KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Karên Şandiyan 8
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

Karên Şandiyan bi Kurtasî

      • Saûl zilmê li şagirtan dike (1-3)

      • Filîpos li Sameriyayê xizmeteke baş dike (4-13)

      • Petrûs û Yûhena tên şandin Sameriyayê (14-17)

      • Şîmûn dixwaze ruhê pîroz bikire (18-25)

      • Memûrê Etyopyayî (26-40)

Karên Şandiyan 8:1

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2020, r. 18

Karên Şandiyan 8:2

Jêrenot

  • *

    Yan “veşartin; bin ax kirin”.

Karên Şandiyan 8:3

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 8:4

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 8:5

Jêrenot

  • *

    Yan belkî “yek ji bajarên Sameriyê”.

Karên Şandiyan 8:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 8:7

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “ruhên nepak”.

  • *

    Yan “şel û şeht”.

Karên Şandiyan 8:12

Jêrenot

  • *

    Yan “imadkirin; binavkirin”.

Karên Şandiyan 8:14

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 54

Karên Şandiyan 8:25

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 54

Karên Şandiyan 8:27

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “xadim”.

  • *

    Yan “qralîçe”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2024, r. 19

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2023, r. 8-9

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2020, r. 2

Karên Şandiyan 8:28

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2024, r. 19

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2023, r. 8-9

Karên Şandiyan 8:30

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2024, r. 19

    Ji Mirovan Hez Bikin, ders 2

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 1

Karên Şandiyan 8:31

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    1/2024, r. 19

    Ji Mirovan Hez Bikin, ders 2

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 1

Karên Şandiyan 8:34

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “Xadim”.

Karên Şandiyan 8:36

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “xadim”.

  • *

    Yan “imad bibim; bin av bibim”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    3/2023, r. 8-9

Karên Şandiyan 8:37

Jêrenot

  • *

    Ayeta 37an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Karên Şandiyan 8:38

Jêrenot

  • *

    Yan “imad kir; bin av kir”.

Karên Şandiyan 8:39

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “Xadim”.

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
  • 36
  • 37
  • 38
  • 39
  • 40
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Karên Şandiyan 8:1-40

Karên Şandiyan

8 Saûl bi kuştina Steyfan razî bû.

Wê rojê li hemberî civata Orşelîmê zilmeke mezin dest pê kir. Ji xeynî şandiyan, hemû kes li herêmên Cihûstan û Sameriyayê belav bûn. 2 Zilamên ku ji Xwedê ditirsiyan Steyfan defn kir* û şîneke mezin li ser wî girtin. 3 Lê Saûl bi xezebeke mezin li dijî civatê rabû. Ew ji malekê diket maleke din, bi destê zorê zilam û jin derdixistin û diavêtin hebsê.

4 Şagirtên ku belav bûbûn mizgîniya Xwedê li her derê belav dikir. 5 Filîpos ket bajarê Sameriyayê*, û li wê derê dest pê kir ku behsa Mesîh bike. 6 Hemû mirovan guh dida Filîpos û rind bala xwe dida tiştên ku wî digotin û mucîzeyên ku wî çêdikirin. 7 Gelek kesên ku bi cin* diketibûn, cin bi dengekî bilind diqîriyan û ji wan derdiketin. Wekî din, gelek kesên felcbûyî* û seqet qenc dibûn. 8 Ji ber vê yekê, mirovên wî bajarî pir dilxweş bûn.

9 Li Sameriyayê zilamekî bi navê Şîmûn hebû, yê ku sêrbazî dikir. Wî xwe wek kesekî mezin nîşan dida, û xelkê Sameriyayê bi kirinên wî ecêbmayî dima. 10 Her kesî, ji biçûkan bigire heta mezinan, bala xwe dida wî û digot: “Qudreta Xwedê ya mezin di vî zilamî de ye.” 11 Wan bala xwe dida wî, çimkî wî ji bo wexteke dirêj bi sêrbaziya xwe xelk ecêbmayî dihişt. 12 Lê gava wan bi Filîpos bawer dikir, ê ku mizgîniya li ser Hukimdariya Xwedê û li ser navê Îsa Mesîh belav dikir, hem jin hem jî mêr hatin vaftîzkirin*. 13 Şîmûn jî bawer kir, û piştî ku ew vaftîz bû, wî dev ji Filîpos berneda, û bi nîşan û karên mezin, ên ku wî çêdikirin, ecêbmayî dima.

