Li gor Lûqa
16 Paşê Îsa ji şagirtên xwe re jî got: “Zilamekî dewlemend hebû. Çavdêrê mala wî hat sûcdarkirin ku ew mal û milkê wî xerc dike. 2 Zilamê dewlemend gazî wî kir û got: ‘Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim? Ka hesabê îşê xwe bide, çimkî tu êdî nikarî çavdêriya malê bikî.’ 3 Hingê çavdêr ji xwe re got: ‘Ez çi bikim? Axayê min îşê çavdêriyê ji min distîne. Ji bo îşê kolanê qeweta min têra min nake, û ez şerm dikim ku parsê bikim. 4 Gava ez ji îşê çavdêriyê bêm derxistin, ez dizanim ezê çi bikim, da ku xelk min qebûlî malên xwe bikin.’ 5 Û wî gazî her kesê ku deyndarê axayê wî bû kir. Wî ji yê pêşîn re got: ‘Tu çi qas deyndarê axayê min î?’ 6 Wî got: ‘100 pîvan* zeyt.’ Çavdêr jê re got: ‘Peymana xwe ya nivîsî hilde, rûne û bi lez li ser 50yî binivîse.’ 7 Paşê wî ji yê din re got: ‘Lê tu çi qas deyndar î?’ Wî got: ‘100 pîvanên mezin* genim.’ Çavdêr jê re got: ‘Peymana xwe ya nivîsî hilde û li ser 80î binivîse.’ 8 Û axa pesnê çavdêrê neheq da, çimkî wî bi aqilmendî hereket kir. Ji ber ku mirovên vê dinyayê, di îşên xwe de bi neslê* xwe re, ji xizmetkarên Xwedê biaqiltir hereket dikin.
9 Û ez ji we re dibêjim: Bi destê dewlemendiya neheq a vê dinyayê ji xwe re hevalan çêkin, ji ber ku gava ew dewlemendî nemîne, ew heval wê we li cihên herheyî qebûl bikin. 10 Yê ku di tiştên biçûk de dilsoz e di tiştên mezin de jî dilsoz e, û yê ku di tiştên biçûk de nedilsoz e di tiştên mezin de jî nedilsoz e. 11 Îcar, eger hûn bi dewlemendiya neheq, a vê dinyayê re nedilsoz bin, kî wê rastiyê emanetî we bike? 12 Û eger hûn bi tiştên kesên din nedilsoz bin, kî wê tiştê ku ji bo we hatiye hazirkirin bide we? 13 Tu xizmetkar nikare ji du axayan re xulamtiyê bike. Çimkî ewê yan ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, yan jî ewê ji yekî re dilsoz bimîne û qedrê yê din negire. Hûn nikarin hem xulamên Xwedê hem jî xulamên dewlemendiyê bin.”
14 Fêrisiyên perehez ev yek bihîstin û dest pê kirin ku henekên xwe bi wî bikin. 15 Hingê wî ji wan re got: “Hûn xwe li ber çavê xelkê wek kesên rast derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane. Tiştê ku di nav mirovan de biqîmet e li ber çavê Xwedê pîs e.
16 Heta dema Yehya*, Qanûn û Nivîsarên Pêxemberan hebûn. Ji wê demê û pê ve, Hukimdariya Xwedê wek mizgînî tê belavkirin, û her cureyê mirov xîret dike ku bikeve wê. 17 Ev yek ku erd û ezman winda bibin, ji vê yekê ku xêzeke herfeke ji Qanûnê neyê cih, hêsantir e.
18 Her kesê ku jina xwe berde û bi jineke din re bizewice, zinayê dike. Û her kesê ku bi jineke ku ji mêrê xwe hatiye berdan re bizewice, zinayê dike.
19 Zilamekî dewlemend hebû, yê ku kincên binefşî û kitanî li xwe dikirin, û roj bi roj bi kêf û şahî di dewlemendiyê de dijiya. 20 Û zilamekî belengaz bi navê Lazar dianîn ber deriyê wî. Bedena wî tijî kunêr bû, 21 û wî dixwest xwe bi tiştên ku ji sifra zilamê dewlemend diketin erdê, têr bike. Û kûçik dihatin û kunêrên wî dialastin. 22 Piştî demekê, zilamê belengaz mir. Melekan ew bir cem Birahîm*.
Zilamê dewlemend jî mir û hat defnkirin*. 23 Gava wî di gorê* de ezab dikişand, wî çavê xwe bilind kir û ji dûr ve Birahîm û li kêleka wî* Lazar dît. 24 Hingê wî gazî kir: ‘Ya bavo Birahîm, rehmê li min bike û Lazar bişîne, da ku ew tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike, çimkî ez di nav agirê gur de ezabê dikişînim.’ 25 Lê Birahîm got: ‘Kuro, bîne bîra xwe ku di emrê te de li ba te gelek tiştên baş hebûn, lê li ba Lazar tiştên xerab hebûn. Niha li vir dilê wî tê rihetkirin, lê tu ezabê dikişînî. 26 Ji xeynî vê, di navbera me de newaleke mezin hatiye danîn, da ku kesên ku dixwazin ji vir derbasî cem we bin, nikarin, û kesên ku dixwazin ji wê derê derbasî cem me bin, nikarin.’ 27 Hingê yê dewlemend got: ‘Madem ku wisa ye, bavo, ez ji te rica dikim, wî bişîne mala bavê min. 28 Pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî cihê ezabê.’ 29 Lê Birahîm got: ‘Mûsa û pêxemberên wan hene, bila ew guh bidin wan.’ 30 Hingê wî got: ‘Na, bavo Birahîm, lê eger yek ji nav miriyan here ba wan, ewê tobe bikin.’ 31 Lê Birahîm got: ‘Madem ku ew guh nadin Mûsa û pêxemberan, yek ji nav miriyan rabe jî, ewê îqna nebin.’”