1. Petrûs
2 Loma xwe ji hemû xerabî, hîle, durûtî, çavnebarî û her cure buxtanê* dûr bixin. 2 Çawa ku zarokên nûbûyî şîrê dayika xwe dixwazin, hûn jî daxwaza xwe ji bo şîrê saf ê peyva Xwedê zêde bikin, da ku hûn bibin kesên gihîştî û xelas bibin. 3 Çimkî we tehm kiriye* ku Efendiyê me qenc e.
4 Mirovan kevirê zindî red kir, lê Xwedê ew hilbijart û wî biqîmet dibîne. Gava hûn nêzîkî wî dibin, 5 hûn jî wek kevirên zindî ji bo maleke ruhî tên avakirin. Bi vî awayî, hûn dibin kahînên pîroz, da ku hûn bi destê Îsa Mesîh qurbanên ruhî pêşkêş bikin, ên ku li Xwedê xweş tên. 6 Çimkî di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Va ye, ezê li Siyonê kevirê hilbijartî, yanî kevirê biqîmet û herî muhîm ê bingehê, deynim. Û kesê ku baweriya xwe bi wî tîne wê tu caran xeyalşikestî nebe*.”
7 Ji ber ku hûn bi wî bawer dikin, ev kevir ji bo we biqîmet e. Lê ji bo kesên ku bi wî bawer nakin, ev kevir ne biqîmet e. Di Nivîsarên Pîroz de wisa tê gotin: “Kevirê ku avakaran red kir bûye kevirê sereke*”, 8 û ‘kevirekî ku wê bibe sebebê ketina mirovan, û zinarekî ku wan aciz bike’. Ew kes dikevin, çimkî ew guhdariya peyva Xwedê nakin. Dawiyeke wisa li benda wan e. 9 Lê hûn “xelkekî hilbijartî, kahînên ku wek padîşah xizmet dikin, miletekî pîroz û milkê wî yê xisûsî ne, da ku hûn li her derê behsa sifetên bêemsal ên Xwedê bikin”, ê ku hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya xweşik kirine. 10 Berê hûn ne xelkê Xwedê bûn, lê niha hûn xelkê wî ne. Berê dilovanî li we nedihat kirin, lê niha dilovanî li we tê kirin.
11 Birayên delal, hûn li vê dinyayê wek kesên xerîb û mêvan in. Ez ji we rica dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsê, yên ku li dijî we şer dikin, dûr bigirin. 12 Bila rabûn û rûniştina we di nav miletan de qenc be. Eger ew li dijî we xeber bidin jî û bibêjin ku hûn tiştên xerab dikin, ewê kirinên we yên qenc bibînin, û ewê di roja ku Xwedê diceribîne* de wî birûmet bikin.
13 Ji bo xatirê Efendiyê me, bi ya wan kesan bikin, ên ku li ser we hukimdariyê dikin. Ferq nake ew padîşah be, yê ku di ser we hemûyan re ye, 14 yan jî walî be, yê ku ji aliyê wî ve hatiye şandin, da ku ew kesên ku xerabiyê dikin ceza bike û pesnê kesên ku qenciyê dikin bide. 15 Çimkî Xwedê dixwaze ku hûn bi kirinên qenc devê kesên ku bi nezanî xeber didin û ne maqûl in bigirin. 16 Wek kesên azad bijîn, lê azadiya xwe ji bo xerabiyê bi kar neynin. Lê wek kesên ku ji Xwedê re xizmet dikin bijîn. 17 Hurmetê bidin hemû cure mirovan, ji hemû xwişk û birayan hez bikin, ji Xwedê bitirsin, hurmetê bidin padîşah.
18 Bila xulam qedrê axayên xwe bigirin û bi ya wan bikin. Bila ew hem bi ya axayên qenc û maqûl hem jî bi ya axayên ku bi zehmetî dilê wan tê razîkirin, bikin. 19 Çimkî kesekî ku dixwaze ku wijdanê wî li ber Xwedê paqij be û ji ber vê yekê zehmetiyan tehemul dike û bi neheqî cefayan dikişîne, Xwedê jê razî ye. 20 Eger ji ber ku hûn guneh dikin li we tê xistin û hûn vê yekê tehemul dikin, ma ev ji bo we sebebê serbilindiyê ye? Lê eger ji ber ku hûn qenciyê dikin hûn cefayan tehemul dikin, Xwedê ji we razî ye.
21 Erê, ji ber vê yekê Xwedê hûn hilbijartin, çimkî Mesîh jî ji bo we cefa dikişand û ji we re mînakek hişt, da ku hûn di her tiştî de li pey şopa wî herin. 22 Wî qet guneh nekir, û tu peyveke bi hîle ji devê wî derneket. 23 Gava mirovan heqaret li wî dikir, wî heqaret li wan nekir. Gava wî cefa dikişand, wî kesên ku cefa li wî dikir, tehdîd nekirin, lê wî xwe dispart destê yê ku bi edalet hukim dide. 24 Gava Mesîh li ser dar hat bizmarkirin*, wî bi bedena xwe gunehên me hilgirtin, da ku em ji gunehan xelas bibin û ji bo rastdariyê bijîn. Û “hûn bi birînên wî hatin qenckirin”. 25 Çimkî hûn wek miyên windabûyî bûn, lê niha hûn vegeriyan ba şivan û çavdêrê canê xwe*.