Beşa 6
Bo çi evqas derd û ezab û bêedaletî?
1, 2. Li ser serpêhatî û tecrubeya mirovan kîjan pirs çê dibin?
1 Ma gelo eger armanca Xwedê qadirê mitleq, li ser rûyê zemîn di bin şertên bihiştî de bo mirovan jiyanek herheyî bû, û hê jî ev armanca wî be, bes bo çi vê gavê bihişt tune ye? Bo çi beşer bi sedsalan e ku, tehemulê derd û ezab û bêedaletiyê dike?
2 Bê şik û guman, dîroka beşer tije perîşanî û derdên cengan, dagirkiriyên emperyalîzmî, talan, bêedaletî, xizanî û feqîrî, kambaxî û sefîlî, nexweşî û mirin e. Gelo çima lazim bû ku, ev hemû bûyer û pêşhatên evqas xerab bihatibûyan serê van qurbanên bêguneh? Eger Xwedê xwediyê qudreta bêsînor e, bes lê bo çi destûr da ku, bi hezar salan derd û ezabê wusa mezin hebin? Her çend gerdûn evqas xweş bi rêkûpêk çêbû ye jî, gelo çima wî destûr daye ku, tevlihevî û xerabî li ser rûyê zemîn hebe?
Mînakek
3-5. (a) Kîjan mînak dikare alîkarê me be, da ku em bizanibin bo çi ew Xwedê yê bi rêkûpêk e, destûr daye tevliheviyê? (b) Kîjan ji van pêşniyaran dişibe rewşa li ser rûyê zemîn?
3 Berdin em bi destê mînakekî nîşan bidin ku, çima Xwedayê bi rêkûpêk, destûr daye ku, tevlihevî li ser rûyê zemîn hukûm bike. Bînin ber çavên xwe ku, dema hûn di daristanekî de dimeşin, xaniyek derdikeve pêş we. Hûn lê baş dinêrin û hûn dibînin ku, ew xirbe ye. Camên pencereyan şikestîne, di banê xênî de qul vebûne, textên dîwarên derve pûç bûne, derî tenê bi menteşeyekî ve xwar hatiye dardakirin, û lûleyên avê jî kar nakin.
4 Li ber van kemasiyan, gelo weyê bigotibûya nikare avakerekî bihişê vî xaniyî hebe? Gelo wê ev tevlihevî we îqna bikirîbûya ku, xanî xwe bi xwe ava bûye? Yaxud hûnê bihatibûyan wê netîceyê ku, ew bi destê yekî hatiye pîlankirin û avakirin, lê ew ne osta û kesekî baqil e?
5 Dema hûn wê avahiyê bi balkêşî di bin çavan re derbas dikin, hûn dibînin ku di destpêkê de ew xanî pir xweş hatibû çêkirin û gelek nîşanên baqiltî û zîrekiyê tê de hene. Lê belê nûha xirbe ye û bi wêraniyê ve rû bi rû maye. Ev xesar û ziyan dikarin bibin nîşanê çi tiştî? Dibe ku nîşanên van ev bin (1) xwediyê wî mirî ye; (2) ew avakerekî bihiş û zîrek e lê eleqeya xwe bi xênî tuneye yan jî (3) bo demek kurt wî xaniyê xwe ji kesên nankor re bi kirê daye. Halê dawîn wek dunya me ye ku, nîşan dide çi hatiye serê wê.
Şaşitî Li Ku Bû
6, 7. Çaxa ku Adem û Hawa pê li qanûn û yasayên Xwedê kirin, çi hat serê wan?
6 Hema em di beşên pêşîn de, ji Pirtûka Pîrozê hîn dibin ku, armanca Xwedê ev ne bû ku mirov derd û eziyet bikşînin û ew bimirin. Bapîrên me Adem û Hawa tenê ji bêîtaetkariya xwe mirin (1. Mûsa, beşên 2 û 3). Piştî bêîtaetbûnê, wan êdî viyan û daxwaziya Xwedê pêk neanîn. Wan xwe ji hîmayeya Xwedê şûnda vekişandin. Birastî, wan têkilî û pêwendiya xwe bi Xwedê “çavkaniya jiyanê” re qut kirin (Zebûr 36:9).
