Beş 6
Sedemê ku Xweda destûr da êşkişandinan
1, 2. Dê û bavê me yên pêşî çawa destpêkirina şahane, ya ku Xweda dabû wan xera kirin?
GELO tiştê ku şaş çû çi bû? Çi tiştî ew destpêkirina qenc a ku Xweda di bihişta Adenê de dabû dê û bavê me yê pêşî xera kir? Ji dêla aştî û ahenga di bihiştê de, çima ji hezarsalan ve xerabî û êşan hikum ajot?
2 Sedemê vê yekê ew bû, ku Adem û Hewayê îradeya xwe ya azad bi xerabî bikar anîn. Wan dîqat negirt, ku Xweda ew bi awayeke, ku ew bêyî wî û zagonên wî nikarin serkeftî bin afirandine. Wan bi gumana ku ev yek ji wan re jiyaneke qenctir temîn dike, biryar dan ku bi awayeke ji Xweda veqetî serbixwe bijîn. Ew bi vî awayî ji sînorên îradeya azad a ku Xweda danîbû derbas bûn (1. Mûsa, beş 3).
Doza hikumdariya gerdûnî
3-5. Xweda ji bo çi hema Adem û Hewa tune nekir û dîsa ji nû ve dest pê nekir?
3 Gelo Xweda çima Adem û Hewa hema tune nekir û bi coteke din ê mirovî dîsa ji nû ve dest pê nekir? Ji ber ku ji hikumdariya wî ya gerdûnî, ango mafê rêveberiya wî, ya ku dev jê nayê berdan re, meydan hat xwestin.
4 Pirsa ku derketibû holê, ev bû: Kî xwediyê mafê rêvebirinê ye û rêveberiya kê rast e? Ji ber ku Xweda Karîndarê Her Tiştî ye û afirandêrê tevahiya afirîdan e, ev yek mafê rêvebertiya li ser wan dide Xweda. Ji seba ku Xweda xwediyê hîkmeta bêdawî ye, rêveberiya wî ji bo hemû afirîdan a herî baş e. Lê belê êdî ji rêveberiya wî re meydan hatibû xwestin. Ji xeynî vê jî gelo — mirov — ê ku Xweda ew afirandibû bi qisûr bû? Çawa mijara sedeqata mirov bi vê meseleyê ve hat girêdan, emê vê yekê paşê tetqîq bikin.
5 Bi mabêna ku êdî mirov xwe ji Xweda veqetand û kir serbixwe, pirseke din derket holê: Heger mirov ji aliyê Xweda ve neyên rêvebirin, gelo dibe ku ewê serkeftîtir bin? Xweda bê guman bersîva vê pirsê dizanibû, ancax ji bo ku mirov bi xwe vê fêm bikin, riya herî emîn, ji wan re dayîna azadiyekî ku ew her çi arezû bikin, dikarin bikin bû. Wan bi navgîniya bikaranîna îradeya xwe ya azad ev rê bijart; bi vî awayî Xweda destûr da vê yekê.
6, 7. Xweda ji bo çi evqas zêde zeman da mirovan, ku ew xwediyê azadiya her çi ku bixwazin bikin bin?
6 Ji bo ku mirov azadiya her çi ku bixwazin bikarin biceribînin, Xweda ji wan re zemanekî kafî da û wî bi vî awayî heta hetayê ev pirs dibersîvand, a ku gelo mirov di bin rêveberiya Xweda de, yan ku di bin rêveberiya xwe de dikarin di rewşeke qenctir de bin. Herweha pêwîst bû, ku ji mirovan re demeke kafî bihata dayîn, da ew di warê siyasî, destkarî, zanistî û tibî de jî, li gor fikirê xwe bikariba bigihîşta asta herî bilind.
7 Lewre, Xweda ji mirovan re heta îro azadiya tam daye, wusa ku bi eşkere bê selmandin, ka rêveberiyeke mirovî ya ji wî veqetî û serbixwe, gelo wê serkeftî be. Bi vî awayî mirov derfet stand, ku di navbera merhemetê û zalimtiyê de, di navbera hezkirinê û nefretê de, di navbera bi edaletî û bêedaletiyê de hilbijartinê bike. Lê belê ew di heman demê de, bi hilbijartinên ku bi xwe kirin re rûbirû ma: Qencî û silametî yan jî xerabî û êş.
Îsyana afirîdên ruhî
8, 9. (a) Di alema ruhî de îsyanê çawa dest pê kir? (b) Şeytên ji bilî Adem û Hewayê kî kişkişandin îsyanê?
8 Lê belê faktoreke din jî heye, ya ku divê bê tetqîqkirin. Çimkî yên ku li dijî rêveberiya Xweda îsyan kirin, ne tenê dê û bavê me yên pêşî bûn. Nexwe gelo hingê wekî din kî hebûn? Afirîdên ruhî. Beriya afirandina mirovan Xweda hijmareke zehf mezin a milyaketan — formeke bilind ê jiyanê — afirand, ên ku ji bo jiyaneke alema ezmanî hatibûn tesewirkirin. Ew jî bi îradeya azad û bi pêwîstiya, ku xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr bikin, hatibûn xuliqandin (Eyûb 38:7; Zebûr 104:4; Peyxam 5:11).
9 Li gor Pirtûka Pîroz îsyanê pêşî ji alema ruhî dest pê kiriye. Afirîdeke ruh ango milyaketekî xwest, ku bibe xwediyê azadiya mitliq. Heta wî arezû kir ku mirov biperizin wî (Metta 4:8, 9). Vî mexlûqê asî, yê ku ruh bû, bi angaşta bêesil a ku Xweda ji wan tiştekî qenc texsîr dike, Adem û Hewa kişkişandin û ew ji îsyankirina wan re bû sedem (1. Mûsa 3:1-5). Ji ber vê yekê ew wekî Îblîs (Buxtanker) û Şeytan (Dijber) tê binavkirin. Paşê wî afirîdên din jî yên ku ruh bûn, ji bo îsyankirinê xapandin. Ew wekî cin hatin naskirin (5. Mûsa 32:17; Peyxam 12:9; 16:14).
10. Axiriya îsyana mirovan û afirîdên ruhî bû çi?
10 Mirovan bi îsyankirina li hember Xweda, xwe teslîmî tesîra Şeytên û cinan kirin. Ji ber vê sedemê Pirtûka Pîroz Şeytên wekî “xwedayê vê dinyayê”, yê ku “hişê bêbaweran kor kiriye” tarîf dike. Pirtûka Pîroz bi ser vê de dibêje: “Tevahiya dinyayê di bin desthilatiya Yê Xerab de ye”. Îsa Mesîh bi xwe jî, Şeytên “serokê vê dinyayê” bi nav dike (2. Korîntî 4:4; 1. Yûhenna 5:19; Yûhenna 12:31).
Du doz
11. Şeytên wekî din di kîjan dozê de ji Xweda re meydan xwest?
11 Şeytên hê dozeke din jî avêt holê, ya ku ji Xweda re meydan dixwest. Wî îda kir ku Xweda bi afirandina mirov xeta kiriye û heger di bin zextê zorê de bê hiştin, tu kes wê nexwaze ya ku rast e bike. Ya rast wî îda kir û got, ku çaxê sedeqata wan bê tecrûbekirin, mirov heta wê naletê jî li Xweda bînin (Eyûb 2:1-5). Şeytên bi vî awayî derheqê sedeqata afirîdên mirovî de şik hişyar kir.
12-14. Zemên rastiya derheqê herdu dozên ku Şeytên avêtin holê de, wê çawa bida nasîn?
12 Ji bo ku tevahiya afirîdên xwedîhiş bikaribûya bidîta, ka çawa doza sedeqatê û ya serweriya Xweda wê bê çareserkirin, Xweda dema kafî da (Li ber 2. Mûsa 9:16-yan bixe.) Dîroka mirovahiyê, wê di axiriyê de heqîqeta derheqê herdu dozan de bida nasîn.
13 Beriya her tiştî, gelo derheqê hikumdariya gerdûnî, ango ya mafdariya rêveberiya Xweda de, wê zemên çi nîşan bida? Gelo wê rewşa mirovan ji dêla di bin rêveberîtiya Xweda de, di bin rêveberiya mirovî de, baştir bûya? Gelo tu sîstemekî rêveberiya mirovî, ya ji Xweda veqetî û serbixwe dikaribû cîhaneke bextewer a ku ceng, sûcdarî û bêedaletî tê de tunebe pêk bianiya? Gelo tu rêveberiyekî dikaribû feqîrtî ji holê rakira û ji her kesî re refah pêk bianiya? Gelo ji wan tu rêveberiyekî dikaribû ku nexweşî, pîrbûn û mirin mexlûb bikira? Rêveberiya Xweda dikaribû tevahiya van tiştan bikira (1. Mûsa 1:26-31).
14 Îcar em bên doza diduyan, gelo zemên derbarê qîmeta afirîdên mirovî de wê çi nîşan bida? Gelo Xweda xeta kir ku mirov bi vî awayî afirand? Gelo çaxê sedeqata wan bihata tecrûbekirin, mirovên ku ya rast bikin wê hebûna? Gelo mirovên ku ji dêla rêveberiyeke serbixwe ya ji aliyê mirovan ve çêkirî, nîşan bidin rêveberiya Xweda dixwazin wê hebûna?
[Wêneyê li rûpela 13]
Xweda ji mirovan re dema kafî da, da ku ew bikarin di serkeftinên xwe de bigihîjin asta herî bilind
[Rêza zanyariya xwediyê wêne]
keştiya asmanî: Li gor wêneyê NASA-yê