KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • pr beş 4 r. 16-19
  • Cîhana mesîhtî li xwedê û pirtûka pîrozê bêbextî kir

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Cîhana mesîhtî li xwedê û pirtûka pîrozê bêbextî kir
  • Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
  • Sernivîs
  • Hîndariyên Derveyî Pirtûka Pîrozê
  • Karên Bêxwedê
  • Ne Mesîhî
Armanca jiyanê çi ye? Hûn çawa dikarin wê peyda bikin?
pr beş 4 r. 16-19

Beşa 4

Cîhana mesîhtî li xwedê û pirtûka pîrozê bêbextî kir

1, 2. Çima hurmeta hindik kesan bo Pirtûka Pîrozê tuneye, lê belê Pirtûka Pîroz çi dibêje?

1 Mirov li piraniya herêman bi sebeba rêveçûna kesên ku, îdîa dikin ew li pey Pirtûka Pîrozê dimeşin, xwe ji wê dûr dixin û hurmetê ji wê re nîşan nadin. Li hindik herêman tê gotin ku Pirtûka Pîroz, bo kesên çermspiyan hatiye û ew şer û cengê sor û tiz dike û wekî ew dagirkeriyê jî destek dike. Lê belê ev bawerî ne li cîhin.

2 Pirtûka Pîroz ku di Rojhilata Navîn de hatiye nivîsandin, tu carî cengên bi navên mesîhtiyê, ku di sedsalên derbasbûyî de bo dagirkirin û talankirinên welatan bi çavnebarî hatine kirin, destek nake. Rastî temamê eksê vê yekê ye, eger mirov Pirtûka Pîrozê bixwîne û hîndariyên wêyên mesîhtiya rast, ku Îsa Mesîh gotine nas bike, wê çaxê mirov dikare baş bizanibe ku, Pirtûka Pîroz cengan, bêexleqiyê û talankirina welat û warên kesên din pir tûnd mehkûm dike. Texsîr û şaşitî ne ya Pirtûka Pîrozê ye, lê ya însanên çavnebar e (1. Korîntiyan 13:1-6; Aqûb 4:1-3; 5:1-6; 1. Yûhenna 4:7, 8). Bo vê yekê, bila rêveçûnên kesên çavnebar û xêrnexwaz, ku ew ne li gor şîretên Pirtûka Pîrozin, nebin sebeb ku hûn ji xizneyên vê pirtûkê mehrûm bimînin.

3. Rastiya dîrokî li ser Cîhana Mesîhtiyê çi dibêje?

3 Ew, kesên li gor şîret û pendên Pirtûka Pîrozê nameşin, aîdên xelk û neteweyên Cîhana Mesîhtiyê ne. Navê “Cîhana mesîhtiyê” parçeyek ji cîhana ku mesîhtî li ser wê berbiçav hukûmdariyê dike. Piraniya wan ji dunya rojava ne ku, bi sîstema kilîseyê di sedsala çarem D. M. de hat meydanê. Di destê Cîhana Mesîhtiyê de bi sedsalan e ku, Pirtûka Pîroz heye, û ruhaniyên wê îdîa dikin ku, Pirtûka Pîrozê hîn dikin û Xwedê temsîl dikin. Lê gelo ruhanî û mîsyonerên Cîhana Mesîhtiyê rastiyê hîn dikin? Gelo birastî rêveçûna wan nîşan didin ku, ew Xwedê û Pirtûka Pîrozê temsîl dikin? Di nava Cîhana Mesîhtiyê de birastî mesîhtî berbiçav hukûm dajo? Na. Cîhana Mesîhtiyê ji dema sedsala çarem û pey ve, bi awayî ku ol hatiye maydanê, dijminatiya xwe li dijî Xwedê û Pirtûka Pîrozê îsbat kiriye. Belê, rastiyên dîrokî nîşan didin ku, Cîhana Mesîhtiyê ji Xwedê û Pirtûka Pîrozê re bêbextî kiriye.

Hîndariyên Derveyî Pirtûka Pîrozê

4, 5. Kilîse kîjan hîndariyên ku derveyî Pirtûka Pîrozê ne, qebûl dikin?

