxweş be ku Xwedê ew hîn kir ku ew dilnizm be. Çimkî yê dewlemend wê wek kulîlkeke deştê hişk bibe û tune bibe. 11 Gava roj hiltê û bi germiya xwe nebatê hişk dike, kulîlk diçilmise û bedewiya nebatê namîne. Bi eynî awayî, yê dewlemend jî wê dema ku ew dikeve pey mal û milk tune bibe.
12 Çi qas dilxweş e mirovê ku li hemberî ceribandinê tehemul dike. Çimkî eger Xwedê ji wî razî be, ewê xelata jiyanê* bistîne. Yehowa soz daye ku ewê vê xelatê bide kesên ku her tim ji wî hez dikin. 13 Gava kesek tê ceribandin, bila ew nebêje: “Xwedê min diceribîne.” Çimkî Xwedê tu kesî bi tiştên xerab naceribîne, û tu kes nikare Xwedê bi tiştên xerab biceribîne. 14 Lê her kes bi vê yekê ku ew ji aliyê xwesteka xwe ve tê kişandin û xapandin, tê ceribandin. 15 Gava xwestek pir xurt dibe, mirov guneh dike, û guneh jî ber bi mirinê ve dibe.
16 Birayên min ên delal, neyên xapandin. 17 Her dayîna qenc û her hediyeya kamil ji ezmên tê. Ev tişt ji Bavê me tên, ê ku roj, heyv û stêr çêkirine, û ew ne wek siyê ye, ya ku diguhere. 18 Wî li gor daxwaza xwe bi destê peyva rastiyê jiyan daye me, da ku em ji nav kesên ku wî xuliqandine* bibin kesên pêşîn, ên ku wî hilbijartine.
19 Birayên min ên delal, vêya ji bîr nekin: Bila her kes hazir be ku guh bide. Berî ku ew xeber bide, bila ew baş bifikire û zû hêrs nekeve. 20 Çimkî mirovê ku hêrs dikeve li gor rastdariya Xwedê hereket nake. 21 Loma her tiştê pîs û her xerabiyê* ji dilê xwe derxînin. Bi dilnizmî îznê bidin Xwedê ku ew peyvên xwe, yên ku dikarin we xelas bikin, di dilê we de biçîne.
22 Ne tenê guh bidin peyva Xwedê, lê li gor wê hereket bikin jî. Xwe bi fikrên şaş nexapînin û nefikirin ku bes e ku hûn tenê guh bidin peyva Xwedê. 23 Eger kesek guh dide peyva Xwedê û li gor wê hereket nake, ew dişibe kesekî ku di neynikê de li rûyê xwe dinêre. 24 Belê, ew li xwe dinêre, lê paşê diçe û di cih de ji bîr dike ku şeklê wî çawa ye. 25 Kesê ku li qanûna Xwedê*, ya ku azadiyê tîne, baş dinêre û wê pêk tîne, ne kesekî wisa ye ku guh dide û ji bîr dike. Lê ew kesekî wisa ye ku li gor qanûna Xwedê hereket dike, û ji ber ku ew wisa dike ewê dilxweş be.
26 Eger kesek difikire ku ew bi awayekî rast ji Xwedê re îbadetê dike*, lê nikare zimanê xwe bigire, ew dilê xwe dixapîne, û îbadeta wî pûç e. 27 Di çavê Bavê me Xwedê de îbadeta pak* û bêleke wisa ye: Gerek mirov di tengasiyên sêwî û jinebiyan de li wan xwedî derkeve. Wekî din, gerek ew xwe ji rêyên pîs ên vê dinyayê dûr bigire.