Padîşahekî Ezmanî Ji Erdê Re Bereketan Tîne
41 Yahowa, li ezmanan İsa kir padîşah.—Îşaya 9:6; Danîêl 7:13, 14; Karên Şandiyan 2:32-36.
42 Ewê li ser giştî erdê hukûm bike.—Danîêl 7:14; Metta 28:18.
43 Gelo tê bîra we, wê çi were serê mirovên xirab?—Zebûr 37:9, 10; Lûqa 13:5.
44 Navê ferîşteyê pêşîn yê guneh kiri bû, tê bîra we? Wê İsa wî û ferîşteyên xirabên din, ji meydanê rake. Pût û wêneyên wan wê bên tunekirin.—Îbranî 2:14; Peyxam 20:2, 10.
45 İsa wê ji mirovên îtaetkar re pir zehf tiştên baş bike.—Îbranî 5:9.
46 Êdî wê tu kes nexweş nebe.—Îşaya 33:24; Peyxam 22:1, 2.
Tê bîra we, İsa çawan mirovên nexweş sax kir?
47 Herkes wê bibe xwediyê tiştên baş û rind.—Îşaya 65:17, 21-23.
48 Heta kesên mirî jî, tên bîra Xwedê. Ewê İsa bo dîsanjiyana wan bikar bîne. Mirov ji vî tiştî re dibêje vejîn yan rabûna miriyan.—Yûhenna 5:28, 29; 11:25.
49 Piştî mirina hemû mirovên xirab, wê tu kes êdî nemire. Heta ku heywan û ajalên wehşî û dirinde jî wê bitalûke û bixeter nebin. Herkes wê herdem bextewer be.—Peyxam 21:4; Îşaya 65:25; Zebûr 37:11, 29.