4 Hîndariyên Cîhana Mesîhtiyê ne li ser esasên Pirtûka Pîrozê, lê li ser efsaneyên kevnên yewnanî, misirî, babîlî û ji welatên din hatine avakirin. Hîndariyên wek nemirina canên mirovan, di agirê dojeh û cehenemê de ezaba bêdawî, agirê paqijker û Sêyekanî (sê kes di yek Xwedêkî de) ne ji Pirtûka Pîrozê ne.

5 Mesela em li vê hîndariyê binêrin ku dibêje, mirovên xerab piştî mirinê heta bêdawiyê di agirê dojehê de ezab dikşînin. Dîtinên we di derbarê vê baweriyê de çi ne? Gelek kes ji vê dikerihin û wê dijhev û tevlihev dibînin. Li gor wan ev ne mantiqî ye ku, Xwedê mirovan heta heta û bêdawî bide îşkence kirin û wan di bin derdê ezab de bihêle. Baweriyek wusa xerabkarî û şeytanî ye ku, ew dijî Xwedayê Pirtûka Pîrozê ye, “çimkî Xwedê hezkirin e” (1. Yûhenna 4:8). Di Pirtûka Pîrozê de pir zelal tê xuyakirin ku, Xwedê li ser vê hîndariyê çi dibêje: Ev “di hişê min de derbas nebû” (Yêremya 7:31; 19:5; 32:35).

6. Pirtûka Pîroz çawa hîndariya li ser nemiriniya canê mirovan pûç dike?

6 Îro piraniya dîn û olan, di heman demê de Cîhana Mesîhtiyê jî di nav de ye, ew hemcîranên xwe hîn û perwerde dikin ku mirov xwediyê canê nemir e, yanî piştî mirinê ew yan diçe ezmanan yan jî diçe dojehê. Ev ne hîndariya Pirtûka Pîrozê ye. Pirtûka Pîroz li cîhê vê weha zelal dibêje: “Ji ber, yên ku dijîn dizanin ku dê bimirin; lê belê mirî bi tiştekî nizanin ..., ji ber ku li warê miriyan, ya ku tuyê herî kar û raman, zanîn û zanyarî nîne” (Waiz 9:5, 10). Û zebûrnivîs şirove dike ku, “Dema ew hilma xwe yî dawîn bide, dîsa vedigere axê, wê rojê pêşniyarên wî diqedin” (Zebûr 146:4).

7. Seba ku Adem û Hawa pê li yasayên Xwedê kirin, ji wan re çi ceza hat dayîn?

7 Vê yekê jî bînin bîra xwe ku, dema Adem û Hawa pê li yasayên Xwedê kirin, ew bi nemiriyê nehatin ceza kirin. Wê ev ne bibûya ceza, lê bibûya xelat. Di şûna vê de ji wan re hat gotin: Wê “tu vegerî axa ku tu ji wê hatî afirandin.” Xwedê ji Adem re bi balkêşî gotibû: “Ji ber ku tu axî, tu ji axê ve hatiye afirandin û dîsa tuyê vegerî axê!” (1. Mûsa 3:19). Ji vê yekê nemirina canê mirovan, ne li gor hîndariyên Pirtûka Pîrozê ye ku, Cîhana Mesîhtiyê ev hîndarî ji xelkên ne mesîhî, yên berî wan dijiyan wergirtibûn.

8. Pirtûka Pîroz çawa hîndariya sêyekaniyê pûç dike?

8 Wek hîndariya sêyekaniya Cîhana Mesîhtiyê ku, Xwedê bi awayekî sir û sê Xwedê di yek Xwedê de nîşan dide. Ev hîndarî jî ne li gor Pirtûka Pîrozê ye. Mîna ku di Îşaya 40:25 de zelal û vekirî tê gotin: “Ma hûnê min mîna kî bişibînin ku, ez bi wî re yek bibim?” Bersîv li ber çavan e: Hîç kes nikare bişibe wî. Di Zebûr 83:18 de wusa dibêje: “Bila fêhm bikin ku, tenê tu, ku navê te XUDAN e [“Yahowa ye,” “Wergera Dunya Nû” (Îngilîzî)], yê herî mezin, yê serwerê rûyê erdê yî!” (Li Îşaya 45:5; 46:9; Yûhenna 5:19; 6:38; 7:16 jî binêrin.)

