KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • dg beş 7 r. 14-17
  • Axiriya îsyanê bû çi?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Axiriya îsyanê bû çi?
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Rewşa îro
  • Zemên çi nîşan da
  • Dûrdîtina Xweda
  • Bo çi evqas derd û ezab û bêedaletî?
    Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Temamê Êş û Derd wê Bilez Biçin Dawî!
    Temamê Êş û Derd wê Bilez Biçin Dawî!
  • Sedemê ku Xweda destûr da êşkişandinan
    Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
dg beş 7 r. 14-17

Beş 7

Axiriya îsyanê bû çi?

1-3. Zemên çawa nîşan da, ku Yahowa mafdar e?

DERBARÊ doza mafê rêvebirina Xweda de, rêveberîtiyên mirovan ên serbixwe û ji Xweda veqetî, di van sedsalên bihurî de çi anî? Gelo mirovan îspat kir ku ew rêveberên ji Xweda çêtir in? Çaxê em rapora derheqê li hember hevdû tevgerîna mirovan a derveyî însaniyetê binirxînin de, bê guman dibêjin Na.

2 Piştî ku dê û bavê me yên pêşî rêveberiya Xweda red kir, felaket hat. Wan hem ji xwe re û hem jî ji tevahiya malbata ku wê ji wan bihata welidîn re êş anîn. Û wan ji bilî xwe bi xwe nedikarî tu kesî tawanbar bikin. Kelama Xweda weha dibêje: “Li dijî wî fesadî kirin, ne lawên wî ne, şerma wan in; nifşeyek xwar û eks in” (5. Mûsa 32:5).

3 Dîrokê nîşan daye, ku Xweda mafdar bû, çaxê wî Adem û Hewa îqaz kiribû û gotibû ku heger ew rêberiya wî dîqat negirin, ewê hêdî hêdî lawaz bin û di soxîniyê de divê bimirin (1. Mûsa 2:17; 3:19). Ew derketin derveyî rêveberiya Xweda û bi rastî jî her ku dem bihurî lawaz bûn û di soxîniyê de mirin.

4. Ji bo çi sedemê em hemû nekamil û ji nexweşketinê re meyldar û mirindar diwelidin?

4 Piştre tiştên ku hatin serê tevahiya dûndana wan, di Romayî 5:12-yan de, weha hatine îfadekirin: “Loma ka çawa bi saya yek mirovî [Adem, bavê malbata mirovahiyê] guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wusa jî mirin derbasî hemû mirovan bû.” Bi vî awayî dê û bavê me yên pêşî, çaxê li hember çavdêriya Xweda serî hildan, ew her yek bûn gunehkarekî nekamil. Bi awayeke bi yasaya genetîk re di ahengê de, wan ancax karî ku nekamiltiyê derbasî dûndana xwe bikin. Loma em jî hemû bi awayeke nekamil, ji nexweşketinê re meyldar û mirindar diwelidin.

5, 6. Dîrok derheqê hewldanên mirovan ên ji bo pêkanîna aştî û refaha heqîqî de çi nîşan dide?

5 Di vê navberê de bi sedsalan dem bihurî. Împeratorî hatin damezrandin û hilweşiyan. Her cûreyê hikumetê yê ku dikare bê aqilê mirovan hatin ceribandin. Feqet dîsa û dîsa jî tim bûyerên tirsehêz hatin serê malbata mirovahiyê. Mirov wê bifikiriya, piştî şeş hezar salan wan evqas pêşveçûn bikira, ku di tevahiya dinyayê de aştî, edalet û refahê wê hikum biajota û ewê hîn bibûna ku rûkenî, merhemet û hevkarî bihata çi wateyê.

6 Lê belê heqîqet, bi tevahî li eksî vê ye. Heta îro hîç tu cûreyekî hikumeta ku mirovan pîlan kiriye, ji her kesî re aştî û refaha heqîqî neaniye. Tenê di sedsala 20. de, bi milyonan mirov di tevkujiyan de bi awayeke sîstematîk hatin kuştin û di cengan de, ji 100 milyonan zêdetir kes hatin qetlkirin. Di zemanê me de, ji sedemê nexweşbînî û dubendiyên siyasî, li mirovên bi hijmareke bê hesab îşkence hatiye kirin, ew hatine kuştin û hepskirin.

Rewşa îro

7. Rewşa malbata mirovî ya îro çawa dikare bê tarîfkirin?

7 Herweha ka carekê rewşa gelemperî, ya malbata mirovahiyê jî tetqîq bikin. Bûyerên tawanbarî û şidetê gihîştine merhaleyekî ku nikarin bên zehftkirin. Bikaranîna narkotîkê di rewşeke zehf berfirehbûyî de ye. Nexweşiyên ku bi riya têkiliyên cînsî belav dibin, li seranserê dinyayê berfireh bûne. Nexweşiya AIDS, a ku tirsehêz e, bandorê li ser bi milyonan mirovan dike. Qisimeke mirovan ê biçûk, di dereceyekî bê hesab de dewlemend e, lê belê her sal bi milyonan kes, ji sedemê birçîtî yan jî nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin. Mirov rûyê erdê gemarî û talan dikin. Li her derê malbat parçe dibin û nirxên exlaqî tên çilvirandin. Bi rastî jî jiyana îroyîn metodê kirêt ê Şeytanê ku ‘xwedayê vê dinyayê’ ye, diyar dike. Ev cîhana ku Şeytan rêveberê wê ye bêhest, bêrehm û bi tevahî xera ye (2. Korîntî 4:4).

8. Çima mirov nikare ji serkeftinên mirovahiyê re, bibêje pêşveçûyîna heqîqî?

