Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
Çaxa Îsa li ser rûyê erdê bû, wî şagirtên xwe hîn kir, kû ew ji bo Padîşahiya Xwedê dua bikin: “Bila padîşahiya te bê. Daxwaziya te wek li ezmanan, Li ser rûyê erdê jî bi cih bê.” (Metta 6:9, 10). Wî herdem li ser “Mizgîniya Padîşahiyê” jî qise kir. (Metta 4:23) Belê, bi rastî qasî wî li ser Padîşahiyê qise kir, wî tu carî li ser tiştekî din nekir. Çima? Jiber ku Padîşahî wasitekî ji bo çareserkirina pirsên îro ye, ew pirsên ku jiyana me dijwar û giran dikin. Xwedê wê di demek nêzîk de bi destê Padîşahiyê cengan, xelayan, nexweşiyan û cirmê bîne dawî û ewê yekîtî û aşitiyê bîne.
Tu dixwazî di dunyakî wisa de bijî? Eger bersîva te belê be, divê tu vê berhevokê bixwînî. Ewê şanî te de, ku Padîşahî hukûmetek e, lê ji hukûmetên heya nûha li ser mirovan hukûm ajotine baştir e. Tuyê bibînî Xwedê çawan gav bigav ji xulamên xwe re bi şahî daxwaziyên xwe yên li ser Padîşahiyê vekir û got. Wekî din jî tuyê bibînî, çawan wê îro Padîşahî karibe alîkariya te bike.
Belê, bi rastî tu dikarî nûha jî bibî tebayekî Padîşahiya Xwedê. Lêbelê pêşî vê biryarê lazim e ku tu li ser viya bêtir zanibî. Seba viya em te teşwîq dikin ku tu vê berhevokê baş bixwînî. Tiştên vê berhevokê ku te li ser Padîşahiyê hîn dikin, hemû ji Kitêba Pîroz yanî Pirtûka Pîroz hatine berhevkirin.
Berde em pêşîn mêze bikin, çima em evqas hewcedarên Padîşahiya Xwedê ne.
Lêbelê Adem û Hewa, dê û bavê me yên pêşîn, guhdariya ferîştekî asê, Şeytên, kirin. Wî di derheqê Xwedê ji wan re derew kir, û bû sebeb ku ew jî li ber Xwedê asê bin. Ji vê sebebê wan mirinî heq kirin, jiber ku “biha guneh mirin e.”—Romayî 6:23.
Mirovekî nakamil nikare bibe xwediyê zaroyên kamil. Ji vê yekê zaroyên Adem hemû ji zayînê peyve nakamil û gunehkarin û dimirin.—Romayî 5:12.
Ji wê çaxê peyve, ji mirovan re Padîşahiya Xwedê lazim e, ku ew ji lanetên guneh û mirinê dîsa azad bibin. Herweha Padîşahî wê navê Xwedê ji hemû derew û buhtanên Şeytên jî pak bike.
Yahowa Xwedê, ku mirovatî ji guneh azad bike, zayîna (nevî) yan “zurîyetek”î taybetî wad kir. (1. Mûsa 3:15) Ev “zurîyet” wê bibûya Padîşahê Padîşahiya Xwedê. Evê kî bibûya?
Piştî nêzîkî 2,000 salî ku Adem guneh kiribû, mêrekî pir dilsoz bi navê Birahîm jiya. Yahowa ji Birahîm re got ku ew dev ji şarê xwe berde û here diyarê Filîstîn di konan de rûne.
Yahowa çi ji Birahîm xwest wî anî cîh. Û heta ew amade bû tiştekî bêşik pir bizehmet bû jî bike. Yahowa ji Birahîm re got, ku ew kurê xwe, Îshaq, li ser mezbehekî qurban bike.
Bi rastî Yahowa gorîkirin yan qurbankirina mirovan ne dixwast. Lêbelê wî dixwast bizanîbûya Birahîm ji wî çiqas hez dike. Di gava Birahîm dixwast ku Îshaq bikuşta, Yahowa wî sekinand.
Jiber ku Birahîm baweriyek mezin şanî Yahowa da, wî jî soz û peyman da, ku ewê diyarê Filîstîn bide neviyên wî, û ji wî re got ku zurîyeta hatî wadkirin wê ji xeta mala wî û ji kurê wî Îshaq were.—1. Mûsa 22:17, 18; 26:4, 5.
Du kurên Îshaq yên cêwî hebûn, Esaw û Aqûb. Yahowa gotibû, zurîyeta hatiye wadkirin wê ji Aqûb were.—1. Mûsa 28:13-15.
Aqûb ku ewê yahowa wî re Îsraêl binavkiribû, bû xwediyê 12 kuran û ew jî herkes bûn xwediyê zaroyan. Bi vî awayî zêdebûna zaroyên Birahîm dest pê kir.—1. Mûsa 46:8-27.
Çaxa xelayek mezin rabû, Aqûb li ser daweta Fîrewn, hukûmdarê Misrê, mala xwe koç kir çû Misrê.—1. Mûsa 45:16-20.
Li Misrê hat xuyakirin ku zurîyeta hatibû wadkirin wê ji kurê Aqûb Cihûda were.—1. Mûsa 49:10.
Dû re Aqûb mir û zurîyeta wî wekî netewek yan miletekî zehf bû. Wê çaxê xof û tirsa wan ket dilên Misriyan û wan ew kirin bindest û kole.—2. Mûsa 1:7-14.
Pişt re Yahowa mirovekî pir dilsoz Musa, şand ba Fîrewnê wê çaxê, ku serbestbûna zaroyên Îsraêl bixwaze.—2. Mûsa 6:10, 11.
Fîrewn ew red kir. Li ser vê yekê Yahowa deh bela anî ser serê Misriyan. Bo bela dawîn wî ferîştek mirinê şand, ku hemû kurên nûxurên Misrê bikuje.—2. Mûsa ji serê 7’an heta serê 12’an.
Xwedê ji Îsraêliyan re gotibû, eger ew ji bo şîvê berxekê serjêkin û hindik ji xwîna wê li çarçiva dêrî bixin, wê ferîştê mirinê li ser xaniyên wan re derbaz be. Bi vî awayî nûxurên Îsraêliyan felitîn.—2. Mûsa 12:1-35.
Piştî vê yekê, Fîrewn ji Îsraêliyan re ferman da, ku ew Misrê terk bikin. Lêbelê dû re wî fikrê xwe guhart daku wan şunda bîne da pey wan.
Yahowa bo reva Îsraêliyan reyek di nav derya sor de vekir. Lê dema Fîrewn û leşkerên wî jî da pey wan, ew hemû di avê de xeriqîn.—2. Mûsa 15:5-21.
Yahowa rêberiya kurên Îsraêl kir ew bir çiyayê bi navê Sînayê di nav beriyê. Li wê derê wî yasa û fermanên xwe da wan û got ku çaxa ew li pey fermanên wî herin ewên bibin Padîşahiyek ji kahinan û milet yan netewekî pîroz. Bi vî awayî ji Îsraêliyan re fersend hat dayin ku demekî şunda ew di Padîşahiya Xwedê de bibin parçekî muhîm.—2. Mûsa 19:6; 24:3-8.
Piştî nêzîkî salekî ku Îsraêl li dora çiyayê Sînayê man, Yahowa rêberiya wan kir û ew bir diyarê Filistîn, ew welatê ku wî ji bapîrê wan Birahîm re wad kiribû.
Li diyarê Filistîn, Xwedê destûr da ku Îsraêl bi destên padîşahan were hukûmkirin. Bi vî şiklî li ser rûyê erdê padîşahiyeke Xwedê hebû.
Padîşahê duyemînê Îsraêliyan, Dawidê ji mala Cihûda bû. Dawid hemû dijminên Îsraêl kir bindest û Orşelîm kir paytexta miletê.
Bûyerên di bin hukûmdariya Dawid nîşan dide ku çaxa Yahowa padîşahekî destek bike, ew bi destê hîç hukûmdarê zemînî nikare were mexlûbkirin.
Yahowa pêşde gotibû ku nevî yan zurîyeta hatibû wadkirin wê ji neslê Dawid be.—1. Dîrokan 17:7, 11, 14.
Piştî Dawid kurê wî Silêman hukûm ajot. Ew padîşahekî bi hîkmet û şareza bû, û Îsraêl di bin hukûmdariya wî de gêş bû.
Silêman ji bo Yahowa peristgehekî bedew jî li Orşelîmê ava kir. Ew rewşên di bin hukûmdariya Silêman de, hinek bereketên ku Padîşahiya Xwedê bo mirovatiyê bîne, didin naskirin.–1. Qiralan 4:24, 25.
Lêbelê, pir padîşahên li dû Silêman hatin, dilsoz nebûn.
Lê çaxa zurîyet û neviyên Dawid hê li Orşelimê hukûm dajotin, Yahowa bi devê pêxemberê xwe Îşaya berê gotibû ku wê di pêşhatiyê de kurekî Dawid were û li ser giştî erdê bi dilsozî hukûm bajo. Ewê bibûya zurîyeta hatibû wadkirin.—Îşaya 9:6, 7.
Wekî pêxember Îşaya berê gotibû, hukûmdariya wî wê tewr ji ya Silêman mezintir bibûya.—Îşaya serên 11 û 65 an.
Nûha, xulamên Xwedê ji her demê pirtir ji xwe dipirsîn, gelo wê ev zurîyeta kî bibûya.
Lê berî hatina zurîyetê, padîşahên Îsraêl evqas pir xirab bûn ku Yahowa milet di sala 607’an de B.D. M. [Berî Dewrana Me] bi destê Babilîyan da mexlûbkirin û wan jî piraniya miletê sergom kirin û birin Babilê esaretê. Lêbelê Xwedê wadê xwe ji bîr nekirîbû. Lê dîsa jî gerek bû ku zurîyet ji xeta mala Dawid bihatibûya.—Hêzekîêl 21:25-27.
Ev tiştên ku hatin serê Îsraêl, şanî me dide ku herçend padîşahekî mirovî bi hîkmet, şareza û dilsoz, hindik bi feyde be jî, dîsa jî ew feyde bihed bû. Mirovên dilsoz dimirin, û dibe ku domdarên wan dilsoz nebin. Çare çi bû? Zurîyeta hatî wadkirin.
Piştî hezarsalan zurîyet hat. Gelo ew kî bû?
Dema ferîştekî Xwedê bi keçikek Îsraêlî, bi navê Meryem re peyivî, wî bersîva vê pirsê da. Wî jê re got ku ewê kurekî wê, bi navê Îsa were naskirin, bibe. Ferîşte wîsa got:
“Ewê mezin be û wê jê re ’Kurê Yê Herî Bilind’ bê gotin. Û Xudan, Xwedê (Yahowa) wê wî li ser textê bavê wî Dawid bide rûniştin. Û ewê heta hetayê ... padîşahiyê bike.”—Lûqa 1:32, 33.
Bi vî awayî gerek bû ku Îsa bibûya zurîyeta hatibû wadkirin û Padîşahê Padîşahiya Xwedê. Lê çawan Îsa ji mêrên dilsozên berî wî jiyan, cuda bû?
Îsa bi sayeya mucîzekî hat dinê. Deya wî keç bû û bavê wî yê mirovî tunebû. Îsa berê li ezmana jiya û ruhê Xwedê yê pîroz, yanê ji hêza xebatkar, jiyana wî ji ezmanan neql kir koşa Meryemê. Bi vî şiklî, wî gunehê Adem mîras negirt. Îsa di temamiya jiyana xwe de guneh nekir.—1. Petrûs 2:22.
Çaxa Îsa 30 salî bû, hat imad kirin.
Wî ji mirovan re li ser Padîşahiya Xwedê qise kir û paşê xwe bi unwan û rengê Padîşahê vê Padîşahiyê da naskirin.—Metta 4:23; 21:4-11.
Wî pir mucîze jî kir.
Wî nexweş sax kir.—Metta 9:35.
Wî bi destê mucîze birçî têr kir.—Metta 14:14-22.
Heta wî mirî jî rakir.—Yûhenna 11:38-44.
Ev mucîze nîşan didin ku Îsa bi unwanê Padîşahê Padîşahiya Xwedê wê bo mirovatiyê çi bike.
Gelo tê bîra te, çawan Dawid Orşelîm ji padîşahiya xwe re kiribû paytext? Îsa zelal kiribû ku wê Padîşahiya Xwedê ne li ser rûyê erdê, lê ewê li ezmanan be. (Yûhenna 18:36) Bo vê yekê ye ku çire Padîşahî bi “Orşelîma ezmanî” tê binavkirin.—Îbranî 12:22, 28.
Îsa yasa û qanûnên pêşnimûneyên lazim bûn ku ew îtaet bikin, ji wan kesên wê bibin teba Padîşahiyê re zelal kir. Ev yasa û qanûn nûha di Pirtûka Pîroz de ne. Ew du qanûnên herî girîng evin ku mirov ji Xwedê û ji cîranên xwe hez bike.—Metta 22:37-39.
Îsa xuya kir ku ewê di Padîşahiya xwe de ne tenê hukûm bajo. Wê mirov bihatibûya helbijartin ku bi wî re li ezmanan hukûm bikin. (Lûqa 12:32; Yûhenna 14:3) Gelo wê ew çend kes bibûyana? Peyxam [yan Wahî] 14:1 bersîvê dide: 144,000.
Eger tenê 144,000 kes bi Îsa re herin ezmana hukûm bajon, gelo hêviya mirovên dimînin çi ye?
Kitêb yan Pirtûka Pîroz wisa dibêje: “Dadmend bi xwe wê erdê mîras bigrin, û ewê herdem li ser rûnin”.—Zebûr 37:29.
Ewên li ser rûyê erdê heta heta bijîyin, bi “miyên din” tên binavkirin.—Yûhenna 10:16.
Bi vî awayî du tene hêvî hene. 144,000 kesên Yahowa Xwedê ew dawet kiriye ku herin ezmana bi Îsa Mesîh re hukûm bajon. Lêbelê bi milyonan mirovên din hêviya wan ya qatî heye ku ew bibin teba Padîşahiya wî û li ser erdê herdem bijîyin.—Peyxam 5:10.
Şeytên ji Îsa nefret kir û bû dijberî wî. Piştî sê sal û nîv şîret û wazên Îsa, Şeytan bû sebeba girtin, li ser stûnekî mixkirin û mirina wî. Çima Xwedê destûra vî karî da?
Bîne bîra xwe, jiber ku em ji Adem tên, em hemû guneh dikin û mirinê heq dikin.—Romayî 6:23.
Viya jî bîne bîra xwe, jiber ku Îsa bi destê mucîzekî hat dinê, ew kamil bû û mirin heq nekiribû. Lê dîsa jî Xwedê destûr da ku Şeytan êriş be ser Îsa ‘paniya wî bihêre,’ wî bikuje. Lê Xwedê dîsa ew rakir anî jiyanê, kir ruhekî nemir. Jiber ku ew hê jî xwediyê heqê jiyana mirovî ya kamil e, bo viya Îsa dikare me mirovan ji guneh azad bike û bifelitîne.—1. Mûsa 3:15; Romayî 5:12, 21; Metta 20:28.
Ku em maneya qurbaniya Îsa baş bizanibin, Pirtûka Pîroz bi temsîlên pêxemberane li ser vê mijarê qise dike.
Mesela tê bîra te, bo ceribadina heza Birahîm Yahowa xwast ku ew kurê xwe qurban bike?
Ev ji bo qurbanbûyîna Îsa temsîleke pêxemberane bû. Vê nîşan da, ku Yahowa çiqas ji mirovatiyê pir hez dikir, wî kurê xwe Îsa ji bo me da, ku em jiyanê bidest bixin.—Yûhenna 3:16.
Tê bîra te çawan Yahowa Îsraêl ji Misrê azad kir û nûxurên wan bi destê ferîşteyê mirinê, çaxa li ser wan re bir û ew felitand?—2. Mûsa 12:12, 13.
