Ev berhevoka çawa tê bikaranîn?
Ev berhevoka ji bo vekolîna Kitêba Miqedes yanî Pirtûka Pîroz hatiye pêşdiyarkirin. Ev çawa tê bikaranîn? Belkî em dikarin vê pêşniyarê bikin. Di serê her dersê de pirs hene. Li dû her pirsî di nav neynûkan de hejmar hene ew hejmar şanî we dide ku bersîv di kîjan bendê de ye. Pêşîn pirsan bixwînin. Li ser bifikirin. Pişt re her bendî bixwînin û hemû ayetan di Pirtûka Pîroz de ve bikin. Piştî dawiya dersê, dîsa herin ser pirsan û bersîva Pirtûka Pîroz bînin bîra xwe. Eger we dawî li berhevokê anîn, cardin ji serî de heta dawiyê çav li pirsan bigerînin.