8 Ji bo ku mirov di warê pêşveçûyînên xwe yên zanistî û madî de bigihîjin asta herî bilind, Xweda ji wan re dema ku kafî bû da. Lê belê heger mîtralyoz, tank, balafirên bombabaranê û moşekên dendikî cihê tîr û kevanê standibin, gelo ma ev pêşveçûyîneke rast e? Heger mirov nekarin li ser rûyê erdê bi hev re di nav aştiyê de bijîn, ji çûyîna wan a fezayê re dikare pêşveçûyîn bê gotin? Heger mirov bi şev, heta li hin deran bi roj jî, ku bitirse li ser kolanan bigere, ev yek dikare pêşveçûyîn bê hesibandin?

Zemên çi nîşan da

9, 10. (a) Sedsalên bihurî bi eşkere çi nîşan dan? (b) Xweda ji bo çi îradeya azad wê bi şûnve nestîne?

9 Tecrûbeya sedsalan nîşan daye, ku bêyî bi rêveberiya Xweda ve girêdayî bê mayîn, ne mimkun e, ku însan gavên xwe bi awayeke serkeftî serrast bike. Wek ku ne mimkun e, mirov bikare bê xwarin, vexwarin û nefeskişandin bijî. Îspat pirr zelal e: Em wusa hatine çêkirin, ku em bi rêberiya Afirandêrê xwe ve jî eynî wusa girêdayî ne, mîna ku bi xwarinê, avê û hewayê ve girêdayîne.

10 Xweda bi navgîniya destûra ku da hebûna xerabiyê, yek carekê ji bo hemû caran îspat kir, ku bikaranîna bi awayeke xerab a îradeya azad, encamên bi êş tîne holê. Îradeya azad mewhîbeyeke evqas giranbiha ye, ku Xweda ji dêla ku wê ji mirovan bi şûnve bistîne, pêkan kir, ku ew fêm bikin bikaranîna wê ya bi awayeke xerab tê çi wateyê. Kelama Xweda vê rastiyê diyar dike: “Rêya mirov ne di destê wî de ye.” Ev jî rast e, çaxê ku dibêje: “Serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Yêremya 10:23; Waiz 8:9).

11. Gelo tu şekilekî rêveberiya ji aliyê mirov ve çêkirî êş û tengahî bi dawî kirin?

11 Bi saya şeş hezar salên ku Xweda destûr da rêveberiya mirovan, ev rastî, ya ku mirov nikarin êş û tengahiyan bi dawî bikin, bi awayeke zehf teqez derket holê. Mirov tu caran nekarî di heqê vê yekê de bê der. Bi mînak heta padîşahê Îsraêl, Silêman jî ligel tevahiya hîkmet, dewlemendî û qudreta xwe, nekarî di zemanê xwe de êşên ku bi navgîniya rêveberiyên mirovî peyda dibin, ji holê rake (Waiz 4:1-3). Mîna vê yekê, îro jî serokên cîhanê, ligel hemû pêşveçûnên teknîkî nikarin êş û tengahiyan bi dawî bikin. Ya hê jî xerabtir — wek ku dîrokê nîşan daye — her ku mirov bêyî rêveberiya Xweda tevdigerin, jiholêrakirina êş û tengahiyan bide aliyekî, heta ew wan hê zêdetir dikin.

Dûrdîtina Xweda

12-14. Ji encama destûra ku Xweda da êşan, kîjan sûdên ji bo dema dirêj tên temînkirin?

12 Destûrdayîna Xweda ya ji bo êş û derdan, ji bo me bû ezabdayîn. Zîra ji ber ku Xweda dûr dibîne, wî ji berê ve dizanibû ku ev di pêşerojê de wê encamên baş bide. Dûrdîtina Xweda ji afirîdên wî re — ne tenê ji bo çend salan an jî çend hezarsalan, bi milyonan salan, belê, heta hetayê wê sûdê temîn bike.

13 Heger di dahatûyê de her tu kesek bi mabesta ku şikê hişyar bike derheqê ûsila tevgerîna Xweda de, hewl bide, ku îradeya azad bi xerabî bikar bîne, hingê ji bo ku ew angaştên xwe îspat bike, wê pêwîst neyê dîtin ku ji nû ve ji wî re dem bê tayînkirin. Xweda bi ya ku heta îro ango bi hezaran salan ji yên asî re dem da, di warê hiqûqî de ji bo ku li her dera gerdûnê herheyî bê bikaranîn, biryareke pêşberînek ango emsal pêk anî.

14 Yahowa Xweda ji ber ku di pêvejoya vê demê de destûr da xerabiyê û kişandina êşan, wî ji xwe bi awayeke kafî zelal îspat kir, ku hîç tu tiştekî bi wî re ne di ahengê de, wê nekaribe serkeftî û muwefaq be. Ev yek wê bê şik bê selmandin, ku tu pîlaneke ji aliyê mirov, an jî mexlûqên ruhî ve bi awayeke serbixwe hatibe çêkirin, wê nekaribe bereketên herheyî tedarek bike. Bi vî awayî di dahatûyê de jî heger Xweda asiyekî ku derkeve holê, di cih de tune bike, bi tevahî wê mafdar be. Ew “hemûyên xerab tune dike” (Zebûr 145:20; Romayî 3:4).

[Wêneyê li rûpela 15]

Piştî ku dê û bavê me yên pêşî hilbijartin, ku ji Xweda veqetî serbixwe bin, ew di axiriyê de pîr bûn û mirin

[Wêneyên li rûpela 16]

Rêveberiya mirovan a ji Xweda veqetî û serbixwe bi felaketê bi dawî bû

[Rêza zanyariya xwediyê wêne]

U.S. Coast Guard photo

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne