KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • nwt Meta 1:1-28:20
  • Meta

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Meta
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Meta

LI GOR META

1 Kitêba li ser jiyana* Îsa Mesîh*, kurê* Dawid, kurê Birahîm:

 2 Birahîm bavê Îshaq bû.

Îshaq bavê Aqûb bû.

Aqûb bavê Cihûda û birayên wî bû.

 3 Cihûda bavê Perez û Zerah bû, û diya wan Tamar bû.

Perez bavê Hesron bû.

Hesron bavê Ram bû.

 4 Ram bavê Amînadab bû.

Amînadab bavê Nehşon bû.

Nehşon bavê Salmon bû.

 5 Salmon bavê Boaz bû, û diya Boaz Rehab bû.

Boaz bavê Obêd bû, û diya Obêd Rût bû.

Obêd bavê Yêşay bû.

 6 Yêşay bavê Dawid Padîşah bû.

Dawid bavê Silêman bû, û diya Silêman berê jina Ûriya bû.

 7 Silêman bavê Rehoboam bû.

Rehoboam bavê Abiya bû.

Abiya bavê Asa bû.

 8 Asa bavê Yehoşafat bû.

Yehoşafat bavê Yehoram bû.

Yehoram bavê Ûziya bû.

 9 Ûziya bavê Yotam bû.

Yotam bavê Ahaz bû.

Ahaz bavê Hîzkiya bû.

10 Hîzkiya bavê Manaşe bû.

Manaşe bavê Amon bû.

Amon bavê Yoşiya bû.

11 Yoşiya bavê Yexonya û birayên wî bû. Li wê demê, Cihû bi êsîrî hatin şandin Babîlê.

12 Piştî êsîrbûna li Babîle, ji Yexonya re Şealtîêl çêbû.

Şealtîêl bavê Zerûbabel bû.

13 Zerûbabel bavê Abiyûd bû.

Abiyûd bavê Êlyaqîm bû.

Êlyaqîm bavê Azor bû.

14 Azor bavê Sadoq bû.

Sadoq bavê Axîm bû.

Axîm bavê Êliyûd bû.

15 Êliyûd bavê Êlazar bû.

Êlazar bavê Matan bû.

Matan bavê Aqûb bû.

16 Aqûb bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû. Meryemê jî Îsa anî dinyayê, yê ku jê re Mesîh tê gotin.

17 Bi vî awayî, ji Birahîm heta Dawid 14 nesil* bûn. Ji Dawid heta dema êsîrbûna Cihûyan li Babîlê 14 nesil bûn. Û ji dema êsîrbûna wan li Babîlê heta Mesîh 14 nesil bûn.

18 Bûyîna Îsa Mesîh wisa çêbû: Diya wî Meryem bi Ûsiv re nîşankirî bû, lê berî ku ew bizewicin, Meryem bi saya ruhê pîroz* bihemle bû. 19 Lê ji ber ku Ûsivê mêrê Meryemê mirovekî qenc* bû û nedixwest navê wê li ber xelkê reş bike, ew fikirî ku Meryemê bi dizîka berde. 20 Piştî ku Ûsiv li ser vê yekê kûr fikirî, melekê Yehowa* di xewnê de ji wî re xuya bû û wisa got: “Ey Ûsivê kurê Dawid! Netirse ku tu bi Meryemê re bizewicî û wê bibî mala xwe. Çimkî ew bi saya ruhê pîroz bihemle bû. 21 Ewê kurekî bîne dinyayê, û gerek tu navê wî bikî Îsa*, çimkî ewê xelkê xwe ji gunehan xelas bike.” 22 Ev hemû tişt wisa çêbûn, da ku gotina ku Yehowa bi devê pêxemberê xwe gotibû, bê cih: 23 “Keçik wê bihemle bibe û kurekî bîne dinyayê, û ewê navê wî Îmanûêl deynin.” Wergera vî navî ev e: “Xwedê bi me re ye.”

24 Ûsiv ji xewê rabû, û wek ku melekê Yehowa ji wî re got, wî jina xwe anî mala xwe. 25 Lê belê, Ûsiv bi Meryemê re raneket heta ku wê kurik anî dinyayê. Û wî navê zarok Îsa danî.

2 Piştî ku Îsa di rojên Hêrodês Padîşah de li Beytlehema Cihûstanê hat dinyayê, stêrnas ji Rojhilatê hatin Orşelîmê 2 û pirsîn: “Padîşahê Cihûyan, ê ku hat dinyayê, li ku ye? Gava em li Rojhilatê bûn, me stêra wî dît, û em hatin ku hurmetê bidin wî*.” 3 Gava Hêrodês Padîşah ev yek bihîst, tirs ket dilê wî û temamiya Orşelîmê. 4 Wî hemû serokên kahînan û qanûnzan li hev kom kirin û ji wan pirsî: “Gerek Mesîh li ku derê bihata dinyayê?” 5 Wan ji wî re got: “Li Beytlehema Cihûstanê, wek ku pêxember ji berê ve nivîsîbû: 6 ‘Ey tu, Beytlehema li welatê Cihûdayê, tu li ber hukimdarên Cihûdayê qet ne bajarê herî bêqîmet î, çimkî ji te hukimdarek wê derkeve, û ewê şivantiya miletê min Îsraîlê bike.’”

7 Paşê Hêrodês bi dizîka gazî stêrnasan kir, da ku bizane ku stêr kengê ji wan re xuya bû. 8 Wî ew şandin Beytlehemê û ji wan re got: “Herin û li wî zarokî baş bigerin. Gava we ew dît, xeberekê bidin min, da ku ez jî hurmetê bidim wî*.” 9 Piştî ku wan guh da padîşah, ew ketin rê. Stêra ku wan li Rojhilatê dîtibû, li pêşiya wan çû û li ser cihê ku zarok lê bû, sekinî. 10 Gava stêrnasan dît ku stêr sekinî, ew pir kêfxweş bûn. 11 Wexta ku ew ketin hundirê malê, wan zarok li cem diya wî Meryemê dît û ew ketin ser çokan ku hurmetê bidin wî. Wan zêr, bixûr û rûnê bêhnxweş derxistin û pêşkêşî wî kirin. 12 Û ji ber ku Xwedê di xewnekê de ferman da wan ku ew venegerin ba Hêrodês, ew di rêyeke din re vegeriyan welatê xwe.

13 Piştî çûyîna stêrnasan, melekê Yehowa di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû û got: “Rabe, zarok û diya wî bi xwe re bibe û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez xeberê bidim te. Çimkî Hêrodês li vî zarokî digere û dixwaze wî bikuje.” 14 Îcar Ûsiv rabû, wê şevê zarok û diya wî bi xwe re birin û çû Misrê, 15 û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Bi vî awayî, gotina ku Yehowa bi devê pêxemberê xwe gotibû hat cih: “Ji Misrê min gazî kurê xwe kir.”

16 Gava Hêrodês fehm kir ku ew ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, ew pir hêrs ket. Li gor melûmata ku wî ji stêrnasan standibû, wî emrê zarok tê derxist û ferman da ku li Beytlehemê û li derdora wê hemû kurên du salî û biçûktir bên kuştin. 17 Hingê ev gotina ku bi devê Yêremya pêxember hatibû gotin hat cih: 18 “Li Ramayê qîr û hawareke bilind hat bihîstin. Ew Rahel bû ku şîna zarokên xwe digirt, û wê qet nedixwest ku dilê wê bê rihetkirin, çimkî êdî zarokên wê nemabûn.”

19 Piştî mirina Hêrodês, melekê Yehowa li Misrê di xewnê de ji Ûsiv re xuya bû 20 û got: “Rabe, zarok û diya wî bi xwe re bibe û vegere welatê Îsraîlê, çimkî yên ku dixwest zarok bikujin, êdî mirin.” 21 Îcar ew rabû, zarok û diya wî bi xwe re birin û vegeriya welatê Îsraîlê. 22 Lê gava Ûsiv bihîst ku Arxêlaos di cihê bavê xwe Hêrodês de bûye hukimdarê Cihûstanê, ew tirsiya ku here wê derê. Wekî din, ji ber ku wî di xewnekê de ji aliyê Xwedê ve ferman standibû, ew çû herêma Celîleyê. 23 Gava ew gihîşt wê derê, ew li bajarekî bi navê Nasira* cihwar bû, da ku ev gotina pêxemberan bê cih: “Ji wî re yê Nasirayî wê bê gotin.”

3 Di wan rojan de, Yehyayê* Vaftîzkar* hat çola Cihûstanê ku xebereke ji Xwedê belav bike. 2 Wî digot: “Tobe bikin, çimkî Hukimdariya ezmanan* nêzîk bûye!” 3 Yehya* ew kes e, yê ku Îşaya pêxember ji berê ve li ser wî gotibû: “Li çolê kesek bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa hazir bikin! Rêyên wî rast bikin.’” 4 Kincên Yehya* ji pirça deve* bûn û qayîşa ku wî li ser pişta xwe girêdida ji çerm bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû. 5 Xelk ji Orşelîmê, ji temamiya Cihûstanê û ji hemû herêmên li derdora Çemê Urdunê dihatin ba wî. 6 Wan gunehên xwe îtiraf dikirin û bi destê wî li Çemê Urdunê vaftîz dibûn*.

7 Gava wî dît ku gelek Fêrisî û Sadûqî hatin cihê vaftîzê*, wî ji wan re got: “Ey hûn, zuriyeta marên bijehr, kê ji we re gotiye ku hûn dikarin ji xezeba Xwedê bifilitin? 8 Îcar bi kirinên xwe nîşan bidin ku hûn tobe dikin*. 9 Di dilê xwe de nefikirin û nebêjin: ‘Bavê me Birahîm e.’ Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî ji Birahîm re zarokan çêke. 10 Bivir li ber koka daran hazir e. Her dara ku mêweyên baş nede wê bê birîn û avêtin nav êgir. 11 Ez kesên ku tobe dikin bi avê vaftîz dikim*. Lê yê ku piştî min tê ji min biqewettir e, û ez ne hêja me ku solên* wî ji wî bixim. Ewê we bi ruhê pîroz û bi êgir vaftîz bike*. 12 Hacetek di destê wî de ye û ewê bêdera* xwe bi temamî paqij bike. Ewê genim li embaran kom bike û kayê bi agirê ku nayê vemirandin, bişewitîne.”

13 Hingê Îsa ji Celîleyê hat Çemê Urdunê ba Yehya*, da ku bi destê wî bê vaftîzkirin*. 14 Yehya* dixwest wî bide sekinandin û ji wî re got: “Ma tu çima hatî ba min? Gerek ez bi destê te bêm vaftîzkirin*.” 15 Îsa cewaba wî da: “Rêya min negire, çimkî bi vî awayî emê hemû tiştên ku Xwedê dixwaze*, bînin cih.” Êdî Yehya* rêya wî negirt. 16 Piştî ku Îsa vaftîz bû* û ji avê derket, ezman ji nişka ve vebû, û Yehya* dît ku ruhê Xwedê wek kevokekê daket ser wî. 17 Û dengekî ji ezmanan wisa got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me.”

4 Paşê ruh* Îsa bir çolê û ew li wê derê ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. 2 Piştî ku Îsa 40 roj û 40 şev rojî girt, ew birçî bû. 3 Yê ku diceribîne* hat û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, ji van keviran re bibêje ku bila ew bibin nan.” 4 Lê Îsa cewaba wî da: “Di Nivîsarên Pîroz de hatiye nivîsîn: ‘Mirov ne tenê bi nên, lê bi her peyva ku ji devê Yehowa derdikeve, dijî.’”

5 Piştre Îblîs ew bir bajarê pîroz û danî ser cihê herî bilind ê îbadetgehê, 6 û ji wî re got: “Eger tu kurê Xwedê yî, xwe ji vir bavêje xwarê, çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ewê ji bo te emir bide melekên xwe, û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te nekeve ser kevirekî.’” 7 Îsa ji wî re got: “Wisa jî hatiye nivîsîn: ‘Xwedayê xwe Yehowa neceribîne.’”

8 Paşê Îblîs ew anî ser çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmeta wan nîşanî wî dan 9 û ji wî re got: “Eger tu li ber min bikevî ser çokan û ji min re carekê îbadetê bikî, ezê van hemûyan bidim te.” 10 Wê gavê Îsa ji wî re got: “Ji min dûr bikeve, Şeytan! Çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike.’” 11 Piştî vê yekê Îblîs dev ji Îsa berda, û melek hatin û ji wî re xizmet kirin.

12 Gava Îsa bihîst ku Yehya* hatiye girtin, ew çû Celîleyê. 13 Paşê ew ji Nasirayê* derket û çû Kapernaûma li ber behrê, ya ku li herêma Zebûlon û Nefteliyê ye. Ew li wê derê cihwar bû, 14 da ku ev gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, bên cih: 15 “Ey welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li rêya li ber behrê, li aliyê din a Çemê Urdunê, Celîleya miletan! 16 Xelkê ku di tariyê de rûniştî ye ronahiyeke mezin dît, û li ser xelkê ku di herêma siya mirinê de rûniştî ye, ronahî derket.” 17 Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi belavkirina mizgîniyê kir û got: “Tobe bikin, çimkî Hukimdariya ezmanan* nêzîk bûye!”

18 Gava Îsa li ber behra Celîleyê dimeşiya, wî du bira dîtin, Şîmûnê ku jê re Petrûs tê gotin û birayê wî Andreas. Wan tor diavêtin behrê, çimkî ew masîgir bûn. 19 Wî ji wan re got: “Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan*.” 20 Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 21 Gava Îsa hinek pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena. Ew di qeyîkê* de bûn û bi bavê xwe Zebedî re torên xwe didirûtin, û wî gazî wan kir. 22 Wan di cih de qeyîk û bavê xwe hişt û li pey wî çûn.

23 Îsa li temamiya Celîleyê digeriya, di sînagogan* de mirov hîn dikirin, mizgîniya Padîşahiyê* belav dikir û mirov ji hemû cureyên êş û nexweşiyan qenc dikirin. 24 Nav û dengê wî li nav temamiya Sûriyeyê belav bû. Û xelkê hemû kesên ku bi cure cure nexweşiyan û êşên giran ketibûn, kesên ku bi cinan ketibûn, kesên bi nexweşiya epîlepsî û kesên felcbûyî* dianîn ba Îsa, û wî hemû kes qenc dikirin. 25 Îcar xelkê ji Celîleyê, ji Dêkapolîsê*, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.

5 Gava Îsa komeke mezin a mirovan dît, ew hilkişiya çiyê. Piştî ku ew rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî. 2 Wî dest pê kir ku wan hîn bike û got:

3 “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne*, çimkî Padîşahiya ezmanan* ya wan e.

4 Çi qas dilxweş in kesên ku şînê digirin*, çimkî dilê wan wê bê rihetkirin.

5 Çi qas dilxweş in kesên ku dilnizm in, çimkî ewê erdê mîras bistînin.

6 Çi qas dilxweş in kesên ku ji bo rastdariyê tî û birçî ne, çimkî ewê bên têrkirin.

7 Çi qas dilxweş in kesên ku efû dikin, çimkî ewê bên efûkirin.

8 Çi qas dilxweş in kesên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin.

9 Çi qas dilxweş in kesên ku li aştiyê digerin, çimkî ji wan re zarokên Xwedê* wê bê gotin.

10 Çi qas dilxweş in kesên ku zilmê dibînin ji ber ku ew tiştên rast dikin, çimkî Padîşahiya ezmanan* ya wan e.

11 Çi qas dilxweş in hûn gava mirov ji ber min we nizm dikin, zilmê li we dikin û li dijî we bi derewan her cureyê xerabiyê dibêjin. 12 Şa û dilgeş bin, çimkî Xwedê wê xelateke mezin bide we. Bi eynî awayî, mirovan zilm li pêxemberên berê jî dikir.

13 Hûn xwêya erdê ne, lê eger xwê tehma xwe winda bike, ewê çawa dîsa şor bibe? Ji xeynî ku ew bê avêtin û di bin lingên mirovan de bê pelçiqandin, feydeya wê ji bo tu tiştî tune ye.

14 Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarekî ku li serê çiyê ye nayê veşartin. 15 Gava kesek qendîlê vêdixe, ew wê naxe bin zembîlê, lê datîne ser mûmdankê*, da ku ew ronahiyê bide her kesê li malê. 16 Bi eynî awayî, bila ronahiya we li ber mirovan şewq bide, da ku ew kirinên we yên qenc bibînin û rûmetê bidin Bavê we yê li ezmanan.

17 Nefikirin ku ez hatime ku Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku wan ji holê rakim, lê ez hatime ku wan bînim cih. 18 Bi rastî, eger erd û ezman winda bibin jî, herfa herî biçûk yan xêzeke herfeke ji Qanûnê wê winda nebe heta ku her tişt bê cih. 19 Loma, kesê ku yek ji van emrên herî biçûk neyne cih û yên din hîn dike ku ew jî wisa bikin, ew ne layîq e* ku bikeve Hukimdariya Xwedê*. Lê kesê ku wan tîne cih û hîn dike, ew layîq e* ku bikeve Hukimdariya Xwedê. 20 Ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ji ya qanûnzan û Fêrisiyan ne zêdetir be, hûn tu caran nakevin Hukimdariya ezmanan*.

21 We bihîstiye ku ji mirovên berê re hatibû gotin: ‘Nekuje, lê yê ku kesekî bikuje, gerek hesab bide mehkemeyê.’ 22 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dewamî li dijî birayê xwe hêrs bikeve, lazim e ku ew li ber mehkemeyê hesab bide. Û her kesê ku ji birayê xwe re gotinên nefretê bibêje, wê li ber Mehkemeya Bilind bisekine. Û yê ku dibêje ‘Kerê bêaqil!’, Gehenaya* biagir li benda wî ye.

23 Gava tu pêşkêşa* xwe bibî qurbangehê, û li wê derê bê bîra te ku birayê te ji te xeyîdî ye, 24 pêşkêşa xwe li ber qurbangehê bihêle, pêşî here û bi birayê xwe re li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe qurban bike.

25 Gava tu hê di rê de diçî mehkemeyê, bi kesê ku te sûcdar dike re li hev were, da ku ew te nede destê hakim, û hakim jî te nede destê nobedarê mehkemeyê ku ew te bavêje hebsê. 26 Ez bi rastî ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê xwe yê dawîn nedî, tu ji hebsê dernakevî.

27 We bihîstiye ku hatibû gotin: ‘Zinayê neke.’ 28 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi çavekî xerab* li jinikekê binêre, di dilê xwe de jixwe bi wê re zina kiriye. 29 Eger çavê te yê rastê te bixe guneh*, wî derxe û bavêje. Baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bê avêtin Gehenayê*. 30 Û gava destê te yê rastê te bixe guneh*, wî jêke û bavêje. Baştir e ku tu destekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bikeve Gehenayê*.

31 Wekî din, wisa jî hatiye gotin: ‘Her kesê ku jina xwe berde, gerek kaxiza berdanê bide wê.’ 32 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku jina xwe ne ji ber sebebê bêexlaqiya cinsî berde, ew wê dixe xeterê* ku ew zina bike. Û her kesê ku bi jinikeke ku wisa hatiye berdan re bizewice, zinayê dike.

33 We ev jî bihîstiye ku ji bav û kalên we re wisa hatibû gotin: ‘Sonda ku tu nikarî bînî cih, nexwe*, lê sonda ku tu li ber Yehowa dixwî, bîne cih.’ 34 Lê ez ji we re dibêjim: Qet sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne bi erdê, çimkî ew cihê lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Hukimdarê mezin e. 36 Ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî porekî xwe spî yan reş bikî. 37 Bila peyva we ‘Erê’ bê maneya erê, û bila peyva we ‘Na’ bê maneya na, çimkî her tiştê ji vê zêdetir ji Îblîs* tê.

38 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Çav li şûna çav û diran li şûna diran.’ 39 Lê ez ji we re dibêjim: Li hember kesekî xerab ranebe, lê eger kesek sîleyekê li rûyê teyî rastê bixe, yê çepê jî bide ber wî. 40 Û eger kesek te bibe ber mehkemeyê û binkirasê te ji te bixwaze, serkirasê xwe jî bide wî. 41 Û eger yekî ku hukmê wî heye, zorê li te bike ku tu 1 kîlometre* bimeşî, 2 kîlometreyan bi wî re bimeşe. 42 Gava kesek ji te tiştekî bixwaze, bide wî, û gava kesek ji te deyn bixwaze*, destê xwe ji wî re negire.

43 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Ji cîranê xwe hez bike û ji dijminê xwe nefret bike.’ 44 Lê ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin. 45 Bi vî awayî hûn nîşan didin ku hûn zarokên* Bavê xweyî ezmanî ne. Ew rojê* hem li ser kesên xerab, hem jî li ser kesên baş dertîne, û ew baranê li ser kesên rast û nerast dibarîne. 46 Eger hûn tenê ji kesên ku ji we hez dikin, hez bikin, ma çi bereket li benda we ye? Ma bacgir jî wisa nakin? 47 Û eger hûn tenê silavan li hevalên xwe bikin, ma hûn ji kesên din çêtir dikin? Ma mirovên ji miletên din jî wisa nakin? 48 Mîna ku Bavê weyî ezmanî kamil e, gerek hûn jî kamil bin.

