Çawan Em Ji Guneh Û Mirinê Tên Rizgarkirin
35 Tê bîra we, wexta mirovê pêşîn Adem, guneh kiribû? Wî jiyan û buhûşt winda kir, û em jî gişt dimirin, jiber ku em zaroyên wanin.—Romayî 5:12; 3:23.
36 Wê me bikaribûya ev jiyana kamil şûnda bistanda, eger mirovekî din yê kamil bo me jiyana xwe bidabûya, yan ji bo me fîdyeke bidabûya, ku me ji mirinê azad bikiribûya.—1. Korîntî 15:45; Romayî 5:19, 21.
37 İsa lawê Xwedê bû. Ew mirovekî kamil bû. Wî guneh ne kir.—Îbranî 5:9; 7:26.
38 Wî destûr da ku, bi destê mirovên ji Xwedê hez nedikirin bê kuştin.—Karên Şandiyan 2:23.
Bi vî şeklî wî xwe bo me kir canfeda û qurban.—1. Tîmotêyos 2:6.
39 İsa di yek şikeft yan gorekî latî de hat binerdkirin. Ew sê rojan mirî ma. Dû re Xwedê wî rakir jiyanê.—Karên Şandiyan 2:24.
40 Ew şûnda çû ezmanan. Nûha ew dikare ji Xwedê bixwaze ku alîkariya wan kesanên îtaetkarên Xwedê ne, alîkarî bike.—Îbranî 9:24; 1. Yûhenna 2:1, 2.