9. Li ser hîndariyên Pirtûka Pîroz û hîndariyên kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê çi dikare bê gotin?

9 Hîndariyên Pirtûka Pîroz li ser Xwedê çi dibêjin, ew pir zelalin, hêsan tên fêhmkirin û mantiqî ne. Lê ji hîndariyên Cîhana Mesîhtiyê ev nikare bê gotin. Heta ji wê jî xerabtir, ew dijberên Pirtûka Pîrozin.

Karên Bêxwedê

10, 11. Hîndariyên kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê çawa dijberê hîndariyên Pirtûka Pîrozê ne?

10 Li ser baweriya hîndariyên derewîn, Cîhana Mesîhtiyê bi kar û rêveçûnên xwe, ji Xwedê û Pirtûka Pîrozê re bêbextî kiriye. Ew karên ruhaniyên kilîseyan, ku di sedsalên derbasbûyî de wan kirine û hê îro jî dikin, dijberê gotinên Xwedê yê di Pirtûka Pîrozê de tên fermankirin û wekî din dijberê kirin û hînkirinên Îsa Mesîhê hîmdar û avakerê mesîhtiyê jî ne.

11 Mesela, Îsa şagirtên xwe hîn kir ku ew ne tevî meseleyên siyaseta dunyayê bin, ne jî tevî cengan bin. Wî ew hîn kirin ku, ew aştîxwaz û hurmetkarên yasayan bin, û bê pêşhukûm û pêşbiryarî ji mirovan hez bikin, belê heta hazir bin ku di şûna canê kesên din bigirin, li berdêla vê yekê de canê xwe ji dest bidin (Yûhenna 15:13; Karên Şandiyan 10:34, 35; 1. Yûhenna 4:20, 21).

12. Li gor gotinên Îsa, wê nîşana mesîhiyên rast çi be?

12 Birastî jî, Îsa mirov hîn kirin ku hezkirin û eleqe bo mirovên din, ku nîşana nasnameya mesîhiyên rast e, wê ew bi destê vê nîşanê ji mesîhiyên derewîn bên cûdakirin û ferqkirin. Wî bo kesên ku dixwazin li pey wî bimeşin got: “Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Eger hûn ji hevdû hez bikin, bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in” (Yûhenna 13:34, 35; 15:12).

13, 14. Çi îsbat dike ku, kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê Xwedê temsîl nake?

13 Lê belê, bi sedsalan e ku ruhaniyên Cîhana Mesîhtiyê, tevî siyasetê û alîgirê cengên neteweyê xwe bûne. Heta wan di cengên herdû alî ku, mesîhî bûn jî alîgirî kirin, mesela di herdû cengên cîhaniyên sedsala me de. Di vî şerî de ruhaniyên herdû alî, çaxa ku endamên olên wan di welatekî din de hembawermendên xwe dikuştin, wan bo serketina hêl û terefê xwe dua kirin. Lê belê vî karî tenê zarokên Şeytên pêk tînin, ne zarokên Xwedê (1. Yûhenna 3:10-12, 15). Bo vê yekê ye ku, rêveçûnên ruhanî û hemdestên wan, herçend ew bi gotinên xwe dibêjin ew mesîhî ne jî, lê birastî ew dijberê hîndariyên Îsa Mesîhin, ku ji şagirt û peyrewanê xwe re gotibû, “şûrê xwe bixe kalana wî” (Metta 26:51, 52).

14 Bi sedsalan, gava neteweyên wan welatên din dagirtin û gelê wan kirin bindest, dîl û kole digirtin û ew nizm dikirin, kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê bi hêzên siyasî û rêzaniyê hevkarî dikirin. Ev bi sedsalan li Afrîkayê dewam kir. Mîna vê yekê li Çînê jî pêk hat, mesela di wexta cenga tiryak û efyunê; û serhildana Bokserê de, neteweyên Rojava sehî kirin ku, bi zorê li ser wan tesîrê bikin.

15. Çi karên tirsehêz û xerab bi destê Cîhana Mesîhtiyê hat kirin?