6 Hay ji xwe hebin ku hûn rastdariya xwe nedin ber çavê mirovan, da ku ew we bibînin. Yan na, hûnê ji Bavê xweyî ezmanî qet bereketekê nestînin. 2 Loma, wexta ku tu xêrê li belengazan dikî, xwe nede pêş*, wek ku kesên durû li sînagog* û kolanan dikin, da ku kesên din rûmetê bidin wan. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye. 3 Lê wexta ku tu xêrê li feqîran dikî, bila destê teyî çepê nizanibe ku destê teyî rastê çi dike, 4 da ku xêra te veşartî bimîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.

5 Û gava hûn dua dikin, wek kesên durû nekin, çimkî ew hez dikin ku di sînagogan* de û li kolanên sereke* li ber çavê xelkê dua bikin. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye. 6 Lê wexta ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xweyî ku nayê dîtin re dua bike. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike. 7 Wek ku kesên ji miletên din dikin, hûn di duayên xwe de eynî peyvan dîsa û dîsa dubare nekin. Ew difikirin ku eger ew gelek peyvan bibêjin, ewê bên bihîstin. 8 Hûn mîna wan nekin! Çimkî Bavê weyî ezmanî, berî ku hûn tiştekî ji wî bixwazin, jixwe dizane ku ji we re çi lazim e.

9 Ji ber vê yekê, bi vî awayî dua bikin:

‘Bavê me yê li ezmanan, bila navê te pîroz be*. 10 Bila Hukimdariya* te bê. Bila daxwaza te wek li ezmên li ser rûyê erdê jî bê cih. 11 Nanê me ji bo îro bide me, 12 û şaşiyên me* efû bike, wek ku me jî şaşiyên kesên din efû kirine. 13 Nehêle ku em bikevin ceribandinê*, lê me ji destê Îblîs* xelas bike.’

14 Eger hûn sûcên mirovan efû bikin, Bavê weyî ezmanî jî wê sûcên we efû bike. 15 Lê eger hûn sûcên kesên din efû nekin, Bavê we jî wê sûcên we efû neke.

16 Dema ku hûn rojiyê digirin, wek durûyan xwe xemgîn nîşan nedin, çimkî ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew birojî ne. Bi rastî, wan xelata xwe jixwe bi temamî standiye. 17 Lê wexta ku tu rojiyê digirî, serê xwe rûn bike û ser û çavê xwe bişo. 18 Bi vî awayî, kesên din wê nebînin ku tu rojiyê digirî, lê bi tenê Bavê teyî ezmanî, yê ku nayê dîtin, wê te bibîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.

19 Êdî ji xwe re li ser rûyê erdê xezîneyan top nekin, çimkî kêzik* û zeng dikarin wan xera bikin, û diz dikarin bikevinê û bidizin. 20 Li şûna vê, ji xwe re li ezmên xezîneyan top bikin. Ne kêzik, ne jî zeng dikarin wan xera bikin, û ne jî diz dikarin bikevin nav û tiştekî bidizin. 21 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.

22 Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te zelal bibîne*, temamiya bedena te wê bi ronahiyê* ve tije bibe. 23 Lê eger çavê te hesûd* be, temamiya bedena te wê tarî be. Eger ronahiya di dilê te de bi eslê xwe tarî be, ev çi tariyeke mezin e!

24 Tu kes nikare ji du axayan re xulamtiyê bike. Çimkî ewê yan ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, yan jî ewê ji yekî re dilsoz bimîne û qedrê yê din negire. Hûn nikarin hem ji Xwedê re hem jî ji dewlemendiyê re xulamtiyê bikin.

25 Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Êdî ji bo jiyana xwe* xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Yan jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ji xwarinê û beden ji kincan ne biqîmettir e? 26 Ka li çivîkên ezmanan binêrin. Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de tiştekî top dikin, dîsa jî Bavê weyî ezmanî wan têr dike. Ma hûn ji wan ne biqîmettir in? 27 Kî ji we, eger ew xeman bixwe, dikare emrê xwe tenê deqeyek dirêjtir bike? 28 Hûn çima ji bo kincan xeman dixwin? Li sosinên çolê binêrin ku ew çawa mezin dibin. Ew ne dixebitin û ne jî kincan didûrûn. 29 Lê belê, ez ji we re dibêjim, heta Silêman Padîşah jî di hemû rûmeta xwe de wek yek ji wan kinc li xwe nekirin. 30 Îcar, madem ku Xwedê nebatên çolê yên ku îro hene û sibê tune ne*, ew qas dixemilîne, ewê çi qas zêdetir we bi kinc bike, ey hûn kêmbawerno! 31 Loma qet xeman nexwin û nebêjin ‘Emê çi bixwin?’ yan ‘Emê çi vexwin?’ yan jî ‘Emê çi li xwe bikin?’. 32 Çimkî mirovên ku Xwedê nas nakin ji bo van tiştan xeman dixwin. Bavê weyî ezmanî jixwe dizane ku hûn hewceyî van hemû tiştan in.

33 Hukimdariya Xwedê û guhdarîkirina wî* di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û Xwedê wê hemû tiştên lazim bide we. 34 Loma ji bo sibê qet xeman nexwin, çimkî sibê xemên nû wê hebin. Derdê her rojê têra wê rojê dike.

7 Êdî hukim nekin*, da ku hûn neyên hukimkirin. 2 Hûn bi çi awayî hukim bikin, hûnê bi eynî awayî bên hukimkirin. Û hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin. 3 Tu çima qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê darê* di çavê xwe de nabînî? 4 Yan tu çawa dikarî ji birayê xwe re bibêjî: ‘Were ez qirşika di çavê te de derxim’, lê tu darê di çavê xwe de nabînî? 5 Ey durûyo! Pêşî dar ji çavê xwe derxe, û paşê tuyê bi zelalî bibînî ku tu çawa dikarî qirşikê ji çavê birayê xwe derxî.

6 Tiştên pîroz nedin ber kûçikan, û moriyên xwe neavêjin ber xenzîran*, da ku ew wan di bin lingên xwe de neperçiqînin û nekevin pey we û we parçe parçe nekin.

7 Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin. 8 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne. Her kesê ku lê digere, dibîne. Û her kesê ku li derî dixe, ji wî re tê vekirin. 9 Gelo kî ji we, eger kurê wî nên bixwaze, ewê kevirekî bide wî? 10 Yan gava ew masiyekî bixwaze, ma ewê marekî bide wî? 11 Hûn her çi qas gunehkar bin jî, hûn dîsa jî dizanin ku çawa tiştên baş bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çi qas zêdetir tiştên baş bide wan, ên ku ji wî dixwazin!

12 Loma her çi ku hûn dixwazin mirov ji we re bikin, gerek hûn jî ji wan re wisa bikin. Çimkî maneya Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ev e.

13 Di deriyê teng re derbas bibin, çimkî deriyê ku fireh e û rêya ku rihet e dibe helakê, û yên ku li ser vê rêyê diçin, gelek in. 14 Lê rêya ku dibe jiyanê ne rihet e û derî jî teng e, û yên ku wê dibînin, hindik in.

15 Hay ji pêxemberên sexte hebin, ên ku xwe wek miyan nîşan didin, lê bi eslê xwe ew gurên har in. 16 Hûnê wan ji kirinên wan* nas bikin. Ma mirov ji striyan tirî û ji kerengan hêjîran diçinin? 17 Bi eynî awayî, her dara baş berê* baş dide, lê her dara xerab berê xerab dide. 18 Dara baş nikare berê xerab bide û dara xerab jî nikare berê baş bide. 19 Her dara ku berê baş nede tê birîn û avêtin nav êgir. 20 Belê, hûnê wan pêxemberên sexte ji kirinên wan* nas bikin.

21 Ne her kesê ku ji min re dibêje, ‘Ya Efendî, ya Efendî’, wê bikeve Hukimdariya ezmanan. Bi tenê yên ku daxwaza Bavê minî ezmanî dikin, wê bikevinê. 22 Wê rojê, gelek kes wê ji min re bibêjin: ‘Ya Efendî, ya Efendî, ma me bi navê te pêxembertî nekirin? Ma me bi navê te cin dernexistin? Ma me bi navê te mucîze çênekirin?’ 23 Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bibêjim: ‘Ez we qet nas nakim! Ey xerabno, ji min dûr bikevin!’

24 Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan dijî, mîna kesekî bihîkmet e, yê ku mala xwe li ser zinar ava kiriye. 25 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, lê mal hilneweşiya, çimkî ew li ser zinar hatibû avakirin. 26 Lê her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan najî, mîna kesekî bêaqil e, yê ku mala xwe li ser qûmê* ava kiriye. 27 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, û mal ket û bi temamî hilweşiya.”

28 Gava Îsa gotinên xwe xelas kirin, mirov bi hînkirina wî heyran man. 29 Çimkî wî ne wek qanûnzanên wan, lê wek kesekî ku qudret ji Xwedê standiye, ew hîn dikirin.

8 Piştî ku Îsa ji çiyê daket, gelek mirov li pey wî çûn. 2 Hingê, zilamekî bi nexweşiya cuzamê* hat ba Îsa, ket ser çokan û ji wî rica kir: “Efendiyê min, eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 3 Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” Di cih de ew ji nexweşiya cuzamê qenc bû. 4 Û Îsa ji wî re got: “Vêya ji tu kesî re nebêje, lê here, xwe nîşanî kahîn bide û pêşkêşa ku Mûsa emir kiriye bide, da ku ew îsbata qencbûna te bibînin*.”

5 Gava Îsa ket Kapernaûmê, fermandarek* hat ba wî û ji wî rica kir: 6 “Ezbenî, xulamê min felc* bûye û li malê di nav nivînan de ye û êşeke giran dikişîne.” 7 Îsa cewab da: “Gava ez werim, ezê wî qenc bikim.” 8 Fermandar got: “Ezbenî, ez ne hêja me ku tu bêyî mala min. Bi tenê yek peyv ji devê te bes e, da ku xulamê min qenc bibe. 9 Çimkî ez jî di bin hukmê kesên din de me, û esker di bin destê min de ne, û gava ez ji yekî re dibêjim ‘Here!’, ew diçe, ji yekî din re dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez ji xulamê xwe re dibêjim ‘Vêya bike!’, ew wisa dike.” 10 Gava Îsa ev yek bihîst, ew ecêbmayî ma û ji kesên ku li pey wî diçûn re got: “Bi rastî, di nav Îsraîlê de, min baweriyeke ew qas mezin qet nedîtiye. 11 Ez ji we re dibêjim, ji rojhilat û rojavayê gelek kes wê bên û di Hukimdariya ezmanan de bi Birahîm, Îshaq û Aqûb re li ser sifrê rûnin. 12 Lê zarokên Hukimdariya Xwedê wê bên avêtin derve, nav tariyê. Li wê derê, ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin.” 13 Paşê Îsa ji fermandar re got: “Here. Wek ku te bawer kir, bila wisa bibe.” Û di eynî demê de xulam qenc bû.

14 Gava Îsa ket mala Petrûs, wî dît ku xesûya wî di nav nivînan de ye û ta girtiye. 15 Îsa destê xwe da destê wê, û tayê ew berda. Ew rabû û xwarin ji wî re çêkir. 16 Gava bû êvar, mirovan gelek kesên ku bi cinan ketibûn, anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û wî hemû kesên nexweş qenc kirin. 17 Bi vî awayî, gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, hatin cih: “Wî em ji êşan xelas kirin û nexweşiyên me ji me dûr kirin.”

18 Gava Îsa gelek mirov li derdora xwe dîtin, wî qerar da ku bi şagirtên xwe re here aliyê din ê behrê. 19 Qanûnzanek nêzîkî wî bû û jê re got: “Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.” 20 Lê Îsa ji wî re got: “Qulên rûviyan hene û hêlînên çivîkên ezmanan jî hene, lê qet cihek tune ye ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.” 21 Paşê yek ji şagirtan ji wî re got: “Efendiyê min, destûrê bide min ku ez pêşî herim û bavê xwe defn bikim*.” 22 Lê Îsa ji wî re got: “Bi dewamî li pey min were. Bihêle, bila yên mirî miriyên xwe defn bikin*.”

23 Îsa bi şagirtên xwe re li qeyîkekê* siwar bû. 24 Ji nişka ve li ser behrê bayekî mezin rabû û pêlên avê qeyîk tije dikir, lê Îsa razayî bû. 25 Şagirt çûn ba wî, û wan ew ji xewê rakir û got: “Efendî, emê bimirin, me xelas bike!” 26 Îsa ji wan re got: “Ey kêmbawerno, hûn çima ew qas ditirsin?” Hingê ew rabû, ferman da ba û behrê, û bêdengiyeke mezin çêbû. 27 Şagirt pir ecêbmayî man û ji xwe pirsîn: “Ev çi mirov e? Heta ba û behr jî bi ya wî dikin.”

28 Gava Îsa derbasî aliyê din ê behrê bû û gihîşt herêma xelkê Gedarayê, du zilamên ku bi cinan ketibûn ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ev du zilam ew qas har bûn ku tu kes newêrî li ser wê rêyê bimeşe. 29 Û wan bi qîrîn got: “Ya Kurê Xwedê, tu çi ji me dixwazî? Ma berî wexta ku Xwedê hilbijartiye tu hatî ku ezabê bidî me?” 30 Li dûrî wan, gelek xenzîr* diçêriyan. 31 Loma cinan ji wî rica kir û got: “Eger tu me derxî, me bişîne nav van xenzîran.” 32 Û Îsa ji wan re got: “Herin!” Hingê ew ji zilaman derketin û ketin nav xenzîran, û hemû xenzîran xwe ji kendalê avêt behrê û di avê de xeniqîn. 33 Şivanên xenzîran reviyan, ketin bajêr û behsa her tiştê ku qewimîbû kir, heta wan behsa kesên ku bi cinan ketibûn jî kir. 34 Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa. Gava ku wan Îsa dît, wan ji wî rica kir ku ew ji herêma wan here.

9 Hingê Îsa li qeyîkê* siwar bû, derbasî aliyê din bû û çû bajarê xwe*. 2 Li wê derê, mirovan zilamekî felcbûyî* li ser darbestekê* anî ba wî. Gava Îsa baweriya wan dît, wî ji zilamê felcbûyî re got: “Netirse, kurê min! Gunehên te hatine efûkirin.” 3 Îcar hin qanûnzan di nav xwe de fikirîn: “Ew kufir dike.” 4 Lê Îsa dizanibû ku ew çi difikirin, û wî wisa got: “Hûn çima di dilê xwe de tiştên xerab difikirin? 5 Ma çi hêsantir e? Ku ez bibêjim ‘Gunehên te hatine efûkirin’, yan ku ez bibêjim ‘Rabe û bimeşe’? 6 Lê belê, da ku hûn bizanin ku heqê Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê gunehan efû bike ...” Paşê wî ji zilamê felcbûyî re got: “Rabe, darbesta xwe hilde û here mala xwe.” 7 Ew jî rabû û çû mala xwe. 8 Gava xelkê ev yek dît, ew ecêbmayî man û wan pesnê Xwedê da, ji ber ku wî qudreteke wisa daye destê mirovan.

9 Gava Îsa ji wê derê çû, çavê wî bi zilamekî bi navê Meta ket, ê ku li cihê ku bac dihatin topkirin rûniştî bû. Îsa ji wî re got: “Li pey min were!” Meta rabû û li pey wî çû. 10 Paşê, wexta ku Îsa li malê li ser sifrê rûniştibû, gelek bacgir û gunehkar hatin û bi Îsa û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin. 11 Gava Fêrisiyan ev yek dît, wan ji şagirtên wî re got: “Mamosteyê we çima bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?” 12 Îsa gotinên wan bihîstin û got: “Ne kesên ku siheta wan baş e, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in. 13 De herin û hîn bikin ku maneya van gotinan çi ye: ‘Ez ne qurbanan, lê dilovaniyê* dixwazim.’ Çimkî ez hatim, ne ku gazî kesên rast, lê gazî gunehkaran bikim.”

14 Paşê şagirtên Yehya* hatin ba Îsa û jê pirsî: “Em û Fêrisî rojiyê digirin. Ma şagirtên te çima rojiyê nagirin?” 15 Îsa cewaba wan da: “Heta ku zava bi wan re be, ma sebeb heye ku birazava şînê bigirin? Lê roj wê bên ku zava wê ji wan bê standin, û wê çaxê ewê rojiyê bigirin. 16 Tu kes li ser kincekî kevn pîneyekî qumaşê nû nadirû, çimkî parçeyê nû wê xwe ji kinc bikişîne û cihê qetiyayî hê jî xerabtir bike. 17 Wekî din, tu kes şeraba nû nake meşkên kevn, da ku meşk neteqin û xera nebin, û şerab nerije. Lê mirov şeraba nû dikin meşkên nû, û her du jî tên parastin.”

18 Gava Îsa behsa van tiştan dikir, serokek hat cem wî, li ber wî ket ser çokan û got: “Ez ditirsim ku keça min êdî miriye. Lê were û destê xwe deyne ser wê, û ewê vegere jiyanê.”

19 Hingê Îsa rabû û bi şagirtên xwe re li pey wî çû. 20 Wê çaxê, jinikeke nexweş, a ku 12 salan xwîn jê diçû, ji pişt ve hat û dest da rîşiyên kincê wî, 21 çimkî wê ji xwe re digot: “Eger ez tenê dest bidim kincê wî, ezê qenc bibim.” 22 Îsa zivirî, jinik dît û got: “Netirse, keça min! Baweriya te tu qenc kirî.” Di eynî demê de jinik qenc bû.

23 Gava Îsa ket mala serok, û bilûrvan û xelkê ku dikirin qîrînî dîtin, 24 wî got: “Ji vir derkevin, çimkî keçik nemiriye, lê razayî ye.” Hingê ew bi wî keniyan. 25 Piştî ku xelk ji malê derket, Îsa ket hundir, destê keçikê girt, û ew jî rabû. 26 Ev xeber di temamiya herêmê de belav bû.

27 Gava Îsa ji wê derê diçû, du zilamên kor ketin pey wî, û wan bi dengê bilind digot: “Ey Kurê Dawid, rehmê li me bike!” 28 Piştî ku Îsa ket hundirê malê, zilamên kor hatin ba wî, û Îsa ji wan pirsî: “Gelo hûn bawer dikin ku ez dikarim we qenc bikim?” Wan cewab da: “Belê, Efendî.” 29 Wî jî destê xwe da ser çavên wan û got: “Bila li gor baweriya we çêbe!” 30 Û çavên wan vebûn. Lê Îsa ew tembîh kirin û got: “Bila tu kes vêya nebihîze!” 31 Lê piştî ku ew derketin derve, wan ev xebera di heqê wî de di temamiya herêmê de belav kir.

32 Gava ew ji wê derê diçûn, mirovan zilamekî lal, ê ku bi cinekî ketibû, anî ba Îsa. 33 Piştî ku cin hat derxistin, zilamê lal dest bi xeberdanê kir. Mirov pir ecêbmayî man û wan got: “Li Îsraîlê tiştekî wisa qet çênebûye.” 34 Lê Fêrisiyan got: “Ew cinan bi destê serokê cinan derdixe.”

35 Îsa çû hemû gund û bajaran, di sînagogan* de hîn dikir, mizgîniya Padîşahiyê* belav dikir û mirov ji her cureyê êş û nexweşiyan qenc dikirin. 36 Wexta ku Îsa ev hemû mirov dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew wek miyên bê şivan, birîndar û perîşan bûn. 37 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Belê, şixulê dirûnê gelek e, lê pale hindik in. 38 Loma, ji Xwediyê dirûnê rica bikin ku ew paleyan bişîne şixulê xweyî dirûnê.”

10 Îsa 12 şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û qudret da wan ku ew cinan* derxin û her cureyê êş û nexweşiyan qenc bikin.

2 Navên van 12 şandiyan ev in: Şîmûn ku ji wî re Petrûs tê gotin û birayê wî Andreas; Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena; 3 Filîpos û Bartolomeyos; Tomas û Metayê bacgir; Aqûbê kurê Alfayos û Tadeyos; 4 Şîmûnê bixîret û Cihûdayê Îsxeryot, ê ku paşê Îsa da dest.

5 Îsa ev 12 kes şandin û li wan wisa emir kir: “Neçin nav miletên din û nekevin bajarên Sameriyan, 6 lê bi dewamî herin ba miyên windabûyî yên Îsraîlê*. 7 Hûn herin ku derê jî, mizgîniyê belav bikin û bibêjin: ‘Hukimdariya ezmanan nêzîk bûye.’ 8 Nexweşan qenc bikin, miriyan rakin, mirovên bi nexweşiya cuzamê* qenc bikin* û cinan derxin. We belaş stand, belaş bidin. 9 Hûn zêr, zîv û sifir jî bi xwe re nebin*. 10 Ji bo rêwîtiyê ne tûrikê xwarinê, ne du dest kiras, ne sol* û ne jî gopal bi xwe re bibin, çimkî xebatkar hêja ye ku nanê xwe bistîne.

11 Gava hûn bikevin bajar yan gundekî, li kesên ku hêjayî mizgîniyê ne bigerin, û li wê derê bimînin heta ku hûn herin. 12 Gava hûn bikevin malekê, silavan li maliyên malê bikin. 13 Eger ew mal hêja be, bila aştiya we li ser wê malê be. Lê eger ne hêja be, bila aştiya we li we vegere. 14 Li cihê ku mirov we qebûl nekin yan guh nedin xebera we, gava hûn ji wê malê yan ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin. 15 Bi rastî, di Roja Hukim de halê Sodom û Gomorayê wê ji halê wî bajarî hêsantir bibe.

16 Ez we wek miyan dişînim nav guran; loma wek maran bidîqat bin, lê wek kevokan dilpak bin. 17 Bila haya we ji mirovan hebe, çimkî ewê we teslîmî mehkemeyan bikin, û ewê we di sînagogan* de bidin ber qamçiyan. 18 Ji ber min, ewê we bidin destê walî û padîşahan, da ku ew û miletên din di heqê baweriya we de bibihîzin. 19 Lê wexta ku we bidin destê wan, xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin û çi nebêjin. Wê demê hûnê bizanin ku gerek hûn çi bibêjin, 20 çimkî yê ku dipeyive ne tenê hûn in, lê ruhê Bavê we* bi devê we dipeyive. 21 Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe bide kuştin, û zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin. 22 Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin, lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe. 23 Gava li bajarekî zilmê li we bikin, birevin bajarekî din. Bi rastî, berî hatina Kurê Mirov, hûnê pê re negihîjin ku li hemû bajarên Îsraîlê ji serî heta binî bigerin.

24 Şagirtek ne di ser mamosteyê xwe re ye, û xulamek jî ne di ser axayê xwe re ye. 25 Bes e ku şagirt mîna mamosteyê xwe be, û xulam mîna axayê xwe be. Eger ji xwediyê malê re Belzebûb* bê gotin, îcar ji maliyên wî re çi wê bê gotin? 26 Loma ji wan netirsin, çimkî tu tiştê veşartî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu sirek tune ye ku neyê eşkerekirin. 27 Tiştên ku ez di tariyê de ji we re dibêjim, di ronahiyê de bibêjin. Tiştên ku bi dengekî nizm tên gotin, bi eşkereyî ji kesên din re belav bikin. 28 Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin, lê nikarin can* bikujin, netirsin. Lê ji wî bitirsin, ê ku dikare hem canê we û hem jî bedena we di Gehenayê* de helak bike. 29 Ma du çivîkên biçûk bi qurişekê nayên firotin? Dîsa jî, yek ji wan nakeve erdê bêyî ku haya Bavê we jê hebe. 30 Û heta hemû porên serê we jî hatine hejmartin. 31 Loma netirsin, hûn ji çivîkan biqîmettir in.

32 Her kesê ku li ber mirovan dibêje ku ew bi min re ye, ezê jî li ber Bavê xwe yê li ezmanan bibêjim ku ez bi wî re me. 33 Lê her kesê ku min li ber mirovan înkar dike, ezê jî wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim. 34 Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim. 35 Ez hatime ku kur ji bav, keç ji dayikê û bûk ji xesûyê veqetînim. 36 Erê, dijminên mirov wê ji mala wî bin. 37 Yê ku ji min zêdetir ji dê yan bavê xwe hez dike, ne hêjayî min e. Û yê ku ji min zêdetir ji kur yan keça xwe hez dike, ew jî ne hêjayî min e. 38 Û yê ku darê xweyî îşkenceyê hilnegire û li pey min neyê, ne hêjayî min e. 39 Yê ku dixwaze canê* xwe xelas bike, ewê canê xwe winda bike. Û yê ku ji bo xatirê min canê xwe winda dike, ewê canê xwe bi dest bixe.

40 Yê ku we qebûl dike, min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, yê ku ez şandime jî qebûl dike. 41 Yê ku kesekî qebûl dike ji ber ku ew kes pêxember e, ewê wek pêxemberekî xelatê bistîne. Yê ku kesekî qebûl dike ji ber ku ew kes xizmetkarê Xwedê ye*, ewê wek xizmetkarekî Xwedê xelatê bistîne. 42 Û yê ku tenê tasek ava sar dide yekî ji wan biçûkan, ji ber ku ew şagirtê min e, bi rastî, ewê xelata xwe tu caran winda neke.”

11 Piştî ku Îsa emir da 12 şagirtên xwe, ew ji wê derê çû bajarên din, da ku mirovan hîn bike û mizgîniyê belav bike.

2 Gava Yehya* di hebsê de bû, wî di heqê kirinên Mesîh de bihîst. Loma wî şagirtên xwe şandin ba Îsa 3 ku ji wî bipirsin: “Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?” 4 Îsa cewab da wan: “Herin û tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yehya* re bibêjin: 5 Yên kor êdî dibînin, yên seqet dimeşin, yên bi nexweşiya cuzamê* qenc dibin*, yên ker dibihîzin, yên mirî tên rakirin û ji yên belengaz re mizgînî tê dayîn. 6 Çi qas dilxweş in kesên ku ji ber min nakevin şik û gumanan*.”

7 Gava şagirtên Yehya* çûn, Îsa ji xelkê re li ser Yehya xeber da: “Gava hûn çûn çolê, we dixwest çi bibînin? Ma we dixwest qamîşekî ku li ber bayê diheje, bibînin? 8 Îcar we dixwest li wê derê çi bibînin? Ma hûn çûn ku mirovekî ku kincên giranbiha li xwe kirine, bibînin? Jixwe, kesên ku kincên giranbiha li xwe dikin di qesrên padîşahan de dijîn. 9 Ka bibêjin, hûn çima çûn wê derê? Ku pêxemberekî bibînin? Erê, ez ji we re dibêjim, ew ne tenê pêxember e, lê ew ji pêxemberan mezintir e. 10 Ew e, yê ku di Nivîsarên Pîroz de li ser wî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê li pêşiya te rê hazir bike.’ 11 Bi rastî, di nav hemû mirovên ku hatine dinyayê de, kesekî ku ji Yehyayê* Vaftîzkar* mezintir e, derneketiye. Lê belê, di Hukimdariya ezmanan de, yekî biçûk jî ji wî mezintir e. 12 Ji rojên Yehyayê* Vaftîzkar* heta niha, Hukimdariya ezmanan hedefa mirovan e, û ew xîret dikin ku bigihîjin vê hedefê. Û yên ku dev ji vê xîreta xwe bernadin, digihîjin vê hedefê. 13 Çimkî heta dema Yehya*, hemû Nivîsarên Pêxemberan û Qanûnê ji berê ve gotibû ku çi wê çêbe. 14 Û hûn vêya qebûl bikin yan na, ‘Êlyasê ku wê bê’ ew e. 15 Guhên kê hene, bila baş guh bide.

16 Ez vî neslî bişibînim kê? Ew mîna wan zarokan in, ên ku li sûkê rûniştî ne û gazî hevalên xwe dikin 17 û dibêjin: ‘Me ji bo we li bilûrê xist, lê hûn nereqisîn. Me stranên şînê gotin, lê we şîn negirt*.’ 18 Mîna vê, Yehya* hat, ne dixwar û ne jî vedixwar, lê xelk li ser wî dibêje: ‘Ew bi cin ketiye.’ 19 Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, lê xelk dibêje: ‘Ka li wî binêrin! Ew li pey xwarin û vexwarinê ketiye û dostê bacgir û gunehkaran e.’ Çawa tê gotin: Hîkmet bi kirinên xwe eşkere dibe*.”

20 Piştî vê yekê, Îsa dest bi lomekirina bajaran kir, ên ku wî herî zêde mucîze di nav wan de çêkiribûn, çimkî wan tobe nekir: 21 “Wey li te, Xorazîn! Wey li te, Beytsayda! Eger mucîzeyên ku di nav we de çêbûn, li Sûr û Saydayê çêbûna, wanê ji zû ve bi kincên şîngirtinê di nav xweliyê de tobe bikira. 22 Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Hukim de halê Sûr û Saydayê wê ji halê we hêsantir bibe. 23 Û tu, Kapernaûm, ma tu difikirî ku tuyê bigihîjî ezmanan? Na, tuyê bikevî gorê*! Eger mucîzeyên ku di nav te de çêbûn, li Sodomê çêbûna, ewê heta roja îro bimaya. 24 Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Hukim de halê Sodomê wê ji halê te* hêsantir bibe.”

25 Wê çaxê, Îsa wisa got: “Ey Bavo, Xudanê erd û ezmanan, ez li ber hemûyan rûmetê didim te, çimkî te ev tişt ji kesên bihîkmet û zana veşartine û ji zarokên biçûk re eşkere kirine. 26 Erê Bavo, çimkî ev yek daxwaza dilê te bû. 27 Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji xeynî Bav, tu kes Kur bi temamî nas nake. Û ji xeynî Kur û kesên ku Kur dixwaze ji wan re rastiya di heqê Bav de eşkere bike, tu kes Bav bi temamî nas nake. 28 Werin ba min, ey hûn hemû yên westiyayî û bargiran, û ezê canê we rihet bikim*. 29 Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez dilnerm û dilnizm im, û hûnê ji bo canê xwe rihetiyê bistînin*. 30 Çimkî nîrê min rihet e* û barê min sivik e.”

12 Carekê, di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû. Şagirtên wî birçî bûn û dest pê kirin ku simbilên genim biçinin û bixwin. 2 Gava Fêrisiyan ev yek dît, wan ji wî re got: “Binêre! Şagirtên te tiştekî ku di roja Sebtê de qedexe ye, dikin.” 3 Wî ji wan re got: “Ma we nexwendiye ku gava Dawid û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 4 Ku ew çawa ket mala Xwedê û wan nanê pîroz* xwar? Lê ew nan ji bo wî û zilamên wî qedexe bû, çimkî ew tenê ji bo kahînan bû. 5 Wekî din, ma we di Qanûnê de nexwendiye ku di rojên Sebtê de, kahîn di îbadetgehê de dişixulin û dîsa jî bêsûc dimînin? 6 Lê ez ji we re dibêjim: Yekî ku ji îbadetgehê mezintir e, li vir e. 7 Lê belê, eger we fehm bikira ku maneya gotina ‘Ez ne qurbanan, lê dilovaniyê* dixwazim’ çi ye, weyê kesên bêsûc sûcdar dernexistana. 8 Çimkî Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye.”

9 Piştî ku Îsa ji wê derê çû, ew ket sînagogekê*. 10 Li wê derê zilamekî destseqet* hebû. Hin kesan ji Îsa pirsî: “Ma îzin heye ku mirov di roja Sebtê de nexweşan qenc bike?” Ew li sebebekî digeriyan ku wî sûcdar bikin. 11 Îsa ji wan re got: “Eger miyeke we hebe û ew mî di roja Sebtê de bikeve çalê, ma kî ji we wê neçe û miya xwe dernexe? 12 Îcar mirovek ji miyekê çi qas biqîmettir e! Loma îzin heye ku di roja Sebtê de qencî bê kirin.” 13 Piştre Îsa ji wî zilamî re got: “Destê xwe dirêj bike.” Wî jî destê xwe dirêj kir, û destê wî qenc bû*. 14 Lê Fêrisî derketin derve û li rêyekê digeriyan ku wî çawa bidin kuştin. 15 Gava Îsa vê yekê pê hesiya, ew ji wê derê çû. Gelek kes li pey wî çûn, û wî ew hemû qenc kirin. 16 Lê wî tembîh li wan kir û emir da wan ku ew ji kesên din re behsa wî nekin, 17 da ku ev gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ve hatibûn gotin, bên cih:

18 “Va ye xizmetkarê min, ê ku min hilbijartiye, ezîzê min, ê ku ez ji wî razî me! Ezê ruhê xwe deynim ser wî, û ewê ji miletan re eşkere bike ku edalet çi ye. 19 Ewê minaqeşe neke û neke qîrîn, û tu kes wê dengê wî li kolanên sereke nebihîze. 20 Ewê qamîşê xwar neperçiqîne, û fitîla ku hilma êgir jê diçe netemirîne, heta ku ew edaletê bîne. 21 Belê, milet wê hêviya xwe bi navê wî bînin.”

22 Rojekê, mirovan kesekî ku bi cinekî ketibû û kor û lal bû, anî ba Îsa. Piştî ku Îsa ew qenc kir, wî kesî êdî dikaribû xeber bide û bibîne. 23 Her kes ecêbmayî ma û got: “Gelo Kurê Dawid ev e?” 24 Gava Fêrisiyan ev yek bihîst, wan got: “Ew tenê bi destê serokê cinan Belzebûb* dikare cinan derxe.” 25 Lê Îsa dizanibû ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Her hukimdariya ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wêran dibe. Û her bajar û malbata ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wê nemîne. 26 Eger Şeytan, Şeytan derxe, ew li dijî xwe hatiye parçekirin. Îcar hukimdariya wî wê çawa bimîne? 27 Wekî din, eger ez cinan bi destê Belzebûb derdixim, gelo şagirtên we* cinan bi destê kê derdixin? Loma ewê bibin hakimên we. 28 Lê eger ez cinan bi destê ruhê Xwedê derdixim, îcar Hukimdariya Xwedê hatiye* bêyî ku haya we jê hebe. 29 Yan jî, gelo kesek dikare bikeve mala zilamekî xurt û mala wî talan bike bêyî ku ew wî girêde? Bi tenê eger ew wî girêde, ew dikare mala wî talan bike. 30 Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e. Û yê ku bi min re top nake, belav dike.

31 Loma ez ji we re dibêjim, her cure guneh û kufir wê ji mirovan re bê efûkirin, lê yê ku li dijî ruhê Xwedê kufir dike, ewê neyê efûkirin. 32 Mesela, eger kesek tiştekî li dijî Kurê Mirov bibêje, ewê bê efûkirin. Lê eger kesek tiştekî li dijî ruhê pîroz bibêje, ewê neyê efûkirin, ne niha* û ne jî di pêşerojê de.

33 Eger dara we baş be, mêweyên we jî wê baş bin, lê eger dara we xerab be, mêweyên we jî wê xerab bin. Çimkî her dar bi mêweyên xwe tê naskirin. 34 Ey zuriyeta marên bijehr, eger hûn xerab in, çawa xebereke baş dikare ji devê we derkeve? Di dilê mirov de çi heye, ew vê yekê dibêje*. 35 Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye. Lê mirovê xerab tiştên xerab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xerab ve tije ye. 36 Ez ji we re dibêjim: Di Roja Hukim de mirov wê ji bo her gotineke xwe ya pûç hesab bide. 37 Çimkî tuyê bi gotinên xwe wek kesekî rast yan wek kesekî sûcdar bêyî derxistin.”

38 Hingê hin qanûnzan û Fêrisiyan ji Îsa re got: “Mamoste, em dixwazin nîşanekê ji te bibînin.” 39 Îsa cewab da wan: “Neslekî xerab û nedilsoz* her tim li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis pêxember, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn. 40 Çawa ku Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyekî mezin de ma, Kurê Mirov jî wê sê roj û sê şevan di zikê erdê de* bimîne. 41 Xelkê Nînewayê wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe, çimkî xelkê Nînewayê guh da xebera Ûnis û tobe kir. Û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e. 42 Melîkeya başûr* wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî ew ji cihekî dûr hat, da ku guh bide hîkmeta Silêman. Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.

43 Gava cinek* ji mirovekî derdikeve, ew li çolê digere ku cihekî rihet bibîne, lê ew cihekî wisa qet nabîne. 44 Hingê ew ji xwe re dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime.’ Gava ew tê, ew dibîne ku mal vala ye, lê belê maliştî û xemilandî ye. 45 Paşê ew diçe û heft cinên din*, ên ku ji wî xerabtir in, bi xwe re tîne, û ew dikevin hundir û li wê derê dijîn. Êdî halê wî mirovî ji halê berê xerabtir dibe. Halê vî neslê xerab jî wê eynî wisa bibe.”

46 Hê Îsa bi xelkê re dipeyivî, diya wî û birayên wî li derve sekinî bûn, û wan dixwest bi wî re xeber bidin. 47 Kesekî ji wî re got: “Diya te û birayên te li derve sekinî ne û dixwazin bi te re xeber bidin.” 48 Îsa ji wî kesî re got: “Diya min kî ye, û birayên min kî ne?” 49 Wî bi destê xwe şagirtên xwe nîşanî wî da û got: “Diya min û birayên min ew in! 50 Çimkî her kesê ku li gor daxwaza Bavê min ê li ezmanan dike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.”

13 Wê rojê, Îsa ji malê derket û çû li ber behrê rûnişt. 2 Li dora wî gelek mirov top bûn, loma ew li qeyîkê* siwar bû û rûnişt, û xelk li ber devê behrê sekinî bû. 3 Îsa gelek tişt bi mîsalan ji wan re gotin: “Cotkarek derket ku toxim biçîne. 4 Gava wî toxim direşand, hin toxim ketin ser rê, û çivîk hatin û ew xwarin. 5 Hin toxim ketin ser erdê kevirî, yê ku axa wî kêm bû. Ji ber ku axa li wê derê ne kûr bû, toxim zû şîn bûn. 6 Lê gava roj derket, ew nebat şewitîn û ji ber ku kokên wan tunebûn, ew hişk bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî derketin û nebat fetisandin. 8 Lê belê, hin toxim ketin ser erdê baş, yekî 100, yê din 60 û yê din jî 30 qat ber da. 9 Guhên kê hene, bila baş guh bide.”

10 Şagirtên Îsa hatin ba wî û jê pirsîn: “Tu çima bi destê mîsalan bi wan re xeber didî?” 11 Wî ji wan re got: “Sirên pîroz ên Hukimdariya ezmanan ji we re hatine vekirin, lê ji wan re nehatine vekirin. 12 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, û ji destê wî wê kêm nebe. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 13 Loma ez bi destê mîsalan bi wan re xeber didim. Çimkî ew dinêrin, lê nabînin, ew guh didin, lê nabihîzin û fehm nakin. 14 Li ser wan, gotinên Îşaya pêxember tên cih: ‘Hûn bibihîzin jî, hûnê tu caran fehm nekin. Hûn binêrin jî, hûnê tu caran nebînin. 15 Çimkî dilê vî miletî hişk bûye, wan bi guhên xwe bihîst, lê hereket nekir, û wan çavên xwe girtin, da ku ew bi çavên xwe nebînin, û bi guhên xwe nebihîzin û bi dilê xwe fehm nekin û venegerin ba min ku ez wan qenc bikim.’

16 Lê hûn dilxweş in, çimkî çavên we dibînin û guhên we dibihîzin. 17 Bi rastî, hesreta gelek pêxemberan û gelek mirovên rast ew bû ku tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê wan nedît û tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê wan nebihîst.

18 Niha rind guh bidin mîsala cotkar. 19 Maneya toximên ku ketine ser rê ev e: Gava kesek xebera di heqê Hukimdariyê de dibihîze, lê maneya wê fehm nake, Îblîs* tê û tiştên ku di dilê wî de hatine çandin, derdixe. 20 Maneya toximên ku ketine ser erdê kevirî ev e: Kesek vê xeberê dibihîze û di cih de bi kêfxweşî qebûl dike, 21 lê ji ber ku di dilê wî de kok tune ye, ev xeber bi tenê ji bo demekê mezin dibe. Û paşê, gava ew ji ber vê xeberê tengasî û zilmê dikişîne, ew di cih de ji rê derdikeve. 22 Maneya toximên ku ketine nav striyan ev e: Kesek vê xeberê dibihîze, lê ev xeber di nav xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê de difetise û ew bê ber dimîne. 23 Û maneya toximên ku li erdê baş hatine çandin ev e: Kesek vê xeberê dibihîze, maneya wê fehm dike û ber dide. Yekî 100, yê din 60 û yê din jî 30 qat ber dide.”

24 Îsa behsa mîsaleke din jî kir û got: “Hukimdariya ezmanan dişibe zilamekî ku toximê baş li erdê xwe diçand. 25 Lê dema ku her kes razayî bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çandin û çû. 26 Gava genim şîn bû û ber da, zîwan jî xuya bûn. 27 Xulamên xwediyê malê hatin ba wî û ji wî re got: ‘Axayê me, ma te toximên baş di zeviya xwe de neçandibûn? Îcar ev zîwan ji ku derê hatin?’ 28 Wî ji wan re got: ‘Dijminekî ev yek kir.’ Xulam ji wî pirsî: ‘Gelo tu dixwazî ku em herin û wan bikişînin?’ 29 Wî got: ‘Na, çimkî gava hûn zîwanê bikişînin, dibe ku hûn genim jî pê re bikişînin. 30 Bihêlin, bila heta dema dirûnê her du bi hev re mezin bibin. Wê çaxê ezê ji paleyan re bibêjim: Pêşî zîwanê bidin ber hev û ji bo şewitandinê girêdin. Piştre, genim bidin ber hev û bixin embarên min.’”

31 Îsa behsa mîsaleke din jî kir û got: “Hukimdariya ezmanan dişibe toximê xerdelê, yê ku zilamekî li zeviya xwe çand. 32 Rast e, ew ji hemû toximan yê herî biçûk e, lê gava ew mezin dibe, ew ji nebatên baxçe mezintir dibe. Ew dibe dareke wisa ku çivîkên ezmanan li ser çiqilên wê bi cih dibin.”

33 Wî ji wan re mîsaleke din jî got: “Hukimdariya ezmanan dişibe hevîrtirşê ku jinekê hilda, xist nav 3 çapên ar* û hevîr strand heta ku temamiya hevîr tirş bû.”

34 Îsa ev hemû tişt bi destê mîsalan ji xelkê re digotin. Wî bê mîsal tu tişt ji wan re nedigot, 35 da ku ev gotinên pêxember bên cih: “Ezê devê xwe vekim û bi mîsalan xeber bidim. Ezê tiştên ku ji destpêkê ve* veşartî bûn, eşkere bikim.”

36 Piştî ku Îsa xelk şand, ew ket malê. Şagirtên wî hatin ba wî û ji wî re got: “Maneya mîsala zîwanên li zeviyê ji me re şirove bike.” 37 Îsa cewab da: “Yê ku toximê baş çand Kurê Mirov e, 38 zevî dinya ye, û toximên baş jî kurên Hukimdariyê ne, lê zîwan kurên Îblîs* in. 39 Û dijminê ku ew çandine Îblîs e. Dirûn rojên dawîn ên vê dinyayê ne, û pale jî melek in. 40 Îcar çawa ku zîwan tên berhevdan û di nav êgir de tên şewitandin, rojên dawîn ên vê dinyayê jî wê wisa bin. 41 Kurê Mirov wê melekên xwe bişîne, û ewê di Hukimdariya wî de yên ku kesên din dixin guneh û yên ku xerabiyê* dikin, bidin ber hev, 42 û ewê wan bavêjin nav agirekî mezin. Li wê derê, ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin. 43 Hingê, yên rast wê di Hukimdariya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Guhên kê hene, bila baş guh bide.

44 Hukimdariya ezmanan dişibe xezîneyeke ku di zeviyekê de hatiye veşartin. Zilamekî ew xezîne dît û dîsa veşart. Ji ber vê yekê, ew bi kêfxweşî çû, hemû mal û milkê xwe firot û ew zevî kirî.

45 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe bazirganekî ku li moriyên* xweşik digeriya. 46 Piştî ku wî moriyeke pir giranbiha dît, ew bi lez çû, hemû mal û milkê xwe firot û ew morî kirî.

47 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe toreke ku hat avêtin nav behrê, û cure cure masî diketin vê torê. 48 Gava tor tije bû, masîgiran tor kişand ber devê behrê. Paşê ew rûniştin û masiyên baş kirin selikan, lê yên nebaş avêtin. 49 Rojên dawîn ên vê dinyayê wê eynî bibin. Melek wê bên û wê mirovên xerab ji mirovên rast veqetînin. 50 Û yên xerab wê bên avêtin nav agirekî mezin, û li wê derê ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin.”

51 Îsa ji şagirtên xwe pirsî: “Gelo we maneya van hemû tiştan fehm kir?” Wan got: “Erê.” 52 Paşê wî ji wan re got: “Îcar bizanibin, mamosteyê ku di heqê Hukimdariya ezmanan de hîn dibe, dişibe xwediyê malê, yê ku ji xezîneya* xwe tiştên nû û tiştên kevn derdixe.”

53 Piştî ku Îsa behsa van mîsalan kir, ew ji wê derê çû. 54 Ew gihîşt herêma xwe û mirov di sînagogê* de hîn dikirin. Xelk ecêbmayî ma û got: “Gelo vî zilamî hîkmet û qudreta ku van mucîzeyan çêke ji ku standiye? 55 Ma ew ne kurê xerat e? Ma diya wî ne Meryem e? Ma Aqûb, Ûsiv, Şîmûn û Cihûda ne birayên wî ne? 56 Û ma hemû xwişkên wî di bajarê me de najîn? Îcar kê ev hîkmet û qudreta ku van mucîzeyan çêke, dane wî?” 57 Loma wan nexwest bi wî bawer bikin*. Lê Îsa ji wan re got: “Qedrê pêxemberekî li her derê tê girtin, lê ne li bajar û malbata wî.” 58 Ji ber bêbaweriya wan, wî li wê derê gelek mucîze çênekirin.

14 Wê demê, serokê herêmê* Hêrodês xebera li ser Îsa bihîst 2 û ji xizmetkarên xwe re got: “Ev kes Yehyayê* Vaftîzkar* e. Ew ji nav miriyan hatiye rakirin û ji ber vê yekê ew dikare mucîzeyan çêke.” 3 Hêrodês ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe Filîpos, Yehya* bi zincîran girtibû û ew avêtibû hebsê. 4 Çimkî Yehya* ji wî re digot: “Ev yek ku te ew ji xwe re aniye, li dijî qanûnê ye.” 5 Hêrodês dixwest wî bikuje, lê ew ji xelkê ditirsiya, çimkî wan Yehya* wek pêxember didît. 6 Lê di rojbûna Hêrodês de, keça Hêrodiyasê li ber mêvanan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat, 7 û wî sond xwar ku her daxwaza keçikê bîne cih. 8 Keçik ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin û ji Hêrodês re wisa got: “Serê Yehyayê* Vaftîzkar* li ser sêniyekê bide min.” 9 Padîşah xemgîn bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber mêvanên ku li ser sifrê rûniştibûn, wî emir da 10 ku serê Yehya* di hebsê de bê jêkirin. 11 Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe. 12 Paşê şagirtên Yehya* hatin, cesedê wî birin û ew defn kirin*. Piştre ew çûn ba Îsa û her tişt ji wî re gotin. 13 Gava Îsa ev yek bihîst, ew bi qeyîkê* çû cihekî tenha, da ku bi tena serê xwe be. Lê xelk ji cure cure bajaran bi vê yekê hesiyan û bi pêyan çûn ku bigihîjin wî.

14 Li ber behrê, Îsa gelek mirov dîtin. Dilê wî bi wan şewitî, û wî kesên nexweş qenc kirin. 15 Gava bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û gotin: “Ev der tenha ye, û êdî dereng e. Xelkê bişîne, bila ew herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirin.” 16 Lê Îsa ji wan re got: “Ne lazim e ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!” 17 Wan ji wî re got: “Ji xeynî pênc nan û du masiyan, li ba me tiştek tune ye.” 18 Îsa got: “Ka nan û masiyan bînin ba min.” 19 Wî ji mirovan re got ku bila ew li ser giya rûnin. Paşê wî ew pênc nan û du masî hildan, li ezman nêrî û dua kir*. Wî nan şikandin û ew dan şagirtên xwe, wan jî ew li mirovan belav kirin. 20 Hemûyan xwar û têr bûn. Û wan 12 selik pariyên ku zêde mabûn dan ber hev. 21 Hejmara yên ku nan xwar, ji xeynî jin û zarokan, weke 5.000 mêrî bû. 22 Hema piştî vê yekê, Îsa ji şagirtên xwe re got ku bila ew li qeyîkê* siwar bin û li pêşiya wî herin aliyê din ê behrê, lê ew li wê derê ma ku xelkê bişîne.

23 Piştî ku Îsa mirov şandin, ew bi tena serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Gava bû êvar, ew li wê derê bi tenê bû. 24 Lê qeyîk* êdî bi sedan metreyan ji devê behrê dûr ketibû û ber pêlên avê diket, çimkî li hember wan bayek rabû. 25 Nêzîkî serê sibehê*, Îsa li ser avê meşiya û çû ba şagirtên xwe. 26 Gava wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe, tirs ket dilê wan, û wan got: “Ev xeyalet e!” Û wan ji tirsan kir qîrîn. 27 Lê Îsa ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 28 Petrûs ji wî re got: “Efendiyê min, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.” 29 Wî got: “Were!” Petrûs ji qeyîkê peya bû, li ser avê meşiya û çû ba Îsa. 30 Lê wexta ku wî firtone dît, tirs ket dilê wî û ew diket bin avê. Îcar wî kir qîrîn: “Efendiyê min, min xelas bike!” 31 Îsa di cih de destê xwe dirêjî wî kir, ew girt û got: “Ka baweriya te?* Tu çima dudilî bûyî?” 32 Gava ew li qeyîkê siwar bûn, firtone sekinî. 33 Îcar kesên ku di qeyîkê de bûn, li ber wî ketin ser çokan û got: “Tu bi rastî jî Kurê Xwedê yî.” 34 Gava ew derbasî aliyê din ê behrê bûn, ew gihîştin erdê Genesaretê.

35 Gava mirovên li wê derê Îsa nas kir, wan ev xeber li her derê belav kir, û wan hemû kesên nexweş anîn ba Îsa. 36 Wan ji wî lava kir ku ew tenê destê xwe bidin rîşiyên kincê wî, û her kesê ku destê xwe dida wî, bi temamî qenc dibû.

15 Hingê ji Orşelîmê Fêrisî û qanûnzan hatin ba Îsa, û wan ji wî pirsî: 2 “Çima şagirtên te adetên bav û kalên me li erdê dixin? Mesela, ew berî xwarinê destên xwe naşon*.”

3 Îsa cewaba wan da: “Lê hûn çima ji bo xatirê adetên xwe emrên Xwedê li erdê dixin? 4 Mesela, Xwedê gotiye ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku nifir li dê yan bavê xwe bike, gerek bê kuştin’. 5 Lê hûn dibêjin, ‘Yê ku ji dê yan bavê xwe re dibêje: “Her tiştê ku ez pê dikarim alîkariya te bikim, qurbaneke ji bo Xwedê ye,” 6 êdî ji ber vê yekê, ne lazim e ku ew qedrê bavê xwe bigire.’ Bi vî awayî, we peyva Xwedê ji bo xatirê adetên xwe pûç û betal kiriye. 7 Ey durûno, Îşaya pêxember li ser we çi qas rast got: 8 ‘Ev milet bi devê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 9 Îbadeta wan pûç û betal e, çimkî ew li gor hîndariyên mirovan hîn dikin.’” 10 Hingê Îsa gazî xelkê kir û ji wan re got: “Rind guh bidin û fehm bikin. 11 Ne tiştê ku dikeve devê mirov wî pîs dike, lê belê tiştê ku ji devê mirov derdikeve wî pîs dike.”

12 Paşê şagirtên Îsa hatin ba wî û ji wî re gotin: “Ma tu nizanî ku Fêrisî ji ber gotinên te aciz bûne?” 13 Îsa cewaba wan da: “Her dara ku Bavê minî ezmanî neçandiye wê ji kokê ve bê rakirin. 14 Dev ji wan berdin. Ew rêberên kor in. Û eger yekî kor rêberiya yekî kor bike, her du jî wê bikevin çalê.” 15 Petrûs ji wî re got: “Maneya vê mîsalê ji me re şirove bike.” 16 Îsa ji wan re got: “Ma hûn jî hê fehm nakin? 17 Ma hûn nizanin, her tiştê ku dikeve dev, di zik re derbas dibe û paşê dîsa derdikeve? 18 Lê belê, tiştê ku ji dev derdikeve, ew ji dil tê û mirov pîs dike. 19 Mesela, fikrên xerab ji dil derdikevin: kuştin, zina, bêexlaqiya cinsî, dizî, şahidiya derewîn û kufir. 20 Ev hemû tiştên hanê mirov pîs dikin, lê xwarina bi destên neşûştî* mirov pîs nake.”

21 Îsa ji wê derê derket û çû herêma Sûr û Saydayê. 22 Jinikeke ji Finîkyayê*, ya ku li wê derê dijiya, hat ba wî û lava kir: “Efendiyê min, Kurê Dawid, rehmê li min bike. Keça min bi cinan ketiye û êşeke mezin dikişîne.” 23 Lê Îsa qet cewaba wê neda. Şagirtên wî hatin ba wî û rica kirin: “Wê bişîne, bila here! Çimkî ew bi qîrîn li pey me ketiye.” 24 Îsa cewab da: “Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên Îsraîlê* hatime şandin.” 25 Lê jinik hat ba wî, ket ser çokan û got: “Efendiyê min, alî min bike!” 26 Îsa ji wê re got: “Ne baş e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikên biçûk.” 27 Wê got: “Belê, Efendiyê min. Lê kûçikên biçûk jî hûrikên ku ji sifra xwediyê wan dikevin erdê, dixwin.” 28 Hingê Îsa ji jinikê re got: “Baweriya te çi qas mezin e! Bila li gor daxwaza dilê te be.” Di eynî demê de, keça wê qenc bû.

29 Îsa ji wê derê çû û nêzîkî behra Celîleyê bû. Ew hilkişiya çiyê û li wê derê rûnişt. 30 Gelek mirov hatin ba wî. Di nav wan de kesên seqet, kor, lal û gelek kesên din ên nexweş jî hebûn. Wan ew danîn ber lingên Îsa û wî hemû qenc kirin. 31 Gava mirovan dît ku kesên lal dipeyivin, kesên seqet baş dimeşin û kesên kor dibînin, ew ecêbmayî man û rûmet dan Xwedayê Îsraîlê.

32 Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: “Dilê min bi van mirovan dişewite. Êdî sê roj e ku ew bi min re ne û xwarina wan nemaye. Ez naxwazim wan birçî bişînim, da ku ew di rê de ji birçan nekevin.” 33 Lê şagirtan ji wî re got: “Li vî cihê tenha em li ku derê dikarin ew qas nan bînin ku van hemû mirovan têr bikin?” 34 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wan got: “Heft nan û çend masiyên biçûk hene.” 35 Wî ji mirovan re got ku bila ew li erdê rûnin. 36 Paşê wî ew heft nan û çend masî hildan û ji Xwedê re şikir kir, nan şikandin û dan şagirtên xwe, û wan li mirovan belav kirin. 37 Hemûyan xwar û ew têr bûn. Paşê wan heft selik bi pariyên bermayî ve tije kirin. 38 Hejmara yên ku jê xwarin, ji xeynî jin û zarokan, 4.000 mêr bûn. 39 Piştî ku Îsa mirov şandin, ew li qeyîkê* siwar bû û çû herêma Magadanê.

16 Li wê derê Fêrisî û Sadûqî hatin ba Îsa. Wan dixwest wî biceribînin, û ji ber vê yekê wan ji wî re got ku bila ew nîşanekê ji ezmanan ji wan re xuya bike. 2 Îsa cewaba wan da: “Gava roj diçe ava, hûn dibêjin, ‘Hewa wê xweş bibe, çimkî ezman wek agir sor e.’ 3 Û serê sibehê hûn dibêjin, ‘Îro hewa wê sar be û baran wê bibare, çimkî ezman wek agir sor e, lê ewr reş in.’ Hûn li ezmên dinêrin û fehm dikin ku hewa wê çawa be, lê maneya nîşanên ku niha diqewimin hûn fehm nakin. 4 Neslekî xerab û nedilsoz* her tim li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis pêxember, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn.” Piştî vê, Îsa ew hiştin û çû.

5 Şagirtên wî derbasî aliyê din ê behrê bûn, lê wan ji bîr kir ku nên bi xwe re bibin. 6 Îsa ji wan re got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.” 7 Ew di nav xwe de fikirîn, û wan got: “Belkî ew wisa dibêje ji ber ku me bi xwe re nan neaniye.” 8 Îsa pê hesiya û ji wan pirsî: “Hûn çima li ser vê yekê minaqeşe dikin ku nanê we tune ye? Ka baweriya we? 9 Ma hûn hê jî fehm nakin? Ma nayê bîra we ku çawa bi pênc nanan 5.000 mêr têr bûn û we çend selik dan ber hev? 10 Yan ma nayê bîra we ku çawa bi heft nanan 4.000 mêr têr bûn û we çend selikên mezin jî dan ber hev? 11 Hûn çima fehm nakin ku ez behsa nên nakim? Lê ez dixwazim ku hûn xwe ji hevîrtirşê Fêrisî û Sadûqiyan dûr bigirin.” 12 Hingê wan fehm kir ku Îsa ji wan re negot ku ew xwe ji hevîrtirşê nên dûr bigirin, lê wî got ku bila ew xwe ji hîndariyên Fêrisî û Sadûqiyan dûr bigirin.

13 Gava Îsa gihîşt herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: “Bi dîtina xelkê, Kurê Mirov kî ye?” 14 Wan cewab da: “Hin kes dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, hin kes dibêjin Êlyas. Û hin kesên din jî dibêjin Yêremya yan jî yek ji pêxemberan.” 15 Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” 16 Şîmûn Petrûs cewaba wî da: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedayê ku her û her dijî.” 17 Îsa ji wî re got: “Tu çi qas dilxweş î, Şîmûnê kurê Ûnis, çimkî te ev yek ne bi alîkariya mirovan*, lê bi alîkariya Bavê min ê li ezmanan fehm kir. 18 Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs î, û ezê civata xwe li ser vî zinarî ava bikim, û deriyên gorê* wê nikaribin wê* bindest bikin. 19 Ezê kilîdên Hukimdariya ezmanan bidim te. Her tiştê ku tu li ser rûyê erdê girêdî, ewê li ezmanan girêdayî be. Û her tiştê ku tu li ser rûyê erdê vekî, ewê li ezmanan vekirî be.” 20 Paşê wî şagirtên xwe tembîh kirin ku ew ji tu kesî re nebêjin ku ew Mesîh e.

21 Ji wê demê û pê ve, Îsa ji şagirtên xwe re şirove dikir ku gerek ew here Orşelîmê û ji destê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan cefayê bikişîne, bê kuştin û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin. 22 Petrûs ew da aliyekî, lê hilat û got: “Efendiyê min, wisa nebêje! Ev hemû tişt wê qet neyên serê te.” 23 Lê Îsa pişta xwe da Petrûs û ji wî re got: “Dev ji min berde, Şeytan! Tu ji min re dibî asteng, çimkî tu ne mîna Xwedê, lê mîna mirovan difikirî.”

24 Paşê Îsa ji şagirtên xwe re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 25 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku ji bo xatirê min jiyana* xwe winda dike, ewê wê bistîne*. 26 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? Yan mirov dikare çi bide ku jiyana* xwe bi dest bixe? 27 Çimkî Kurê Mirov wê di rûmeta Bavê xwe de bi melekên xwe re were, û hingê ewê li gor karê her kesî bide wan. 28 Bi rastî: Li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew bibînin ku Kurê Mirov di Hukimdariya xwe de tê.”

17 Piştî şeş rojan, Îsa bi tenê Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhena bi xwe re birin û hilkişiya serê çiyayekî bilind. 2 Û wan dît ku xuyabûna Îsa hat guhertin. Rûyê wî mîna rojê şewq da, û kincên wî mîna ronahiyê dibiriqîn. 3 Ji nişka ve Mûsa û Êlyas li wan xuya bûn û bi Îsa re sohbet kirin. 4 Petrûs ji Îsa re got: “Efendiyê min, çi qas baş e ku em li vir in! Eger tu bixwazî, ez sê konan deynim, yekî ji bo te, yekî ji bo Mûsa û yekî jî ji bo Êlyas.” 5 Hê ew dipeyivî, ewrekî ronî daket ser wan, û dengek ji ewr hat: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me. Guh bidin wî.” 6 Gava şagirtan ev yek bihîst, tirseke mezin ket dilê wan, û wan xwe avêt erdê. 7 Lê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe li wan da û got: “Rabin, netirsin.” 8 Gava wan serê xwe bilind kir, wan ji xeynî Îsa tu kes nedît. 9 Gava ew ji çiyê daketin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: “Heta ku Kurê Mirov ji mirinê bê rakirin, tiştên ku we dîtin ji tu kesî re nebêjin.”

10 Şagirtan ji Îsa pirsî: “Qanûnzan çima dibêjin ku gerek pêşî Êlyas were?” 11 Îsa cewab da: “Bi rastî Êlyas tê, û ewê her tiştî serrast bike. 12 Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas jixwe hatiye, lê wan ew nas nekir. Wan çi dixwest, wisa li wî kir. Bi eynî şeklî, Kurê Mirov jî wê ji destê wan cefayê bikişîne.” 13 Hingê şagirtan fehm kir ku Îsa behsa Yehyayê* Vaftîzkar* dike.

14 Gava ew nêzîkî xelkê bûn, zilamek hat ba Îsa, xwe avêt ser çokan û ji wî re got: 15 “Efendiyê min, rehmê li kurê min bike. Ew bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye û halê wî qet ne baş e. Ew gelek caran dikeve nav avê yan nav êgir. 16 Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc bikin.” 17 Îsa got: “Ey neslê* bêbawer û gunehkar, heta kengê gerek ez bi we re bim? Heta kengê ez li we sebir bikim? Wî bînin cem min.” 18 Paşê Îsa ferman da cin, û cin ji kurik derket. Di eynî demê de ew qenc bû. 19 Piştre şagirt bi tena serê xwe hatin ba Îsa, û wan ji wî pirsî: “Çima me nikaribû cin derxin?” 20 Wî ji wan re got: “Çimkî baweriya we kêm e. Bi rastî, eger baweriya we wek toximekî xerdelê jî biçûk be, hûn ji vî çiyayî re bibêjin, ‘Ji vir here wê derê’, ewê here. Her tişt wê ji bo we mumkin be.” 21 ——*

22 Gava ew bi hev re li Celîleyê bûn, Îsa ji wan re got: “Kurê Mirov wê bê dayîn destê mirovan, 23 û ewê wî bikujin. Û di roja sisêyan de, ewê ji mirinê bê rakirin.” Gava wan gotinên wî bihîstin, ew pir xemgîn bûn.

24 Piştî ku ew gihîştin Kapernaûmê, zilamên ku bacên* ji bo îbadetgehê top dikirin nêzîkî Petrûs bûn û ji wî pirsî: “Gelo mamosteyê we baca ji bo îbadetgehê dide?” 25 Wî got: “Belê, dide.” Dema ku Petrûs ket malê, berî ku ew tiştekî bibêje, Îsa ji wî pirsî: “Şîmûn tu çi difikirî, padîşahên dinyayê bac û gumrikan ji kê distînin? Ji kurên xwe yan jî ji xerîban?” 26 Petrûs got: “Ji xerîban.” Îcar Îsa ji wî re got: “Hingê kurên wan ji bacê azad in. 27 Lê da ku em tu kesî aciz nekin, here ber behrê û şewkê bavêje. Masiyê pêşîn, ê ku tu digirî, devê wî veke û tuyê zîvekî bibînî. Wî bibe û ji bo min û ji bo xwe bide wan.”

18 Wê çaxê şagirt hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: “Di Hukimdariya ezmanan de yê herî mezin kî ye?” 2 Îsa gazî zarokekî kir, di nav wan de danî 3 û got: “Bi rastî: Eger hûn xwe neguherînin û nebin wek zarokan, hûnê tu caran nekevin Hukimdariya ezmanan. 4 Loma, kî wek vî zarokî dilnizm bibe, ew di Hukimdariya ezmanan de yê herî mezin e. 5 Û kî zarokekî wisa ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. 6 Lê kesê ku yekî ji van biçûkan, ên ku baweriya xwe bi min tînin, ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî mezin* li stûyê wî bê girêdan û ew di behrê de bê xeniqandin.

7 Wey li halê dinyayê, çimkî ew mirovan dixe guneh! Rast e, astengên ku mirov dixin guneh wê hebin, lê wey li yê ku dibe sebebê astengan! 8 Eger destê te yan lingê te te bixe guneh*, wî jêke û bavêje. Baştir e ku tu destekî xwe yan lingekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du destên xwe yan bi her du lingên xwe bêyî avêtin nav agirê herheyî. 9 Û eger çavê te te bixe guneh, wî derxe û bavêje. Ji bo te baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du çavan bêyî avêtin Gehenaya biagir*. 10 Hay ji xwe hebin ku hûn yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim, li ezmanan melekên wan her gav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin. 11 ——*

12 Hûn çi difikirin, eger 100 miyên mirovekî hebin û yek ji wan rêya xwe winda bike, ma ewê 99 miyên xwe li çiyayan nehêle û neçe ku li miya windabûyî bigere? 13 Bawer bin, eger ew miya windabûyî bibîne, kêfxweşiya wî wê zêdetir be ji kêfxweşiya li ser 99 miyên ku rêya xwe winda nekirine. 14 Bi eynî awayî, Bavê min* ê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.

15 Eger birayê te li dijî te guneh bike, here û gava hûn her du bi tenê ne, gunehê wî bîne bîra wî*. Eger ew guh bide te, te birayê xwe vegerand ser rêya rast. 16 Lê eger ew guh nede te, yek yan du kesan bi xwe re bibe, da ku her tişt bi gotinên du yan sê şahidan bê îsbatkirin. 17 Eger ew nexwaze guh bide wan, ji civatê re bibêje, û eger ew guh nede civatê jî, bila ew ji bo te êdî bibe wek kesekî ji miletên din yan wek bacgirekî.

18 Bi rastî, her tiştê ku hûn li ser rûyê erdê girêdin, ewê êdî li ezmanan girêdayî be. Û her tiştê ku hûn li ser rûyê erdê vekin, ewê êdî li ezmanan vekirî be. 19 Ez dîsa tiştekî ji we re bibêjim: Eger du kes ji we li ser rûyê erdê hemfikir bin ku ji bo meseleyeke muhîm dua bikin, Bavê min ê li ezmanan wê vê yekê bîne cih. 20 Îcar li ku derê du yan sê kes bi navê min li hev top bin, ez jî li wê derê di nav wan de me.”

21 Paşê Petrûs hat ba Îsa û ji wî pirsî: “Efendiyê min, gava birayê min li dijî min guneh dike, lazim e ku ez çend caran wî efû bikim? Ma heta heft caran?” 22 Îsa cewaba wî da: “Ez ji te re dibêjim, ne heft caran, lê heta 77 caran.

23 Hukimdariya ezmanan dişibe padîşahekî ku ji xulamên xwe xwest ku ew deynên xwe bidin. 24 Gava padîşah dest bi topkirina pereyên xwe kir, xulamên wî zilamekî ku bi 60.000.000 dînarî* deyndarê wî bû, anî ba wî. 25 Lê ji ber ku vî zilamî nikaribû van pereyan bide, padîşah emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû mal û milkê wî bên firotin, da ku deynê wî bê dayîn. 26 Loma xulam ket ser çokan û ji padîşah rica kir: ‘Hinek wextê bide min, û ezê hemû deynê xwe bidim.’ 27 Dilê padîşah bi wî şewitî, wî ew berda û deynê wî efû kir*. 28 Lê gava ev xulam derket derve, wî xulamekî din dît, ê ku bi 100 dînarî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‘Deynê xwe bide!’ 29 Îcar wî xwe avêt ber lingên wî û ji wî rica kir: ‘Hinek wextê bide min û ezê deynê xwe bidim.’ 30 Lê wî daxwaza wî qebûl nekir. Ew çû û wî ew xulam da avêtin hebsê heta ku ew deynê xwe bide. 31 Gava xulamên din dît ku çi qewimî, ew pir xemgîn bûn û çûn hemû tişt ji padîşah re gotin. 32 Hingê padîşah gazî xulamê xwe kir û ji wî re got: ‘Ey xulamê xerab! Wexta ku te ji min rica kir, min hemû deynê te efû kir. 33 Çawa ku min rehm li te kir, ma wê ne lazim bûya ku tu jî rehmê li xulamê din bikî?’ 34 Hêrsa padîşah rabû, û wî emir da ku ev xulam bê avêtin hebsê heta ku ew hemû deynê xwe bide. 35 Eger hûn birayê xwe ji dil efû nekin, Bavê min ê li ezmanan wê bi eynî awayî li we bike.”

19 Gava Îsa gotinên xwe xelas kirin, ew ji Celîleyê çû û gihîşt sînorê Cihûstanê, li aliyê din ê Çemê Urdunê. 2 Gelek mirov li pey wî çûn, û wî ew li wê derê qenc kirin.

3 Fêrisî hatin ba Îsa, da ku wî biceribînin. Wan ji wî pirsî: “Ma îzin heye ku mêr ji bo her sebebî jina xwe berde?” 4 Îsa cewab da: “Ma we nexwendiye, yê ku ew çêkirine di destpêkê de ew wek jin û mêr çêkirin 5 û got: ‘Ji ber vê yekê, mêr wê dev ji dê û bavê xwe berde û bi jina xwe re bijî*, û her du wê bibin yek*’? 6 Da ku ew êdî ne didu, lê yek* bin. Loma yên ku Xwedê gihandine hev*, bila mirov ji hevdû veneqetîne.” 7 Wan ji wî re got: “Lê Mûsa çima emir da ku gerek kaxiza berdanê bê dayîn û jin bê berdan?” 8 Îsa ji wan re got: “Ji ber dilhişkiya we Mûsa destûr da ku hûn jinên xwe berdin, lê di destpêkê de ne wisa bû. 9 Ez ji we re dibêjim: Her kesê ku bêyî sebebê bêexlaqiya cinsî jina xwe berde û bi keseke din re bizewice, zinayê dike.”

10 Şagirtan ji Îsa re got: “Eger halê mêr bi jinê re wisa be, çêtir e ku mirov nezewice.” 11 Îsa cewab da: “Ne her kes dikare wisa bijî. Bi tenê yên ku vê hediyeyê* qebûl dikin, dikarin wisa bijîn. 12 Hin kes ji roja bûyîna xwe ve xadim* in, hin kes ji aliyê mirovan ve hatine xadimkirin û hin kesên din jî ji bo xatirê Hukimdariya ezmanan xwe kiriye xadim. Yê ku dikare wisa bijî, bila wisa bijî.”

13 Hingê mirovan zarok dianîn ba Îsa, da ku ew destên xwe deyne ser wan û ji bo wan dua bike. Lê şagirtên wî nehişt ku ew vêya bikin. 14 Îsa ji wan re got: “Bihêlin, bila zarok werin ba min û rê li ber wan negirin. Çimkî Hukimdariya ezmanan aîdî kesên wek wan e.” 15 Wî destên xwe danîn ser wan û ji wê derê çû.

16 Piştî vê, kesek hat cem Îsa û got: “Mamoste, gerek ez çi qenciyê bikim, da ku ez jiyana herheyî bi dest bixim?” 17 Îsa ji wî re got: “Tu çima ji min dipirsî ku qencî çi ye? Tenê Xwedê qenc e. Eger tu dixwazî jiyanê bistînî, her gav li gor emiran bimeşe.” 18 Wî pirsî: “Kîjan emir?” Îsa cewab da: “Nekuje, zinayê neke, nedize, şahidiya derewîn neke, 19 qedrê dê û bavê xwe bigire, û wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe jî hez bike.” 20 Wî xortî got: “Ez xwe li van hemû emran digirim, ma dîsa çi maye?” 21 Îsa ji wî re got: “Eger tu dixwazî bêkêmahî bî, here, mal û milkê xwe bifiroşe û bide feqîran. Hingê li ezmanan xezîneya te wê hebe. Û li pey min were.” 22 Gava wî xortî ev yek bihîst, ew xemgîn bû û ji wê derê çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû. 23 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: “Bi rastî, ji bo mirovekî zengîn wê pir zehmet be ku bikeve Hukimdariya ezmanan. 24 Dîsa ez ji we re dibêjim, ev yek ku deveyek* di qula derziyekê re derbas bibe, hêsantir e ji vê yekê ku mirovekî zengîn bikeve Hukimdariya Xwedê.”

25 Gava şagirtan ev yek bihîst, ew gelekî şaş man, û wan pirsî: “Îcar kî dikare xelas bibe?” 26 Îsa li wan nêrî û got: “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ji bo Xwedê her tişt mumkin e.”

27 Hingê Petrûs wisa got: “Ka binêre, me her tişt hişt, û em li pey te hatin. Îcar feydeya me wê çi be?” 28 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, di dema nûkirinê de, gava Kurê Mirov li ser textê xweyî birûmet rûne, hûn ên ku li pey min hatin, hûnê li ser 12 textan rûnin û bibin hakimên 12 eşîrên Îsraîlê. 29 Û her kesê ku ji bo xatirê navê min mal, yan xwişk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zarok, yan erdê xwe hiştibe, ewê 100 qat zêdetir bistîne û jiyana herheyî wek mîras bistîne.

30 Lê gelek kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn, û kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn.

20 Hukimdariya ezmanan dişibe xwediyê rezekî, yê ku serê sibehê derket, da ku ji bo rezê xwe li paleyan bigere. 2 Piştî ku ew bi paleyan re li hev hat ku dînarekê wek meaşê rojekê bide wan, wî ew şandin nav rezê xwe. 3 Gava ew di saeta sisêyan de* dîsa derket, wî li sûkê kesên bêşixul dîtin 4 û ji wan re got: ‘Hûn jî herin nav rezê min, û ezê heqê we bidim we.’ 5 Îcar ew jî çûn. Xwediyê rez di saeta şeşan û nehan de jî derket û eynî tişt kir. 6 Cara dawîn, ew di saeta yanzdehan de derket û dîsa kesên din dîtin û ji wan re got: ‘Hûn çima temamiya rojê li vir sekinîne û bêşixul mane?’ 7 Wan wisa cewab da: ‘Çimkî tu kesî şixul nedaye me.’ Wî ji wan re got: ‘Hûn jî herin nav rezê min.’

8 Gava bû êvar, xwediyê rez ji berdestiyê xwe re got: ‘Gazî paleyan bike û meaşê wan bide wan. Bi yên dawîn dest pê bike û bi yên pêşîn xelas bike.’ 9 Gava paleyên ku di saeta yanzdehan de dest bi şixul kiribû, hatin, her yekî ji wan dînarek stand. 10 Wexta ku dora paleyên pêşîn hat, ew fikirîn ku ewê zêdetir pereyan bistînin, lê ji wan re jî yek dînar hat dayîn. 11 Gava wan meaşê xwe stand, wan gazin ji xwediyê rez kirin 12 û gotin: ‘Ew paleyên dawîn tenê saetek şixulîn, lê me temamiya rojê di bin tavê de şixulekî giran kir, dîsa jî te di nav me û wan de ferq nekir!’ 13 Lê xwediyê rez ji yek ji wan re wisa got: ‘Hevalo, ez neheqiyê li te nakim. Em li hev hatin ku tuyê dînarekê bistînî, ma ne wisa ye? 14 Meaşê xwe bistîne û here. Min çi daye te, ez dixwazim bidim paleyê dawîn jî. 15 Ma ev ne heqê min e ku ez bi pereyê xwe çi bixwazim, bikim? Yan tu çavnebariyê dikî* ji ber ku ez destvekirî* me?’ 16 Bi vî awayî, kesên dawîn wê bibin kesên pêşîn, û kesên pêşîn wê bibin kesên dawîn.”

17 Gava Îsa hildikişiya Orşelîmê, di rê de wî 12 şagirtên xwe dan aliyekî û ji wan re wisa got: 18 “Ka binêrin, em niha hildikişin Orşelîmê, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê serokên kahînan û qanûnzanan. Û ewê fermana mirinê bidin wî 19 û wî bidin destê mirovên miletên din, da ku ew qerfên xwe bi wî bikin, bidin ber qamçiyan û wî li ser dar îdam bikin. Û di roja sisêyan de ewê ji mirinê bê rakirin.”

20 Piştî vê yekê, diya kurên Zebedî tevî kurên xwe hat cem Îsa, ket ser çokan û tiştek ji wî rica kir. 21 Wî ji wê re got: “Tu çi dixwazî?” Wê cewab da wî: “Soz bide ku bila her du kurên min di Hukimdariya te de li aliyê teyî rastê û li aliyê teyî çepê rûnin.” 22 Îsa wisa cewab da: “Hûn nizanin ku hûn çi rica dikin. Kasa ku ezê jê vexwim, gelo hûn dikarin jê vexwin?” Wan ji wî re got: “Erê, em dikarin.” 23 Îsa ji wan re got: “Hûnê helbet ji kasa min vexwin, lê ev yek ku kî li aliyê minî rastê û li aliyê minî çepê rûne, ne qerara min e. Bavê min qerarê dide ku ji bo kê ew cih hatine hazirkirin, û ewê li wan cihan rûnin.”

24 Gava deh şagirtên din ev yek bihîst, ew bi van du birayan hêrs bûn. 25 Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Hûn dizanin ku hukimdarên miletan xwe di ser mirovan re digirin*, û rêberên mezin bi zordarî li ser wan hukim dikin. 26 Gerek di nav we de ne wisa be. Lê yê ku dixwaze di nav we de bibe yê mezin, gerek xizmetkarê we be. 27 Û yê ku dixwaze di nav we de bibe yê pêşîn, gerek xulamê we be. 28 Çawa ku Kurê Mirov nehatiye ku ji wî re xizmet bê kirin, lê ku ji kesên din re xizmetê bike û canê xwe ji bo gelekan wek fîdye bide.”

29 Gava ew ji Erîhayê derdiketin, gelek mirov li pey wî çûn. 30 Îcar du zilamên kor li kêleka rê rûniştî bûn. Gava wan bihîst ku Îsa derbas dibe, wan bi dengekî bilind gazî kir: “Efendiyê me, Kurê Dawid, rehmê li me bike!” 31 Lê mirov aciz bûn û ji wan re gotin ku bila ew hiş bin. Lê wan bi dengekî hê jî bilindtir gazî kir: “Efendiyê me, Kurê Dawid, rehmê li me bike!” 32 Îcar Îsa sekinî, gazî wan kir û got: “Hûn çi dixwazin ku ez ji bo we bikim?” 33 Wan ji wî re got: “Efendiyê me, bila çavên me vebin.” 34 Dilê Îsa bi wan şewitî, loma wî destê xwe da ser çavên wan, û di cih de çavên wan vebûn, û ew li pey wî çûn.

21 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştin Beytfaceyê, ya ku li ser Çiyayê Zeytûnê ye, Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û ji wan re got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Hûnê li wê derê kereke girêdayî û dehşikê wê bibînin. Wan vekin û bînin ba min. 3 Eger kesek tiştekî ji we bipirse, wisa bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim in.’ Ewê di cih de her du heywanan bi we re bişîne.”

4 Ev yek wisa çêbû, da ku gotinên pêxember bên cih: 5 “Ji keça Siyonê re bibêjin: ‘Binêre, Hukimdarê te tê cem te! Ew nefsbiçûk e û li kerê siwar bûye. Erê, ew li dehşikê kerê, li dehşikê heywaneke ku barên giran hildigire, siwar bûye.’”

6 Şagirt çûn û çawa ku Îsa ji wan re gotibû, wan wisa kir. 7 Wan ker û dehşik anîn, kincên xwe danîn ser pişta keran, û Îsa li dehşik siwar bû. 8 Gelek mirovan kincên xwe raxistin ser kolanê. Hin kesên din jî çiqilên daran dibirîn û diavêtin ser rê. 9 Mirovên ku li pêşiya wî diçûn û yên ku li pey wî dihatin gazî dikir: “Xwedê, em rica dikin, Kurê Dawid xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! Yê Jorîn, em rica dikin, wî xelas bike!”

10 Gava Îsa ket Orşelîmê, temamiya bajêr bi xeberdana mirovan tevlihev bû, û her kesî pirsî: “Gelo ev kî ye?” 11 Mirovan bi dewamî wisa digot: “Ev Îsa pêxember e, ji bajarê Nasiraya* Celîleyê!”

12 Îsa ket îbadetgehê û wî kesên ku li wê derê îşê kirîn û firotinê dikir, avêtin derve. Wekî din, wî maseyên kesên ku pere diguherandin û kursiyên kevokfiroşan avêtin erdê. 13 Û wî ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn: ‘Ji mala min re wê mala duayê bê gotin,’ lê hûn wê dikin şikefta dizan.” 14 Di îbadetgehê de kesên kor û kesên seqet jî hatin ba wî, û wî ew qenc kirin.

15 Gava serokên kahînan û qanûnzanan dît ku Îsa mucîze çêdikirin û zarokan di îbadetgehê de wisa digot: “Xwedê, em rica dikin, Kurê Dawid xelas bike!”, ew pir aciz bûn, 16 û wan ji wî pirsî: “Ma tu nabihîzî ku ew çi dibêjin?” Îsa cewab da wan: “Erê. Ma we ev yek nexwendiye: ‘Te wisa kir ku zarok û yên li ber şîr bi devê xwe pesnê te bidin’?” 17 Îsa ew hiştin, ji bajêr derket û çû Beytanyayê û wê şevê li wê derê ma.

18 Gava ew serê sibehê vegeriya bajêr, ew birçî bû. 19 Wî li kêleka kolanê dareke hêjîrê dît û nêzîkî darê bû, lê wî ji xeynî pelan tu tişt nedît. Hingê wî ji darê re got: “Bila êdî ji te heta hetayê mêwe dernekeve.” Û ev dara hêjîrê di cih de hişk bû. 20 Gava şagirtan ev yek dît, ew pir ecêbmayî man û got: “Ev dara hêjîrê çawa ji nişka ve hişk bû?” 21 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, eger baweriya we hebe û hûn ne dudilî bin, hûnê ne tenê tiştên ku min bi dara hejîrê kir, bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bibêjin ‘Rabe û xwe bavêje behrê’, ev yek wê çêbe. 22 Û hemû tiştên ku hûn di duayê de bi baweriyê bixwazin, hûnê bistînin.”

23 Gava Îsa di îbadetgehê de bû û mirov hîn dikirin, serokên kahînan û rîspiyên xelkê hatin ba wî û pirsîn: “Tu van tiştan bi çi heqî dikî? Kê îzin daye te?” 24 Îsa ji wan re got: “Pirseke min jî heye. Eger hûn cewaba min bidin, îcar ezê ji we re bibêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim: 25 Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand?” Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê ji me bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’ 26 Lê eger em bibêjin ‘Ji mirovan’, em ditirsin ku xelk tiştekî bîne serê me, çimkî ew Yehya* wek pêxember dibînin.” 27 Loma wan ji Îsa re got: “Em nizanin.” Wî jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.

