Bo Çi Mirov Dimire?
8 Yahowa Xwedê xwast, ku mirov zemîn û erdê giştî bikiribûya buhûşteke delal—cenetek ku tê de hemû ew dilşad bibûyan.—1. Mûsa 1:28.
Eger Adem û Hewa ji Yahowa re îtaetkar bibûyan, wê mirov bikaribûyan herdem bijîyan. Ji wan re hatibû gotin, ku ji berên dara zanîna başiyê û xirabiyê nexwin.—1. Mûsa 2:15-17.
9 Ferîştek xirab bû û marek bikar anî ku Adem û Hewayê li ber Xwedê asê û raper bike.—1. Mûsa 3:1-6.
10 Ew ferîşte ku Hewa xapand, dû re hat “Kevnmar”, “Îblîs” û “Şeytan” binavkirin.—Peyxam 12:9.
11 Yahowa wî cotê asê û raper ji buhûştê derkir.—1. Mûsa 3:23, 24).
12 Adem û Hewa bûn xwedî zaro û mindal, lê belê malbata wî tevde dilşad ne bû.—1. Mûsa 3:17, 18.
13 Mîna Yahowa gotibû, gerek ew pîr bibûyan û bimiribûyan.—1. Mûsa 3:19; Romayî 5:12.
14 Wusa ew mîna ajal û heywanan mirin.
Canên li ser rûyê erdê ne hemû dimirin.—Waiz 3:18-20; Hêzekîêl 18:4.