14 Gava şandiyên li Orşelîmê bihîst ku mirovên Sameriyayê peyva Xwedê qebûl kiriye, wan Petrûs û Yûhena şandin ba wan. 15 Ew hatin ba wan û ji bo wan dua kirin, da ku ew ruhê pîroz bistînin. 16 Çimkî hê ruhê pîroz daneketibû ser yekî ji wan, lê ew bi tenê bi navê Efendiyê me Îsa hatibûn vaftîzkirin. 17 Petrûs û Yûhena destên xwe danîn ser wan, û wan ruhê pîroz stand.

18 Gava Şîmûn dît ku mirovan ruhê pîroz bi vê yekê distand ku şandiyan destên xwe danîn ser wan, wî dixwest pere bide wan 19 û got: “Vê qudretê bidin min jî, da ku ez destên xwe deynim ser kê, ew ruhê pîroz bistîne.” 20 Lê Petrûs jê re got: “Bila zîvê te bi te re helak bibe, çimkî tu difikirî ku tu dikarî hediyeya Xwedê bi pereyan bikirî! 21 Heqê te bi vê yekê tune ye, çimkî Xwedê dilê teyî xerab dibîne. 22 Loma tobe bike û hawara xwe bigihîne Yehowa, û eger mumkin be ewê ji ber niyeta xerab a dilê te, te efû bike. 23 Çimkî ez dibînim ku tu jehreke tehl î, û xulamê neheqiyê yî.” 24 Şîmûn got: “Ji bo min ji Yehowa re dua bikin, da ku tiştên ku we ji min re gotine neyên serê min.”

25 Piştî ku wan bi awayekî baş şahidî kir û li ser peyva Yehowa xeber dida, ew vegeriyan Orşelîmê û di rê de li gelek gundên Sameriyayê mizgînî belav kirin.

26 Melekê Yehowa ji Filîpos re got: “Rabe, û bi aliyê başûr ve here rêya ku ji Orşelîmê diçe Gazayê.” (Ev rê di çolê de ye.) 27 Ew jî rabû û ket rê. Li wê derê memûrekî* Etyopyayî hebû. Ew wezîrê melîkeya* Etyopyayê bû, û wî çavdêriya hemû xezîneya wê dikir. Ew çûbû Orşelîmê, da ku ji Xwedê re îbadetê bike, 28 û niha ew vedigeriya malê. Ew di erebeya xwe de rûniştî bû û bi dengekî bilind nivîsara Îşaya pêxember dixwend. 29 Hingê Xwedê bi destê ruhê xwe ji Filîpos re got: “Here, bigihîje wê erebeyê.” 30 Filîpos ber bi wî re bezî û bihîst ku ew bi dengekî bilind nivîsara Îşaya pêxember dixwîne, û ji wî pirsî: “Gelo tu tiştên ku tu dixwînî fehm dikî?” 31 Wî got: “Heta ku kesek ji min re şirove neke, ez çawa fehm bikim?” Û wî ji Filîpos rica kir ku ew siwar be û bi wî re rûne. 32 Qismê nivîsara ku wî dixwend ev bû: “Mîna miyekê, ew ji bo şerjêkirinê hat birin, û wek berxekî ku li wexta birîna hiriyê dengê xwe dernaxe, ew devê xwe venake. 33 Dema ku ew dihat nizmkirin, neheqî li wî hat kirin. Kî wê hûr û kûr behsa bav û kalên wî bike? Çimkî jiyana wî ji ser erdê hat standin.”

34 Memûr* ji Filîpos re got: “Ez ji te rica dikim, bibêje, pêxember van tiştan li ser kê dibêje? Li ser xwe yan li ser kesekî din?” 35 Filîpos dest bi xeberdanê kir û ji vê nivîsarê ve behsa mizgîniya li ser Îsa Mesîh kir. 36 Gava ew hê di rê de bûn, ew gihîştin çemekî, û memûr* got: “Ka binêre, li vir av heye. Çi rêya min digire ku ez vaftîz bibim*?” 37 ——* 38 Piştî ku wî emir da ku erebe bê sekinandin, ew û Filîpos çûn û ketin nav avê, û wî ew vaftîz kir*. 39 Gava ew ji avê derketin, ruhê Yehowa di cih de Filîpos ji wê derê bir. Memûr* bi kêfxweşiyeke mezin rêya xwe dewam kir û êdî Filîpos nedît. 40 Filîpos gihîşt Aşdodê û li wan deran digeriya û bi dewamî li hemû bajaran mizgînî belav dikir heta ku ew gihîşt Qeyseriyayê.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne