Ders 1
Çawa Hûn Dikarin Daxwaziyên Xwedê Hîn Bibin?
Di Pirtûka Pîroz de kîjan malûmata girîng heye? (1)
Çavkanî û Danêrê Pirtûka Pîroz Kîye? (2)
Çima pêwîste ku mirov Pirtûka Pîroz vekole? (3)
1. Pirtûka Pîroz, yanî Kitêba Pîroz xelatek giranbiha Xwedê ye. Ew wekî namekî ji bavekî delal bo zaroyên xwe ye. Ew ji me re li ser Xwedê rastiyê dibêje—ew kî ye pîvan û standartên wî çi ne. Ew ji me re zelal dike ka em çawa ji heqê pirsgirêkan karibin werin û çawa mirov dikare dilgeşiya rast bibînin. Tenê Pirtûka Pîroz ji me re dibêje, çi pêwîste ku em karibin Xwedê dilxweş bikin.—Zebûr 1:1-3; Îşaya 48:17, 18.
2. Berî Dewrana Me di sala 1513’an de dest bi nivîsandina Pirtûka Pîroz hat kirin, di dema 1,600 salî de bi destê 40 mêrên cûrbicûr hat nivîsandin. Naveroka Pirtûka Pîroz 66 pirtûkin. Nivîskarên wê îlhamên xwe ji Xwedê standin. Wan ne fikrên xwe, lê fikrên wî nivîsandin. Bo vê yekê çavkaniya Pirtûka Pîroz ne mirovekî li ser erdê ye, lê Xwedê li ezmanan e.—2. Tîmotêyos 3:16, 17; 2. Petrûs 1:20, 21.
3. Xwedê bû sedema derketin û parastina sûretên nivîsên Pirtûka Pîroz. Pirtûka Pîroz ji her pirtûkên din pir zêde hatiye çapkirin. Li ser vekolîna weya Pirtûka Pîrozê wê herkes dilxweş nebe, lêbelê bila ev me ne rawestîne. Pêşhatiya meya herheyî bi viya girêdayî ye ku çiqas mixalefet hebe jî gerek em Xwedê nasbikin û daxwaziya wî bikin.—Metta 5:10-12; Yûhenna 17:3.