7 Wek makîneyekî wexta mirov wê ji çavkaniya hêzê veqetîne, çawa ew hêdî hêdî kar dike û disekine, mîna vê yekê jî mirovên pêşîn Adem û Hawa jî, ji hêla ruhî û bedenî ve bêhêz û pîr bûn û di dawiyê de ew mirin. Wê çaxê çi hat serê wan? Ew şûnda çûn wî cîhê ku, ew ji wê derê hatibûn girtin: “Tu axî, tu ji axê ve hatiyî afirandin û dîsa tuyê vegerî axê!” Xwedê ew hişyar kiribûn û ji wan re gotibû eger li gor yasayên Xwedê bêîtaetkar bibûyan: “Bi biryarî tuyê bimirî” (1. Mûsa 2:17; 3:19).
8. Gunehên dê û bavên me yên pêşîn çi tesîr û bandor li ser malbata beşer kirin?
8 Ne tenê bapîrên me mirin, lê nevî û nifşê wan, temamê nijada mirovatiyê jî ket bin hukmê mirinê. Gelo çima? Ji ber ku li gor yasaya irsî û jenetîkî wan taybetmendiyên bapîrên xwe mêras kirin. Û ew tiştên ji zarokên bapîrên me yên pêşîn bi mêrasî gihîşt wan, nakamiltî û mirinî bû. Romayî 5:12 bo me vê gotinê beyan dike: “Loma ka çawa bi saya yek mirovî [Adem, bavê mirovatiyê] guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wusa jî mirin derbasî hemû mirovan bû, çimkî hemûyan jî [bi destê mêraskirina nakamiltiyê ku meyldariya gunehkarî] guneh kir.” Ji wê demê pey ve mirov tenê guneh, nakamiltî û bêkêmasî, û mirinê nas dikin, bo vê yekê ye ku, hindik kes van tiştan mîna ku ew xwezayî û neguherbar bin dibînin. Lê belê mirovên pêşîn bi taybetmendiya daxwaza jiyana herheyî hatibûn afirandin. Loma bo piraniya mirovan raman û fikra ku mirin jiyana wan dibe dawiyê, hîsa bê çaretiyê peyda dike.
Çima Evqas Dirêj?
9. Bo çi Xwedê destûr da ku, evqas demek dirêj derd û ezab hebin?
9 Ma çima Xwedê ji mirovatiyê re destûr da ku, ew tenê bi serê xwe evqas wext di reya xwe de biçe? Çima destûr da ku derd û ezab, bi van sedsalan dewam bike? Yek sebeba wê ya eslî ev e ku, meseleyek pir girîng peyda bû: Hukûmkirin heqê kê ye? Gelo gerek bû, Xwedê bibûya hukûmdarê mirovan, yaxud wan dikarîbûn ji Xwedê cûda bi awayekî serfiraz li ser xwe hukûmdarî bikiribûyan?
10. Mirov bi çi taybetmendiyê hatibû afirandin, û ew bo çi tiştî berpirsiyarin?
10 Mirov bi daxwaz û viyana azad hatibûn afirandin, yanî bi taybetmendiya hilbijartina serbixwe. Ew ne mîna robotan yan jî heywanan ku, bi awayî însiyaqî rêve diçin, hatibûn afirandin. Însan dikare hilbijêre, ka ji kê re ew dixwaze xizmetê bike (5. Mûsa 30:19; 2. Korîntiyan 3:17). Bo vê yekê ye ku, gotina Xwedê vê pend û şîretê dide: “Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet, wek xulamên Xwedê bijîn” (1. Petrûs 2:16). Lê belê, ji ber ku mirov bi daxwaz û viyana pirxweşa azad hatine afirandin, di heman demê de ew bo netîceyên rêveçûnên xwe jî berpirsiyarin.
11. Tenê kîjan rê hebû ku dikarîbû bihatiba dîtin, ka gelo rêveçûnek bê Xwedê û ji wî cûda, bo mirovan jiyanek dilşad û bextewer tîne yan na?