28 Hûn çi difikirin? Du kurên zilamekî hebûn, û ew çû ba yê mezin û ji wî re got: ‘Kurê min, îro here di nav rez de bişixule.’ 29 Wî cewab da: ‘Ez naçim.’ Lê paşê ew poşman bû û dîsa jî çû. 30 Îcar zilam çû ba kurê xweyî biçûk û eynî tişt got. Kurê wî got: ‘Temam, ezê herim.’ Lê ew neçû. 31 Ji van du kuran, kê bi ya bavê xwe kir?” Wan cewab da: “Yê mezin.” Îsa ji wan re got: “Bi rastî, bacgir û fahîşe wê berî we bikevin Hukimdariya Xwedê. 32 Çimkî Yehya* hat û rêya rastdariyê nîşanî we da, lê we ji wî bawer nekir. Lê belê, bacgir û fahîşeyan ji wî bawer kir. We her çi qas ev yek dît jî, hûn poşman nebûn, û we dîsa jî ji wî bawer nekir.

33 Ka guh bidin vê mîsalê: Erdê zilamekî hebû, û wî rezek çandibû û li dora wê çeperek* danîbû. Wî hewzeke ji bo pelçiqandina tiriyan û birceke nobedariyê çêkiribû. Paşê wî ev rez bi kirê da rezvanan û çû cihekî dûr. 34 Gava dema rezçinînê hat, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku xulam para wî bistînin. 35 Lê rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yekî din kuştin û yekî din jî dan ber keviran. 36 Paşê wî ji cara pêşîn zêdetir xulam şandin, lê wan eynî tişt anî serê wan jî. 37 Dawiya dawî, wî kurê xwe şand ba wan û fikirî: ‘Ewê qedrê kurê min bigirin.’ 38 Gava rezvanan kurê wî dît, wan ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin û mîrasa wî ji wî bistînin!’ 39 Hingê wan ew girt, avêt derveyî rez û kuşt. 40 Gava xwediyê rez bê, gelo ewê çi li wan rezvanan bike?” 41 Wan cewab da wî: “Ji ber ku ew mirovên xerab in, dawiya wan jî wê xerab be. Û ewê rezê xwe bi kirê bide rezvanên din, da ku ew di wextê de para wî bidin wî.”

42 Îsa ji wan re got: “Ma we ev yek di Nivîsarên Pîroz de qet nexwendiye, ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*. Yehowa ev yek kir, û ev yek li ber çavê me wek mucîzeyê ye’? 43 Loma ez ji we re dibêjim, Hukimdariya Xwedê wê ji destê we bê standin û ji miletekî re bê dayîn, ê ku li gor daxwaza Xwedê dike*. 44 Kesê ku li vî kevirî bikeve, ewê zerareke mezin bibîne. Û kevir bikeve ser kê jî, ewê wî bipelçiqîne.”

45 Gava serokên kahînan û Fêrisiyan ev mîsal bihîst, wan fehm kir ku Îsa behsa wan dikir. 46 Wan pir dixwest wî bigirin, lê ew ji xelkê ditirsiyan, çimkî xelkê ew wek pêxember didît.

22 Îsa dîsa bi destê mîsalan bi wan re xeber da: 2 “Hukimdariya ezmanan dişibe padîşahekî ku daweta kurê xwe kir. 3 Wî xulamên xwe şandin, da ku mêvanan gazî dawetê bikin, lê mêvanan qet nedixwest werin. 4 Wî xulamên din jî şandin û got: ‘Ji mêvanan re bibêjin: “Min ji bo dawetê şîv hazir kiriye, min ga û dewarên xwe yên qelew şerjê kirine. Her tişt hazir e. Werin dawetê.”’ 5 Lê wan ev teklîf avêt pişt guhê xwe û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe. 6 Yên mayî jî, xulamên wî girtin, li wan xistin û ew kuştin.

7 Hêrsa padîşah rabû, û wî eskerên xwe şandin, ew mêrkuj dan kuştin û bajarê wan da şewitandin. 8 Paşê wî ji xulamên xwe re got: ‘Dawet hazir e, lê mêvan ne hêja bûn. 9 Loma herin kolanên ku ji bajêr derdikevin, û her kesê ku hûn bibînin, gazî dawetê bikin.’ 10 Xulam jî çûn kolanan, û wan hemû kesên ku ew rastî wan hatin, kesên baş û kesên xerab, li hev top kirin. Bi vî awayî, salona dawetê bi mêvanan ve tije bû.

11 Gava padîşah ket hundir ku li mêvanan binêre, wî zilamek dît, ê ku kincên dawetê li xwe nekiribûn. 12 Û padîşah ji wî pirsî: ‘Hevalo, tu çawa bêyî kincên dawetê ketî hundir?’ Wî nikaribû tiştekî bibêje. 13 Hingê padîşah ji xulamên xwe re got: ‘Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Ewê li wê derê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.’

14 Çimkî yên ku hatine gazîkirin gelek in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.”

15 Paşê Fêrisî çûn û bi hev re şêwirîn ku çawa Îsa bi gotinên wî bixin dafikê. 16 Wan şagirtên xwe tevî piştgirên Hêrodês şandin ba wî. Wan ji Îsa re got: “Mamoste, em dizanin ku tu her tim rastiyê dibêjî û li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. Ji bo te ne muhîm e ku kesên din ji te razî bin, çimkî tu qet ferq û cudahiyê naxî nav mirovan. 17 Ka ji me re bibêje: Tu çi difikirî, ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na?” 18 Ji ber ku Îsa niyeta xerab a dilê wan dizanibû, wî wisa got: “Durûno, hûn çima min diceribînin? 19 Ka pereyê ku bac pê tê dayîn, nîşanî min bidin.” Wan dînarek anî ba wî. 20 Îsa ji wan pirsî: “Ev sûret û nivîsa kê ye?” 21 Wan got: “Ya Qeyser* e.” Hingê wî ji wan re got: “Îcar tiştên Qeyser bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” 22 Gava wan ev yek bihîst, ew pir şaş man. Wan Îsa hîşt û çûn.

23 Wê rojê Sadûqî, yên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 24 “Mamoste, Mûsa wisa gotibû: ‘Eger zarokên zilamekî tune bin û ew bimire, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike.’ 25 Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî û mir. Lê ew bê zarok mir, loma jina wî ji birayê wî re ma. 26 Eynî tişt hat serê birayê diduyan û yê sisêyan, û serê hemû heft birayan, heta ku ew mirin. 27 Dawiya dawî, jin jî mir. 28 Îcar di dema rabûna miriyan de, ji wan heft birayan, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.”

29 Îsa jî ji wan re got: “Hûn şaş in, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz û ne jî qudreta Xwedê dizanin. 30 Di dema rabûna miriyan de, jin û mêr nazewicin, lê ew wek melekên ezmanan in. 31 Lê di heqê rabûna miriyan de, ma we nexwendiye ku Xwedê ji we re çi gotibû: 32 ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb ez im’? Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e.” 33 Gava xelkê ev yek bihîst, ew bi vê yekê ku wî çawa hîn dikir heyran ma.

34 Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girt, ew bi hev re, wek komekê, hatin ba wî. 35 Û kesekî ji wan, ê ku Qanûn baş dizanî, ji bo ku Îsa biceribîne wisa jê pirsî: 36 “Mamoste, di Qanûnê de emrê herî muhîm çi ye?” 37 Îsa wisa cewab da: “‘Gerek tu ji Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya canê xwe û bi temamiya hişê* xwe hez bikî.’ 38 Ev emrê pêşîn e û yê herî muhîm e. 39 Emrê diduyan jî dişibe yê pêşîn û ev e: ‘Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.’ 40 Ev her du emir, esasê temamiya Qanûnê û hemû Nivîsarên Pêxemberan e.”

41 Gava Fêrisî hê bi hev re bûn, Îsa ji wan pirsî: 42 “Hûn li ser Mesîh çi difikirin? Gelo ew kurê kê ye?” Wan ji wî re got: “Kurê Dawid e.” 43 Îcar Îsa ji wan pirsî: “Eger wisa be, çima Dawid bi îlhama Xwedê ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’? Ma wî wisa nenivîsiye: 44 ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te”’? 45 Madem ku Dawid ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’, ew çawa dibe kurê wî?” 46 Êdî tu kesî nikaribû peyvekê jî ji Îsa re bibêje, û ji wê rojê û pê ve tu kes newêribû ji wî pirsan bipirse.

23 Paşê Îsa ji xelkê û ji şagirtên xwe re got: 2 “Qanûnzan û Fêrisiyan cihê Mûsa girtiye. 3 Loma hemû tiştên ku ew ji we re dibêjin bikin û bînin cih, lê wek wan nekin. Çimkî ew dibêjin, lê ew li gor gotinên xwe nakin. 4 Ew barên giran girêdidin û datînin ser stûyê mirovan. Lê ew bi xwe naxwazin bi tiliyekê jî alî wan bikin. 5 Ew her tiştî dikin, da ku kesên din wan bibînin. Ji ber vê yekê ew qutiyên biçûk*, ên ku di hundirê wan de perçeyên Nivîsarên Pîroz hene, mezintir dikin û rîşiyên kirasên xwe dirêjtir dikin. 6 Ew hez dikin ku di wexta şîvê de li cihên herî baş û di sînagogan* de li cihên pêşîn rûnin. 7 Ew hez dikin ku mirov li sûkan silavê li wan bikin û ji wan re bibêjin ‘Mamoste’*. 8 Lê bila ji we re ‘Mamoste’ neyê gotin, çimkî Mamosteyê we yek e, û hûn gişt birayên hev in. 9 Ji xeynî vê, li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‘Bavo’, çimkî Bavê we bi tenê yek e, yê ku li ezmanan e. 10 Bila ji we re ‘Rêber’ jî neyê gotin, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. 11 Lê yê herî mezin di nav we de gerek xulamê we be. 12 Kesê ku xwe bilind dike, wê bê nizmkirin. Û kesê ku xwe nizm dike, wê bê bilindkirin.

13 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Ji ber ku hûn deriyê Hukimdariya ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û nahêlin ku kesên ku dixwazin jî, bikevinê. 14 ——*

15 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn li behran û li hemû deran li kesekî digerin ku wî bikin Cihû. Û gava ew dibe Cihû, hûn wî dikin kesekî ku ji we du qat zêdetir hêja ye ku bikeve Gehenayê*.

16 Wey li we, rêberên kor! Hûn dibêjin: ‘Eger kesek bi îbadetgehê sond bixwe, sonda wî pûç û betal e. Lê eger kesek bi zêrê îbadetgehê sond bixwe, gerek ew sonda xwe bîne cih.’ 17 Ey hûn kesên bêaqil û kor! Gelo çi muhîmtir e, zêr yan îbadetgeha ku zêr pîroz dike? 18 Wekî din hûn dibêjin: ‘Eger kesek bi qurbangehê sond bixwe, sonda wî pûç û betal e. Lê eger kesek bi pêşkêşa ku li ser qurbangehê ye, sond bixwe, gerek ew sonda xwe bîne cih.’ 19 Ey korno! Gelo çi muhîmtir e, pêşkêş yan qurbangeha ku pêşkêşê pîroz dike? 20 Îcar her kesê ku bi qurbangehê sond dixwe, ew ne tenê bi qurbangehê, lê bi hemû tiştên li ser wê jî sond dixwe. 21 Û her kesê ku bi îbadetgehê sond dixwe, ew ne tenê bi îbadetgehê, lê bi yê ku tê de dijî jî sond dixwe. 22 Û her kesê ku bi ezmên sond dixwe, ew bi textê Xwedê û bi yê ku li ser vî textî rûniştî ye, sond dixwe.

23 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Çimkî hûn dehyeka* nane, şiwît û kemyonê didin, lê we di Qanûna Mûsa de tiştên muhîmtir, yanî edalet, dilovanî û dilsozî di pişt guhê xwe re avêtine. Rast e, gerek dehyek bê dayîn, lê dîsa jî lazim bû ku we tiştên din di pişt guhê xwe re neavêtana. 24 Rêberên kor! Hûn mêşê* dipalînin, lê deveyê* dadiqurtînin.

25 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn derveyî tas û firaqan dişon, lê hundirê wan tijî çavbirçîtî û xwenegirtin* e. 26 Ey Fêrisiyê kor! Pêşî hundirê tas û firaqan bişo, paşê ewê ji derve jî paqij bibin.

27 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Hûn wek mezelên spîkirî ne, yên ku ji derve xweşik xuya dibin, lê di hundirê wan de hestiyên miriyan û hemû tiştên mirdar hene. 28 Bi eynî awayî, hûn ji derve li ber çavê mirovan wek kesên rast xuya dibin, lê ji hundir ve hûn tijî durûtî û bêqanûnî ne.

29 Wey li we, qanûnzan û Fêrisîno! Durûno! Çimkî hûn ji bo pêxemberan mezelan ava dikin û tirbeyên mirovên rast dixemilînin. 30 Û hûn dibêjin: ‘Eger em di rojên bav û kalên xwe de bijiyana, meyê bi wan re xwîna pêxemberan nerijanda.’ 31 Bi vî awayî, hûn îsbat dikin ku hûn kurên wan mêrkujên pêxemberan in. 32 De hûn jî tiştê ku bav û kalên we dest pê kiriye, bi dawî bînin.

33 Ey marno, zuriyeta marên bijehr! Ma hûnê çawa ji cezayê Gehenayê* birevin? 34 Loma ez pêxemberan, zilamên bihîkmet û mamosteyan dişînim cem we. Hûnê hin ji wan li ser darê îşkenceyê îdam bikin û bikujin, û hin ji wan jî di sînagogan de bidin ber qamçiyan û di her bajêr de zilmê li wan bikin. 35 Bi vî awayî, hemû xwîna kesên rast, a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we – ji xwîna mirovê rast Habîl heta xwîna Zekeryayê kurê Barakiya, yê ku we di navbera îbadetgeh û qurbangehê de kuşt. 36 Bi rastî, ev hemû tişt wê bên serê vî neslî*.

37 Wax Orşelîm, Orşelîm, a ku pêxemberan dikuje û yên ku hatine şandin ba wê dide ber keviran. Çend caran min dixwest zarokên te li hev top bikim, mîna ku mirîşk cûcikên xwe di bin baskên xwe de top dike! Lê we nexwest. 38 Loma mala we wê ji we re wêran bimîne*. 39 Ez ji we re dibêjim, hûnê min êdî nebînin heta ku hûn bibêjin: ‘Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e!’”

24 Gava Îsa ji îbadetgehê derdiket, şagirtên wî nêzîkî wî bûn, da ku bala wî bikişînin ser avahiyên îbadetgehê. 2 Wî ji wan re wisa got: “Gelo hûn van hemû tiştan dibînin? Bi rastî, li vir kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran bibe.”

3 Wexta ku Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê rûniştî bû, şagirtên wî bi tena serê xwe hatin ba wî, û wan ji wî pirsî: “Ka ji me re bibêje, ev tişt wê kengê çêbin? Çi wê bibe nîşana hazirbûna te û nîşana rojên dawîn ên vê dinyayê?”

4 Îsa cewaba wan da: “Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne. 5 Çimkî gelek kes wê bi navê min werin û bibêjin, ‘Ez Mesîh im’ û wê gelekan bixapînin. 6 Hûnê dengê şeran û xeberên li ser şeran bibihîzin. Lê netirsin, çimkî gerek ev tişt çêbin, lê ev hê ne dawî ye.

7 Milet wê li hember milet rabe û hukimdarî wê li hember hukimdariyê rabe. Û li gelek cihan xela û erdhej wê çêbin. 8 Ev hemû tişt destpêka êş û janan in.

9 Hingê mirov wê zilmê li we bikin û we bikujin. Û ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin. 10 Gelek kes wê ji rê derkevin û hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin. 11 Gelek pêxemberên sexte wê derkevin û gelekan bixapînin. 12 Û ji ber zêdebûna bêqanûniyê, hezkirina gelekan wê sar bibe. 13 Lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe. 14 Û ev mizgîniya Padîşahiyê* wê li seranserê dinyayê bê belavkirin, da ku hemû milet vê mizgîniyê bibihîzin, û hingê dawî wê bê.

15 Gava hûn wek Danîêl pêxember gotibû tiştê pîs, ê ku wêran dike, li cihekî pîroz sekinî dibînin (bila xwendevan baş fehm bike), 16 hingê yên ku li Cihûstanê ne, bila birevin çiyayan. 17 Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundirê mala xwe, da ku tiştekî hilde. 18 Û yê ku li nav zeviyê be, bila venegere ku kirasê xwe hilde. 19 Wey li jinên bihemle û li yên ku di van rojan de zarokê xwe dimêjînin! 20 Tim dua bikin ku revîna we ne li zivistanê û ne jî di roja Sebtê* de be. 21 Çimkî wê demê tengasiya mezin wê çêbe, ya ku ji destpêka dinyayê ve heta niha çênebûye û wê careke din çênebe. 22 Eger ew roj neyên kinkirin, tu mirov wê xelas nebe. Lê ji bo xatirê yên hilbijartî, ew roj wê bên kinkirin.

23 Hingê, eger kesek ji we re bibêje: ‘Ka binêre, Mesîh li vir e!’ yan ‘Ew li wê derê ye!’, bawer nekin. 24 Çimkî Mesîhên sexte û pêxemberên sexte wê derkevin, û ewê mucîze û nîşanên mezin çêkin, da ku eger mumkin be yên hilbijartî jî bixapînin. 25 Ji bîr nekin, min hûn hişyar kirin. 26 Loma eger mirov ji we re bibêjin: ‘Va ye, ew li çolê ye’, neçin wê derê. Yan jî: ‘Va ye, ew di hundirê malê de ye’, bawer nekin. 27 Çawa ku birûsk ji rojhilatê heta rojavayê şewq dide, hazirbûna Kurê Mirov jî wê bi eynî awayî be. 28 Kelaş* li ku derê be, qertel* jî wê li wê derê kom bibin.

29 Hema piştî wan rojên tengasiyê, roj wê tarî bibe û heyv wê ronahiya xwe nede. Stêr wê ji ezmanan bikevin, û qudretên ezmanan wê bên hejandin. 30 Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmanan xuya bibe, û hemû miletên dinyayê* wê şînê bigirin û li singê xwe bixin. Û ewê Kurê Mirov, ê ku li ser ewrên ezmanan bi qudret û bi rûmeta mezin tê, bibînin. 31 Û Kurê Mirov wê melekên xwe bi dengê bilind ê boriyê bişîne, û melekên wî wê ji her çar aliyên dinyayê ve*, ji aliyekî ezmanan heta aliyê din, hilbijartiyên wî top bikin.

32 Ji dara hêjîrê vê dersê bistînin: Wexta ku çiqilên wê mezin dibin û pelên wê şîn dibin, hûn fehm dikin ku havîn êdî nêzîk bûye. 33 Bi eynî awayî, gava hûn van hemû tiştan dibînin, bizanin ku ew* nêzîk e, erê, li ber derî ye. 34 Bi rastî, ev hemû tişt wê bên cih berî ku ev nesil* derbas bibe. 35 Erd û ezman tune bibin jî, peyvên min wê her û her bimînin.

36 Lê belê, tu kes nizane ku ew roj û saet wê kengê be, ne melekên ezmanan, ne jî Kur, bi tenê Bav dizane. 37 Di rojên Nûh de çawa bû, hazirbûna Kurê Mirov jî wê wisa be. 38 Çimkî di rojên berî tofanê de, mirovan dixwar, vedixwar, dizewicîn û mêr dikirin heta roja ku Nûh ket gemiyê. 39 Û mirovan bala xwe nedida ku çi diqewime heta ku tofan rabû û hemû bi xwe re birin. Hazirbûna Kurê Mirov jî wê bi eynî awayî be. 40 Hingê du zilam wê di nav zeviyê de bin, yek wê bê birin û yê din wê bê hiştin. 41 Du jin wê genim bihêrin, yek wê bê birin û ya din wê bê hiştin. 42 Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku Efendiyê we wê di kîjan rojê de bê.

43 Lê bawer bin, eger xwediyê malê bizane ku diz wê kengê* bikeve mala wî, ewê hişyar bimîne û nehêle ku diz bikeve malê. 44 Ji ber vê yekê, hûn jî hazir bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê wisa de bê ku hûn ne li bendê ne.

45 Xulamê dilsoz û bihîkmet bi rastî kî ye, yê ku axayê wî li ser xizmetkarên mala xwe kiriye mesûl, da ku ew xwarina wan di wexta rast de bide wan? 46 Çi qas dilxweş e ew xulam, gava axayê wî were û bibîne ku ew hema wisa dike! 47 Bi rastî, ewê wî li ser hemû mal û milkê xwe bike mesûl.

48 Lê eger ew xulam xerab derkeve û di dilê xwe de bibêje: ‘Axayê min dereng dikeve’, 49 û ew dest pê bike ku li xulamên din bixe û bi serxweşan re bixwe û vexwe, 50 Axayê wî wê di rojeke wisa de were ku ew xulam ne li bendê ye, û di saetekê de ku ew pê nizane, 51 û ewê cezayekî mezin bide wî û wî bavêje cihê durûyan. Li wê derê, ewê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.

25 Hukimdariya ezmanan dişibe deh keçikên ku qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê. 2 Ji wan keçikan, pênc bêaqil bûn û pênc jî bihîkmet bûn. 3 Keçikên bêaqil qendîlên xwe hildan, lê rûn bi xwe re nebir, 4 lê keçikên bihîkmet ji xeynî qendîlên xwe zêde rûn jî bi xwe re bir. 5 Ji ber ku zava dereng ket, xewa wan hemûyan hat û ew bi xew re çûn. 6 Nîvê şevê dengek hat: ‘Va ye, zava tê! Derkevin, herin pêşiya wî.’ 7 Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe hazir kirin. 8 Keçikên bêaqil ji yên bihîkmet re got: ‘Ka hinek rûnê xwe bidin me, çimkî hindik maye ku qendîlên me bitemirin.’ 9 Keçikên bihîkmet got: ‘Belkî rûnê me têra me hemûyan neke, loma herin ba kesên ku rûn difiroşin û ji xwe re rûn bikirin.’ 10 Gava ew çûn ku rûn bikirin, zava hat. Keçikên ku hazir bûn bi wî re ketin cihê dawetê, û derî hat girtin. 11 Paşê keçikên din jî hatin û gotin: ‘Ezbenî, Ezbenî, derî li me veke!’ 12 Wî ji wan re got: ‘Bi rastî ez we nas nakim.’

13 Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne roj û ne jî saetê dizanin.

14 Wekî din, Hukimdariya ezmanan dişibe zilamekî ku xulamên xwe gazî ba xwe kirin, da ku mal û milkê xwe emanetî wan bike berî ku ew here welatekî din. 15 Wî li gor hunerên xulaman talent* dan wan: 5 talent dan yekî, 2 talent dan yê din û 1 talent jî da yê sisêyan. Piştî vê yekê, ew çû welatekî din. 16 Xulamê ku 5 talent standibûn zû rabû û bi van talentan îşê kirîn û firotinê kir. Bi vî awayî, wî 5 talentên din qezenc kirin. 17 Mîna wî, xulamê diduyan, ê ku 2 talent standibûn, 2 talentên din qezenc kirin. 18 Lê xulamê ku 1 talent standibû çû û erd kola û pereyê* axayê xwe di bin erdê de veşart.

19 Piştî wexteke dirêj, axayê wan xulaman vegeriya û hesabê xwe bi wan re kir. 20 Xulamê ku 5 talent standibûn hat û 5 talentên din jî bi xwe re anîn û got: ‘Axayê min, te 5 talent emanetî min kiribûn. Ka binêre, min 5 talentên din jî qezenc kirin.’ 21 Axayê wî ji wî re got: ‘Aferim, ey xulamê baş û dilsoz! Tu ji bo hindik tiştan dilsoz derketî, loma ezê gelek tiştan emanetî te bikim. Were û bi axayê xwe re dilxweş be.’ 22 Paşê xulamê ku 2 talent standibûn hat û got: ‘Axayê min, te 2 talent emanetî min kiribûn. Ka binêre, min 2 talentên din jî qezenc kirin.’ 23 Axayê wî ji wî re got: ‘Aferim, ey xulamê baş û dilsoz! Tu ji bo hindik tiştan dilsoz derketî, loma ezê gelek tiştan emanetî te bikim. Were û bi axayê xwe re dilxweş be.’

24 Li dawiyê, xulamê ku 1 talent standibû hat û got: ‘Axayê min, min dizanibû ku tu mirovekî sert û hişk î. Li cihê ku te neçandiye tu didirûyî, û li cihê ku te nereşandiye tu didî ber hev. 25 Loma ez tirsiyam û min talenta te di bin erdê de veşart. Ha, bila talenta te ji te re be.’ 26 Axayê wî ji wî re got: ‘Ey xulamê xerab û tembel! Te dizanibû ku li cihê ku min neçandiye ez didirûm, û li cihê ku min nereşandiye ez didim ber hev, ma ne wisa ye? 27 Îcar te gerek pereyê min bidaya bankayê, û wexta ku ez vegerim, minê zêdetir pere bistanda.

28 Loma talentê ji wî bistînin û bidin xulamê ku 10 talentên wî hene. 29 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, û ji destê wî wê kêm nebe. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 30 Vî xulamê bêkêr bavêjin derve, nav tariyê. Li wê derê, ewê bike qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bike.’

31 Gava Kurê Mirov di rûmeta xwe de bi hemû melekan re were, ewê li ser textê xweyî birûmet rûne. 32 Hemû milet wê li ber wî bên topkirin, û çawa ku şivanek miyan ji bizinan vediqetîne, ewê mirovan ji hevdû veqetîne. 33 Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê û bizinan bide aliyê xwe yê çepê.

34 Hingê Padîşah wê ji wan kesan re, yên ku li aliyê wî yê rastê ne, bibêje: ‘Werin ba min, ey hûn, ên ku ji aliyê Bavê min ve hatine bereketkirin. Û Padîşahiya* ku ji destpêka dinyayê ve ji bo we hatiye hazirkirin, mîras bistînin. 35 Çimkî ez birçî bûm û we xwarin da min. Ez tî bûm û we av da min. Ez kesekî xerîb bûm û we ez wek mêvan anîm mala xwe. 36 Ez tazî bûm û we kinc li min kirin. Ez nexweş bûm û we li min nêrî. Ez di hebsê de bûm û hûn hatin ba min.’ 37 Hingê kesên rast wê bibêjin: ‘Efendiyê me, kengê me tu birçî dîtî û xwarin da te, yan tu tî dîtî û av da te? 38 Kengê me tu wek kesekî xerîb dîtî û tu wek mêvan anî mala xwe, yan tazî dîtî û kinc li te kirin? 39 Kengê me tu nexweş yan di hebsê de dîtî û hatin ba te?’ 40 Padîşah wê ji wan re bibêje: ‘Bi rastî, her tiştê ku we ji bo yek ji birayên min ên herî biçûk kiriye, we ji bo min kiriye.’

41 Hingê ewê ji wan kesan re, yên ku li aliyê wî yê çepê ne, bibêje: ‘Hûn ên lanetkirî, ji min dûr bikevin! Bikevin nav agirê herheyî, yê ku ji bo Îblîs û cinên wî* hatiye hazirkirin. 42 Çimkî ez birçî bûm, lê we xwarin neda min. Ez tî bûm, lê we av neda min. 43 Ez kesekî xerîb bûm, lê we ez wek mêvan neanîm mala xwe. Ez tazî bûm, lê we kinc li min nekirin. Ez nexweş bûm û di hebsê de bûm, lê we li min nenêrî.’ 44 Hingê ewê ji wî re bibêjin: ‘Efendiyê me, kengê me tu birçî, yan tî, yan wek kesekî xerîb, yan tazî, yan nexweş, yan di hebsê de dîtî û em li te xwedî derneketin?’ 45 Îcar ewê ji wan re wisa bibêje: ‘Bi rastî, her tiştê ku we ji bo yek ji birayên min ên herî biçûk nekiriye, we ji bo min jî nekiriye.’ 46 Ewê herin mirina herheyî*, lê yên rast wê jiyana herheyî bistînin.”

26 Gava Îsa hemû gotinên xwe xelas kirin, wî ji şagirtên xwe re got: 2 “Hûn dizanin ku du roj bi şûn de Cejna Derbasbûnê ye, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê dijminan, da ku ew li darê îşkenceyê bê kuştin.”

3 Wê wextê serokên kahînan û rîspiyên xelkê li hewşa kahînê mezin Kayafas top bûbûn. 4 Ew bi hev re şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin. 5 Lê belê wan digot: “Bila em di dema cejnê de vêya nekin, da ku di nav xelkê de tevlihevî çênebe.”

6 Wexta ku Îsa li Beytanyayê li mala Şîmûn bû, yê ku berê bi nexweşiya cuzamê* ketibû, 7 jinikek hat ba wî. Li ba wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş û giranbiha hebû. Li dema şîvê wê ev rûn li ser serê Îsa rijand. 8 Gava şagirtan ev yek dît, ew aciz bûn û wan got: “Çi heyf e ku rûn wisa tê rijandin! 9 Kesekî dikaribû ev rûn bi gelek pereyan bifirota û ev pere di nav feqîran de belav bikira.” 10 Îsa bi vê yekê hesiya û ji wan re got: “Hûn çima barê vê jinikê giran dikin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir. 11 Kesên feqîr her tim li ba we ne, lê ezê ne her tim li ba we bim. 12 Gava wê ev rûnê bêhnxweş li ser min rijand, wê bedena min ji bo defnkirinê* hazir kir. 13 Bi rastî, li temamiya dinyayê, li her cihê ku ev mizgînî bê belavkirin, ji bo bîranîna vê jinikê behsa kirinên wê jî wê bê kirin.”

14 Hingê yek ji Diwanzdehan* yê bi navê Cihûdayê Îsxeryot çû ba serokên kahînan 15 û got: “Eger ez wî bidim destê we, hûnê çi bidin min?” Wan soz da ku ewê 30 zîvî bidin wî. 16 Ji wê demê û pê ve, ew li fersendekê digeriya ku wî bide dest.

17 Di roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de, şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Tu dixwazî ku em li ku derê haziriyê bikin ku tu xwarina Cejna Derbasbûnê bixwî?” 18 Wî got: “Herin bajêr ba filan kes û ji wî re bibêjin: ‘Mamoste dibêje: “Wexta min nêzik bûye. Ezê Cejna Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.”’” 19 Çawa ku Îsa ji şagirtan re gotibû, wan wisa kir û hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin.

20 Gava bû êvar, Îsa bi 12 şagirtên xwe re li ser sifrê rûniştibû. 21 Li dema xwarinê wî got: “Bi rastî, yek ji we wê min bide dest.” 22 Ew bi gotinên wî pir xemgîn bûn û her kesî ji wî pirsî: “Efendiyê min, tu behsa min nakî, ne?” 23 Wî cewaba wan da: “Yê ku bi min re nanê xwe dike nav tasê, ewê min bide dest. 24 Rast e, çawa ku hatiye nivîsîn, Kurê Mirov wê here. Lê wey li wî kesê ku Kurê Mirov dide dest! Ji bo wî kesî wê çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.” 25 Cihûdayê ku dixwest wî bide dest, got: “Mamoste, tu behsa min nakî, ne?” Îsa ji wî re got: “Te bi xwe got.”

26 Gava wan hê dixwar, Îsa nan hilda û piştî ku wî dua kir*, wî nan şikand, da şagirtên xwe û got: “Kerem kin, vî nanî bixwin. Ev bedena min temsîl dike.” 27 Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: “Hûn hemû jê vexwin. 28 Çimkî ev kas ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike. Ewê ji bo gelekan bê rijandin, da ku guneh bên efûkirin. 29 Lê ez ji we re dibêjim: Êdî ezê qet ji vê şerabê venexwim heta roja ku ez di Hukimdariya Bavê xwe de bi we re şeraba nû vexwim.” 30 Piştî ku wan ji bo pesnê Xwedê stran gotin*, ew derketin û çûn Çiyayê Zeytûnê.

31 Hingê Îsa ji wan re got: “Îşev hûnê hemû terka min bikin*. Çimkî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ezê li şivên bixim, û miyên kerî wê ji hev belav bibin.’ 32 Lê piştî ku ez ji mirinê bêm rakirin, ezê berî we herim Celîleyê.” 33 Petrûs ji wî re got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê tu caran terka te nekim*!” 34 Îsa ji wî re got: “Bi rastî, îşev berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” 35 Petrûs ji wî re got: “Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ezê te tu caran înkar nekim.” Hemû şagirtên din jî eynî tişt got.

36 Hingê Îsa bi şagirtên xwe re hat cihekî bi navê Gêtsemanî, û wî ji wan re got: “Li vir rûnin, ezê herim li wê derê dua bikim.” 37 Wî Petrûs û du kurên Zebedî bi xwe re birin. Îsa gelek xemgîn bû, û dilê wî pir teng bû. 38 Hingê wî ji wan re got: “Ezê ji derdê dilê xwe bimirim. Li vir bisekinin û bi min re hişyar bimînin.” 39 Îsa çend gav bi pêş ve çû, ket ser çokan û dua kir: “Bavo, eger dibe, vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne wek ku ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî, bibe.”

40 Gava ew vegeriya ba şagirtên xwe, wî dît ku ew bi xew re çûne. Hingê wî ji Petrûs re got: “Ma we nikaribû bi tenê saetekê bi min re hişyar bimana? 41 Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e.” 42 Îsa cara diduyan çû û wisa dua kir: “Bavo, eger ne mumkin be ku ev kas bêyî ku ez jê vexwim ji min dûr bikeve, bila daxwaza te bê cih.” 43 Gava ew dîsa hat, wî şagirt di xewê de dîtin, çimkî çavên wan ji xewê giran bûbûn. 44 Îsa ew hiştin, dîsa çû û cara sisêyan ji bo eynî tiştî dua kir. 45 Paşê ew dîsa vegeriya ba şagirtên xwe û ji wan re got: “Hûn çawa dikarin di zemanekî wisa de razin û îstirihetê bikin! Êdî wext hatiye ku Kurê Mirov bê dayîn destê gunehkaran. 46 Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bûye.” 47 Gava ew hê dipeyivî, Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû bi gelek mirovan re hat. Ew ji aliyê serokên kahînan û rîspiyên xelkê ve hatibûn şandin, û di destê wan de şûr û dar hebûn.

48 Îcar vî xayînî ji bo ku nîşanekê bide wan wisa got: “Ez kê maç bikim, ew e. Wî kesî bigirin.” 49 Ew rasterast nêzîkî Îsa bû û ji wî re got: “Silav ji te re, Mamoste!”, û wî Îsa bi awayekî nerm maç kir. 50 Lê Îsa ji wî re got: “Hevalo, tu li vir çi dikî?” Hingê mirov hatin, û wan Îsa girt. 51 Ji nişka ve yek ji wan, ê ku bi Îsa re bû, şûrê xwe hilda û guhê xulamê kahînê mezin jêkir. 52 Îsa ji wî re got: “Şûrê xwe bixe cihê wî. Çimkî her kesê ku şûr hildide wê bi destê şûr bê kuştin. 53 Ma tu difikirî ku ez nikarim ji Bavê xwe rica bikim ku ew a niha bi hezaran melekan* ji min re bişîne? 54 Îcar gotinên Nivîsarên Pîroz, ên ku dibêjin ku gerek wisa çêbe, wê çawa bên cih?” 55 Hema piştî vê, Îsa ji mirovan re got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin? Her roj ez di îbadetgehê de rûniştî bûm û min hîn dikir. Lê dîsa jî we ez negirtim. 56 Lê her tişt wisa çêbû, da ku Nivîsarên Pêxemberan bên cih.” Hingê hemû şagirtên wî ew hişt û reviyan.

57 Zilamên ku Îsa girtibû ew bir ba kahînê mezin Kayafas. Li wê derê qanûnzan û rîspî li hev top bûbûn. 58 Lê Petrûs ji dûr ve li pey Îsa diçû, heta hewşa kahînê mezin. Piştî ku ew ket hundir, ew bi xulamên malê re rûnişt ku bibîne çi wê çêbe.

59 Serokên kahînan û temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan li dijî Îsa li şahidiya derewîn digeriyan, da ku wî bidin kuştin. 60 Gelek şahidên derewîn hatin, lê wan tu tişt nedidît ku Îsa sûcdar derxin. Paşê du kes hatin, 61 û wan got: “Vî zilamî wisa got: ‘Ez dikarim îbadetgeha Xwedê hilweşînim û di nav sê rojan de ji nû ve ava bikim.’” 62 Hingê kahînê mezin rabû ser lingan û ji Îsa pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Ma tu nabihîzî ku ev zilam li dijî te çi dibêjin?” 63 Lê Îsa tu tişt negot. Îcar kahînê mezin got: “Li ber Xwedayê ku her û her dijî, sond bixwe û ji me re bibêje, gelo tu Kurê Xwedê Mesîh î?” 64 Îsa ji wî re got: “Te bi xwe got. Lê ez ji we re dibêjim: Ji niha û pê ve hûnê bibînin ku Kurê Mirov li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûniştî ye û li ser ewrên ezmanan tê.” 65 Hingê kahînê mezin kincên xwe çirandin û got: “Wî kufir kir! Ma hewceya me bi şahidên din heye? We bi xwe bihîst ku ew kufir dike. 66 Fikra we li ser vê yekê çi ye?” Wan got: “Gerek ew bê kuştin!” 67 Hingê wan tif li rûyê wî kir û bi kulman li wî xist. Yên din sîle lê xist 68 û got: “Ey Mesîh, eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.”

69 Wê demê, Petrûs li derve di hewşê de rûniştî bû. Keçikeke xizmetkar hat ba wî û got: “Tu jî bi Îsayê Celîleyî re bûyî!” 70 Lê wî li ber hemûyan ev yek înkar kir û got: “Ez nizanim ku tu behsa çi dikî.” 71 Gava ew derket ber deriyê hewşê, keçikeke din ew dît û ji yên ku li wê derê bûn re got: “Ev zilam bi Îsayê Nasirayî* re bû.” 72 Wî dîsa înkar kir û sond xwar: “Ez vî zilamî nas nakim!” 73 Piştî wexteke kin, kesên ku li wê derê sekinî bûn, nêzîkî Petrûs bûn û gotin: “Bi rastî tu yek ji wan î. Çimkî lehçeya te vê yekê eşkere dike.” 74 Îcar wî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez vî zilamî nas nakim!” Di cih de dîkekî bang da. 75 Wê demê gotinên Îsa ketin bîra Petrûs: “Berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” Û ew derket derve û bi dilekî şewitî giriya.

27 Gava bû sibeh, serokên kahînan û rîspiyên xelkê bi hev re şêwirîn ku Îsa bidin kuştin. 2 Wan destên wî girêdan, birin û dan destê Pîlatosê Walî.

3 Gava Cihûda, yê ku ew dabû dest, dît ku ji Îsa re fermana mirinê hat dayîn, wijdanê wî nerihet bû. Loma wî 30 zîv li serokên kahînan û rîspiyan vegerandin 4 û got: “Min guneh kir û kesekî bêsûc da dest.” Lê wan got: “Îcar em çi bikin? Ev xema te ye!” 5 Hingê Cihûda zîv avêtin nav îbadetgehê û derket. Paşê ew çû û xwe daleqand. 6 Serokên kahînan ev zîv hildan û got: “Îzin tune ye ku em van pereyan bixin xezîneya îbadetgehê, çimkî ji bo van pereyan xwîn hat rijandin.” 7 Piştî ku ew bi hev re şêwirîn, wan bi van pereyan zeviya cerçêker kirî, da ku li wê derê kesên xerîb defn bikin*. 8 Ji ber vê yekê heta roja îro jî, ji vê zeviyê re “Zeviya Xwînê” tê gotin. 9 Hingê ev gotinên ku bi devê Yêremya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, hatin cih: “Wan 30 zîvên ku hin Îsraîliyan wek heqê vî zilamî danîbû, hildan. 10 Û wek Yehowa emir dabû min, wan bi wan pereyan zeviya cerçêker kirî.”

11 Îsa li ber walî sekinî, û walî ji wî pirs kir: “Gelo Padîşahê Cihûyan tu yî?” Îsa cewab da: “Te bi xwe got.” 12 Lê gava ew ji aliyê serokên kahînan û rîspiyan ve hat sûcdarkirin, wî qet tiştek negot. 13 Hingê Pîlatos ji wî re got: “Ma tu nabihîzî ku ew li dijî te çi qas tiştan dibêjin?” 14 Lê wî qet tiştek negot, û walî bi vê yekê pir ecêbmayî ma.

15 Li her cejnê, adeta walî ev bû ku li gor dilê xelkê girtiyekî berde. 16 Wê demê, zilamekî pir xerab ê bi navê Barabas girtî bû. 17 Îcar Pîlatos ji xelkê ku li hev top bûbû re wisa got: “Gelo hûn dixwazin ez kê berdim? Barabas yan Îsayê ku jê re Mesîh tê gotin?” 18 Çimkî Pîlatos dizanibû ku wan Îsa ji ber hesûdiya xwe teslîm kiribû. 19 Ji xeynî vê, gava ew li ser kursiyê hukim rûniştî bû, jina wî ji wî re xeberek şand û got: “Dest nede wî kesê adil û rast, çimkî îro min ji ber wî xewneke pir xerab dît.” 20 Lê serokên kahînan û rîspiyan, wan xelk îqna kir ku Barabas bê azadkirin û Îsa bê kuştin. 21 Walî dîsa ji wan pirsî: “Hûn dixwazin ku ez ji wan her duyan kê berdim?” Wan jî got: “Barabas.” 22 Pîlatos ji wan re got: “Îcar Îsayê ku jê re Mesîh tê gotin, ez çi li wî bikim?” Wan hemûyan got: “Wî li darê îşkenceyê bixe*!” 23 Wî got: “Çima? Wî çi xerabî kiriye?” Lê wan bi dengekî hê bilindtir gazî dikir: “Wî li darê îşkenceyê bixe!”

