Yahowa Azadkarekî Dide Me
29 Şexsê ruhî yê yekem ku Xwedê çêkiribû, bo Xwedê wekî lawê nûxurî bû.
Xwedê ji wî pir hez dike û Xwedê wî bo tunekirina xiraban û rizgarkirina kesên baş wê bikar bîne.—Yûhenna 3:16, 17, 36.
30 Yahowa lawê xwe şand ser rûyê erdê, daku ew bibe mirov û ew li wir ji deya xwe bû. Navê wî bû İsa. Navê dayika wî Meryem bû.—Lûqa 1:30-35.
31 Çaxa İsa mezin bû, wî tiştên pir baş perwerde kir. Wî hîn kir ku, tenê Xwedê rast Yahowa ye.—Marqos 12:29, 30.
İsa got, divê em tenê ji Yahowa re perestdar bin.—Metta 4:10; Yûhenna 4:23, 24.
Wî mirov li ser padişahiya Yahowa jî perwerde kir.—Lûqa 17:20, 21.
32 İsa mirovên nexweş sax kir û pir tiştên baş û rind kir. Wî qet tiştên xirab ne kir.—Karên Şandiyan 10:38; 1. Petrûs 2:21, 22.
Lê belê wê Îsa çawan me ji guneh û mirinê bikaribûya azad û rizgar bikira?
33 Lazim bû ku Îsa ji Xwedê re qurbanek bide daku mirovên baş û rind rizgar bin. Berê, Xwedê ji mirovan re ferman dabû, ku ew bo gunehên xwe boraq yan qurbanên heywanan bidin.—Îbranî 7:25, 27.
34 İsa qurbanên heywanan ne da. Bo oxira me wî xwe kir qurban.—Metta 20:28; Îbranî 10:12.
Gelo hûn dizanin çima?