KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • dg beş 2 r. 3-4
  • Cîhanekî bê êş

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Cîhanekî bê êş
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
    Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Temamê Êş û Derd wê Bilez Biçin Dawî!
    Temamê Êş û Derd wê Bilez Biçin Dawî!
  • Armanca jiyanê mezine
    Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Kul û Derd Çima Ev Qas Pir in?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Zêdetir Bibîne
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
dg beş 2 r. 3-4

Beş 2

Cîhanekî bê êş

1, 2. Gelek kes xwediyê kîjan dîtina cûda ne?

LIGEL vê yekê jî, li seranserê cîhanê bi milyonan mirov xwediyê fikirekî ne, ku bi tevahî cûda ye. Ew paşerojekî şahane ya ku li pêş mirovahiyê ye, ji pêş ve dibînin. Ew dibêjin, ku di demeke nêzîk de — li vir li ser rûyê erdê — cîhaneke ji xerabî û êşan bi tevahî rizgarbûyî wê hebe. Ew emîn in ku di pirr nêzîk de her tiştê xerab wê ji holê bê rakirin û bi tevahî cîhaneke nû bê damezrandin. Heta ew dibêjin, bingeha vê cîhana nû ji niha ve hatiye danîn!

2 Ev mirov bawer dikin, ku di cîhana nû de wê ceng, zalimtî, sûcdarî, neheqî û xizanî tunebe. Ew, wê bibe cîhanekî ku nexweşî, xemgînî, hêstirên çavan û heta mirin jî tê de tune. Hingê mirov wê bigihîjin kamiltiyê û di bihişta li ser rûyê erdê de, di nav bexteweriyê de herheyî bijîn. Heta yên ku berê mirine jî, wê bên vejandin û ew jî wê bibin xwediyê derfeta jiyana herheyî!

3, 4. Ev mirov çima ji dîtina xwe piştrast in?

3 Ev dîtina derheqê pêşerojê de, gelo tenê xewn an jî xeyalek e? Bi mîsogerî na. Ev dîtin xwe dispêre îmanekî saxlem a ku bihişt wê teqez bê damezrandin (Îbranî 11:1). Gelo ew çima evqas piştrast in? Çimkî Karîndarê Her Tiştî, ango Afirandarê gerdûnê, vê yekê wehd dike.

4 Pirtûka Pîroz, derbarê wehdên Xweda de, weha dibêje: “Hûn bi hemû hebûn û dilên xwe ve dizanin ku, yek jî ji gotinên ku Xwedayê we XUDAN [Yahowa] daye we, vala derneket û gişt jî hatin cîh, yê ku vala derket çênebû.” “Xwedê ne mirov e ku derew bibêje ... ew dema bibêje qey wê nake? An jî dema soz bide, qey nayne cîh?” “XUDANê artêşan [Yahowa] sond xwar û got: ‘Rastî, ez çawa fikirîbim, dê wusa bibe û çawa pêşnûma kiribim, dê wusa bisekine!’ ” (Yêşû 23:14; 4. Mûsa 23:19; Îşaya 14:24).

5. Kîjan pirs divê bên bersîvandin?

5 Lakîn heger Xweda, damezrandina bihiştekî li ser rûyê erdê ya bê êş kiribe armanc, nexwe wî çima destûr da, ku tiştên xerab hebin? Ji bo ku ya neheq serrast bike, gelo ew çima heta îro, ango 6000 salan sekinî? Gelo ev hezarsalên di nav êşan de bihurîn, nîşan didin ku Xweda bi rastî xema me naxwe, yan jî ew hîç tune?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne