KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • dg beş 8 r. 17-19
  • Armanca Xweda di riya pêkhatinê de ye

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Armanca Xweda di riya pêkhatinê de ye
  • Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Padîşahê nû yê erdê
  • Yên ku bi wî re rêveberiyê dikin
  • Axiriya rêveberiyên serbixwe yên ji Xweda veqetî
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Padîşahiya Xwedê Çiye?
    Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Gelo Xweda bi rastî xema me dixwe?
dg beş 8 r. 17-19

Beş 8

Armanca Xweda di riya pêkhatinê de ye

1, 2. Xweda ji bo ku mirovan ji êşan rizgar bike, kîjan keys amade kirine?

RÊVEBERIYA mirovê serhildêr û cinan, bi sedsalan e, her ku çûye rewşa malbata mirovî, hê bêtir bi bervî xerabiyê ve biriye. Ancax Xweda çavên xwe ji êşên ku hatin kişandin re negirtin. Bervajiyê ve, Xweda di pêvejoya tevahiya van sedsalan de ji bo ku mirovan ji nav pençikên şerûdî û êşan rizgar bike, keys amade dikir.

2 Wexta ku li bihişta Adenê îsyanê dest pê kir, Xweda armanca xwe, ya derbarê damezrandina hikumeteke, ku wê vî rûyê erdê ji bo mirovan bike meskenekî bihiştî de eşkere kir (1. Mûsa 3:15). Paşê Îsayê ku Serpeyvbêjê Xweda ye, wê ev hikumeta dahatûyê ji bo hîndariyên xwe bikira mijara herî sereke. Wî got ku tenê ev hikumet hêviya mirovahiyê ye (Danîêl 2:44; Metta 6:9, 10; 12:21).

3. Îsa hikumeta ku wê ji bo rûyê erdê bê, çawa bi nav kir û çima?

3 Ji ber ku ev hikumeta Xweda ya ku nêzîk dibû, wê li ezmanan bihata rêvebirin, Îsa ev wekî “Padîşahiya Ezmanan” bi nav kir (Metta 4:17). Herweha wî ew wekî “Padîşahiya Xwedê” jî bi nav kir, çimkî damezrevanê wê Xweda ye (Lûqa 17:20). Xweda di pêvejoya sedsalan de, îlham da nivîskarên xwe, da ku ew pêxamberîtiyan derheqê kesên ku wê vê hikumetê teşkîl bikin û derheqê serkeftinên vê hikumetê de binivîsin.

Padîşahê nû yê erdê

4, 5. Xweda çawa nîşan da, ku yê ji aliyê wî ve padîşah hatiye qebûlkirin Îsa ye?

4 Beriya teqrîben 2 000 salan gelek pêxamberîtî li ser wî, yê ku wê bibûya padîşahê Padîşahiya Xweda hatin cîh; belê, ew hemû li ser Îsa Mesîh pêk hatin. Îsa îspat kir, ku ew ji aliyê Xweda ve, ji bo vê hikumeta ezmanî bi rêvebertî hatiye hilbijartin, a ku wê li ser mirovan hikum bike. Piştî ku Îsa mir, Xweda ew wekî afirîdekî ruhî, yê ku hêzdar û nemir e, ji bo jiyana ezmanî vejand. Ji bo vejîna wî gelek şahid hebûn (Karên Şandiyan 4:10; 9:1-9; Romayî 1:1-4; 1. Korîntî 15:3-8).

5 Hingê Îsa “li milê Xwedê yê rastê rûnişt” (Îbranî 10:12). Ew li wê derê li benda wî zemanî sekinî, yê ku wê Xweda desthilatî bida wî, da ku wî bi padîşahtî li ser Padîşahiya ezmanan a Xweda dest bi kar bikira. Bi vî awayî vê yekê jî, ev pêxamberîtiya di Zebûr 110:1-ê de, anî cîh, a ku jê re dibêje: “Heta ku ez neyarên te ji lingên te re pêlik deynim, li rastê min rûne!”

6. Îsa ji bo ku bibe padîşahê Padîşahiya Xweda, çawa îspat kir ku ew karîndar e?

6 Çaxê Îsa li ser rûyê erdê bû, wî îspat kir ku ew ji bo meqamekî wusa karîndar e. Ligel ku wî zilm dît jî, bi biryar sedeqata xwe ya li hember Xweda parast. Wî bi kirina vê yekê, ew angaşta ku Şeytên gotibû, tu mirovek di bin ceribandinê de nikare ji Xweda re sadiq bimîne derewand. Îsa, yê ku miroveke kamil “Ademê paşî” bû, nîşan da, ku Xweda bi afirandina mirovên kamil xeta nekiriye (1. Korîntî 15:22, 45; Metta 4:1-11).

7, 8. Çaxê Îsa li ser rûyê erdê bû, kîjan karên qenc kirin û wî bi vê yekê çi nîşan da?

7 Gelo kîjan rêveberiyê bi qasî ku Îsa di pêvejoya çend salên xizmeta xwe de kir, zêdetir karên sûdewar kirin? Îsa bi alîkariya hêza ku Ruhê Pîroz ê Xweda dabû wî, gelek kesên nexweş, seqet, kor, kerr û lal sax kirin. Heta wî mirî jî vejandin! Wî bi vî awayî di çarçoveyeke biçûk de diyar kir, ku çaxê ew desthilatiya Padîşahtiyê wergire, wê di oxira mirovahiyê de, li seranserê tevahiya cîhanê çi bike (Metta 15:30, 31; Lûqa 7:11-16).

