Mirin Çiye?
15 Dema mirov dimire, ew şûnda diçe nav axê. Êdî ew tiştekî nizane.—Zebûr 146:4.
Kesên mirî, nikarin bi we qise û tiştekî bikin.—Waiz 9:5, 10.
16 Lê belê gelek ferîşte xirab bûn. Ew dibêjin ku ew, kesên mirî ne. Ew dixwazin ku em bawer bikin, mirov bi rastî namirin.—1. Mûsa 6:1, 2; Cihûda 6.
17 Bo vê yekê Yahowa Xwedê naxwaze ku em bi karên ferîşteyên xirab, bi cin yan dêwan bawer bikin.—2. Mûsa 22:18; 5. Mûsa 18:10, 11; 32:17.
Xwedê naxwaze, ku em avsûniyê yan sêhrbaziyê bikin û gaziya ruhan bikin.—Galatî 5:19-21.