Li gor Yûhena
5 Piştî vê yekê, cejneke Cihûyan hebû, û Îsa hilkişiya Orşelîmê. 2 Li Orşelîmê li ber Dergehê Miyê, hewzeke ku navê wê bi Îbranî Beytzata bû, hebû. Li dora hewzê rêyên bi stûnan hebûn. 3 Li wê derê gelek kesên nexweş, kor, seqet û felcbûyî* hebûn. 4 —— * 5 Û li vê derê zilamek jî hebû, yê ku 38 sal nexweş bû. 6 Îsa ev zilam raketî dît, û ji ber ku wî dizanibû ku ew êdî ji demeke dirêj ve nexweş e, wî jê pirsî: “Tu dixwazî qenc bibî?” 7 Zilamê nexweş ji wî re got: “Ezbenî, gava av diçeliqe, kesekî min tune ye ku min bixe hewzê. Û heta ku ez bigihîjim avê, kesekî din li pêşiya min dikeve wê.” 8 Îsa ji wî re got: “Rabe, doşeka xwe rake û bimeşe.” 9 Di cih de zilam qenc bû, doşeka xwe rakir û meşiya.
Ev yek di roja Sebtê* de çêbû. 10 Loma Cihûyan ji zilamê ku qenc bûbû re got: “Îro roja Sebtê ye. Îzin tune ye ku tu doşeka xwe rakî.” 11 Lê wî ji wan re got: “Zilamê ku ez qenc kirim ji min re got: ‘Doşeka xwe rake û bimeşe.’” 12 Wan jî pirsî: “Ev zilam kî ye ku ji te re got: ‘Doşeka xwe rake û bimeşe’?” 13 Lê zilamê ku qenc bûbû nizanibû ku ew kî ye, çimkî Îsa di nav xelkê de winda bûbû.
14 Paşê Îsa ew zilam di îbadetgehê de dît û jê re got: “Binêre, tu qenc bûyî. Êdî guneh neke, da ku tiştekî xerabtir neyê serê te.” 15 Zilam çû û ji Cihûyan re got ku yê ku ew qenc kiriye Îsa bû. 16 Loma Cihûyan zilm li Îsa dikir, çimkî wî ev tişt di roja Sebtê* de dikirin. 17 Lê Îsa ji wan re got: “Bavê min heta niha dixebite û ez jî dixebitim.” 18 Ji ber vê sebebê Cihûyan hê bêtir dixwest wî bikujin, çimkî li gor wan, wî ne bi tenê qanûna roja Sebtê xera dikir, lê xwe wek Xwedê hesab dikir, çimkî wî Xwedê wek Bavê xwe bi nav kir.
19 Loma Îsa ji wan re got: “Bi rastî, Kur bi xwe nikare tiştekî bike, bi tenê tiştên ku ew dibîne ku Bav dike, ew jî dike. Her tiştê ku Bav dike, Kur jî bi eynî awayî dike. 20 Çimkî Bav ji Kur hez dike, û her tiştê ku ew dike, nîşanî wî dide. Û ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide ku hûnê ecêbmayî bimînin. 21 Çawa ku Bav miriyan ji mirinê radike, Kur jî wê kesên ku ew dixwaze ji mirinê rake. 22 Bav tu kesî hukim nake, lê wî ev yek bi temamî daye destê Kur ku ew hukim bike, 23 da ku hemû kes hurmetê bidin Kur, çawa ku ew hurmetê didin Bav. Kesê ku hurmetê nade Kur, ew hurmetê nade Bavê ku ew şandiye jî. 24 Bi rastî, kesê ku guh dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, ewê jiyana herheyî bistîne û neyê mehkûmkirin. Ewê ji mirinê derbasî jiyanê bibe.
25 Bi rastî wext tê, û êdî hatiye ku yên mirî wê dengê Kurê Xwedê bibihîzin, û kesên ku guh didin, wê bijîn. 26 Qudreta Bav heye ku jiyanê bide, û wî qudret daye Kur ku ew jî jiyanê bide. 27 Bav qudret daye destê Kur ku ew hukim bike, çimkî ew Kurê Mirov e. 28 Bi vê yekê şaş nemînin, çimkî wext tê ku hemû kesên di mezelan de wê dengê wî bibihîzin, 29 û derkevin. Kesên ku qencî kiribûn wê bên rakirin ku bijîn, û kesên ku xerabî kiribûn wê bên rakirin ku bên hukimkirin. 30 Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim. Bav ji min re çi dibêje*, ez mirovan li gor vê yekê hukim dikim. Û hukmê min adil e, çimkî ez ne li gor daxwaza xwe, lê li gor daxwaza yê ku ez şandime dikim.
31 Eger ez bi xwe li ser xwe şahidiyê bikim, şahidiya min nerast e. 32 Kesekî din heye ku li ser min şahidiyê dike, û ez dizanim ku şahidiya wî rast e. 33 We mirov şandin ba Yehya*, û şahidiya wî li ser min rast bû. 34 Ez ne hewceyî şahidiya mirovan im, lê ez van tiştan dibêjim, da ku hûn xelas bibin. 35 Yehya* mîna çirayeke vêxistî û şewqdar bû, û ji bo demeke kin hûn hazir bûn ku bi ronahiya wî dilşad bibin. 36 Lê şahidiya ku ez dikim ji şahidiya Yehya* mezintir e. Çimkî karên ku Bavê min dane min ku ez wan pêk bînim, şahidiyê dikin ku Bav ez şandime. 37 Û Bavê ku ez şandime, bi xwe li ser min şahidî kiriye. Lê we tu caran ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye, 38 û gotinên wî di dilê we de namînin, çimkî hûn baweriya xwe bi yê ku wî şandiye naynin.
39 Hûn Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikin, çimkî hûn difikirin ku hûnê bi vê yekê jiyana herheyî bistînin, û bi xwe ev Nivîsar li ser min şahidiyê dikin. 40 Lê dîsa jî hûn naxwazin werin ba min ku jiyanê bistînin. 41 Ez rûmetê ji mirovan qebûl nakim, 42 lê ez baş dizanim ku hezkirina Xwedê di dilê we de tune ye. 43 Ez bi navê Bavê xwe hatim, lê hûn min qebûl nakin. Lê eger yekî din bi navê xwe bihata, weyê ew qebûl bikira. 44 Eger hûn rûmetê didin hevdû û li rûmeta ku ji Xwedayê yekane tê nagerin, hûnê çawa bi min bawer bikin? 45 Nefikirin ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim. Yê ku we sûcdar dike Mûsa ye ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye. 46 Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî di heqê min de nivîsî. 47 Lê eger hûn bi nivîsarên wî bawer nakin, hûnê çawa bi gotinên min bawer bikin?”