Ji Tîtos re
2 Lê belê, tu bi dewamî li gor hîndariya rast* xeber bide. 2 Bila zilamên extiyar di her tiştî de terazdar bin, sergiran bin, aqildar bin*, di baweriyê de xurt bin, tehemul bikin û ji kesên din hez bikin. 3 Bi eynî awayî, bila jinên extiyar di rabûn û rûniştina xwe de hurmetkar bin, ne buxtanker* bin û bi zêdeyî şerabê venexwin*, lê bila ew tiştên qenc hîn bikin. 4 Bi vî awayî, ew dikarin jinên ciwan perwerde bikin ku ew ji zilamê xwe û ji zarokên xwe hez bikin, 5 sergiran bin û ji aliyê exlaq ve paqij bin. Wekî din, bila ew îşê malê bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku tu kes bi xerabî li ser peyva Xwedê xeber nede.
6 Bi eynî awayî, dilê xortan bi dewamî ava bike ku ew aqildar bin, 7 û bi kirinên xwe yên qenc di her tiştî de bibe emsaleke baş. Bi sergiranî tiştên pak hîn bike*. 8 Bila xeberdana te saxlem û bifeyde be, da ku lome lê neyê kirin. Hingê kesên ku li dijî me radibin wê bên şermezarkirin, çimkî ewê nikaribin tiştekî xerab li ser me bibêjin. 9 Bila xulam di her tiştî de bi ya axayên xwe bikin û xîret bikin ku dilê wan razî bikin. Bila ew li dijî gotinên wan ranebin, 10 tu tiştî ji wan nedizin, lê nîşan bidin ku ew bi rastî kesên pêbawer in. Bi vî awayî, ewê hîndariyên Xelaskarê me Xwedê ji her aliyî ve bixemilînin.
11 Çimkî qenciya mezin a Xwedê hatiye eşkerekirin û hemû cure mirovan ber bi xelasiyê ve dibe. 12 Ev qenciya wî me perwerde dike ku em xerabî û xwestekên dinyayê red bikin, di vê dinyayê de bi aqildarî û rastdarî bijîn û di xizmeta Xwedê de dilsoz bimînin. 13 Û em li benda vê yekê ne ku hêviya me ya dilxweş bê cih, û Xwedayê meyî mezin û Xelaskarê me Îsa Mesîh di rûmetê de xuya bibin. 14 Mesîh jiyana xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her cure neheqiyê xelas bike û komeke mirovan paqij bike ku ew bibin yên wî. Ev kom xelkê wî yê xisûsî ye û bi dil û can qenciyê dike.
15 Her tim li ser van tiştan xeber bide, şîretan bide û tembîh bike, û vê yekê li gor mesûliyeta ku ji te re hatiye dayîn, bike. Bila tu kes te kêm nebîne.