15 Olên Cîhana Mesîhtiyê jî bi sedsalên ku, jê re Dewrana Tarî tê gotin, kesên xwedî baweriyek din bûn taqîb kirin, lê îşkence kirin, erê heta ew kuştin jî. Di Dewrana Teftîşê de, ku bi sedsalan domand, resmî û fermî bi reyên tirsehêz kesên birumet û bêguneh bi awayekî pir xerab hatin îşkencekirin û kuştin. Kesên ev karê pîs kirin ruhanî û hemdestên wan bûn ku, îdîa dikirin ew mesîhî ne. Heta wan sehî kirin ku, Pirtûka Pîrozê ji ortê jî rabikin û bibin kelem, da ku xelk nikaribin wê bixwînin.

Ne Mesîhî

16, 17. Çima dikare bê gotin ku, kilîse ne mesîhî ne?

16 Na, gel û kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê tu car mesîhî nebûn, û îro jî nînin. Ew ne xizmetkarên Xwedê ne. Gotina peyxamkirî ya Xwedê di derheqa wan de weha dibêje: “Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdarin û ji bo her karê qenc bêkêrin” (Tîtos 1:16).

17 Îsa dibêje ku dîn û olê şaş dikare bi berên wan yanî bi tiştên ku ew pêk tînin bên naskirin. Wî got: “Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postên miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên harin. Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin? Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide. Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare berê qenc bide. Her dara ku berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir. Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin” (Metta 7:15-20).

18. Çi netîce ji hîndarî û rêveçûnên Cîhana Mesîhtiyê pêk hat?

18 Cîhana Mesîhtiyê bi destê hîndarî û rêveçûn û karên xwe îsbat kiriye ku îdîaya wan ku ew bawermendê Pirtûka Pîrozin, ji Xwedê ditirsin û mesîhî ne, derew e. Wan ji Xwedê û Pirtûka Pîrozê re bêbextî kirine. Ev jî bû sebeb ku, bi milyonan mirov ji wan nefret dikin û xwe ji baweriya Xwedayê mezin vekişandin.

19. Gelo ketin û lawaziya Cîhana Mesîhtiyê yek îsbat e ku, Xwedê û Pirtûka Pîroz ketiye û eciz bûye?

19 Di vî warî de ketin û lawaziya ruhanî û kilîseyên Cîhana Mesîhtiyê yan ketina olên nemesîhî ne îsbat e ku, Pirtûka Pîroz ketibe û lawaz be. Û ev ne îsbat e jî ku, Xwedê dest ji armanca xwe berda be. Bi eksê vê, Pirtûka Pîroz me li ser Xwedêyekî herî mezin agahdar dike ku, ew heye û eleqeya xwe bo me û paşeroja me jî heye. Pirtûka Pîroz nîşan dide ku, wê çawa Xwedê ji mirovên xweşdil re, ewên ku di jiyana xwe de reya rast digrin û dixwazin ku edalet û aştî li ser temamê rûyê zemîn hukûm bike, xelatê bide. Wekî din jî ew şirove dike ku, çima Xwedê destûr daye ku xerabî, derd û eziyet hebin û ewê zemîn çawa ji wan kesên ku ji hemcinsên xwe re xerabiyê dikin û ji wan kesan ku îdîa dikin ew ji Xwedê re xizmetê dikin, lê birastî vî karî nakin, pak bike.

[Wêneyê li rûpela 17]

“Înfernoya“ Dantê

[Rêza zanyariya xwediyê wêne]

Wêneya Doré’s ji Barrators — Giampolo bo Komediya Xudayî ya Dantê

[Wêneyê li rûpela 17]

Sêyekaniya Cîhana Mesîhtiyê

[Wêneyê li rûpela 17]

Sêyekaniya Hindî

[Rêza zanyariya xwediyê wêne]

Courtesy of The British Museum

[Wêneyê li rûpela 17]

Sêyekaniya Misirî

[Rêza zanyariya xwediyê wêne]

Museo Egizio, Turin

[Wêneyên li rûpela 18]

Dijî hîndariyên Îsa, ruhaniyên herdû aliyan bo kesên xwe ceng destek kirin

[Rêza zanyariya xwediyê wêne]

Wêneya U.S. Army

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne