KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • T-19 r. 2-6
  • Gelo wê Ev Dinya Bifelite?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo wê Ev Dinya Bifelite?
  • Gelo Wê Ev Dinya Bifelite?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dinyayek Dihere Dawiyê—Di Şûna wê De Yeka Din Tê
  • Pêşhatiya Vê Dinê
  • “Nîşan”
  • Gelo Dawiya Dinyayê Nêzik e?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Gelo Wê Ev Dinya Bifelite?
T-19 r. 2-6

Gelo wê Ev Dinya Bifelite?

Hîç neslekî din, wekî ya me, evqas pir li ser dawiya dinê ne bihîstî ye. Gelek mirov ditirsin ku dawiya dinê wê bi destê qirbûna nuklêri were. Yên din difikirin ku gemariya dorhêlê wê dinê tune bike. Vêca hinekên din jî bi xem dibêjin tevliheviya eborî yan îqtîsadî wê mirovan li ber hev rabike.

Gelo bi rastî dawiya vê dinê wê bê? Eger were, gelo maneya viya wê çi be? Gelo qe carekê berê dawiya dinê hatî ye?

Dinyayek Dihere Dawiyê—Di Şûna wê De Yeka Din Tê

Belê, dawiya dinyayekê hatibû. Bide ber çavê xwe dinya di rojên Nuh de çiqas pir xerab bûbû. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gava dinya wê çaxê di bin avê de ma xira bû.” Kitêba Pîroz viya jî dibêje: “[Xwedê] ji tunekirina dinya kevn şûnda nema, lê çaxa tofan anî ser dinya mirovên bêxwedê, Nuh, waîzekî edaletê, bi heft kesên din parast” (2. Petrûs 2:5; 3:6).

Keremke bala xwe bidê, maneya dawiya wê dinê çi bû û çi ne bû. Ev maneya dawiya mirovatiyê nebû. Nuh û malbata wi di tofana alemgirê de felitîn. Erdê ku seyare ye û ezmanê xweşikê bi stêran jî felitîn. “Dinyayek mirovên xwedênenas”, sîstemek tiştên xerab hat tunekirin.

Dû re, çaxa neviyên Nuh pir bûn, dinyayek din çêbû. Ev dinya yan sazûmana tiştên duyem hebûna xwe heta rojên me dom kir. Dîrok yan tarixa wê tijî bi ceng, cirm û zordarî ye. Gelo wê çi were serê vê dinê? Ewê bifelite?

Pêşhatiya Vê Dinê

Piştî gotina tunekirina dinya rojên Nuh, Kitêba Pîroz wisa didomîne: “Bi wê gotinê ezman û erdê nûha jî bo agir tê hilanîn” (2. Petrûs 3:7). Nivîskarekî Kitêba Pîroz yê din jî wisa dibêje: “Dinya [eva îro heye] dihere” (1. Yûhenna 2:17).

Bi vê gotinê Kitêba Pîroz nabêje, ku ewê erd yan jî ezmanê bi stêrên rastî werin tunekirin, jiber ku ew di rojên Nuh de jî xira nebûn (Zebûr 104:5). Na, di şûna viya de, ev dinya, bi “ezmanên” xwe, yanê hikûmetên di bin hikûm û bandûra Şeytên de ne û bi “erdê” xwe, yanê civata mirovatiyê, wê wekî di agir de werin tunekirin (Yûhenna 14:30; 2. Korîntî 4:4). Ev dinya yan sîstema tiştan, wek dinya berî tofanê wê mutleqe were tunekirin. Îsa Mesîh rewşa “rojên Nûh” ji bo van tiştên pêşî dawiya vê dinê werin cîh got, ku ew bibe mînak (Metta 24:37-39).

Çaxa resûlên Îsa jê pirs kirin: “Wê çi bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?” Wî di bersîva xwe de bala wan kişand ser rojên Nûh (Metta 24:3 – wergera Mizgînî). Şagirtên Îsa dizanîbûn, ku ev dinya wê biçûya dawiyê. Gelo ev bû sedema tirsa wan?

Na tam eksê wê, jiber ku Îsa bûyerên pêşî dawiya dinê yên werin cîh, da naskirin, wî ew teşwiq kir ku ew dilşad bin, ‘çimkî xilasiya we nêzîk dibe’ (Lûqa 21:28 – wergera Mizgînî). Belê, felitandin û azadî ji Şeytên û ji sîstema wî ya tiştên xerab, û dû re ketina dinyayek tijî aşitî! (2. Petrûs 3:13).

Lêbelê kengê wê dawiya vê dinê were? Îsa ji bo “hatina xwe û dawiya dinê” kîjan “nîşan” yan elamet da?

