KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 5 pirs 1-5
  • Mexseda Xwedê ji bo Dinyayê Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mexseda Xwedê ji bo Dinyayê Çi ye?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Li Cenetê Emê Hev Bibînin!”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Mizgîna Xwedê
fg ders 5 pirs 1-5

DERS 5

Mexseda Xwedê ji bo Dinyayê Çi ye?

1. Dinya ji bo çi hatiye çêkirin?

Adem û Hewa li baxçeyê Adenê; paşê, ew ji baxçe tên derxistin

Yehowa dinya ji bo însanan çêkiriye. Ezman warê melekan e, lê dinya warê me ye. Adem û Hewa ji bo heyata li rûye erdê hatin çêkirin (Eyûb 38:4, 7). Xwedê mirovên pêşîn xistin ceneteke bedew. Navê vê cenetê, “Aden” bû (1. Mûsa 2:15-17). Yehowa dixwest ku ew û zarokên wan heyata xwe heta bi hetayê li dinyayê berdewam bikin.​—Zebûr 37:29; 115:16 bixwîne.

Di serî de, tenê baxçeyê Adenê cenet bû. Lê Xwedê dixwest ku Adem û Hewa temamiya dinyayê bi zarokên xwe ve tije bikin û dinyayê bikin cenet (1. Mûsa 1:28). Dinya wê tu caran tune nebe, lê heta bi hetayê warê mirovan bimîne.​—Zebûr 104:5 bixwîne.

Li vîdeoya Çima Xwedê Erd Xuliqandiye? temaşe bike.

2. Dinya niha çima cenet nîne?

Yehowa mirovên pêşîn Adem û Hewa ji baxçe derxistin, çimkî wan guh neda wî. Seba vê, cenet winda bû, û însan xwe bi xwe nikarin cenetê ji nû ve ava bikin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin” (2. Tîmotêyos 3:13).​—1. Mûsa 3:23, 24 bixwîne.

Li cenetê, mirov xaniyan ava dikin

Ma Yehowa dev ji mexseda xwe berdaye? Helbet na! Qudreta Xwedê bêsînor e, û ewê mexseda xwe helbet bîne cih (Îşaya 45:18). Belê, Xwedê wê halê mirovan li gor mexseda xwe rast bike.​—Zebûr 37:11, 34 bixwîne.

3. Cenet wê çawa ji nû ve bê ava kirin?

Xwedê, Îsa Mesîh li ezmanan kiriye Padîşah. Li bin hikumdariya Îsa Mesîh, cenet wê ji nû ve li dinyayê bê ava kirin. Li cenga Xwedê – ya ku wek “Harmegedon” tê bi nav kirin – Îsa Mesîh û melekên Xwedê wê hemû kesên ku li ber Xwedê serî hildaye, helak bikin. Paşê, Îsa Mesîh wê Îblîs ji bo 1.000 salî bavêje zindanê. Lê belê mirovên ku guhdariya Xwedê dikin wê sax bimînin, çimkî Îsa Mesîh wê wan biparêze û rêberiya wan bike. Xizmetkarên Xwedê wê heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bimînin.​—Peyxam 20:1-3; 21:3, 4 bixwîne.

4. Kul û derd wê kengê xelas bibin?

Xwedê wê xerabiyê kengê ji holê rake? Îsa pêxember gotibû ku berî “dawiya dinyayê”, halê dinyayê wê pir xerab bibe. Gotinên Îsa pêxember niha li ber çavê me tên cih. Ev yek nîşan dide ku em bi rastî jî nêzikî “dawiya dinyayê” ne.​—Metta 24:3, 7-14, 21, 22 bixwîne.

Li bin hikumdariya Îsa Mesîh a 1.000 salî, hemû kul û derd wê xelas bibin (Îşaya 9:6, 7; 11:9). Îsa Mesîh wê li ser dinyayê hikumdariyê bike û mirovan ji tesîra guneh bifilitîne. Xwedê wê bi destê Îsa Mesîh nexweşî û mirinê tune bike, û mirov wê êdî kal û pîr nebin.​—Îşaya 25:8; 33:24 bixwîne.

5. Cenet wê bibe warê kê?

Mirovên li Salona Îbadetê

Li civînên Şahidên Yehowa, tu dikarî mirovên ku ji Xwedê hez dikin û dixwazin daxwaza wî bînin cih, nas bikî

Cenet wê bibe warê kesên ku guhdariya Xwedê dikin (1. Yûhenna 2:17). Îsa pêxember şagirtên xwe şandin ku ew li mirovên dilnizm bigerin û ji wan re behsa daxwaza Xwedê bikin. Îro, Yehowa bi milyonan însanan ji bo heyata li cenetê hazir dike (Tsêfanya 2:3). Li civînên Şahidên Yehowa, mirov hîn dibin ku ew çawa dikarin bibin dê û bavên baş an jin û mêrên baş. Dê û bav û zarokên wan bi hev re îbadetê dikin û li ser Kitêba Pîroz melûmatê distînin.​—Mîka 4:1-4 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşa 3yan a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne