Li gor Meta
5 Gava Îsa komeke mezin a mirovan dît, ew hilkişiya çiyê. Piştî ku ew rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî. 2 Wî dest pê kir ku wan hîn bike û got:
3 “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne*, çimkî Padîşahiya ezmanan* ya wan e.
4 Çi qas dilxweş in kesên ku şînê digirin*, çimkî dilê wan wê bê rihetkirin.
5 Çi qas dilxweş in kesên ku dilnizm in, çimkî ewê erdê mîras bistînin.
6 Çi qas dilxweş in kesên ku ji bo rastdariyê tî û birçî ne, çimkî ewê bên têrkirin.
7 Çi qas dilxweş in kesên ku efû dikin, çimkî ewê bên efûkirin.
8 Çi qas dilxweş in kesên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin.
9 Çi qas dilxweş in kesên ku li aştiyê digerin, çimkî ji wan re zarokên Xwedê* wê bê gotin.
10 Çi qas dilxweş in kesên ku zilmê dibînin ji ber ku ew tiştên rast dikin, çimkî Padîşahiya ezmanan* ya wan e.
11 Çi qas dilxweş in hûn gava mirov ji ber min we nizm dikin, zilmê li we dikin û li dijî we bi derewan her cureyê xerabiyê dibêjin. 12 Şa û dilgeş bin, çimkî Xwedê wê xelateke mezin bide we. Bi eynî awayî, mirovan zilm li pêxemberên berê jî dikir.
13 Hûn xwêya erdê ne, lê eger xwê tehma xwe winda bike, ewê çawa dîsa şor bibe? Ji xeynî ku ew bê avêtin û di bin lingên mirovan de bê pelçiqandin, feydeya wê ji bo tu tiştî tune ye.
14 Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarekî ku li serê çiyê ye nayê veşartin. 15 Gava kesek qendîlê vêdixe, ew wê naxe bin zembîlê, lê datîne ser mûmdankê*, da ku ew ronahiyê bide her kesê li malê. 16 Bi eynî awayî, bila ronahiya we li ber mirovan şewq bide, da ku ew kirinên we yên qenc bibînin û rûmetê bidin Bavê we yê li ezmanan.
17 Nefikirin ku ez hatime ku Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku wan ji holê rakim, lê ez hatime ku wan bînim cih. 18 Bi rastî, eger erd û ezman winda bibin jî, herfa herî biçûk yan xêzeke herfeke ji Qanûnê wê winda nebe heta ku her tişt bê cih. 19 Loma, kesê ku yek ji van emrên herî biçûk neyne cih û yên din hîn dike ku ew jî wisa bikin, ew ne layîq e* ku bikeve Hukimdariya Xwedê*. Lê kesê ku wan tîne cih û hîn dike, ew layîq e* ku bikeve Hukimdariya Xwedê. 20 Ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ji ya qanûnzan û Fêrisiyan ne zêdetir be, hûn tu caran nakevin Hukimdariya ezmanan*.
21 We bihîstiye ku ji mirovên berê re hatibû gotin: ‘Nekuje, lê yê ku kesekî bikuje, gerek hesab bide mehkemeyê.’ 22 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dewamî li dijî birayê xwe hêrs bikeve, lazim e ku ew li ber mehkemeyê hesab bide. Û her kesê ku ji birayê xwe re gotinên nefretê bibêje, wê li ber Mehkemeya Bilind bisekine. Û yê ku dibêje ‘Kerê bêaqil!’, Gehenaya* biagir li benda wî ye.
23 Gava tu pêşkêşa* xwe bibî qurbangehê, û li wê derê bê bîra te ku birayê te ji te xeyîdî ye, 24 pêşkêşa xwe li ber qurbangehê bihêle, pêşî here û bi birayê xwe re li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe qurban bike.
25 Gava tu hê di rê de diçî mehkemeyê, bi kesê ku te sûcdar dike re li hev were, da ku ew te nede destê hakim, û hakim jî te nede destê nobedarê mehkemeyê ku ew te bavêje hebsê. 26 Ez bi rastî ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê xwe yê dawîn nedî, tu ji hebsê dernakevî.
27 We bihîstiye ku hatibû gotin: ‘Zinayê neke.’ 28 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi çavekî xerab* li jinikekê binêre, di dilê xwe de jixwe bi wê re zina kiriye. 29 Eger çavê te yê rastê te bixe guneh*, wî derxe û bavêje. Baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bê avêtin Gehenayê*. 30 Û gava destê te yê rastê te bixe guneh*, wî jêke û bavêje. Baştir e ku tu destekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bikeve Gehenayê*.
31 Wekî din, wisa jî hatiye gotin: ‘Her kesê ku jina xwe berde, gerek kaxiza berdanê bide wê.’ 32 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku jina xwe ne ji ber sebebê bêexlaqiya cinsî berde, ew wê dixe xeterê* ku ew zina bike. Û her kesê ku bi jinikeke ku wisa hatiye berdan re bizewice, zinayê dike.
33 We ev jî bihîstiye ku ji bav û kalên we re wisa hatibû gotin: ‘Sonda ku tu nikarî bînî cih, nexwe*, lê sonda ku tu li ber Yehowa dixwî, bîne cih.’ 34 Lê ez ji we re dibêjim: Qet sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne bi erdê, çimkî ew cihê lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Hukimdarê mezin e. 36 Ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî porekî xwe spî yan reş bikî. 37 Bila peyva we ‘Erê’ bê maneya erê, û bila peyva we ‘Na’ bê maneya na, çimkî her tiştê ji vê zêdetir ji Îblîs* tê.
38 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Çav li şûna çav û diran li şûna diran.’ 39 Lê ez ji we re dibêjim: Li hember kesekî xerab ranebe, lê eger kesek sîleyekê li rûyê teyî rastê bixe, yê çepê jî bide ber wî. 40 Û eger kesek te bibe ber mehkemeyê û binkirasê te ji te bixwaze, serkirasê xwe jî bide wî. 41 Û eger yekî ku hukmê wî heye, zorê li te bike ku tu 1 kîlometre* bimeşî, 2 kîlometreyan bi wî re bimeşe. 42 Gava kesek ji te tiştekî bixwaze, bide wî, û gava kesek ji te deyn bixwaze*, destê xwe ji wî re negire.
43 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Ji cîranê xwe hez bike û ji dijminê xwe nefret bike.’ 44 Lê ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin. 45 Bi vî awayî hûn nîşan didin ku hûn zarokên* Bavê xweyî ezmanî ne. Ew rojê* hem li ser kesên xerab, hem jî li ser kesên baş dertîne, û ew baranê li ser kesên rast û nerast dibarîne. 46 Eger hûn tenê ji kesên ku ji we hez dikin, hez bikin, ma çi bereket li benda we ye? Ma bacgir jî wisa nakin? 47 Û eger hûn tenê silavan li hevalên xwe bikin, ma hûn ji kesên din çêtir dikin? Ma mirovên ji miletên din jî wisa nakin? 48 Mîna ku Bavê weyî ezmanî kamil e, gerek hûn jî kamil bin.