24 Gava Pîlatos dît ku tiştek ji destê wî nayê û xelk li dijî wî radibe, wî av hilda, li ber xelkê destê xwe şûşt û got: “Xwîna vî mirovî ne li ser stûyê min e, lê li ser stûyê we ye.” 25 Lê hemûyan ji wî re got: “Bila xwîna wî li ser stûyê me û zarokên me be.” 26 Hingê wî Barabas berda, û ferman da ku Îsa bidin ber qamçiyan û li ser darê îşkenceyê îdam bikin.

27 Hingê eskerên walî Îsa bir qesra walî û temamiya koma eskeran li derdora wî top kir. 28 Wan kincên wî ji wî kirin û xeftanekî sor li wî kirin. 29 Wan ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî û qamîşek jî da destê wî yê rastê. Ew ketin ser çokan û qerfên xwe bi wî kirin û got: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” 30 Wan tif li wî kir û qamîş ji destê wî stand û li serê wî xist. 31 Piştî ku wan qerfên xwe bi wî kirin, wan xeftanê sor ji wî kir, kincên wî dîsa li wî kirin û ew birin ku wî li ser darê îşkenceyê bizmar bikin*.

32 Gava ew ji bajêr derketin, ew rastî zilamekî Kirênî yê bi navê Şîmûn hatin. Wan zor li wî kir ku ew darê îşkenceyê yê Îsa hilgire. 33 Gava ew gihîştin cihê bi navê Golgota, ya ku tê maneya “Qoqê Serî”, 34 wan şerab bi tiştên tehl tevlihev kir û da Îsa. Lê piştî ku wî jê tehm kir, wî nexwest vexwe. 35 Piştî ku wan ew li ser darê îşkenceyê bizmar kir*, wan pişk avêt, da ku kincên wî di nav xwe de parve bikin. 36 Paşê ew li wê derê rûniştin, û wan nobedariya wî kir. 37 Wan li ser serê wî nivîsek danî ku li ser wê sebebê sûcdarkirina wî nivîsî bû: “Ev Îsayê Padîşahê Cihûyan e.”

38 Hingê du dizên zalim* jî li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin, yek li aliyê çepê û yê din jî li aliyê rastê. 39 Kesên ku di ber wî re derbas dibûn çêrî wî dikir*. Wan serê xwe dihejand û 40 wisa digot: “Ey tu, te dixwest îbadetgehê hilweşînî û di nav sê rojan de dîsa ava bikî. Îcar xwe xelas bike! Eger tu kurê Xwedê yî, ji darê îşkenceyê dakeve xwarê!” 41 Bi eynî awayî, serokên kahînan tevî qanûnzan û rîspiyan qerfên xwe bi wî dikirin û digotin: 42 “Wî kesên din xelas kirin, lê nikare xwe xelas bike! Ew Padîşahê Îsraîlê ye, bila ew niha ji darê îşkenceyê dakeve xwarê, û emê bi wî bawer bikin. 43 Wî baweriya xwe bi Xwedê anî, eger Xwedê ji wî razî ye, bila ew wî xelas bike. Çimkî wî digot: ‘Ez Kurê Xwedê me.’” 44 Bi eynî awayî, heta dizên zalim* ên ku li kêleka wî li darê îşkenceyê hatin xistin jî qerfên xwe bi wî kirin.

45 Ji saet şeş* heta saet neh* tariyek ket ser rûyê erdê. 46 Li dora saet neh, Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?”, ya ku tê maneya: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez terk kirim?” 47 Hin kesên ku li wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û wisa got: “Ew gazî Êlyas dike.” 48 Yekî ji wan bi lez çû, sungêrek* hilda, ew xist nav şeraba tirş, bi qamîşekî bilind kir û da Îsa ku ew jê vexwe. 49 Lê yên din got: “Dev jê berde! Ka em bibînin, gelo Êlyas wê bê ku wî xelas bike.” 50 Îsa dîsa carek bi dengekî bilind kir qîrîn û jiyana xwe ji dest da*.

51 Hingê perdeya cihê pîroz ji serî heta binî çiriya û bû du parçe. Erd hejiya û zinar qelişîn. 52 Mezel vebûn û gelek cesedên kesên pîroz, ên ku miribûn, ji mezelan hatin derxistin 53 (piştî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, kesên ku di goristanê re derbas dibûn, ketin bajarê pîroz) û ew ji gelek mirovan re xuya bûn. 54 Gava fermandar û kesên ku bi wî re nobedariya Îsa dikir, erdhej û tiştên ku çêbûn dîtin, ew pir tirsiyan û gotin: “Bi rastî ew Kurê Xwedê bû.”

55 Û gelek jinên ku bi Îsa re ji Celîleyê hatibûn û ji wî re xizmet kiribû ji dûr ve li wan tiştan mêze dikir. 56 Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb û Yosês, û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.

57 Berê êvarê, zilamekî zengîn ê ku ji Arîmetyayê bû, hat. Navê wî Ûsiv bû, û ew jî şagirtê Îsa bû. 58 Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. Pîlatos emir da ku cesed ji wî re bê dayîn. 59 Ûsiv cesedê wî hilda û bi kitanekî xas û paqij ew pêçand. 60 Ûsiv ev cesed danî mezelê xwe yê nû, yê ku wî li zinar kolabû. Piştî ku wî kevirekî mezin danî ber deriyê mezel, ew ji wê derê çû. 61 Lê Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê, li ber deriyê gorê rûniştî man.

62 Roja din, piştî roja Hazirkirinê*, serokên kahînan û Fêrisî li ber Pîlatos li hev kom bûn, 63 û wan got: “Ezbenî, tê bîra me ku wî xapînokî, gava ew hê dijiya wisa gotibû: ‘Piştî sê rojan ezê ji mirinê bêm rakirin.’ 64 Loma emir bide ku heta roja sisêyan nobedariya mezelê wî bê kirin, da ku şagirtên wî neyên, cesedê wî nedizin û ji xelkê re nebêjin ‘Ew ji nav miriyan hatiye rakirin!’. Hingê ev derewa dawîn wê ji ya pêşîn xerabtir be.” 65 Pîlatos ji wan re got: “Ezê nobedaran bidim destê we. Herin, û heta ku ji destê we tê, mezel biparêzin.” 66 Ew jî çûn û mezel parast. Wan kevir mor kir û nobedar danîn ber.

28 Piştî roja Sebtê*, serê sibehê di roja pêşîn a hefteyê de, Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin, da ku li mezel binêrin.

2 Li wê derê erdhejeke mezin çêbûbû, çimkî melekê Yehowa ji ezmên hatibû xwarê, kevirê li ber mezel da aliyekî û li ser rûniştibû. 3 Şeklê wî mîna birûskê bû, û kincên wî mîna berfê spî bûn. 4 Nobedar ji tirsa melek lerizîn û dilê wan sekinî*.

5 Lê melek ji jinan re got: “Netirsin! Ez dizanim ku hûn li Îsayê ku li ser darê îşkenceyê hatibû îdamkirin, digerin. 6 Ew ne li vir e. Çawa ku wî gotibû, ew ji mirinê hatiye rakirin. Werin û li cihê ku cesedê wî lê bû, binêrin. 7 Zû herin ba şagirtên wî û ji wan re bibêjin: ‘Ew ji nav miriyan hatiye rakirin û berî we diçe Celîleyê. Hûnê wî li wê derê bibînin.’ Bila xebera we hebe.”

8 Jin bi dilekî tirs û kêfxweşiyeke mezin bi lez ji mezel çûn, da ku her tiştî ji şagirtan re bibêjin. 9 Ji nişka ve Îsa rastî wan hat û got: “Silav li we!” Ew nêzîkî wî bûn, li ber wî ketin ser çokan û bi lingên wî girtin. 10 Hingê Îsa ji wan re got: “Netirsin! Herin û her tiştî ji birayên min re bibêjin, da ku ew herin Celîleyê. Li wê derê ewê min bibînin.”

11 Gava jin hê di rê de bûn, hin ji nobedaran çûn bajêr û tiştên ku çêbûbûn ji serokên kahînan re gotin. 12 Piştî ku serokên kahînan tevî rîspiyan bi hev re şêwirîn, wan gelek zîv dan eskeran 13 û ji wan re got: “Wisa bibêjin, ‘Bi şev, gava em razayî bûn, şagirtên wî hatin û cesedê wî dizî.’ 14 Û eger ev xeber bigihîje guhê walî, hûn qet xeman nexwin. Emê her tiştî ji wî re şirove bikin*.” 15 Wan ev zîv qebûl kirin û li gor rêberiya wan kir. Ev çîrok heta roja îro jî di nav Cihûyan de belav bûye.

16 Her 11 şagirt çûn Celîleyê, li ser çiyayê ku Îsa ew şandin wê derê. 17 Gava wan ew dît, ew li ber wî ketin ser çokan, lê hin ji wan dudilî bûn ka ew Îsa ye. 18 Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: “Ji min re, li ezmanan û li ser rûyê erdê hemû qudret hatiye dayîn. 19 Loma herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min û wan bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz vaftîz bikin*, 20 û wan hîn bikin ku ew hemû tiştên ku min li we emir kirine, bînin cih. Û ezê her tim, heta rojên dawîn ên vê dinyayê bi we re bim.”

Yan “tarîx”, “kok”.

Yan “yê hilbijartî”.

Peyva Yûnanî ya ji bo “kur” dikare bê maneya “zuriyet”, û peyva ji bo “bav” dikare bê maneya “bav û kal”.

Yan “nifş”.

Yanî qeweta Xwedê.

Bi herfî “mirovekî rast”.

Navê Yehowa di vê wergera Nivîsarên Pîroz ên Yûnanî de 237 caran derbas dibe û ev cara pêşîn e.

Navê Îsa bi Îbranî Yêşûa yan Yoşûa ye û tê maneya “Yehowa xelas dike”, “Yehowa rizgar dike”.

Yan “xwe li ber wî bitewînin”.

Yan “xwe li ber wî bitewînim”.

Yan “Nisret”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”. Kesê ku mirovan bin av dike.

Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “mûyên hêştir”.

Yan “imad dibûn”, “bin av dibûn”.

Yan “imadbûnê”, “binavbûnê”.

Bi herfî “mêweyên hêjayî tobekirinê bînin meydanê”.

Yan “imad dikim”, “bin av dikim”.

Bi herfî “sandal”.

Tê maneya ku hin kes wê bi ruhê pîroz bên hilbijartin û hin kes wê bi êgir bên helakkirin.

Yan “cihê ku genim ji kayê tê veqetandin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imadkirin”, “binavkirin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imadkirin”, “binavkirin”.

Yan “hemû tiştên rast”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad bû”, “bin av bû”.

Yan “Yûhena”.

Yanî ruhê Xwedê.

Yanî Îblîs.

Yan “Yûhena”.

Yan “Nisret”.

Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

Yanî ewê alî mirovan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh.

Yan “belem”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

Yan “şel û şeht”.

Yan “Herêma Deh Bajaran”.

Yan “kesên ku ji bo ruh parsê dikin”.

Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

Yan “dilşkestî ne”.

Bi herfî “kurên Xwedê”.

Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

Yan “şamdank”.

Bi herfî “ewê wek ê herî biçûk bê dîtin”.

Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

Bi herfî “ewê wek yekî mezin bê dîtin”.

Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

Cihê şewitandina zibil yan çopê li derveyî Orşelîmê.

Yan “hediye”.

Yan “bi niyeteke pîs”.

Yan “te bide terpilandin”.

Li Meta 5:22 binêre.

Yan “te bide terpilandin”.

Li Meta 5:22 binêre.

Yan “talûkeyê”.

Yan “Sonda derewîn nexwe”.

Bi herfî “yê xerab”.

Bi herfî “1 mîl”.

Yanî deyn bê selef yan bê faîz bixwaze.

Bi herfî “kurên”.

Yan “tavê”.

Bi herfî “li pêşiya xwe li boriyê nexe”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “goşeyên kolanên sereke”.

Yan “pîroz bê dîtin”, “bi qedir bê pîrozkirin”.

Bi herfî “Padîşahiya”.

Bi herfî “deynên me”.

Bi herfî “me nede ceribandinê”.

Bi herfî “yê xerab”.

Bi herfî “bizûz”.

Yan “çavê te li ser tiştekî be”. Bi herfî “sade be”.

Yan “şewqê”.

Bi herfî “xerab”.

Yan “canê xwe”.

Bi herfî “di tendûrê de tên şewitandin”.

Yan “rastdariya Xwedê”.

Yan “rexne nekin”, “sûcdar nekin”.

Yan “şeqle”.

Yan “berazan”.

Bi herfî “ji berê wan” yan “ji mêweyên wan”.

Yan “mêwe”.

Bi herfî “ji berê wan” yan “ji mêweyên wan”.

Yan “xîz”, “remil”.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “paqij”.

Bi herfî “paqij”.

Bi herfî “da ku ji wan re bibe şahidî”.

Yan “kesekî ku di ser 100 eskerî re ye”.

Yan “şel û şeht”.

Yan “veşêrim”, “bin ax bikim”.

Yan “veşêrin”, “bin ax bikin”.

Yan “belem”.

Yan “beraz”.

Yan “belem”.

Yanî Kapernaûm. Îsa li dema xizmeta xwe ya li Celîleyê gelek caran li Kapernaûmê dima.

Yan “şel û şeht”.

Nivîneke ji bo hilgirtina kesên nexweş.

Yan “rehmê”.

Yan “Yûhena”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

Bi herfî “ruhên nepak”.

Bi herfî “mala Îsraîlê”.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “paqij bikin”.

Bi herfî “Hûn zêr, zîv û sifir jî nekin qayîşa xwe ya pereyan”.

Bi herfî “sandal”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “qeweta Xwedê”.

Yan “tehemul”.

Belzebûb ji Şeytan re tê gotin, serok yan mîrê cinan.

Yan “jiyan”. Fersenda ku mirov wê dîsa bijî.

Li Meta 5:22 binêre.

Yan “jiyan”.

Bi herfî “kesekî rast e”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Nexweşiyeke çerm.

Bi herfî “tên paqijkirin”.

Yan “ji ber min naterpilin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “Yûhena”.

Yan “we ji bo şînê li singê xwe nedixist”.

Yan “Yûhena”.

Yan “îsbat dibe”.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Yanî halê bajarê Kapernaûmê.

Yan “qeweta nû bidim we”.

Yan “qeweta nû bistînin”.

Yan “rihet tê hilgirtin”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “nanê pêşkêşkirinê”.

Yan “rehm”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “bi destekî hişkbûyî”.

Yan “bû wek destê wî yê din”.

Belzebûb ji Şeytan re tê gotin.

Bi herfî “kurên we”.

Bi herfî “gihîştiye we”.

Yan “ne li sîstem û nîzama vê dinyayê”.

Bi herfî “Dev ji tijebûna dil dipeyive”.

Bi herfî “zinakar”.

Bi herfî “di dilê erdê de”.

Yan “Qralîçeya başûr”.

Bi herfî “ruhê nepak”.

Bi herfî “ruhên din”.

Yan “belem”.

Bi herfî “yê xerab”.

Yanî 10 kîlogram ar.

Yan belkî “ji destpêka dinyayê ve.”

Bi herfî “yê xerab”.

Bi herfî “bêqanûnî”. Ev peyv ji bo kesên ku qanûna Xwedê binpê dikin, tê bikaranîn.

Yan “mircan”.

Yan “embar”.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Yan “ew bi wî terpilîn”.

Bi herfî “tetrarx”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “veşartin”, “bin ax kirin”.

Yan “belem”.

Yan “xêr û bereket xwest”.

Yan “belem”.

Yan “belem”.

Bi herfî “di nobedariya çaran a şevê de”. Yanî serê sibehê saet sisê heta saet şeş.

Yan “Baweriya te çima kêm e?”.

Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.

Li vir behsa şûştina destên qirêjî nayê kirin, lê behsa şûştina li gor adetên Cihûyan tê kirin.

Yan “Kenanî”.

Bi herfî “Mala Îsraîlê”.

Yan “belem”.

Bi herfî “zinakar”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Bi herfî “goşt û xwîn”.

Yan “Hades”. Cihekî mecazî ku mirî li wê derê ne.

Yanî civatê.

Yan “can”.

Yan “can”.

Yan “ewê dîsa bijî”.

Yan “can”.

Yan “can”.

Bi herfî “mirinê tehm nekin”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Imadkar”, “Binavkar”.

Yan “nifş”.

Ayeta 21an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Bi herfî “2 draxma”.

Kevirekî ku li ser pişta kerê dihat girêdan, ê ku ji bo hêrandina genim dihat bikaranîn.

Yan “te bide terpilandin”.

Yanî jiyana herheyî.

Yanî jiyana herheyî.

Li Meta 5:22 binêre.

Ayeta 11an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Yan belkî “Bavê we”.

Yan “wî tembîh bike”.

Bi herfî “10.000 talent”.

Yan “li deynê wî bihurî”.

Bi herfî “bi jina xwe ve bizeliqe”.

Yan “bedenek”.

Yan “bedenek”.

Bi herfî “kirine di bin nîrekî de”.

Yanî hediyeya azibbûnê.

Bi herfî “zilamekî ku hatiye xesandin”, “zilamekî nemêr”.

Yan “hêştir”.

Berî nîvro, saet neh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Bi herfî “çavê te xerab e”.

Bi herfî “baş”.

Yan “xwe ji mirovan mezintir dikin”.

Yan “Nisret”.

Yan “Yûhena”.

Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.

Bi herfî “ji ezmên”.

Bi herfî “ji ezmên”.

Yan “Yûhena”.

Yan “Yûhena”.

Yan “sênc”.

Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.

Yan “berê Hukimdariyê dide”.

Yan “Sezar”.

Yan “Sezar”.

Yan “aqil”.

Cihûyan qutiyên biçûk ên çermî li ser enî û milê xwe girêdidan, da ku xwe ji tiştên xerab biparêzin.

Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Bi herfî “Rebî”.

Ayeta 14an di hin destnivîsên herî kevn ên Yûnanî de nayê dîtin. Lê dîsa jî, ev ayet di hin destnivîsên Kitêba Pîroz de derbas dibe.

Li Meta 5:22 binêre.

Para 10an, yan ji 100î 10, a ku wek bac ji bo îbadetê dihat dayîn.

Yan “pêşû”, “mixmixk”.

Yan “hêştir”.

Yanî nefsa xwe nagirin.

Li Meta 5:22 binêre.

Yan “nifş”.

Yan belkî “vala bimîne”.

Yan “tehemul”.

Yan “Hukimdariya Xwedê”.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Yan “laş”.

Yan “eylo”.

Bi herfî “eşîrên dinyayê”.

Bi herfî “ji çar bayan ve”.

Yanî Kurê Mirov.

Yan “nifş”.

Yan “şevê di saeta çendan de”.

1 talenta Yûnanî dikir 20,4 kg.

Bi herfî “zîv”.

Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

Bi herfî “melekên wî”.

Bi herfî “qutkirina herheyî”.

Nexweşiyeke çerm.

Yan “veşartinê”, “binaxkirinê”.

Yanî 12 şandî.

Yan “Nanê Şkeva”.

Yan “xêr û bereket xwest”.

Yan “zebûr distiriyan”.

Bi herfî “Îşev hûnê hemû ji ber min bên terpilandin”.

Bi herfî “Eger hemû kesên din ji ber te bên terpilandin, ezê tu caran neyêm terpilandin”.

Bi herfî “ruh”.

Bi herfî “zêdetirî 12 lejyonên melekan”. Di demên berê de, di Hukimdariya Romayê de lejyonek komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4.000 heta 6.000 esker hebûn. Di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî peyva lejyon tê bikaranîn.

Yan “Nisret”.

Yan “veşêrin”, “bin ax bikin”.

Yan “li ser darê îşkenceyê îdam bike”.

Yan “mix bikin”.

Yan “mix kir”.

Yan “rêbir”.

Yan “peyvên pîs digotin”.

Yan “rêbir”.

Nîvro, li dora saet diwanzdeh. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Piştî nîvro, li dora saet sisê. Wê demê saet ji şebeqê ve dihat hejmartin.

Yan “îsfenc”.

Bi herfî “ruhê xwe da”.

Roja berî roja Sebtê wisa dihat binavkirin. Wê rojê, Cihûyan xwe ji bo roja Sebtê hazir dikir.

Yan “roja Şemiyê”. Ev roj ji aliyê Cihûyan ve wek roja îstirihetê dihat bikaranîn.

Bi herfî “ew bûn wek kesên mirî”.

Yan “emê wî îqna bikin”.

Yan “imad bikin”, “bin av bikin”.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne