Xwedê Dunyayekî Xirab Tune Dike
18 Mindal û zaroyên bera Adêm pir bûn. Ew jî pir xirab bûn. Xwedê biryar da, ku wan tune bike.—1. Mûsa 6:1, 5, 7.
19 Lê belê wê çaxê mirovekî baş bi navê Nuh jî hebû.—1. Mûsa 6:8, 9.
Yahowa Xwedê ferman da, ku ew qayiq yan keştîyek pir gir û gewre ava bike. Dema mirovên xirab tunebin, bila ew û malbata xwe rizgar be. Ew keştî dişibî qutiyekî pir mezin.—1. Mûsa 6:13, 14.
20 Wan pir lawir, heywan û ajal anîn kirin keştiyê.—1. Mûsa 6:19-21.
21 Yahowa Xwedê baranek pir dijwar anî. Mirovên xirab gişt mirin. Lê belê kesên di keştiyê de bûn, felitîn û rizgar bûn. Hûn dizanin bo çi?—1. Mûsa 6:17; 7:11, 12, 21; 1. Petrûs 3:10-12.