11 Dê û bavê me yên pêşîn biryarek şaş dan. Wan biryar dan ku, ji Xwedê cûda bi serê xwe bin. Piştî ku van mirovên pêşîn azadiya xwe bi nerastî û neheqî bikar anîn, helbet Xwedê dikarîbû ew hema li wê derê bikuştibûyan. Lê belê pirsa, gelo li ser mirovan heqê Xwedê heye ku hukûmdariyê bike, wê ne hatiba çareserkirin. Ji sebeba ku cotê mirovên pêşîn xwestin ew ji Xwedê cûda be û serxwe be, lazim bû ev pirs bihatiba zelalkirin: Gelo ev rêveçûn wê bibûya sebeba jiyanek dilşad, bextewer û serfiraz? Tenê fêhmkirina vê mijar û babetê ev bû ku bapîrên me yên pêşîn û nifşê wan bi halê xwe hatin berdan, ji ber ku wan ev rê bi xwe hilbijartibûn. Wê wext nîşan bida ku, gelo mirov ji Afirandêrê xwe cûda hatine afirandin da ku ew bi serfirazî û berxudarî, bijîn yan na.
12. Nêrîna Yêremya li ser hukûmdariya mirovan çi bû, û çima?
12 Nivîskarê Pirtûka Pîrozê Yêremya dizanîbû wê netîce çi bibûya. Di bin rêberiya ruhê pîrozê hêzdar yan hêza Xwedê ya çalak de wî bi balkêşiyek mezin nivîs: “Ya XUDAN, dizanim ku, reya mirov ne di destê wî de ye; gavên xwe raskirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye. Ya XUDAN, min ne bi hêrsa xwe, bi pîvanê ve perwerde û aş bike” (Yêremya 10:23, 24). Wî dizanîbû ku, însan mecbûr bûn li pey rêberiya Xwedê bimeşiyan. Bo çi? Ji vê sebebê ku, Xwedê însan ne bi awayekî afirandîbû ku, ew ji rêberiya Xwedê dûr û cûda bikaribin serfiraz bin.
13. Netîce û encama bi hezaran sal hukûmetên beşerî, bê şik û guman çi anî meydanê?
13 Hezar salên hukûmdariya beşerî bê şik û guman nîşan da ku, mirov nikare bê Afirandêrê xwe û ji wî cûda xwe îdare bike. Ceribandina vê rê netîceyên sefîlî derxist holê, ew tenê xwe bi xwe sûcdarin. Pirtûka Pîroz pir vekirî û zelal vê gotinê tîne ziman: “Ew [Xwedê] zinar e, karê wî bitûmî [bêkêmasî] ye; ji ber ku hemû reyên wî heqin; xwedayê dilsoziyê ye û neheqiyê nake; yê ku dilsoz û rast e ew e! Li dijî wî fesadiyê kirin, ne lawên wî ne, şerma wanin” (5. Mûsa 32:4, 5).
Wê Xwedê Zû Mudaxile Bike
14. Çima wê Xwedê mudaxileya xwe bo kar û barê mirovan êdî zêde dereng neke?
14 Piştî ku Xwedê bi sedsalan destûr da mirovan, pir zelal eşkere bû ku hukûmdariya mirovan binket û destvala man, ew êdî nûha dikare mudaxileyê kar û barê mirovan bike, da ku dawiya ezab, derd, nexweşî û mirinê bîne. Piştî ku Xwedê ji mirovan re destûr û rê da, da ku ew bigihîjin serê herî bilindahiya pêşveçûnên zanistî, kardestî, tibî û tiştên dinên xwe, êdî îhtiyac û pêdivî tune ye ku, ew bi sedsalên zêde ji mirovan re fersendê bide ku, însan bikaribin nîşan bidin ew bê Afirandêrê xwe û ji wî cûda dunyayek bihiştî ya di aştî û selametiyê de çê bikin. Wan heta nûha nikarîbûn û ewê di paşerojê de jî nikaribin. Jiyanek bê Xwedê dunyayek pir xerab, nefretkar û kujdar pêk anî.
15. Gerek e em li pê kîjan pend û şîreta Pirtûka Pîrozê bimeşin?
15 Herçend carcaran hukûmdarên dilpak hebûn û dixwastin ew bibin alîkarên mirovan. Lê belê dîsa jî hewldayînên wan neçûn serî. Îro li her derê mirov dikare nîşanan bibîne ku, hukûmdariya mirovan dikeve û hildiweşe. Loma Pirtûka Pîroz vê pend û şîretê dide: “Bi serokan û bi mirovên ku nikarin we xelas bikin bawer nebin!” (Zebûr 146:3).
[Wêneyê li rûpelên 24, 25]
Heta rêberên dilpak jî nikarîbûn dunyayek aştiyane, bihiştî ava bikin