Ev temsîleke pêxemberane bû. Çawan maneya xwîna berxê ji bo nûxurên Îsraêl bû jiyan, wisa jî maneya xwîna Îsa ya ji bo kesên bi wî bawer dikin rijiya, jiyan e. Û çawan maneya bûyer yan hedîseyên di wê şevê de bo Îsraêliyan azadî bûn, wisa jî wê mirina Îsa ji bo mirovatiyê ji guneh û mirinê bibe azadî.
Jiber vê yekê Îsa bi “Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike.” tê binavkirin.—Yûhenna 1:29.
Gava Îsa li ser rûyê erdê bû, wî şagirt kom û perwerde kir ku ew piştî mirina wî jî bikaribûyan mizgîna Padîşahiyê şîret û waz bikin.—Metta 10:5; Lûqa 10:1.
Ew kesên pêşîn ku bi Îsa di Padîşahiyê de hukûm bajon, Xwedê hejmartî bû.—Lûqa 12:32.
Gelo tê bîra te ku Xwedê ji cihûyan re wad kirîbû, eger ew li pey qanûnên wî bimeşin, ewên bibin “padîşahiyek kahinan”? Nûha firsenda wan ku bûyina perçekî ji Padîşahiya Xwedê çêbû, eger wan Îsa qebûl bikiribûyan ewê bibûyan kahinên ezmanî. Lêbelê piraniya wan Îsa red kirin.
Ji vê demê peyve cihû qewmê Xwedê yê hilbijartî nebûn; êdî Filîstîn jî diyarê hatibû wadkirin nebû.—Metta 21:43; 23:37, 38.
Yahowa, ji rojên Îsa peyve heya rojên me ew kesên li ezmana bi Îsa re hukûm bajon komkir. Ji wan çend hezar hê îro jî li ser rûyê erdê dijîn. Em ji wan re dibêjin bermayeyên meshbûyî.—Peyxam 12:17.
Nûha ji te re zelal dibe ku Padîşahiya Xwedê çi ye. Ew hukûmetekî li ezmanan e, padîşahê wê Îsa Mesîh e, û bi wî re 144,000 kesên ku ji erdê tên hukûmdariyê dajon. Ev Padîşahî ewê li ser mirovatiya dilsoz hukûm bajo û qudreta wê hebe ku aşitiyê bîne ser erdê.
Piştî mirina Îsa, ew ji miriyan hat rakirin yan vejînî û çû ezmanan. Ew li wê derê li benda ku Xwedê ji wî re bibêje kengê ewê di Padîşahiya Xwedê de destpêkirina hukûmkirinê bike sekinî. (Zebûr 110:1) Gelo wê ev kengê bibûya?
Carcaran Yahowa ji mirovan re xewn da dîtin ku ji wan re li ser Padîşahiya xwe tiştan bibêje.
Di rojên Daniyêl de Yahowa ji padîşahê Babilê Nebûkadnesar re xewneke wisa da dîtin. Ew di derheqa darek mezin de bû.—Danîêl 4:10-37.
Dar hat qutkirin û goncê wê bo heft salan hat bendkirin.
Wî darî Nebûkadnesar temsîl kir. Çawan goncê darê heft salan hat bendkirin, Nebûkadnesar jî heft salan hişê xwe winda kir. Paşê hişê wî şunda hat serê wî.
Ev gişt temsîleke pêxemberane bû. Nebûkadnesar hukûmdariya Yehowa ya dewrîdinê temsîl kir. Pêşîn, ev bi destê xanedaniya Dawid, ewên li Orşelimê hikûm ajotin hat temsîlkirin. Çaxa Babîl di sala 607’an B.D. M. de Orşelim girt, xeta wan padîşahan hat birîn. Êdî hîç padîşahî, wê ji xeta Dawid hukûm nehajota, “heta ku ewê heqê wî hebe were.” (Hêzekîêl 21:27) Ev Îsa Mesîh bû.
Ji sala 607’an B.D. M. heta destpêka hukûmdariya Îsa çend sal lazim bû ku derbaz bibûya? Heft salên pêxemberiyê, yanê 2,520 sal. (Peyxam 12:6, 14) Û hesabkirina 2,520 salî, ji 607’an B.D. M. peyve me tîne sala 1914’an D. M. [Dewrana Me]
Li gor viya, Îsa di sala 1914’an de dest bi hukûmduriyê kir. Mana viya çi bû?
Pirtûka Pîroz bi destê xewnekî ku qasid û resûl Yûhenna dîtibû, ji me re bersîvê dide.
Wî li ezmana jinekî dît ku çawan kurekî anî dinê.—Peyxam 12:1-12.
Jin, dezgeh yan sazumana Xwedê temsîl dike, ku ewa ji hemû ferîşteyên ji Xwedê re li ezmana xulamtiyê dikin pêk tê. Kurik, Padîşahiya Xwedê temsîl dike. Ew di sala 1914’an de “za”.
Paşê çi bû? Çaxa Îsa bû Padîşah, karê wî yê pêşîn ew bû, ku Şeytên û dêw yan cinên bi wî re asê bûn, ji ezmanan bavêje ser erdê.—Peyxam 12:9.
Pirtûka Pîroz li piştî viya ji me re wisa dibêje: “Ey ezmanan, û yên te de rûdinin, dilşad bin! Wey li erdê û bahrê, jiber ku Îblîs dizane dema wî hindik e, bo viya ew bi xişmekî mezin ji bo we hat jêr.”—Peyxam 12:12.
Dema Îsa li ezmana dest bi hukûmdariyê kir, dijminên wî li ser erdê pir kardar bûn. Wekî Pirtûka Pîroz berê gotibû, wî di nav dijminên xwe de dest bi hukûmdariyê kir.—Zebûr 110:1, 2.
Ji bo mirovatiyê wate û maneya viya çi bû?
Îsa ji me re berê ceng, xela, nexweşî û erdhejîn gotibû.—Metta 24:7, 8; Lûqa 21:10, 11.
Ji sala 1914’an peyve, ev hemû tişt hatin cîh, bo vê sebebê em dizanin ku Padîşahî wê çaxê destpêkiriye.
Di beşa Pirtûka Pîroz Xuyabûnê de ev xebername te dayin ku wê mirov “erd û zemîn xirab bikin.” (Peyxam 11:18) Ji Sala 1914’an peyve, me ev jî dîtin.
Li pey van tiştan Paolosê qasid û resûl ev gotin jî kiriye, wê mirov wisa bin “xweperest, pareperest, ... ji dê û bav re bêîtaet, ... dijî lihevhatinê, buhtankar, mexlûbê nefsa xwe.”—2. Tîmotêyos 3:1-5.
Nûha tu dizanî çire îro jiyan evqas dijwar e. Şeytan kardarekî bêwestan e. Lêbelê Padîşahiya Xwedê jî pir kardar e.
Piştî sala 1914’an pir dem derbaz nebû, ku bermayeya hêvîdar e li ezmanan bi Îsa re hukûm bajo, dest bi wazkirina vê mizgîniya baş ya Padîşahiya ava bûye kir. Wekî Îsa berê gotibû ev kar li ser erdê giştî fereh bû.—Metta 24:14.
Armanca wazkirina vî karî çi ye?
Pêşîn, mirov di derheqê Padîşahiya Xwedê de tên xeberdarkirin.
Duyem ev e ku ji mirovan re bibe alîkarî, ka gelo ew biryarê ji bo teba Padîşahiya Xwedê didin.
Wekî Îsa gotibû, wê di rojên me de di nav gistî mirovatiyê de yek veqetandinek çê bibe ku di dawiya vî karî de mirovên wekî mîh û bizin hebin.—Metta 25:31-46.
Kesên ji wî û birayên wî hez dikin, “mî” ne. “Bizin” jî ew kesên ji wan hez nakin.
Wê “mî” jiyana herheyî bistînin, û “bizin” nestînin.
Wazkirina mizgîniya baş ya Padîşahiyê dibe alîkar ku mirov xwe bi nexşe wekî mîh yan jî bizin bidin naskirin.
Îşaya pêxember ev pêxemberî kiriye:
“Û wê di rojên dawiyê de ev bibe ku, çiyayê mala Yahowa wê li serê çiyan were zexmkirin, û ewê bêşik ji giran bilindtir be; û divê hemû milet biherikin serê wî.”—Îşaya 2:2.
Nûha mirovatî bi “rojên dawî” re rûbirû ye.
“Mal”a perestina Yahowa ji hemû ol û dînên sexte “bilindtir” e.
“Û bêşik wê pir qewm herin, û bibêjin: ‘Werin, û berdin em herin serê çiyayê Yahowa, mala Xwedê Aqûb; û ewê me li ser reyên xwe hîn bike, û em dixwazin li ser reyên wî bimeşin.’ ”—Îşaya 2:3.
Bi vî awayî, pir mirov ji hemû miletan tên, ku bibin perestdarên Yahowa, û ew jî kesên din dawet dikin, bila ew jî tevê wan bin. Ew hîn dibin ku li pey daxwaziya Yahowa bimeşin.
“Û ewê mecbûr bin şûrên xwe têkin gîsin û rimên xwe têkin çaqo û kêrên rezan. Milet wê şûrê xwe li dijî milet raneke û êdî ewê cengê jî hîn nebin.”—Îşaya 2:4.
Hemû perestdarên Yahowa di yekîtiyê de ne û ji aştiyê hez dikin.
Bi saya vê karê Padîşahiya Xwedê îro li ser dinê bi milyonan mirov tebayên Padîşahiyê ne.
Ew, li dora bermayeyê, ewên hêvîdarin herin ezmana û bi Îsa re hukûm bajon, kom dibin.
Ew bi destê rêxistin û sazumana Xwedê xwarina ruhî distînin.—Metta 24:45-47.
Ew biratiyek ji Mesîhiyên navnetewî pêk tên, ku bi rastî ji hev hez dikin.—Yûhenna 13:35.
Ew, dilşad û ji bo pêşhatiyê berxudarên hêviyê ne.—Filîpî 4:7.
Di demek nêzîk de, wê wazkirina mizgîniya baş here dawiyê. Wê “Mîh” hatibin nîşankirin. Piştî viya wê Padîşahî çi bike?
Tê bîra te, çawan Padîşahê dilsoz Dawid hemû dijminên qewmê Xwedê kirîbû bindest? Vêca, bi vî şiklî wê Padîşah Îsa Mesîh jî wisa bike.
Hukûmdar Nebûkadnesar carekî xewnek li ser peyker yan heykelekî mezin dît ku vî peykerî ji rojên wî heta dema me împeratoriyên dunyayê temsîl dikir.
Dû re, wî dît ku ji çiyakî kevirek veqetîya û wî peyker hûr kir. Wî kevirî Padişahiya Xwedê temsîl dikir.
Maneya viya ev e ku ev sîstema tiştên îro yên xirab were tunekirin.—Danîêl 2:44.
Hinek ji wan tiştên, wê Padîşahî tune bike evin:
Dîn yan olê sexte wê wekî kevirekî êş bê avêtin deryayê.—Peyxam 18:21.
Seba vê yêkê hemû kesên ji Xwedê hez dikin, tên teşwîqkirin, ku NÛHA dînê sexte terk bikin.—Peyxam 18:4.
Paşê, Îsayê Padîşah, wê “li miletan bide û li ser wan bi çoyê hesinî hukûmdariyê bike.”—Peyxam 19:15.
Bo vê yekê, her çiqas Şahidên Yahowa baca xwe bidin û îtaetkarên qanûnên welatên tê de dijiyîn jî bin, têkiliya wan bi siyasetê tune ne.
Di dawiyê de Şeytan, “ejdeha”yê mezin, wê bi xwe bê avêtin bîra bêbinî.—Peyxam 20:2, 3.
Tenê “mî”, yanê kesên îtaetkarên Padîşahiya Îsa ne, wê di vê tengahiyê de bifelitin.—Metta 25:31-34, 41, 46.
Yûhennayê qasid û resûl li ser “miyan”, ewên di tengahiyê de tên felitandin, xewnek dît.
“Min dît, û bimêze, komek mezin, ewên ku tu kesî nikarîbû bihejmarta, ji hemû miletan û eşîran û qewman û zimanan li pêşî text û berxê sekinîbûn, xeftanên sipî li xwe kiribûn, û di destên wan de şaxên xurman hebûn.”—Peyxam 7:9.
“Koma mezin” ji wan kesên ji mizgîna baş re bersîvek musbet û erênî didin, pêk tê.
Ew “ji tengahiya mezin tên.”—Peyxam 7:14.
“Şaxên xurman” nîşan didin ku ew Îsa bi unwanê wek Padîşahê xwe qebûl dikin.
Lixwekirina “xeftanên sipî” nîşan dide ku ew bawermendên qurbaniya Îsa ne.
“Berx”, Îsa Mesîh e.
Ewên bi kîjan bereketan dilşad bin? Gelo tê bîra te çaxa Padîşahê dilsoz Silêman li Îsraêl hukûm dikir, çi dilşadî hebû? Ew tenê hindikî şanî me dide ku mirov di bin îdareya Îsa de li ser erdê wê çiqas dilşad bin.
Wekî Îşaya berê gotibû, wê aşitiya herfî di mabeyna mirovan û heywanan de hebe.—Zebûr 49:9; Îşaya 11:6-9.
Çawan, dema Îsa li ser erdê bû wî nexweşan sax kir, ewê hemû mirovatiyê jî ji nexweşiyan azad bike.—Îşaya 33:24.
Çawan, wî komên mezin ji mirovan têr kir, ewê li ser mirovatiyê giştî jî kêmbûyina xwarinê rabike.—Zebûr 72:16.
Çawan, wî mirî rakir, ewê miriyên hê fersenda wan tune bû ku îtaetkarên Padîşahiya Xwedê bin jî rabike.—Yûhenna 5:28, 29.
Ewê mirovatiyê gav bi gav ber bi bêkêmasî û kamiltiya Adem winda kirîbû şûnda bibe.
Gelo ev pêşhatiyek Bedew nîne? Tu dixwazî wê bibînî? Eger wisa be, çi ji destê te tê bike ku nûha tu yek ji wan “miyan” bî, xwe teslîmî Padîşahiya Xwedê bike.
Dest bi lêkolandina Pirtûka Pîroz bike, Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh nas bike.—Yûhenna 17:3.
Danûstandinên xwe bi wan kesên ku ew jî xwe teslîmî Padîşahiyê dikin zêde bike.—Îbranî 10:25.
Hînî yasa û qanûnên Padîşahiyê be û îtaetkarê wan be.—Îşaya 2:3, 4.
Jiyana xwe waqfê Yahowa bike, ku ji wî re xizmetê bikî imad be.—Metta 28:19, 20.
Xwe ji tiştên xirab ku Yahowa ji wan razî nîne, wekî diziyê, derewan, bêexlaqiyê û serxweşiyê biparêze.—1. Korîntî 6:9-11.
Hevparê wazkirina mizgîniya baş ya Padîşahiyê be.—Metta 24:14.
Wê çaxê bi alîkariya Xwedê, tuyê dîsa avabûna bihuşt yan ceneta, ku Adem bo zurîyeta xwe ji dest dabû bibînî, û tuyê vê soz û wada tê cîh jî bi çavên xwe bibînî: “Min dengekî bilind ji text bihîst: ‘Bimêze! Konê Xwedê li ba mirovan e, û ewê li ba wan rûne, û ewê bibin qewmên wî. Û Xwedê bi xwe wê bi wan re be. Û ewê ji çavên wan her hêstirî pak bike, û mirin wê nebe, ne şîn ne girî ne jî êş êdî hebe. Lewre tiştên berê derbaz bûn.’ ”—Peyxam 21:3, 4.
[Tablo li rûpela 20]
(Ji bo nivîsa formatkirî, li weşanê binêre)
607 B.D. M. 1914 D. M.
B.D. M. | D. M.
500 1,000 1,500 2,000 2,520
[Wêneyên li rûpela 11]
Birahîm
Îshaq
Aqûb
Cihûda
Dawid
[Wêneyê li rûpela 14]
144,000
[Wêneyên li rûpela 16]
Adem
Îsa