Beşa 5
Armanca jiyanê mezine
1, 2. Çawa em dikarin ku bibêjin, Xwedê eleqe û pêwendiya xwe bo me heye, û em bersîvên bo pirsên li ser jiyanê li ku derê peyda bikin?
1 Zemîn û jiyana li ser wê îsbat dike ku, Afirandêr Xwedêyek pirhez e û birastî ew pêwendî û eleqeyê nîşanê me dide. Di heman demê de, Gotina wî Pirtûka Pîroz jî nîşan dide ku, ew têkilî û pêwendiya xwe bi me heye; çimkî ew bersîvên baştir bo pirsên wek: Çima em li ser rûyê zemînin? Û, Em bi ku derê ve diçin? jî dide.
2 Bo bersîvên van pirsan, gerek e em Pirtûka Pîrozê vekolin. Gotina Xwedê dibêje: “Ger hûn li wî [Xwedê] bigerin, ew xwe bi we re dide dîtin; lê belê ger hûn dev ji wî berdin, ew jî dev ji we berdide” (2. Dîrokan 15:2). Ma gelo, vekolandina Gotina Xwedê li ser armanca wî ya afirandina me, çi eşkere dike?
Xwedê Çima Mirov Afirand
3. Çima Xwedê dunya afirand?
3 Di Pirtûka Pîrozê de tê destnîşan kirin ku, Xwedê zemîn bi awayekî taybet afirandiye, da ku mirov li ser wê bijî. Di Îşaya 45:18 de li ser armanca çekirina zemîn Xwedê wusa dibêje: “Bona ku li ser wê bête rûniştin ew afirandiye.” Û her çi ku îhtiyaciya mirovan bi wan tiştan hene, ne tenê bo jiyanê, lê ew ji jiyana li ser rûyê zemîn lezeta bêkêmahî bigirin jî afirandiye (1. Mûsa, beşên 1 û 2).
4. Çima Xwedê mirovên pêşîn afirand?
4 Xwedê di gotina xwe de, afirandina mirovên pêşîn Adem û Hawayê tîne ziman. Û armanca xwe bo malbata beşer eşkere dike. Ew dibêje: “Xwedê got: Em mirov, di sûretê xwe de, mîna xwe biafirînin. Û: bila ji masiyên di behrê de ne, ji çivîkên li ezmanin, ji heywanên hov, ji marîjokan, ji tûmiya rûyê erdê re bibe serwer!” (1. Mûsa 1:26). Lazim bû ku mirov bibûyan çavdêrê “tûmiya rûyê erdê” û heywanên wê.
5. Mirovên pêşîn li ku derê hatin danîn?
5 Xwedê baxçeyek gir û mezin û wek park, li devera ku bi navê Aden tê gotin, li Rojhilata Navîn çê kir. Dû re Xwedê “bona ku li baxçê Adenê binêre, tê de buşuxule, Adem danî wir.” Ev baxçe bihiştek bû ku, bo pêdivî û îhtiyaciya xwarina mirovên pêşîn, tê de her tişt hebû. Li wir “celeb bi celeb darên xweşik, yên ku mêwên qenc”, û wek giya û darên din û heywan û lawirên pir balkêş hebûn (1. Mûsa 2:7-9, 15).
6. Mirov bi kîjan hêzên ruhanî û cismanî hatin afirandin?
6 Ev mirovên pêşîn kamil û bêkêmahî hatibûn afirandin, loma ew ne nexweş dibûn û ne jî dimirin. Li ser vê de, ew bi daxwaza azad jî hatibûn xemilandin. Li ser afirandina wan 1. Mûsa 1:27 wusa dibêje: “Û Xwedê, mirov di sûretê xwe de afirandin, bi vî awayî ûsa çêbû ku, mirov di sûretê Xwedê de hate afirandin. Mirovan bi nêrî û mêyî afirand.” Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine afirandin, em ne tenê bi hêza bedenî û hişî hatine xemilandin, lê pêdiviyên me bi exlaq û ol jî hene ku, lazimin ew werin têrkirin, da ku em birastî dilşad û bextewer bibin. Da ku ev pêdivî û îhtiyac werin têrkirin, loma Xwedê ev hemû tişt hazir kirine, mesela xwarin, av û hewa. Wek Îsa Mesîh got: “Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî” (Metta 4:4).
7. Ji mirovên pêşîn re kîjan erk û wezîfe hatibû dayîn?
7 Di ser vê de Xwedê ji cotê pêşîn re ku, li Adenê bûn erk û wezîfeyek pirdelal jî da: “Bi berdar bibin, zêde bibin, erdê dagirin” (1. Mûsa 1:28). Bo vê yekê, mirov dikarîbûn zêde bibûyan û zarokên kamil û bê kêmahî bianîbûyan. Û bi zêdebûna mirovan, wê wezîfeyek pirdelal û xweş yanî sînorên baxçeyê Adenê firehtir bikiribûyan. Û di dawiyê de wê dunya gişt bihatiba guhartin bibûya bihişt, da ku mirovên kamil û dilşad herdem bijiyan. Piştî ku Xwedê ev her tişt pêk anî û li kar xist, Pirtûka Pîroz ji me re wusa dibêje, “Xwedê her tiştên ku afirandiye dît û a vay, zehf qenc bû” (1. Mûsa 1:31; binêre Zebûr 118:17).
8. Mirovan gerek bû çawa xwedî li zemîn derketibûyan?
8 Zelal tê xuyakirin ku, lazim bû mirovan zemîn di bin serweriya xwe de bo maf û feydeyên xwe bikar bianîbûyan. Lê belê pêwîst bû ku, wan bi berpirsiyarane ev kar bikiribûyan. Lazim bû ku mirov xerabkarên zemîn nebûyan, lê ew bibûyan serkarên hurmetkar yên zemîn. Ev xerabbûyîna zemîn ku, îro em şahidên wê ne, dijberî daxwaz û viyana Xwedê ye, û hemû kesên xerabkariyê dikin, dijberên armanca vê erdê ne. Wê ew bo vê karên xwe mecbûren hesab bidin, ji ber ku Pirtûka Pîroz dibêje, wê Xwedê “yên ku dinyayê xera dikin” xera bike (Peyxam 11:18).
Hê Jî Armanca Xwedê Ye
9. Çima em dikarin bawer bikin ku, wê armanca Xwedê pêk bê?
9 Ew, di destpêkê de armanca Xwedê bû ku, malbatek mirovatiya bêkêmahî herdem li ser rûyê zemîn di bihiştê de bijiya. Û ew hê jî armanca Xwedê ye! Wê ev bê şert û şûrt pêk bê. Pirtûka Pîroz dibêje: “XUDAN ê artêşan sond xwar û got: Rastî, ez çawa fikirîbim, dê wusa bibe û çawa pêşnûma kiribim, dê wusa bisekine!” “Belê, min got û ezê bînim cîh; min pêşniyar kir û ezê wê bikim” (Îşaya 14:24; 46:11).
10, 11. Îsa, Petrûs û Dawidê zebûrnivîs li ser bihiştê çi gotin?
10 Wexta Îsa Mesîh li ser armanca Xwedê bo avakirina bihişta zemînî ji mêrekî re ku, dixwast li ser paşerojê bi hêvî be, got: “Tê îro bi min re di bihiştê de bî!” (Lûqa 23:43). Di heman demê de Petrûsê Şandî jî di derheqa dunyayek nû ya ku wê bê, wusa pêşgotiniyê dike: “Lê li gor soza wî, em li hêviya erdekî nû [civatek nû ya zemînî] û ezmanên nû ne [hukûmetek nû ya ji ezmanan ve hukûmdarî dike], ku rastî wê di wan de bimîne” (2. Petrûs 3:13).
11 Dawidê zebûrnivîs jî, di derheqa dunya nû de ewa ku tê û wê heta kengê wê bimîne nivîst: “Dê yên rast, welat bi mêrasî bigirin û li wir heta bêdawîbûnê rûnin” (Zebûr 37:29). Ji vê sebebê ye ku, Îsa vê sozê dide: “Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûkin, çimkî ewê erdê par bistînin” (Metta 5:5).
12, 13. Armanca Xwedê ya mezin ku bo mirovatiyê heye, bi kurtasî bînin ziman.
12 Çi armancek mezin û gewre, jiyanek herheyî di bihiştek li ser rûyê zemîn de, bê xerabî, sûcdarî û tawanbarî, nexweşî, xem, derd û eziyet! Di pirtûka dawîn de ji Pirtûka Pîrozê, gotina Xwedê ya hatiye peyxamkirin vê armanca mezin û gewre bi kurtasî weha dibêje: “Ewê [Xwedê] ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn” vê yekê jî li ser dike “Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: ‘Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.’ Û piştî vê yekê dewam dike: ‘Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rastin.’” (Peyxam 21:4, 5).
13 Erê, armanca Xwedê ya mezin heye. Ew, wê dunya nû bibe rastî û bihişta herheyî, ku kesê pêşgotiniya wê kiriye, dikare sozên xwe jî bîne cîh û ewê van gotinan pêk jî bîne, “çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in.”
[Wêneyên li rûpelên 20, 21]
Armanca Xwedê ev bû ku, mirov herheyî di bihiştê de li ser rûyê zemîn bijiyan. Û ev hê jî armanca wî ye
[Wêneyê li rûpela 22]
Xwediyê xanî dikare ji rûniştvanên ku xaniyê wî wêran û xerab dikin, hesab bipirse