8 Îsa li ser rûyê erdê evqas qencî kirin, ku şagirtê wî Yûhenna weha got: “Hê gelek tiştên din ên ku Îsa kirine hene. Eger ew yek bi yek bihatana nivîsîn, ez dibêjim qey kitêbên ku bihatana nivîsîn wê di dinyayê de bi cih nebûna” (Yûhenna 21:25).a

9. Mirovên samîmî çima li hawirdora Îsa kom bûn?

9 Îsa yekî nazik û bi şewqet bû û zehf ji mirovan hez dikir. Wî ji kesên feqîr û mazlûm re alîkarî dikir, lakîn ew li hember ên ku dewlemend û xwedîmeqam bûn jî bi awayeke cûda tevnedigeriya. Mirovên samîmî bi awayeke erênî bersîv didan vê vexwendina Îsa ya tijehez: “Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im, hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e“ (Metta 11:28-30). Mirovên xwedêtirs li hawirdora wî kom dibûn û bi hesret li benda rêveberiya wî man (Yûhenna 12:19).

Yên ku bi wî re rêveberiyê dikin

10, 11. Bi Îsa re, wê hê kî jî li ser rûyê erdê rêveberiyê bikin?

10 Çawa ku di hikumetên mirovî de ji yekî bêtir rêveber hene, di Padîşahiya Xweda ya ezmanî de jî rewş eynî ye. Îsa ji hevalên xwe yên nêzîk re wehd kir, ku ewê bi wî re li ser mirovahiyê bi padîşahtî hikumdariyê bikin, bi Îsa re hin kesên din jî wê li ser rûyê erdê hikumdariyê bikin (Yûhenna 14:2, 3; Peyxam 5:10; 20:6).

11 Li gor vê yekê, mirovên bi hijmareke bi sînor jî, ji bo ku bi Îsa re li ezmên bijîn wê bêne vejandin. Ew Padîşahiya Xweda teşkîl dikin, a ku wê ji mirovahiyê re nîmetên bêdawî bîne (2. Korîntî 4:14; Peyxam 14:1-3). Yahowa bi vî awayî, bi sedsalan bingeha rêveberiyeke, ku ji mirovahiyê re wê nîmetên bêdawî bîne danî.

Axiriya rêveberiyên serbixwe yên ji Xweda veqetî

12, 13. Padîşahiya Xweda, niha ji bo ku çi bike hazir e?

12 Xweda di sedsala bihurî de, serarast li meseleyên mirovan mudaxile kir. Wek ku di beşa 9. a vê berhevokê de tê diyarkirin, ji pêxamberîtiyên Pirtûka Pîroz tê dîtin, ku Padîşahiya Xweda di bin rêveberiya Mesîh de, di sala 1914-an de, hatiye damezrandin û amade ye, ku tevahiya sîstema Şeytên bikuncîne. Ev Padîşahî hazir e, ku “di nava neyarên xwe [Mesîh] de serweriyê biajo” (Zebûr 110:2).

13 Danîêl 2:44 derbarê vê babetê de, weha dibêje: “Û di rojên wan qiralan de [yên ku vê gavê hikum dikin] dê, Xwedayê ezmanan qiraletiyekî [li ezmanan] ku abadîn xerab nabe damezrîne û dê serweriya wê ji neteweyekî din re neyê berdan [wê ji tu rêveberiyeke mirovî re êdî destûr neyê dayîn]; tenê wê [Padîşahiya Xweda] hemûya van qiraletiyan perçe bike û dê wan biqedîne û dê ewê abadîn bimîne.”

14. Hin sûdên, ku wê ji encama bi dawîbûna rêveberiya mirovî bên çi ne?

14 Çaxê tevahiya rêveberiyên serbixwe, yên ji Xweda veqetî ji holê bên rakirin, hingê wê rêveberiya Padîşahiya Xweda li ser rûyê erdê tam hikumdariyê bike. Ji ber ku ev Padîşahî, ji ezmanan ve li ser rûyê erdê rêveberiyê dike, tu caran nikare ji aliyê mirovan ve bê xerakirin. Qudreta rêveberiyê, wê li wî cihî be, yê ku di destpêkê de lê bû, ango li ezmên di destê Xweda de be. Ji ber ku rêveberiya Xweda tevahiya rûyê erdê distîne bin kontrola xwe, êdî hîç tu kes wê bi navgîniya olên sexte, felsefeyên mirovî yên netetmînkar û saziyên siyasî li riya xerab neyê çewtkirin. Êdî ji hebûna tu yekî ji wan re, wê destûr neyê dayîn (Metta 7:15-23; Peyxam, ji beşa 17 heta 19-yan).

[Jêrenot]

a Derbarê jiyana Îsa Mesîh de ji bo zanyariyeke berfirehtir, binêre pirtûka bi navê “Mirovê herî mezin ê ku li cîhanê jiyaye”. Ew berhem bi Îngilîzî ji aliyê rêxistina Şahidên Yahowa ve hatiye çapkirin.

[Wêneyê li rûpela 18]

Îsa çaxê li ser rûyê erdê bû nexweş sax kirin û mirî vejandin, wî bi vê yekê nîşan da, ku ewê di cîhana nû de çi bike

[Wêneyê li rûpela 19]

Padîşahiya Xweda ya ezmanî, wê tevahiya şekilên rêveberiyan ên ku ji Xweda veqetî serbixwe ne, ji holê rake

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne