Beş 1
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
1, 2. Mirov derheqê Xweda de kîjan pirsê dipirsin û çima?
BELKÎ we jî rojekî ev yek ji xwe pirsî ye: “Heger Xwedayekî ku bi rastî xema me dixwe hebe, çima ew destûrê dide ku evqas êş hebin?” Me giştan an bi xwe êş kişandiye, yan jî em yekî ku êş kişandiye nas dikin.
2 Bi rastî, mirovan di dîrokê de ji sedemê ceng, zalimtî, sûc, neheqî, xizanî, nexweşî û mirina hezkiriyên xwe êş û eziyet kişandin. Bi tenê di cengên sedsala 20. de, bêtirî 100 milyon mirovan jiyana xwe ji dest da. Bi sed milyonan kes jî birîndar bûn an jî mal û milkê xwe winda kirin. Ev bûyerên tirsehêz ên ku di heyama me de qewimîne, ji gelek mirovan re bûn sedemê xemgînbûnên mezin, rijandina hêstirên çavan û windakirina hêviyê.
3, 4. Derbarê mijara ku Xweda destûrê dide kişandina êşan de, gelek kes çi difikirin?
3 Ji ber vê yekê ye ku hin kes ji jiyanê dixeyidin û difikirin, heger Xwedayek ku hebe jî ew bi rastî xema me naxwe. Heta ew guman dikin ku Xweda tune. Bi mînak zilamekî ku di Cenga Cîhanê ya pêşî de zilma etnîk a ku bû sedemê mirina dost û malbata wî jiya ye, ev yek pirsî: “Dema ku hewcedariya me pê hebû Xweda li ku derê bû?” Çaxê di Cenga Cîhanê ya diduyan de bi milyonan kes ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin, yekî din ê ku li jiyanê mabû jî, ji ber tiştên dîtibûn evqas êş kişandibû ku got: “Heger we bikaribûya serê zimanê xwe li dilê min bida, hûnê bijehriyana.”
4 Ji ber vê yekê gelek mirov fêm nakin, ligel ku Xweda bi xwe qenc e jî, ew çima destûrê dide tiştên xerab. Ew ji xwe dipirsin, ku gelo Xweda bi rastî xema me dixwe yan na, heta yan jî gelo ew heye. Ji wan gelek guman dikin ku êş wê tim bibin qisimekî jiyana mirov.
[Wêneyê li rûpelen 2, 3]
Gelo cîhaneke nû ya bê êşkişandin nêzîk e?