“Nîşan”

Bêjeya Yûnanî ya li vir bi “hatin” hatî vegerandin parosiya ye û maneya wê “hizûr” e, ku ew jî mana hazirbûnê ye. Li ser viya, çaxa “nîşan” tê dîtin, ev ne maneya ku nêzîkiya hatina Mesîh e, lê ji xwe ew şûnda hatiye û hazir e. Maneya viya ev e, ku wî destpêkiriye hikûmdariya nedîtbarî bajo û ewê di demek kurt de dawiya dijminên xwe bîne (Peyxam 12:7-12; Zebûr 110:1, 2).

Îsa ji bo “nîşan” tenê bûyerek negot. Wî pir bûyer, rewş û halên dinê da naskirin. Ev hemû wê di wan rojan de, ewên nivîskarên Kitêba Pîroz ji wan re “rojên dawî” dibêjin bihatibana cîh (2. Tîmotêyos 3:1-5; 2. Petrûs 3:3, 4). Em bala xwe bidin wan çend nîşanên Îsa pêşî ji bo “rojên dawî” gotibû.

“Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin” (Metta 24:7 – wergera Mizgînî). Cengên dema meya nûjen ji yên berê pir mezintirin. Dîrokzanekî wisa nivîsand: “Cenga Dinê Ya Pêşîn [di sala 1914’an de destpêkir] cenga ‘giştî’ ya pêşîn bû.” Lêbelê cenga dinê ya duyem ji wê zêdetir xopan kir. Û ceng hîn jî erdê xira dikin. Belê, gotinên Îsa bi şiklekî xemgin hatin cîh!

“Wê ... xela çêbibin” (Metta 24:7 – wergera Mizgînî). Piştî Cenga Dinê Ya Pêşîn xelayek peyda bû ku dibe jî ew di dîrokê de herî mezintir bû. Xelayên bi xof dan pey Cenga Dinê Ya Duyem jî. Ji pêncan yek ji nifûsa dinê di bin kêmxwariniyê de dinale, û kêmxwarinî bi salê nêzîkî 14 milyon zaro dikuje. Bi rastî, “xela” heye!

“Erdhejînekên mezin wê çêbin” (Lûqa 21:11 – wergera Mizgînî). Ji sala 1914’an pê ve her sal ji sedsalên berê deh qat zêdetir mirov, bi destê erdhejînan mirin. Tenê ji wan çend hebên mezin: Di sala 1920’an de li Çînê 200.000 mirî; di sala 1923’yan de li Japonyayê qasî 140.000 kes mirin yan çûn; di sala 1939’an de li Ezîrganê 32.700 mirî, di sala 1970’an de li Perûyê 66.800 mirî, û di sala 1976’an de li Çînê nêzîkî 240.000 (yan li gor hinek çavkaniyan 800.000) mirî. Bê şik, “erdhejînên mezin”!

“Li cîh cîhan êşa zirav wê çêbin” (Lûqa 21:11 – wergera Mizgînî). Hema piştî Cenga Dinê Ya Pêşîn, bi destê zekemî yan grîba Îspaniyayê nêzîkî 21 milyon kes mirin. Science Digest vê raportê dinivîsîne: “Di dîroka mirovatiyê de mirin tu carî wisa bilez û bêdilovanî ne hatiye.” Ji wê demê pê ve, bi milyonan mirov bûn qurbanên dilêşî, qenser, AIDS û belayên din.

“Zêdebûna xerabiyê (bêqanûniyê)” (Metta 24:12 – wergera Mizgînî). Dinya me ji dema 1914’an pêve bi cirm û zordariyê tê naskirin. Li pir deran tewr di ronahiya rojê de tu kes xwe di kûçan de ewle yan emîn hîs nake. Ji ber ku mirov ditirsin herin der, ew bişev li malên xwe li paş deriyên kilîtkirî û qerasekirî dimînin.

Seba rojên dawiyê pir bûyerên din, yên hemû tên cîh jî, berê hatin gotin. Maneya viya ev e ku dawiya dinê nêzîk e. Lêbelê çi dilşadiyeke mezin, ku li wê derê wê kesên xelasbin hebin. Piştî gotina: “Dinya dihere” Kitêba Pîroz vê wadê dike: “Lêbelê kî daxwaziya Xwedê dike, ewê herheyî bimîne” (1. Yûhenna 2:17).

Ji ber viya hewce ye, ku em daxwaziya Xwedê hîn bibin û bikin. Dû re em dikarin di dawiya vê dinê de bifelitin û herdem bi nîmetên sîstema Xwedê ya nû re dilgeş bibin. Kitêba Pîroz wisa wad dike: “Xwedê ... ewê her hêstirî ji çavên wan [mirovan] paqiş bike, û mirin wê nebe; û êdî ne şîn ne girî ne êş hebe” (Peyxam 21:3, 4).

Eger wekî din neyê nîşankirin, ayetên Kitêba Pîroz ji the New World Translation of the Holy Scriptures hatinin girtin.

[Rêza zanyariya xwediyê wêne li rûpela 6]

Çavkaniya wêneyan: Balafir: USAF photo. Zarok: WHO photo ji W. Cutting. Erdhejîn: Y. Îshiyama, Hokkaîdo University, (Japonya).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne